Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye

  • rojane
  • 09:02 13 Gulan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevsroka KNK'ê Zeyneb Murad êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê nirxandin û got: "Ev şer şerê her çar perçeyên Kurdistanê ye. Dem ne dema bêdengiyêye."
 
Piştî axaftina bi telefonê ya di navbera Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden de Tirkiyeyê bi hinceta hebûna PKK’yê ya li herêmê di 23'yê Nîsanê de li herêma Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe êrişeke berfireh da destpêkirin. Operasyona ku di 23'ê Nîsanê de hatiye destpêkirin bi tevlîbûna bi hezaran leşker û cerdevanan hem ji bejahiyê hem jî ji hewayê ve bênavber berdewam dike. 
 
Lê balkêşe ku ne Hewlêrê ne jî Bexdayê li dijî vê operasyona Tirkiyeyê ya li nav sînorên Başûrê Kurdistanê de heya niha tu daxuyanî nedane. Herî dawî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî operasyonê daxuyaniyek dabû û gotibû, êrişa li dijî xaka wan pirsgirêka di navbera PKK'ê û Tirkiyeyê de ye. Bi vê daxuyaniyê piştgiriya xwe ya bi Tirkiyeyê re careke din aşkere kiribû. Li herêmê çendî ku gel beretk û nerazîbûnên xwe yên li dijî vê operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) tînin ziman jî, lê heta niha ji hêla rayedarên herêmê ve ji bo pêşîlêgirtina vê operasyonê tu daxuyaniyên girîng nehatine dayîn. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, heya niha bi dehan wargehên sivîl hatine bombebarankirin. 
 
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad operasyona navbirî nirxand. 
 
'ARMANC JIHOLÊRAKIRINA STATUYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE' 
 
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad, diyar kir ku armanca operasyona TSK'ê ya li herêmê dagirkirina xaka Başûr û tunekirina deskeftiyên gelê kurd e. Murad, bilêv kir ku di nav van lîstikên Tirkiyeyê de tiliya ABD û Îran jî heye û got: "Armanca operasyona dewleta tirk a li herêmê dagirkerî ye. Ev operasyon nûkirina pergala Osmaniyê û berfirehkirina sînorance. Ev xet xeteke çiyayî ye û tevahiya parastina Başûrê Kurdistanê diparêze. Ji ber wê jî ji Tirkiyeyê re girîngce. Tirkiye, dê qîma xwe bi vê operasyonê neyne. Her kes dizane ku armanca bidestxistina wîlayeta Musilê ye. Di heman demê de nûkirina Mîsak-ı Mîllî û berfirehkirina sînoran e. Helbet Tirkiye bi van herêman sînordar namîne û wê dagirkeriya xwe berfirehtir bike. Haya her siyasetmenderek Iraqê ji vê rewşê heye. Lê belê çima bêdengî heye? Ev bêdengî wekî erêkirina operasyonan tê şîrovekirin. Niha di Iraqê de siyasetmender û rayedar bûne du alî. Aliyek ji van li hemberî van êrîşan e û aliyek din jî li hemberî van operasyonan bêdeng e. Sedemên vê bêdengiyê cuda ne. Yek ji van sedeman jî Iraq wekî dewlet û pergal lawaziyekî dijî û di nav qeyranên kur de ye. Ji aliyê civakî, siyasî, aborî û di  hemû aliyan de ev qeyran wekî ku siyaset ketibe navbera du cepheyan dixuyê. Niha du cephe li hemberî hev sekinîne. Yek ji van ABD'e ye û yek ji van jî Îran e. Ji ber ku ketiye, di van geşedanan de guhê xwe û bala xwe nade Tirkiyeyê. Ji wan re ne girîng e jî ku bala xwe bidin Tirkiyeyê. Çima? Çimkî di heman demê de em dibînin ku di nav siyaseta Iraqê de hindek kes hene alîgirên Tirkiyeyê ne û dixwazin ku  statuya Başûrê Kurdistanê ji holê rakin." 
 
GEFÊN TIRKIYEYÊ YÊN JI BO QUTKIRINA AVÊ 
 
Murad, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pêkanînên Tirkiyeyê yên li herêmê û anî ziman ku Tirkiye bi hin kirinan dixwaze bandorê li Iraqê bike û got: "Em dibînin ku ji bo siyaseta Tirkiyeyê alîkarî heye.Tirkiye dixwaze ku ji van aloziyan sûd bigire û armancên xwe pêk bîne. Tirkiye di aliyekî de zextan dike û di aliyekî de jî ji bo berjewendiya xwe tevdigere. Niha ji bo hilbijartinê amadekarî tê kirin. Hin hîzbûllahên siyasî yên ku girêdahî Tirkiyeyê hene. Dixwazin ku Tirkiye qezenc bike û Tirkiye jî van hêzan  bikar tîne. Li Iraqê qeyrana herî mezin, şerê herî mezin qeyrana avê ye. Tirkiye gefê li Iraqê dixwe ji bo qutkirina avê. Di demeke nêzîk de me dît ku Çemê Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye qutkirin. Ev av niha nemaye. Niha pişta Iraqê tenê li Çemê Dîclê ye. Dîcle jî di bin desthilatdariya Tirkiyeyê de ye. Ev hemû geşedan jî dibin sedem ku Iraq li hemberî Tirkiyeyê  helwest negire û mudexeleyî Tirkiyeyê neke."
 
'TIRKIYE WÊ QÎMA XWE TENÊ BI VÊ HERÊMÊ NEYNE'
 
Murad, anî ziman ku Tirkiye wê bi vê operasyonê tenê jî sînordar nemîne. Murad, da zanîn ku heger Tirkiye di vê operasyonê de bi ser bikeve wê qîma xwe tenê bi herêma Başûr neyne û got: "Armanca van êrîşan ne weke ku Tirkiye dibêje li hemberî PKK'ê ye. Armanca van êrîşan tunekirina deskeftî û guhertina demografiya gelê kurd e. Ev rastiyeke ku Tirkiye dijminahiya tevahiya gelê kurd dike. Em bi çavê xwe dibînin ku Tirkiye li Efrînê çi dike. Heman hişmendî îro xaka başûr dagir dike. Erdogan û rayedarên AKP'ê bi awayekî aşkere dibêjin ku, cihê ku leşkerê me dikevê em ji wir dernakevin. Ev peyameke aşkere ye. Tirkiye hemû rê û rêbazan bi kar tîne ku li hemberî kurdan şereke qirkirinê pêk bîne. Ji bo vê jî pêwîstiya Tirkiyeyê bi mintiqeyeke din heye. Me dît di demeke nêz de şikestineke berfireh li minteqaya Garê çêbû. Li minteqeya Garê negihîşte armanca xwe. Tirkiye, di hundir de bi pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî re rû bi rû ye. Bi her dewletekê re pirsgirêkên Tirkiyê hene. Çawa ku Lîbya dagir kir, îro bi heman rêbazî êrîşî Başûr dike. Niha biryar derketiye ku Tirkiye hemû çeteyên xwe û hêzên xwe ji wir derbixe. Ew ê wan li ku bi cih bike? Dixwaze ku çeteyên xwe li cihekî bi cih bike. Ji ber wê jî em dibêjin armanca Tirkiyeyê guhertina demografiyê û bi cihkirina çeteyên xwe ye. Ev tişt ji me re ne xerîb e. Me bi çavê xwe dît ku li Efrînê çi kir. Hemû çeteyên dinyayê kom kirin û li wir bi cih kirin. Bi heman stratejiyê êrîşî Başûr dike. Jixwe Tirkiye beşa axa Kurdistanê wekî beşeke ji welatê xwe dihesibîne. Ji ber wê em dibêjin hedefa Tirkiyeyê berfirehtir e û wê bi vê herêmê re sînordar nemîne. Lê li hemberî van planan berxwedaniyeke pir mezin û berfireh heye. Loma em KNK dibêjin ku xwedî derketina li vê berxwedanê erkeke neteweyî ye. Çimkî îro şerê li hemberî dewleta Tirkiyeyê ne şereke ji rêzê ye û şerê her çar perçeyên Kurdistanê ye. Cara yekem e ku Tirkiye bi stratejiyeke ew qas berfireh operasyonan li dar dixe û êrîş dike."
 
BAZARA DI NAVBERA ABD Û TIRKIYEYÊ DE
 
Hevseroka KNK'ê Murad, di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe ev operasyon erê kirine û wiha domand: "Tirkiyeyê ji beriya niha ve ji bo vê operasyonê amadekariyên xwe kiribûn. Ev operasyon ne rasthatinek bû. Lê bêgûman piştî telefona bi Bîden re pêkanîna operasyoneke wiha balkêş bû. Tirkiyeyê piştî vê telefonê xwest ku ji tevahiya cîhanê re bibêje ku min erêkirina vê operasyonê ji Bîden girtiye. Lê ABD û bi taybet jî Bîden xwestin bersivekê bidin Tirkiyeyê. Di rojeke beriya operasyonê de qebûlkirina qirkirina Ermeniyan balkêş bû. Niha li hemberî van operasyonan bêdengiya ABD'ê tê wateya erêkirinê. ABD piştî 106 salan qirkirina Ermeniyan qebûl dike û di heman demê de destûr dide ku Tirkiye heman qirkirinê li hemberî gelê kurd pêk bîne. Ev dûritî ye û bazareke qirêj e di navbera Tirkiye û ABD'ê de ye. "
 
'PEYMANA ŞENGALÊ Û OPERASYON GIRÊDAYÎ HEV IN' '
 
Murad, di berdewama axaftina xwe de, destnîşan kir ku piştî îmzekirina 'Peymana Şengalê' operasyoneke wiha ne rasthatinek e û wiha pê de çû: "Planên vê operasyonê berê hatine girtin. Îmzekirina peymana Şengalê jî amadekariyeke vê operasyonê bû. Ev hemû girêdayî hev in. Ev peyman ji hêla Tirkiye, Hewler û Bexdayê ve hat îmzekirin. Niha jî bi rê û rêbazên cuda erîş dikin. Di hêla erdnîgariyê de herêma Şengalê taybetmendiyeke xwe heye. Loma her aliyek dixwaze ku desthilatdariya xwe li ser wê herêmê pêk bîne. Jixwe Tirkiyeyê desthilatdarî derbas kir û êdî dixwaze ku dagir bike. Planên wê yên cuda hene. Di sala 2014'an de piştgirî da DAÎŞ'ê ku fermanê li ser civaka Êzidî pêk bînin. Lê ev daxwaza wan pêk nehat. Niha ew bi xwe bi fîîlî ketiye dewreyê. Lê civaka Êzidî bi berxwedana xwe pêşiya gelek tiştan girt û wê nehêle ku xaka wan bê dagirkirin." 
 
'EV ŞER ŞERÊ PARASTINA DESKEFTIYÊN GELÊ KURD E' 
 
Murad, diyar kir ku erka her kurdekî ye ku xwedî li welatê xwe û axa xwe derbikeve û li dijî plana têkbirina gelê kurd pêwîstî bi deng heye û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Tirkiyeyê hemleyeke qirkirina gelê kurd daye destpêkirin. Deskeftiyên gelê kurd li ku be dixwaze ku tune bike. Lê li Başûr kesên ku armanca vî şerî nizanin hene. Ragihandina herêmê, rastiyan ranagihîne raya giştî. Li ser vê Tirkiye şereke derûnî dide meşandin. Pêwîstiya me ya  îro ew e ku em vî şerê psîkolojik ê dewleta Tirkiyeyê bişkînin. Her wiha em dawî li vê bêdengiyê bînin. Neteweyên Yekbûyî bertek nîşanî vê operasyonê nedan. Ji bo ku em vê bêdengiyê bi dawî bikin, pêwîst e hemû sazî û dezgehên siyasî bi hemû hêza xwe bertekên xwe nîşan bidin. Di rastiyê de Tirkiye ne ew qas xurt e. Tirkiye bi şerê psîkolojîk û xapandina xelkê li ser pêyan maye. Pişta Tirkiyeyê li Garê şikest. Ji ber wê em dibêjin divê her kurdek xwedî li vê berxwedana neteweyî derbikeve. Şerê gerîlayan ê bi Tirkiyeyê re ne tenê şereke siyasî ye. Ev şer şerê parastina berjewendî û deskeftiyên gelê kurd e. Dem ne dema bêdengiyê ye. Îro roj roja berxwedanê û serhildanê ye. Em di wê baweriyê de ne ku şikestina faşîzmê û dawîlêanîna vê hişmendiyê bi berxwedana gelê me wê pêkane be." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

15/05/2021
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir
09:37 'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 170'yemîn de berdewam dike
09:19 Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’
14:02 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:18 ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Covît-19 li Girtîgehan belav dibe: 18 girtiyên din bi corona ketin
12:25 Dadgehê Taylan Kûlaçoglû girt
12:24 Li goristana bêkesan, tûpên xwînê yên veşartî derketin holê
12:24 Doç. Dr. Ozturkmen: Baran ji 840 mîlîman daket 235 mîlîman
11:58 Polîsan li Farqînê 6 kes binçav kirin
11:58 Ji bo şewata daristanê parastina 'ne rast'
11:04 Cenazeyên li Bagokê di rewşêkê nayên naskirin de ne
11:03 F.B., ewil li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence kirin û paşê girtin
11:02 Ji Hawarê heta Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
10:26 Ji malbata Şenyaşar peyama Cejna Remezanê
10:12 Bûldan û Sancar peyma cejnê dan
09:58 Akar piştî windahiyên eskeran hat Şirnexê
09:57 Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê
09:22 Pergala Deriyê Sînor a Xabûrê têk çû
09:09 Neviyên xwe bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 168'emîn de berdewam dike
09:07 Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde...
09:06 Başarir: Mirov nikare Bahçelî û demokrasiyê deyne cem hev
09:05 Berteka jinan a ji bo operasyonan: Bila şer biqede
09:04 Her ku rêxistinbûyîn kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin
09:03 ‘Berpirsiyarê krîzê rêveberên welêt in'
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye
09:01 Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
12/05/2021
21:07 232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li Cizîrê tahdeya polîsan
16:11 Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin
15:45 Li Kocaeliyê jinek giran birîndar bû
15:44 4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin
15:20 Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye
14:56 Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye
13:39 Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin
13:38 Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got
12:50 Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin
12:49 Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne
12:14 Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin
11:57 Kekê Kirbayir: Zîhniyeta 12’ê Îlonê berdewam dike
11:06 Taşçier: Em dikarin operasyonan bi hev re bidin sekinandin
10:27 Berdana girtiyan bi şertê ‘bikevin qawîşa alîgiran’ asteng dikin
10:26 Derûnnas Oztoprak: Tundiya dîjîtal bi polîtîkayên bêcezatiyê re didome
09:50 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da
09:46 Dr. Koç: Pêşî ne li pandemiyê pêşî li muxalefetê tê girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 167'emîn de berdewam dike