COLEMÊRG - Li Wan û Colemêrgê , polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin.
Li Taxa Akkopru ya Wanê, polîsan di saetên serê sibê de, bi ser mal û şevîneya xwendekaran de girtin. Polîsan di serdegiritnê de Bîlal A. yê 28 salî û Eda T. a 22 salî binçavkirin.
Li Taxa Pehlîvan a girêdayî navenda Colemêrgê jî, polîsan bi ser mala Rahmî A. yê 50 salî de girtin û binçav kirin.
Hat hînbûn ku 3 kes bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî dayîna rêxistinê” hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku îfade dayîna Rahmî A. ya li Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê dewam dike, Bîlal A. û Eda T. ên li Wanê hatin binçavkirin jî, ji bo îfadeya wan bê girtin, anîn Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.