AMED - Polîsan li Amedê welatiyê bi navê Haci Karakûzû binçav kirin.
Di saetên serê sibê de polisan bi ser mala malbata Karakûzû ya li Taxa Alîpinar a navçeya Rêzan a Amedê de girtin û Haci Karakûzû binçav kirin. Ferdên malbatê, diyar kirin ku polîsan Karakûzû li erdê dirêj kirine û nêzîkî saetekê li malê geriyane. Ferdên malbatê, dan zanîn ku her tim polis bi ser mala wan de digirin û anîn ziman ku Karakûzû beriya du mehan ji girtîgehê derketiye û hefteyê sê caran diçe qereqolê îmze dide.
Nehat zanîn ku Karakûzû ji bo çi hatiye binçavkirin û hat diyar kirin ku ew birine Miduriyeta Polîsan a Amedê.