'30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'

  • rojane
  • 09:14 15 Gulan 2021
  • |
img
EDENE - Abdûrrahman Oral, anî ziman ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin û got: "30 salan di girtîgehê de mam, hema bibêje cameke berçavkê nedan min." 
 
Abdûrrahman Oral ku di 22'yê Nîsanê de ji Girtîgeha Elbîstanê ya Tîpa E'yê derket, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir. 
 
Oral ku di salên 1980'yî de gelek caran hatiye binçavkirin, di sala 1988'an de hatiye girtin û piştî salekê hatiye berdan û di sala 1992'yan de cardin hatiye girtin û di 22'yê Nîsana 2021'ê de jî hatiye berdan. 
 
ÎŞKENCE
 
Bavê 4 zarokan Oral, bilêv kir ku gava hatiye girtin zarokê wî yê herî mezin 10 û yê herî biçûk 2 mehî bûye. Oral ku di sala 1992'yan de Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Meletiyê (DGM) cezayê muebedê lê birîbû, destnîşan kir ku dadgehên niha hîn jî wekî DGM'ê tevdigerin. Oral, da zanîn ku di 30 salên xwe yê girtîgehê de li Meletî, Amasya, Dîlok, Îskenderûn, Ordû û Elbîstanê di girtîgehan de maye û li girtîgehê bi îşkenceyeke sîstematîk a derûnî re rû bi rî maye. Her wiha Oral, anî ziman ku gelek caran jî cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û her cara ku doza mafê xwe kiriye ketiye ber lêpirsînên dîsîplînê. 
 
Oral, destnîşan kir ku li hemberî girtiyên polîtîk ên kurd "hiqûqa dijminatiyê" pêk dihat û bi vî awayî girtî bi tahde û îşkenceyeke sîstematîk re rû bi rû mane. 
 
Oral, diyar kir ku li girtîgehê ji xeynî TV û rojnameyên ku Wezareta Dadê û îdareya girtîgehê diyar dikin, nikaribûne TV'yên din temaşe bikin û rojnameyên din bixwînin. Oral, destnîşan kir ku li girtîgehê tecrîda li ser tecrîdê heye. Oral, bilêv kir ku berên li kantînan bêqalîte û pir biha bûn û dema sewqî nexweşxaneyê dihatin kirin di çûn û hatinê de bi provakasyonên gardiyanan re rû bi rû diman. Oral, anî ziman ku girtiyên ku muayeneya bi awayekî kelemçekirî qebûl nedikirin mafê wan ê tenduristiyê dihat binpêkirin û ev yek dibû sedema nexweşînên mayînde û kujende. 
 
Oral, destnîşan kir ku gelek girtî ji ber ku teşxîseke dereng û netedawîkirinê jiyana xwe ji dest dane û got: "Hevalekî bi navê Abdullah hebû. Ji ber ku dereng wî birin nexweşxaneyê, pençeşêr lê peyda bû. Ev heval gava hat berdan jiyana xwe ji dest da. Mehmet Zahîr Ozdemîr jî qirika wî birîn bûbû û werimîbû. 2 salan nehat tedawîkirin. Piştî du salan gava çû nexweşxaneyê teşxîsa pençeşêrê danîn. Niha di Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê de ye. Heger di wext de mudaxile çêbûbûna û bihata tedawîkirin, ê ev qasî xedar nebûna. Yanî girtiyên siyasî ber bi mirinê ve tên şandin. Li girtîgehan gotin û mantiqa Kenan Evren didome ku gotibû 'Ma em dalneqînin û xwedî bikin?'" 
 
GELEK NEXWEŞÎN LÊ PEYDA BÛNE 
 
Oral, bibîr xist ku ji Mûhammed Emîrê 57 salî yê efrînî ku di 2'yê Cotmeha 2020'î de ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest daye, gotine grîb e û wî şandine girtîgehê û paşê jiyana xwe ji dest daye. Oral, bilêv kir ku li girtîgehê mîgren, zingîniya guh, nexweşîna singê, nexweşîna mîde û romatîzmayê lê peyda bûye û got: "30 salan di girtîgehê de mam, hema bibêje cameke berçavkê nedan min. Cama didan ez gêj dikirim. Cameke cuda dane. Gava tu cardin diçî, tiştekî nakin. Ev cam tê wateya xerakirina çav. Ev mînakeke tedawiyê ye." 
 
Oral, destnîşan kir ku atmosfera siyasî ya li welêt rengevdana girtîgehan e û îqtidar dixwaze tîpeke edlî ya mehkûman biafirîne. Oral, bal kişand ser Rêziknameya Derbarê Nirxandina Senifandin û Rewşa Hikumxwaran de ku di 1'ê Çileyê de ketibû meriyetê, û anî ziman ku îqtidar qanûnên xwe jî bi tu tiştî nahesibîne û "poşmantiyê" ferz dike. Oral, diyar kir ku îqtidar vê rêziknameyê wekî şantajê bi kar tîne. 
 
Oral, diyar kir ku 17 salan di Girtîgeha Elbîstan a Tîpa E'yê de maye û sewqa wî ya ji bo girtîgehên din bi hinceta cih tune ye tim hatiye redkirin. Oral, anî ziman ku nameyên bi kurdî bi hinceta "wergêr tune ye" nedihatin şandin. 
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
 
Oral, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê jî û xwest rojek berî rojekê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe. Oral got: "Şer dê nikaribe vê pirsgirêkê çareser bike. 40 sal in ev şer didome. Divê ev şer bi dawî bibe. Dê bi diyaloga bi Îmraliyê re ev pirsgirêk çareser bibe. Ev, dê hem bibe destkeftiya gelê kurd hem jî ya gelê tirk." 
 
MA / Hamdûllah Kesen

Sernavên din

18/05/2021
13:36 Bersûcê tundî, tecawiz û gefê Oktay G. hat girtin
13:27 Tiryakî yê ku Doza Kobanê dişopîne: Em bi şandeyek taybet re rûbirû ne
13:04 Li Mêrdînê jina 72 salî jî binçav kirine
12:36 Malbata Şenyaşar: Em ê hêviya xwe qût nekin
12:35 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê dest pê kir
12:13 HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anî
12:08 Ebdî: Me bi heyeta Amerîkayê re hevdîtineke çêker kir
12:07 Koklu: Tirkiye bi siyaseta tecrîdê tê birêvebirin
11:34 Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê yê berê hat binçavkirin
11:33 Kujerên şivan li mala serokê MHP’ê hatin binçavkirin
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
11:17 Li Girtîgeha Silîvriyê 3 girtî bi koronayê ketine
11:04 Polîsan destûr neda ku rojnameger doza Kobanê bişopînin
10:31 Li Mersînê mirina bi guman a jinekê
10:23 Polîsan li Amedê welatiyek binçav kir
10:22 Komeleya Rosa ji bo betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê doz vekir
10:02 Esker û polîsan di 6 salên dawî de li Dersîmê 11 welatî kuştin
09:51 Nivîskar Dengizî û du siyasetmedar hatin binçavkirin
09:50 Rêveberê berê yê MÎT’ê Eymur: Di salên 1990’î de ewqas qeşmertî tunebû
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 173'yemîn de berdewam dike
09:02 Derûnnas Aslan: Piştevaniya civakê dê karibe pêşî li xwekuştinê bigire
09:02 Li Mêrsînê daristan tên talankirin
09:02 Desteyên çavdêriyê wekî dadgeran hereket dikin!
09:02 Abeer Abû Khadîr: Têkoşîna rizgariyê ya filistîniyan ji nû ve zîndewer bû
09:02 Kûrtûlan: Berî ku xeberên bi êş bên divê tecrîd bê rakirin
09:01 Îsal berhemên çandiniyê ji sedî 60-70 ket
09:00 ROJAVA 18'Ê GULANA 2021'AN
08:29 2'emîn danişîna doza Kobanê îro dest pê dike
17/05/2021
21:24 223 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:35 Polîsan di 14 salan de 93 zarok kuştin
16:10 Ji bo Enes Cengîz serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan da
15:45 KNK'ê encamnameya konferansa ‘Helwesta Neteweyî' aşkera kir
15:11 Baroya Amedê: Malbat ji ber kurd bû bi êrişê re rûbirû maye
15:02 Êrişên li dijî Fîlîstînê şermezar kirin
14:48 Li navçeya xwedî 400 hezar gelheyî tenê şaxeke PTT’ê xizmet dide
14:35 ÎHD: Divê dewlet têkildarî windayan arşîvên xwe hemûyan veke
14:31 ESHÎD’ê seredana malbata Şenyaşar kir
13:39 ÎHD’ê bernameya Hefteya Windayan aşkera kir
13:23 Gelek esker sewqî Îkîzdereyê hatin kirin
12:02 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:21 Malbata Şenyaşar carek din hat ber edliyeyê
11:19 'Bi bombeyên tên avêtin zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin’
11:04 AKP’iyên qedexeya derve binpêkirin bi hevre wêneyên bîranînê kişandin
10:47 Rojnameya Îngîlîstanê: TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye’
10:19 Li Dersimê jinek bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 172'yemîn de berdewam dike
09:06 Tevî ku dîmenê tundiyê heye jî, nexweşxaneyê rapora lêdanê neda
09:05 Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve
09:02 Dersim Dag: Wê feqîrî dawiya îqtidarê bîne
09:01 'Dixwazin bi vê dozê ruhê Kobanê tune bikin'
09:01 Mexdûrê îşkenceyê girtî ne, yên îşkence kirin li derve ne
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'AN
16/05/2021
22:10 Hat îdiakirin ku cerdevan 'bêhemdî' xwe kuştiye
21:57 Çalakiya li dijî kana keviran hat qedexekirin
21:00 223 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:30 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin
20:19 Zaroka ku bi êrişa kuçikan re rûbirû ma mir
16:36 Ambargoya avê ya Tirkiyeyê didome
16:26 Pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin
15:54 Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an
15:00 Li Siwêregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:50 Di qezaya trafîqê de kesek mir û kesek jî birîndar bû
14:44 Li Rihayê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:00 Li Îranê 40 jinan serlêdana namzetiya serokkomariyê kirin
13:38 Yuksekdag: Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin
13:16 Walîtiyê îşkenceyê bi ‘mudaxaleya qanûnî’ parast
12:46 Parlamenterên CHP’ê pankarta ‘128 milyar dolar kudere?’ bi Pira Bogazîçî ve kirin
12:38 Li Amedê kesekî kuştî hat dîtin
12:16 Pirsa ‘Roj ji bo we tê çi wateyê?’ kirin nîşaneya “rewşa baş’
11:36 Ji Wezareta Karên Hundir giştînameya ‘Asayîbûna Ast bi Ast’
10:57 Malbata Şenyaşar: Bila kes ji me helalkirinê naxwaze
09:55 Şewata ku li çiyayê Cudî derket hat vemirandin
09:28 Koma 35'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin
09:04 Karkerên malan ji ber şewbê terkî qedera xwe hatine kirin
09:04 Jin bibiryar in: Em ê îtaet nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2021'AN
15/05/2021
21:51 Biden bi Netanyahu û Abbas re hevdîtin pêk anî
21:20 Baroya Mêrdînê, Komîsyona Mafên Çandî û Zimanî damezrand
21:02 Rêveberên HDP'ê serbest hatin berdan
20:48 236 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:36 Sancar: Feqîrî pirsgirêkek hevpar a Tirkiyê ye
20:17 Baroya Êlihê: Tundiya polîsan nayê qebûlkirin
17:12 Gundiyan bi dîmen Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
16:24 Polisan rêveberê HDP’a ji ber daleqandina pankarta greva birçîbûnê binçav kirin
16:09 İHD: Bila girtiyê nexweş Ekîm Polat tehliye bibe
15:28 ÎHD: Girtiyê nexweş Aladag terkî mirinê kirin
15:12 Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt
15:02 Li quntarên Çiyayê Cudî şewat derket
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî