COLEMÊRG - Li navçeya Robarokê, zilamê bi navê Tacettîn G. ê xwest tecawîzî zarokekê 4 salî bibe hat girtin.
Li gundekê girêdayî navçeya Robarok a Colemêrgê, derket holê ku Tacettîn G. di 18'ê Gulanê de, hewl daye ku tecawîzî zarokek keç a 4 salî bike. Li gorî agahiyan, gundiyan bûyer ferq kirine. Gundî ji ber vê yekê Tacettîn G. derb dikin û dûre wî teslîmî cerdevanan dikin. Cerdevanan piştre Tacettîn G. birin Qereqola Eskerî ya Robarokê. Tacettîn G., dûre hat girtin û wî şandin Girtîgeha Sergirtî ya Colemêrgê.
Gundiyan û hin malbatan îdîakirin ku tê xwestin ku li ser bûyerê bê girtin. Rayedaran heya niha derbarê bûyerê de tu daxuyaniyek ne daye.