Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'

  • rojane
  • 12:21 15 Gulan 2021
  • |
img
ENQERE - Akademisyen Nazan Ustundag, têkildarî întîharê ku di demên dawî de zêde dibin, anî ziman ku pêwiste li dijî bêhevîbûnê civakê bê bi rêxistinkirin û wihagot: "Eger hûn bêheviya civakê bi rêxistin nekin, dê îro civakek bêtir êrîşkar pêşbikeve." 
 
Di demên dawî de gelek kes întîhar dikin. Piranî ji ber qeyrana aborî, qeyrana siyasî û civakî mirov întîhar dikin. Li gorî daneyên Saziya îstatistîkan a Tirkiyeyê (TUîK) di navbera salên 2002-2019'an de 53 hezar û 784 kesan întihar kir. Civaknas û akademîsyen Nazan Ustundag, xwest ku tenê sedema întîharan hinceta aborî neyê naskirin û wiha got: "Sedema aborî bi tena serê xwe têr nake. Sedemek herî mezin nekêfxweşiya civakê ye. Nerazibûna civakê ya bê rêxistin e. Di vê mijarê de hêza muxalif lawaz dimîne. Eger hûn xemgîniya mirovan û civakê bi rêxistin nekin. Hûn wate nedin xemgîniya mirovan, vê carê dê tabloyek bêtir êrîşkar derkeve holê." 
 
Ustundag, anî ziman ku eger di aliyê jimarî de bûyerên întîharê zêde dibin, divê ne aliyê tekakesî, aliyê civakî bê lêkolînkirin û wiha axivî: "Eger hêjmara întîharan zêde bibe, wê demê di nava civakê re hin tişt rast pêş nakevin. Wê demê di civakê de pirsgirêk hene. Dema ku kes xwe aydî civakê nabîne û tenê hîs dike ev pirsgirêk zêde dibin. Ku di civakê de sinc lawaz bibe û mirov xwe biyanî bibîne pirsgirêkên civaki zêde dibin." 
 
Ustundag, anî ziman ku her qeyran û birsgirêkên aborî nabin sedema întîharê û wiha lê zêde kir: "Qeyrana aborî yek ji fektorê întîharê ye. Yek ji faktora ku întîharan zêde dike aborî ye. Lê faktora din, xwe aydî civakê hîskirinê ye. Dema kes xwe aydî civakê hîs neke û biyanî hîs bike, faktora aborî bandor dike. Dema xizmantî hezkirin û pîvanên civakê xurt bin, mirov xwe aydi cihekî hîs dike. Bandora tundiyê jî li ser întîharê heye. Her ku diçe navendîbûn pêş dikeve. Hemû biryar ji aliyê yek kesî ango rêveberiyekê ve tên dayîn. Ev yek bê heviyê dide mirovan. Ji ber rêveberiya niha, mirov difikire ku kontrola jiyana xwe winda kirine. Dema mirov perçeyekî civakê be dikare xwe bi hevî hîs bike. Lê di bin baneyê vê îqtîdarê de hemû pîvan û rêgezên civakîbûnê riziya ne. 
 
Ustundag, helwesta muxaletefetê jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Muxalefet her tim li bendê ye. Ev yek bêtir civakê dirizîne. Divê hêza muxalefetê bêhevîbûnê bi rêxistin bike. Divê xemgîniyê bi rêxistin bike. Divê nerazibûnan bi rêxistin bike. Dema ez qala xwe aydî nedîtinê dikim ez qala vê rewşê dikim Di cihana modern de ya herî zêde hîsa aydîyetê dide miroavan rêxistinbûn e. Rêxistina mirovekê hebe xwe aydî wê dibîne. Her ku têkiliyên xizmantiyê lawaz dibin, rêxistinên siyasî bêtir hîsa aydiyetê dide mirovan. 
 
DIVÊ RÊXISTINKIRINA SIYASÎ PÊŞ BIKEVE
 
Ustundag, herî dawî bal kişand ser qeyrana aborî ya sala 2001'an û wiha bi dawî kir: "Wê demê jî tenê qeyrana aborî tune bû. Bûyera Susurlukê hebû. Civakê salên 1990’an li pey xwe hiştibû. Şer travmayên mezin ava kiribû. Qeyrana aborî û ev travma bi ser hev de pêş ketin û întîhar zêde bûn. Li vir AKP'ê bêhevî û xemgînî bi rêxistin kir. Divê navend û modelek siyasî ya vê yekê bi rêxistin bike pêş bikeve. Ya herî girîng divê mirov xemgînî û bêhêviya mirovan rêxistin bike. Nerazibûnê bi rêxistin bike. Ku hûn bêhevî û xemgîniyê bi rêxistin nekin, wê deme dê tabloyek girantir û êrîşkar pêş bikeve. 
 
MA / Selman Guzelyuz 
 
 

Sernavên din

18/05/2021
13:27 Tiryakî yê ku Doza Kobanê dişopîne: Em bi şandeyek taybet re rûbirû ne
13:04 Li Mêrdînê jina 72 salî jî binçav kirine
12:36 Malbata Şenyaşar: Em ê hêviya xwe qût nekin
12:35 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê dest pê kir
12:13 HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anî
12:08 Ebdî: Me bi heyeta Amerîkayê re hevdîtineke çêker kir
12:07 Koklu: Tirkiye bi siyaseta tecrîdê tê birêvebirin
11:34 Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê yê berê hat binçavkirin
11:33 Kujerên şivan li mala serokê MHP’ê hatin binçavkirin
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
11:17 Li Girtîgeha Silîvriyê 3 girtî bi koronayê ketine
11:04 Polîsan destûr neda ku rojnameger doza Kobanê bişopînin
10:31 Li Mersînê mirina bi guman a jinekê
10:23 Polîsan li Amedê welatiyek binçav kir
10:22 Komeleya Rosa ji bo betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê doz vekir
10:02 Esker û polîsan di 6 salên dawî de li Dersîmê 11 welatî kuştin
09:51 Nivîskar Dengizî û du siyasetmedar hatin binçavkirin
09:50 Rêveberê berê yê MÎT’ê Eymur: Di salên 1990’î de ewqas qeşmertî tunebû
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 173'yemîn de berdewam dike
09:02 Derûnnas Aslan: Piştevaniya civakê dê karibe pêşî li xwekuştinê bigire
09:02 Li Mêrsînê daristan tên talankirin
09:02 Desteyên çavdêriyê wekî dadgeran hereket dikin!
09:02 Abeer Abû Khadîr: Têkoşîna rizgariyê ya filistîniyan ji nû ve zîndewer bû
09:02 Kûrtûlan: Berî ku xeberên bi êş bên divê tecrîd bê rakirin
09:01 Îsal berhemên çandiniyê ji sedî 60-70 ket
09:00 ROJAVA 18'Ê GULANA 2021'AN
08:29 2'emîn danişîna doza Kobanê îro dest pê dike
17/05/2021
21:24 223 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:35 Polîsan di 14 salan de 93 zarok kuştin
16:10 Ji bo Enes Cengîz serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan da
15:45 KNK'ê encamnameya konferansa ‘Helwesta Neteweyî' aşkera kir
15:11 Baroya Amedê: Malbat ji ber kurd bû bi êrişê re rûbirû maye
15:02 Êrişên li dijî Fîlîstînê şermezar kirin
14:48 Li navçeya xwedî 400 hezar gelheyî tenê şaxeke PTT’ê xizmet dide
14:35 ÎHD: Divê dewlet têkildarî windayan arşîvên xwe hemûyan veke
14:31 ESHÎD’ê seredana malbata Şenyaşar kir
13:39 ÎHD’ê bernameya Hefteya Windayan aşkera kir
13:23 Gelek esker sewqî Îkîzdereyê hatin kirin
12:02 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:21 Malbata Şenyaşar carek din hat ber edliyeyê
11:19 'Bi bombeyên tên avêtin zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin’
11:04 AKP’iyên qedexeya derve binpêkirin bi hevre wêneyên bîranînê kişandin
10:47 Rojnameya Îngîlîstanê: TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye’
10:19 Li Dersimê jinek bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 172'yemîn de berdewam dike
09:06 Tevî ku dîmenê tundiyê heye jî, nexweşxaneyê rapora lêdanê neda
09:05 Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve
09:02 Dersim Dag: Wê feqîrî dawiya îqtidarê bîne
09:01 'Dixwazin bi vê dozê ruhê Kobanê tune bikin'
09:01 Mexdûrê îşkenceyê girtî ne, yên îşkence kirin li derve ne
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'AN
16/05/2021
22:10 Hat îdiakirin ku cerdevan 'bêhemdî' xwe kuştiye
21:57 Çalakiya li dijî kana keviran hat qedexekirin
21:00 223 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:30 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin
20:19 Zaroka ku bi êrişa kuçikan re rûbirû ma mir
16:36 Ambargoya avê ya Tirkiyeyê didome
16:26 Pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin
15:54 Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an
15:00 Li Siwêregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:50 Di qezaya trafîqê de kesek mir û kesek jî birîndar bû
14:44 Li Rihayê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:00 Li Îranê 40 jinan serlêdana namzetiya serokkomariyê kirin
13:38 Yuksekdag: Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin
13:16 Walîtiyê îşkenceyê bi ‘mudaxaleya qanûnî’ parast
12:46 Parlamenterên CHP’ê pankarta ‘128 milyar dolar kudere?’ bi Pira Bogazîçî ve kirin
12:38 Li Amedê kesekî kuştî hat dîtin
12:16 Pirsa ‘Roj ji bo we tê çi wateyê?’ kirin nîşaneya “rewşa baş’
11:36 Ji Wezareta Karên Hundir giştînameya ‘Asayîbûna Ast bi Ast’
10:57 Malbata Şenyaşar: Bila kes ji me helalkirinê naxwaze
09:55 Şewata ku li çiyayê Cudî derket hat vemirandin
09:28 Koma 35'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin
09:04 Karkerên malan ji ber şewbê terkî qedera xwe hatine kirin
09:04 Jin bibiryar in: Em ê îtaet nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2021'AN
15/05/2021
21:51 Biden bi Netanyahu û Abbas re hevdîtin pêk anî
21:20 Baroya Mêrdînê, Komîsyona Mafên Çandî û Zimanî damezrand
21:02 Rêveberên HDP'ê serbest hatin berdan
20:48 236 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:36 Sancar: Feqîrî pirsgirêkek hevpar a Tirkiyê ye
20:17 Baroya Êlihê: Tundiya polîsan nayê qebûlkirin
17:12 Gundiyan bi dîmen Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
16:24 Polisan rêveberê HDP’a ji ber daleqandina pankarta greva birçîbûnê binçav kirin
16:09 İHD: Bila girtiyê nexweş Ekîm Polat tehliye bibe
15:28 ÎHD: Girtiyê nexweş Aladag terkî mirinê kirin
15:12 Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt
15:02 Li quntarên Çiyayê Cudî şewat derket
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir