Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê

  • rojane
  • 09:57 13 Gulan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Zanyarê Siyasî û Nivîskar Cemal Çelkî têkildarî operasyona TSK'ê ya li Zap, Metîna û Avaşînê pêk tê, diyar kir ku Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê û got: "Tirkiye bi dehan, sedan operasyonên din jî çêke encamê nastîne. Ji ber ku bi mêtîngeriyê serkeftin çênabe." 

 
Serokê DYA Jeo Bîden û Serokomarê AKP'î yê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogn rojek beriya komkujiya Ermeniyan di 23'ê Nîsanê de bi telefonê axivîn.  Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) piştî axaftina telefonê di 23'ê Nîsanê de li dijî Başûr li ser Herêma Metîna Zap û Avaşînê operasyona eskerî dan destpêkirin. Operasyona TSK'ê ya li dijî herêmê 21 roj in didome. Gelek nivîskar, siyasetmedar, akademîsyen û rewşenbir diyar dikin ku li pişt vê operasyonê DYA heye û ev berdewama projeya DYA ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Li aliyekî şer didome, li aliyê din bertek û nerazibûnên li dijî operasyonê zêde dibin. Bi hezaran esker, cerdevan û hêzên paramiliter tev li operasyonê dibin. Lê heta niha encam bi dest nexistine. Piştî operasyonê dest pê kir hefteyek şûnde Wezîrê Parastinê Hulusi Akar got “Helîkopter nikarin xwe li kaş û zinarê çiya dînin" û şikestina TSK'ê nîşan da. Têkildarî operasyona TSK'ê ya 21 rojin didome Zanyarê Siyasî û Nivîskar Cemal Çelkî nirxandin kir. 
 
Çelkî ewil li ser armanca operasyonê rawestiya û got: "Armancên hevpar ên hemû operasyonên ku Tirkiye li başûr dide destpêkirin hene. Ev armanca hevpar dagirkirina herêma Başûrê Kurdistanê ye. Bi van operasyonê dixwazin hêza Kurdan a li herêmê lawaz bike. Binerin baragehên eskerî yên Tirkiye li herêmê sivîl ên li Başûrê Kurdistanê hatine avakirin. Dixwazin li herêmê aloziyê pêş bixin. Hebûna Tirkiye û AKP'ê ya li herêmê ji bo gel gefek mezin e. Tirkiye bi van operasyonan dixwaze axê li axa xwe zêde bike. li pêş xeyalên Osmanî ne. Dema vê yekê dike jî PKK'ê ji bo xwe dike hincet." 
 
'HETA NIHA 150 ESKER HATIN KUŞTIN' 
 
Çelkî, anî ziman ku PKK li Tirkiyeyê hat avakirin û piranî endamên PKK'ê ji Tirkiye tev li PKK'ê bûne. Çelkî, bilêv kir ku PKK’î ji ber pirsgirêka Kurd tê înkarkirin û neyê çareserkirin têdikoşin û wiha axivî: "Tirkiye li şûna pirsgirêkan qebûl bike û li ser maseyê çareser bike, şer û kuştin hilbijart. Lê tê zanîn ku heta niha bi şer û tundiyê tu pirsgirêk çareser nebûne. Li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke pirsgirêka Kurd e. Kurdistan di şerê cîhanê yê yekem de kirin çar perçe. Hemû dinya alem dizanin ku Kurdistan çawa perçe kirin û parve kirin. Tirkiye bi van operasyonan tenê zerarê nade Kurdan. Di şer de hem gerilla, hem esker û hem polîs têne kuştin. Tê gotin ku di şerê li Zap, Avaşin, Metina de heta niha 150 esker hatine kuştin. Esker be jî divê xwîna mirovan ne ew qas erzan be. Gelê Kurd jî naxwaze tu kes bên kuştin. Dixwazin pirsgirêk bi diyalogê çareser bibe." 
 
Çelkî, têkildarî telefona di navbera Bîden û Erdogan de jî axivî û wiha lê zêde kir: "Di serî de DYA û gelek hêzên navdewletî li ser berjewendiyên xwe li herêmê siyasetê pêş dixin. DYA û hêzên din ne ji bo çareseriyê li herêmê ne. Ji bo rantê li herêmê bi cih dibin. Tirkiye ku piştgiriyê ji DYA û hêzên din negire, nikare vê operasyona bi serê xwe pêk bîne. Tirkiye dîsa li ser Kurdan bi DYA re bazar kir. Her kes dizane ku planên DYA li herêmê hene. Niha rewşa Iraqê li holê ye. Ku Tirkiye bixwaze pirsgirêkê li derve çareser bike dê wekî Iraq û Sûriyeyê bibe." 
 
'ROJÊN PIR DIJWAR LI PÊŞ TIRKIYEYÊ NE' 
 
Çelkî, anî ziman ku Rûsya jî wekî DYA li dijî Tirkiyeyê planên wê hene û wiha got: "Tirkiye û Erdogan siyasetek rast nameşîne. Erdogan, dixwaze bi zext, bêhiqûqî û tundiyê gel bêdeng bike. Lê rojên pir djwar li pêş Tirkiyeyê ne. Çawa li Iraqe kaosên mezin çêbûn ez bawer dikim rojên wisa li pêş Tirkiye ne jî. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye û b înkar û bişaftinê pirsgirêk çareser nabe. 
 
Çelkî, bal kişand ser operasyona ku Tirkiye 21 ro jin li herêma Zap, Avaşin û Metina pêş dixe û wiha axivî: "Tirkiye ewil bi hemû teknolojî û hêza xwe ya eskerî li Garê dest bi şer kir. Propagandayek pir mezin kir. Lê li Garê bi awayekî mezin têk çû. Nikaribûn çîroka serkeftinê binivîsin. Piştî bi ser neketin gotin “PKK'ê dîlê di destê xwe de kuşt"û PKK reş kir. Lê gel baş zanîbû ku Tirkiye eskerên xwe kuşt. Ev ji bo Tirkiye şikestinek mezin bû. Tirkiye li Garê bi awayekî pir mezin têk çû. 
 
'BI OPERASYONA ZAP METÎNA Û AVAŞÎN XWESTIN TOLA TÊKÇÛNA GARÊ HILÎNIN' 
 
Nivîskar Cemal Çelkî, bibîr xist ku TSK li Garê têk çû û wiha got: "Tirkiye ji bo tola têkçûna li Garê hilîne li herêma Zap, Avaşin û Metina dest bi operasyonê kirin. Bi vê operasyonê dixwazin tola Garê hilînin. 
Tirkiye her tim dibêjie 'Em ê PKK’ê xelas bikin'. Lê em ji nêzîk ve dişopînin û dibînin. Em dibînin ku li Zap, Avaşîn û Metina bi ser neketine. Li wir jî şikestinek heye. Ku Tirkiye li wir bi ser ketibuya niha ecac rakiribûya. Çawa li Garê têk çû li Zap, Metina û Avaşinê jî têk diçe û dişikê. Tirkiye bi dehan û bi sedan operasyonên din jî çêke bi ser nakeve. Tu carî ji dagirkirinê serkeftin pêk nayê. Gerîlla li çiyê xwedî bîrdozî û felsefeyek e. Dîsa bi milyonan gel li pişt wan e. Gel jê bawer dike. NATO jî li pişt Tirkiyeyê be, dê nikaribe li hemberî PKK’ê bi ser bikeve." 
 
'GEL TIRKIYE WEKÎ HÊZA DAGIRKER DIBÎNE' 
 
Çelkî, bal kişand ser gotina Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu a "Em ê li herêmê baragehê ava bikin" û wiha lê zêde kir: "Tirkiye ji salên 90’an heta niha bi dehan barageh li herêmê ava kirin. Bi salan e eskerên Tirk û MÎT li herêmê ye. Gelê Başurê Kurdistanê ji eskerên Tirk hez nake. Wan wekî kesên mêtînger dibîne. Niha dixwazin li Kêste baragehê ava bikin. Nêzî gundê Çelka berwarî û Hirûrê ye. Di serdema Saddam de nêzî 5 hezar gund li wir hatin şewitandin û valakirin. Piştî Raperinê gundî vegeriyan gundên xwe. Gundiyan ji nûve jiyanek nû ava kirin. Niha Tirkiye dixwaze wan gundan vala bike. Dixwaze herêmê dagir bike. Gel Tirkiye wekî hêza dagirker dibîne. Gel gund û warê xwe ter nake. Lê Tirkiye li ser wan bombeyan dibarîne. Tirkiye mafên mirovan nas nake. Heta niha bi sedan mirov di êrîşên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan." 
 
PKK NEBÛYA NIHA TIRKIYE HEMÛ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR KIRIBÛYA
 
Çelkî, helwesta Hikûmeta Herêmê ya li dijî van operasyonan jî rexne kir û wiha got: "Di navbera rayedarên hikûmetê û partiyên siyasî de jî nakokî hene. Li ser berjewendiyên partiyên xwe tev digerin. Gel li dijî van operasyonan bi bertek in. Bêdengiya hikûmetê ya li hemberî operasyonê nayê qebûlkirin. Sedema êrîşên Tirkiye ne hebûna PKK'ê ye. Ku PKK li herêmê nebûya, niha Tirkiye hemû Başûrê Kurdistanê dagir kiribûya. Ma PKK li Libya û Suriyeyê jî heye. Efrin dagir kirin. Demografiya wê xera kirin. Tirkiye dixwaze sinorê xwe mezin bike. Bêtir PKK li qada çiyê dijî. Lê Tirkiye diçe baragehên xwe li Amediyê, Bamernê, Şêladize li qadên sivîl lê dijîn ava dike. Ku armanc PKK be çima diçe baragehên xwe li qada sivîl ava dike. Ji ber ku armanc dagirkirina Başurê Kurdistanê ye. Li Şengal û Mexmûrê jî armanca wan dagirkirin e. 
 
MA / Aziz Oruç
 

Sernavên din

15/05/2021
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir
09:37 'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 170'yemîn de berdewam dike
09:19 Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’
14:02 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:18 ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Covît-19 li Girtîgehan belav dibe: 18 girtiyên din bi corona ketin
12:25 Dadgehê Taylan Kûlaçoglû girt
12:24 Li goristana bêkesan, tûpên xwînê yên veşartî derketin holê
12:24 Doç. Dr. Ozturkmen: Baran ji 840 mîlîman daket 235 mîlîman
11:58 Polîsan li Farqînê 6 kes binçav kirin
11:58 Ji bo şewata daristanê parastina 'ne rast'
11:04 Cenazeyên li Bagokê di rewşêkê nayên naskirin de ne
11:03 F.B., ewil li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence kirin û paşê girtin
11:02 Ji Hawarê heta Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
10:26 Ji malbata Şenyaşar peyama Cejna Remezanê
10:12 Bûldan û Sancar peyma cejnê dan
09:58 Akar piştî windahiyên eskeran hat Şirnexê
09:57 Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê
09:22 Pergala Deriyê Sînor a Xabûrê têk çû
09:09 Neviyên xwe bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 168'emîn de berdewam dike
09:07 Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde...
09:06 Başarir: Mirov nikare Bahçelî û demokrasiyê deyne cem hev
09:05 Berteka jinan a ji bo operasyonan: Bila şer biqede
09:04 Her ku rêxistinbûyîn kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin
09:03 ‘Berpirsiyarê krîzê rêveberên welêt in'
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye
09:01 Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
12/05/2021
21:07 232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li Cizîrê tahdeya polîsan
16:11 Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin
15:45 Li Kocaeliyê jinek giran birîndar bû
15:44 4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin
15:20 Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye
14:56 Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye
13:39 Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin
13:38 Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got
12:50 Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin
12:49 Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne
12:14 Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin
11:57 Kekê Kirbayir: Zîhniyeta 12’ê Îlonê berdewam dike
11:06 Taşçier: Em dikarin operasyonan bi hev re bidin sekinandin
10:27 Berdana girtiyan bi şertê ‘bikevin qawîşa alîgiran’ asteng dikin
10:26 Derûnnas Oztoprak: Tundiya dîjîtal bi polîtîkayên bêcezatiyê re didome
09:50 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da
09:46 Dr. Koç: Pêşî ne li pandemiyê pêşî li muxalefetê tê girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 167'emîn de berdewam dike