Rojnameger Altan: Tirkiye bi pilaneke navneteweyî êrişî Başûr dike

  • rojane
  • 09:12 11 Gulan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Erdogan Altan ku li başûrê Kurdistanê êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêma Zapê, Metîna û Avaşînê dişopîne, diyar kir ku êrişa Tirkiyeyê di çarçoveya pilaneke navneteweyî ku PDK jî di nav de cih digire de pêk tê û encama vê êrişê dê bandora xwe li herêmê bike. 

Piştî axaftina bi telefonê ya di navbera Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden de Tirkiye di 23'yê Nîsanê de li dijî deverên Zapê, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê êrişeke mezin da destpêkirin. Erişa ku di 23'yê Nîsanê de hat destpêkirin di roja 19'emîn de hem ji hewa ve hem jî ji bejahiyê ve didome. Di çarçoveya operasyonê de Tirkiye li herêmê bi rojane êrişên hewayî yên dijwar pêk tîne û dixwaze bi van êrişên hewayî bi pêş ve biçe. Lê weke dixwaze nikare bi pêş ve biçe. Ev rewş ji aliyê Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ve bi van gotinan hat ragihandin: "Danîn û rabûna helîkopteran a li çiya, kaş û kendalan pir zehmet e. Helîkopter nikarin tekerên xwe deynîn erdê."
 
Rexmî ku êrişa Tirkiyeyê li nav xaka wan didome jî ji aliyê Hikumeta Bexdayê û Hikûmeta Hewlerê ve daxuyaniyên li dijî operasyonê nayên dayîn. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî operasyonê daxuyaniyek sosret da û angaşt kir ku êrişa li dijî xaka wan pirsgirêka di navbera PKK'ê û Tirkiyeyê de ye. Hikûmeta Navendî ya Bexdayê jî tenê ji ber hin hewldanên Tirkiyeyê yên di êrişê de hişyarî da Tirkiyeyê û xwest ku Tirkiyeyê derbarê hewldanên xwe de wê agahdar bike. Em bi nûçegîhanê ajansa me Erdogan Altan ku li herêmê êrîşan dişopîne re li ser armanca operasyonê, bandora wê ya li ser herêmê û nezikbûna hêzên herêmî û navneteweyî ya êrişê axivîn.
 
 
Piştî bombebarana li dijî Şengalê û operasyona Garê li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Ev operasyon piştî hevdîtina DYA'yê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan hat destpêkirin. Ev dîrok di heman demê de salvegera Komkujiya Ermeniyan bû. Di çarçoveya vê yekê de armancên vê operasyonê çi ne?
 
Bi taybetî li Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn hem qeyraneke siyasî hem jî qeyraneke aboriyê heye. Ji bo sereraskirina vê qeyranê dewletên herêmê û navneteweyî tawizan didin hevdû. Di vê çarçoveyê de dema em binirxinin dewleta Tirk bi operaysona Garê xwest herêmê bi temamî bixe bin serdestiya xwe. Di dema Trump (Serokê berê yê DYA'ê) de ev plansazî hatibû amadekirin. Ji bo ku li tevahiya Başûrê Kurdistanê serdestiya xwe pêk bînin. Piştî ku ji Garê encamek ne li gorî dewleta Tirk derket, tişta dixwestin vala derket Tirkiyê weke tolhildanê dest bi vê operasyonê kir. Tirkiye dixwaze hem herêmek tampon ava bike, hem jî ji aliyê leşkerî, siyasî û aboriyê ve Hikumeta Herêma Kurdistanê bixe bin kontrola xwe.  Yên ku ne di bin serdestiya wan de jî Qadên Parastinê yên Medyayê ye. Ji sînorê Xakurkê bigirin, heta Qendilê dixwaze bixe bin kontrola xwe. Di plansaziya Amerika, Israil, Iraq û Tirkiyê bi vê operasyonê dest pê kirin. Em bi kurtasî dikarin bibêjin ji aliyekê ve wekî tolhildana Garê hatiye destpêkirin, ji aliyê din ve tê xwestin ku ji Metîna heta Qendîlê herêmê bixe bin kontrola xwe. Jixwe dema em li amadekiriyên vê operayonê jî dinêrin, piştî operasyona Garê dest bi amadekiriya oprasyoneke bi vî awayî kiribûn.  
 
Dema ku em li aliyê wê siyasî binerin; Piştî telefona Biden û Erdogan ev operasyon pêk hat. Amerika dixwaze li Rojhilata Navîn hevsengiyek li gorî xwe ava bike. Li aliyekî ve qirkirineke civakê da qebûlkirin li aliyekê ve jî destûra qirkirina civakeke din da. Diyar e li ser telefonê lihevkirinek heye. Xweşa Erdogan biçe an neçe jî heye. Yanî Amerikayê got heke tu dixwazî operasyonek li dijî kurdan pêk bînî û serdestiya xwe ava bikî, divê tu jî Komkujiya Ermeniyan erê bikî.  
 
 
Ewil armanc Qadên Parastina Medyayê bû. Niha jî dixwazin civakê û hêzên HPG'ê ji hevdu qût bikin. 
 
Ji destpêka operasyonê heya niha yanî ji 23'yê Nîsanê ve li herêmê çi qewimîn û çi geşedan pêş ketin?  
 
Beriya operasyona 23'yê mehê dest pê bike, jixwe dest bi çêkirina qerekolên nû kiribûn. Di navbera Şirnex û Colemergê de. Ji bo ku herêmek tampon ava bikin. Operasyona ewil li ser Metîna bû. Ew jî di navbera sinorê Colemêrg û Şirnexê de ye. Hewl dan ku bi danina eskaran ji bejahiyê pêş ve biçin Armanca destpêkê 100 kilometre ketina hundir bû. Lê derket holê ku heta Qendilê rêya vê operasyonê heye. Piştî operasyona Garê hêzên HPG'ê jî li benda operasyoneke bi vî awayî bû. Dê ji bo tola Garê dê operasyoneke bi vî rengî pêk were. Biçûk an mezin pir nedihat zanîn lê piştî Garê dihat zanîn ku êrişeke bi di çarçoveya tolhildanê de pêk were.  
 
Hêj daxwistana ewil a helikopterê derp xwarin û leşkerên Tirk windahiyan da. Vê peyderpey dewam kir. Heta 5 rojên destpêkê. Her tim rastî çalakiyên HPG'ê dihatin. Hulusî Akar jî got 'êdî em nikarin tekerlekê helikopteran daynin'. Heta niha 6 noxte hatine girtin. Ew jî her tim rastî êrişan tê. Car bi car xwe vedikişinin baragehên leşkerî yên Herêma Kurdistanê. Çûn-hatin zêde ye. Pêşketinek di bejahiyê de zêde tune ye. 8 rojên dawin jî ji bilî bombardimana helikopter û balafirên şer pêşketinek tune ye. Ewil armanç Qadên Parastina Medyayê bû. Niha jî dixwazin civakê û hêzên HPG'ê ji hevdu qut bikin. 
 
Te behsa hin qerekolên nû kirin. Derbarê wan de agahiyên şênber hene?  
 
Niha armanca wan ew e ku li herêma Metîna barageheke mezin ava bikin. Ev baragehek dê wek Bamernê be. Ev barageh jî dê hem cihê lojistikê be hem jî dê tê nexweşxane filan hebin. Wekî barageha Başika. Dibêjin ku niha 12 qerekolên nû ava dikin. Yên berê em nizanin. Yên nû di navbera herêmên Şirnex û Colemêrgê. Armanca vê jî koridor û tamponek li wê herêmê ava bikin. Dê li gorî pêşveçûna şer diyar bibe. Encama van qereqolan dê pêvajoya şer diyar bike. 
 
 
Tê gotin heke ev operasyon bi ser bikeve wê Şengalê jî bidin YNK'ê. Lihevkirinek hatiye kirin. 
 
Ji destpêka operasyonê heya niha sekna PDK'e a li hember operasyonê gelek hat rexnekirin. PDK seknek çawa li hember operasyonê danî. Ji bilî PDK'ê hikumeta Irak û YNK'ê seknek çawa diyar kirin. Derbarê vê de tu dikarî çi bibêjî.  
 
Bêguman PDK di nav plansaziya ku ji aliyê ABD, Israil û hêzen navnetewayî hatiye avakirin de cih digire. Ji şerê Xakurkê heta Heftanîn û Garê hem ji aliyê istixbarî hem ji aliyê siyasî û leşkerî de piştigirî dide. Destpêka operasyonê, 5 rojên destpêkê bi awayek veşartî tenê bi awayek istixbarî piştigirî dida. Daxuyaniya destpêkê ya Hikumeta Herêmê de operasyon wekî operasyona AKP-MHP hat dayîn. Wek agahiyek da. Em hember in an ne li hember in li hember operasyonê nişan nedan. Tenê sankî peywira wan agahdarî ye tevgeriyan. 
 
Piştî 6 rojan leşker nekarîn tirk di bejahiyê de nekarîn pêş ve biçin bi awayek vekirî alikarî ji hêzen Başrûrê Kurdistane xwest. Bi taybet jî PDK. Hêzên Zerewanî û pêşmergeyên Roj yên girêdayî Mesrur Barzanî hêj dema erîşê Heftanîn li herêma Behdinan û Bradosta bi cih kiribûn. Agahiyek tune ye jî vegeriyan e an venegeriyan e. Piştî wê hem ji hêla istixbarî hem derxistina leşkeran a ji baregehan hem jî ji hêla ragihandinê de piştgirî didin.  
 
Em vê jî bibêjin; PDK hem ji aliyê leşkerî hem jî aliyê siyasî ve bûye du perçe. Aliyek dibêje em piştgirî bidin Tirkiyê. Aliyek dibêje Tirki cihê ku dikevinê êdî dernakevin. Xêr ji wan nayê. Me ji dîrokê ders girtiye. Lê desthilatdara di nav PDK'ê de ku serkêşiya wê Mesrûr Barzanî dike bi awayek vekirî pişgirî dide. 
 
Aliyê YNK'ê ve jî; Wezire Karê Derve ya Îranê hat bi Neçirvan û Mesrur re hevdîtin pêk anî. Xwest ku serdestiya xwe zêde bike. Di van hevdîtinan de li hevkirinek hatiye kirin. Tê gotin Zînê Wertê tenê dane YNK'ê. Ji YNK'ê re hiştine. Beriya niha PDK jî li wir bû. Wek jestekî dan wan. Tê gotin heke ev operasyon bi ser bikeve Şengalê jî bidin YNK'ê li hevkirinek hatiye kirin. Roleke wisa li hev belavkirine. Nexwe gelê Şengalê PDK'ê qebûl nake. Ji bo tepisandina bertekan YNK wî rolê dilîze. Ev tê niqaşkirin. Di van hevdîtinan de jî tê gotin ev hatine niqaşkirin. Bi kurtasî bertekên helwestê PDK'ê, YNK'ê û Goran qels in.  
 
Iraq çi difikire? Li hember vê operasyonê gavên çawa diavêje?  
 
Irak ji ber qeyranên aborî, civakî û siyasî ku li Bexdayê pêk tên hinek mehkumî hêzên derve ye. Yek ji van jî Tirkiye ye. Hem ji aliyê av hem jî petrolê hem jî danustandinê de mahkumê derve ye. Lê em dikarin vê bibijên piştî peymana Şengalê helwesta Iraqê derket holê. Tirkiye zext datine ser ku paymana Şengalê pêk bîne. Dibêje heke tu peymanê pêk neynî dê tekiliya me xirab bibe. 
 
Li hember hêzen Şiî DYA bi destê Tirkiye û PDK'ê dixwaze li herêmê bi Suni, Tirkmen û Ereben re hevsengiyek ava bike. 
 
Beriya niha li ser Şengalê peymanek hatibû çêkirin. Em dikarin bibêjin encama vê operasyonê dê bandora xwe li ser Şengalê jî bike an na?  
 
Belê, belê. Hem li ser Şengalê hem ser Rojava hem jî li ser Kerkukê bike. Em dizanin ku peymanek di hevditinên diplomasiyê yên di navbera dewletan de pêk tê de çêbûye. Îngiliz, Îran û Îsraîl jî tê de. Bandora vê plansaziyê dê li Rojhilat, Başur û Bakur jî bike. Plansaziyek pir berfireh hatiye avakirin. ABD bi hatina rêveberiya nû dixwaze ew qeyrana Rojhila Navîn ku ji kontrola wî derketiye kom bike û careke din bixwe kontrola xwe. Vê krize komî ser hev bike. Ji bo vî jî hin hevsengiya ava bike. 
 
Bi girêdayî vê yeke aliyê Şii ya Iraqê her tim helwestek nişanî hikumeta Iraqê dide. Dibêje çi karê te bi Tirkiyê heye û ma tu mecbûrî DYA'yî? DYA bi destê Tirkiye û PDK'ê dixwaze li herêmê bi Suni, Tirkmen û Ereben re hevsengiyek ava bike. Li hember hêzen Şii. DYA û hêzen navneteweyî dixwazin qeyran di bin kontrolê derketiye careke din bixin nav kontrola xwe. Ji bo hevsengiyek ava bike jî hin hêzan re çavên xwe digirin. Di têkiliya Tirkiyê û Iraqê de jî hevsengiyek dixwazin ava bikin.
 
Nexwe demek beriya niha Irak di çarçoveya vê plansaziyê de bi Wezareta Pêşmergeyan re hêzek hevpar şandin herêmê. Armanc ew e ku hêzen PKK ji hev du qut bike. Hem ji hêla erdnigariyê hem jî ji hêla leşkerî ve. Perçe perçe ev plansazî bi ser bixin. 
 
Beriya niha Pêşmergeyên Roj û hêzên Zerewanî li herêmê hin cihan hatibû bi cih kirin. Di demên dawîn de nûçeyên wek hin peşmergeyan li cihên cuda bicihkirine derketin holê. Têkiliya bicihkirina van pêşmergeyan bi operasyonê heye gelo? 
 
Bêguman. Armanca hêzen şandine wir dorpêçkirina hêzên HPG ye. Wan bixin herêmek teng çêkin. Hêzên Helgurt derdora herêma Bradostê ku di navbera Xinêrê û Qendilê de hin noqte dixwazin ava bikin. Çend roj berê êrişên wek taciz hat kirin. Bi bersiva HPG'ê neçar man vegerin. Lê dîsa ev gengeşî berdewam e. Armanca sereke ew e ku ji Metîna heta Qendilê herêmê qut bikin. Dîsa hem moralê civakê ya pişgirî dide PKK bişkinîn. Hem jî hişmendiyek wisa didin avakirin ku Tirk were vir û bikeve vir.  
 
Li gorî agahiyên ji Midurê Nehyaya Kanîmasiyê heta niha hezar û 500 donim erd ji be bombebaranê şewitiye. Di nav van de govên sewalan jî tê baxçeyên gundiyan jî hene.
 
Bombebaranek pir mezin heye. Li herêmê sedan gund hene û bi hezaran kes dijîn. Bombebaran bandorek çawa li ser civaka wir dike? Beriya niha hin îddia jî hebû ku tê xwestin hin gund bê valakirin.  
 
Bombebaran bandoreke mezin li niştecihên herêmê dike. Hinek gundên herêmê ji xwe beriya niha ji ber bombebaranê hatibû valakirin. Lê dema havînan milet tê herêmê û vedigere nav bax û baxçeyên xwe. Çandinî li herêmê tê kirin. Dîsa herêm ji aliyê sevalkariyê ciheke xurt e. Ji ber bombebaranê niha ev der jî tên valakirin. Her çend ragihandina PDK û Tirk li dijî vê propagandayeke bike jî bandorek mezin heye. Bi hezaran sewal hene. Bax û baxçe, jiyanek wir heye. Bêguman bandor nebe ne mimkun e. Li gorî agahiyên ji Midurê Nehyaya Kanîmasiyê heta niha hezar û 500 donim erd ji be bombebaranê şewitiye. Di nav van de govên sewalan jî tê baxçeyên gundiyan jî hene.
 
Niştecihên ji bombebaranê bandor dibînin çi dibêjin ji vê rewşê re? Bertekek çawa heye?
 
Beriya pêşmerge li hin cihan bicih nebûbû û neçûbû gundan niştecihên wir hin caran kom dibûn û diçûn politburiyên PDK'ê û asayişê. Li vir bertekên xwe nişan didan. Dipirsin ka heta kengî ev êrîş berdewam bike? Digotin divê rê nede dayîn, sewalkarî û çandinî ber têkçûne ye. Her wiha li Şeladiz û Bamernê jî bertek dihatin nîşandan. Ev demên dawin de hêzen pêşmergeyên Helgurt û Roj yên giredayî Mesrur Barzanî ji Akrê heta Metina gelek noqteyên lêgerînê ava kirine. Gundî nikarin biçin cihê xwe jî. Astengiyek mezin heye. Iraqê bi Wezareta Pêşmergeyan re 25 noqte ava kirine. Ji Akrê heta Metîna noqte nahêlin ku çûn hatin çêbibe û qedexe ye.
 
Ji ber ku devê wan ji Garê şewitiye, piştî Garê êdî neçar dimînin gelek caran pifî mast bikin.
 
Erdogan tu wextek dirêj e li hêremê geşedanan dişopînî. Her wiha operasyonên dersînor yên beriya niha jî te şopandine. Çapemeniya nêzî hikumetê ya Tirkiyê li hember vê operasyonê gelek bêdeng e. Operasyonên beriya niha ne bi vî awayî bûn. Raya giştî agahiyên ewil ji vê çapemeniyê digirt. Dîsa li sînor ji ber rojnamegeran cih nedima. Ev bêdengiya niha ji ber çi ye gelo?
 
Ji operasyona Xakurkê heta operasyona Heftanînê jî gotina te bû. Propagandayeke mezin dihat kirin. Bi taybetî piştî Garê êdî neçar dimînin gelek caran pifî mast bikin. Ji ber ku devê wan şewitî. Heke roja yekemîn bersivek xurt nexaribana dê dîsa vê propagandayê bikirina. Rewş biguhera jî dê dîsa propaganda bikirina. Lê dê werin çi bikişînin? 
 
Hinek xendekên li ser sînor kêşanê dikin. Ew jî ji xwe hatibûn valakirin. Cudatir tiştek tune ye. Tiştek "serkeftî" nîn e.  
 
Tenê niha rolek dane wan da ku bertekên gundiyên herêmê bigirin û ji bo herêmê bêsivîl bikin bixebitin. Gundî jî bertek nişan didin û dibêjin ji ber çi cihê me tê bombebarankirin û êrişê me dikin? 
 
MA / Gokhan Altay 

Sernavên din

12/05/2021
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 167'emîn de berdewam dike
09:00 Baroya Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir
09:00 Dadgehê biryar da, lê hê jî nikare biçe ser karê xwe
09:00 Li Bazara Jiyanê zextên 'mêran zêde' bûn
09:00 Ji bo cejnê kirîn lê nefirotin
09:00 33 roj in agahî ji Şîşman tune: Malbat bi fikar e
09:00 Malbatên Somayê: Em nahêlin hêvîya me bişkînin
09:00 Başaran: Jin bi parastina azadiyê re li dijî tecrîdê têdikoşin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2021'AN
07:54 Destûr nedan cenaze bişon
11/05/2021
20:25 Îro 278 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 Dayika Aştiyê Kaygûsûz û 4 siyasetmedar hatin berdan
17:13 Tedawiya wî neqediya û ew birin girtîgehê
16:58 Li Girtîgeha Jinan vîrûs heye, bijîşk tune ye!
16:56 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lê daye
16:51 Li Deşta Mêrdînê dema çinînê ye: Hişkesaliyê li ceh daye
16:35 DAD û DEDEF: Komkujî berdewam dikin
15:47 NY: DAIŞ’ê li hemberî êzidiyan sûcê qirkirinê kiriye
15:40 Jinan bang kir: Em ê teslîm nebin
15:29 Parêzera girtiyê nexweş Tamboga bang li rayedaran kir
15:15 Li Xozatê bi operasyonê re şewat jî derket
15:07 Gelo Yildiz piştî ‘şopandina û gefê’ hatiye kuştin?
15:05 Banga greva birçîbûnê li Wezareta Dadê hat kirin: Dawî li tecrîdê bînin
14:37 ÎHD û TÎHV: Êrîşên li ser Gazzeyê bi dawî bikin
12:49 Herbo: Li Şengalê derd hebûna êzidiyan e
12:48 Jinên HDP’yî derketin ser sûrên Amedê: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:41 Di rojên qedexe de wêneyê xizanî û dewlemendiyê
11:36 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
11:18 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Cerdevanan tev li operasyona Zapê dikin
10:58 Li Sûrên Topkapiyê jinan çalakî li dar xist
10:36 Gelo Gurbet Uren hat kuştin?
09:31 Êdî zebeşan bi zûlan difiroşin
09:31 Koma 34'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Rojnameger Altan: Tirkiye bi pilaneke navneteweyî êrişî Başûr dike
09:08 Temeneke di rêya aştiyê de: Sîmanperî Akyildiz
09:07 Girtiyê bi tenê di odeyekê de dimîne bi Covîd-19'ê ket
09:07 Esnafên halê: Camêro li qesrê kêf kêfa wî ye, lê milet perîşan e
09:06 Jinên wanî: Em xwedî li kurdî derkevin
09:06 Berî ku mal veguherin 'hêlîna tahdeyê' bila tevdîr bên girtin
09:04 Tenê şorbe û nanê tisî dixwin
09:04 Parêzer Çîftçî: Di doza Kobanê de şopa darizandineke adil tune ye
09:04 Bîlançoya êrişên li dijî kurdî: 17 êriş û 5 kuştin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2021'AN
08:32 Eskerekî TSK'ê li Idlibê jiyana xwe ji dest da
10/05/2021
23:44 Guh li bergiriyên koronayê nekirin, bi konwoyê li nav bajêr geriyan
20:42 282 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:30 ‘Peykerên’ qeyûm bûn mijara pêkenok û bertekan
16:18 Jina berasteng a zîhnî di qefesê de mirî hat dîtin
15:57 ‘Polîtîkayên îqtidarê rewşa astengdaran girantir dike’
13:41 Cenazeyê dayika Arslan hat veşartin
13:40 ÎHD:Şîşman ê bi birîndarî hat binçavkirin 31 rojin li ku derê ye?
13:11 Piştî veqetandina polisan texrîbata li Koşka Mala Ezîzan derket holê
13:02 Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê tu li ku yî?
12:31 HDP’ê bi boneya Roja Dayikan ji girtiyên jin re qert şand
11:52 Hunermenda dengê berxwedanê: Hozan Mizgîn
11:22 Dayika Aştiyê Akyildiz jiyana xwe ji dest da
11:02 Faîl dîsa nas e: Hevjîna xwe kuşt, zarokê xwe giran birîndar kir
09:21 'Dînê Nisêbînê' mamoste Aslan jiyana xwe ji dest da
09:20 Dayika Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 165'emîn de dewam dike
09:03 ‘Divê tevahiya civakê xwedî li greva birçîbûnê derkeve’
09:03 Leşkerê berê Yaylali: Armanca operasyonan tevahiya kurdan e
09:03 Qedexeya giştî barê jinan girantir kir: Sê karan bi hev re dike
09:02 Şertê ‘qawîşa serbixweyan’ danîn pêşiya berdana girtiyan
09:02 Pîroglû: Divê astengdar ji bo têkoşînê bikevin tevgerê
09:02 Serokê Giştî yê PÎA’yê Kamaç: Operasyon ne çareserî ne
09:02 DÎSK: Karker ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin
09:01 10 sal di ser Peymana Stenbolê re derbas bûn: Vekişîna ji Peymanê xetere ye
09:01 Şêniyên Xaçortê: Bi avêtina bombeyên gazê me ceza dikin
09:00 Ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî diqede
09:00 Qeyûm deynên bacên xwe bi neguhêzbarên şaredariyê dide
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2021'AN
09/05/2021
21:19 283 kesên din ji koronayê mirin
20:59 Li Mûşê zaroka 16 salî biguman jiyana xwe ji dest da
17:13 Ciwanê winda bû di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da
16:41 Kepçe ketin Newala Qesaba û dest bi kolandinê kirin
16:05 Ji ber kavilên kana kevir newal tije bû
16:04 Karkerek di bendavê de xeniqî
15:19 Eskeran îşkence li penaberan kirin
14:47 Cezayê hucreyê li girtiya ku binpêkirinên mafan vegot birîn
14:05 Li Mêrsînê îdîaya mamosteyekî întîhar kir
13:32 Bûldan, Roja Dayikan li Qada Galatasarayê pîroz kir
13:04 Nameya HDP’ê nedan Gergerlîoglû
12:19 Roja ku edalet pêk bê, dê wê rojê Roja Dayikan pîroz bike
11:29 Rojnameger Elo: DYA, dixwaze paşve vegere cihên ku Suriyeyê berdane
11:25 Sozên xwe negirtin, dosyeya Cemîl Kirbayir bi hinceta demboriyê girtin
10:57 Dayika Ayşe Gokkan: Xelata wê ya herî mezin têkoşîna wê ye
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 164'emîn de dewam dike
09:04 Behsa tora tiryakê ya li Nisêbînê kir: Hedef malbatên welatparêz in
09:04 Gotina 'li taxa me dawet heye' wekî şîfreya rêxistinê hat hesibandin
09:04 'Ne pîrozkirin, bila hesab bê dayîn'
09:03 Di 15 saliya xwe de bi kesekî 45 salî re hat zewicandin: Pir zor bû
09:03 Pîvaz li nav erd riziyan
09:03 Berteka esnafên Wan a ji bo qedexeya dawî
09:02 Girtî bi kirareke îdarî cara dudoyan tên cezakirin
09:02 Meaşê mamosteyê biheq 50 TL ye
09:01 Dayik bi têkoşînê li ser pêyan e
09:01 Bi hinceta 'rojiya mirinê' ceza li girtî birîn
09:01 Hiqûqnasên jin nepêkanîna qanûnê rexne kirin