Qada Galatasarayê 3 sal in di dorpêça polîsan de ye

  • jin
  • 09:13 22 Gulan 2021
  • |
img
STENBOL - Gada Galatasarayê ku Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan 26 sal berê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin lê dest bi çalakiyê kiribûn, 3 sal in di dorpêça polîsan de ye û ji çalakiyan re hatiye qedexekirin. 
Dayika Şemiyê Hanim Tosun anî ziman ku ew qad ji bo wan bûye wekî gora zarokên wan û got: "Bawerî û heviyên me mezin in. Em tu carî dest ji vê qadê bernedin."  
 
Li Arjantinê, dayikên ku piştî darbeya eskerî zarokên wan di bin çavan de hatin windakirin, yekem car di 13'ê Nîsana 1977'an de li Qada Plaza de Mayo çalakî li dar xistin. Dayikan her rojên Pencşemê derketin qadê û daxuyanî dan. Dayik, piştre bi navê qadê hatin zanîn û nasîn. Piştî têkoşîna "Dayikên Plaza de Mayo" dîktator Jorge Rafael Videla hat darizandin. 
 
Li Tirkiyeyê jî piştî darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê û şerê navxweyî, tîmên taybet, JÎTEM û hîzbî-kontra bi deh hezaran mirov binçav kirin û bi hezaran mirov winda kirin. Xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, yekem car di 27'ê Gulana 1995’an de li Qada Galatasarayê ya li Kolana Îstîklalê bi navê "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya ku ewilî bi 4 malbatan dest pê kir, piştre di nava 3 hefteyan de 30 malbatî berdewam kir. Dayikên Şemiyê ji wê rojê heta 2018'an li Qada Galatasarayê çalakiyên xwe berdewam kirin. Lê dema dayik daketin qadê jî her hefte polîsan êrîşî wan kirin û li xizmên windayan dan û neheqî li wan kirin. Dayikên ku di di 1995'an de dest bi çalakiyan kirin, di 13'ê Adara 1999’an de navber dan çalakiyan. Di 31'ê Çileya 2009'an de çalakiyên xwe dîsa berdewam kirin. Dayikan heta sala 2018'an hefteya 700'î çalakiyên xwe yên qadê berdewam kirin û piştre polîsan bi fermana wezîrê karên hundir çalakî qedexe kirin. Ji ber qedexeyên hikûmetê û dorpêça polîsan dayik û xizmên windayan 3 salin nikarin li Qada Galatasarayê çalakiyên xwe berdewam bikin. 
 
3 SAL IN QAD DI DORPÊÇA POLÎSAN DE YE
 
Dema çalakiya Dayikên Şemiyê ket hefteya 700’an, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, di 25'ê Tebaxa 2018'an de ferman da Qeymeqamê Beyoglu û qad li dayikan qedexe kir. Dayik û xizmên windayan herî dawî dema dîsa daketin qadê û çalakiya xwe berdewam kirin, polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî xizmên windayan kirin û gelek dayik bi lêdanê binçav kirin. Piştî hefteya 700’î ji ber ku polîsan Qada Galatasarayê dorpêç kir û destûr nedan dayik biçin qadê; dayikan her hefte li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê çalakiyên xwe berdewam kirin. Herî dawî piştî şewba vîrûsa corona (Covid-19) belav bû, dayikên şemiyê û xizmên windayan çalakiyên xwe li ser înternetê berdewam kirin. Gada Galatasarayê ji hefteya 700'î heta niha, ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê hatiye qedexekirin. Gada ku dayikan her hefte wêneyên windayan radikirin û qurnefil didan ser wêneyan, 3 sal in ji çalakiyan re hatiye qedeekirin. 3 sal in qad di dorpêça polîsan de ye. Piştî qad qedexe kirin, Cîgirê Wezîrê Karên Derve Faruk Kaymakçi gotibû "Turîst ji ber van çalakiyan bêzar dibin" Cîgirê Wezîr îdea kiribû ku dayik bêyî destûr çalakiyan li dar dixin. Qada Galatasarayê piştre hem li welatiyan û hem jî li hemû kesan hat qedexekirin. Qad 3 sal in di dorpêçê de ye. 
 
DI 17'Ê GULANÊ DE HASAN OCAK WINDA KIRIN
 
Di 17-19'ê Gulana 1996'an de Lijneya Windayên Dibin Çavan de ya Navneteweyî kom bûn. Lijneyê Dayikên Plaza De Mayo yên Arjantînê û Dayikên Şemiyê û gelek dayikên ku zarokên wan hatine windakirin kom kirin. Lijneyê piştî civînê biryar da ku Komîteya  Navneteweyî ya li Dijî Windayên Dibinçavan de (ICAD) bê avakirin. Di 17'ê Gulanê de Hasan Ocak binçav kirin û di bin çavan de bi îşkenceyê kuştin û winda kirin. Ji ber vê yekê 17-31'ê Gulanê wekî “Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Windayên Dibinçavan de" îlan kirin. 
 
26 SAL IN TÊDIKOŞIN
 
Yek ji dayikên ku 26 sal in ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, têdikoşe Dayika Şemiyê Hanim Tosun e. Hanim Tosun, di nava 4 malbatên ewilî li qadê kom bûn de cih girt. Hanim Tosûn ji Navçeya Lice koçî Amedê kir û ji Amedê jî koçî Stenbolê kir. Gelek caran polîs û tîmên taybet zext li malbatê kirin. Tîmên taybet di sala 1991'an de bi ser gund de girtin û Hevjînê Hanim Tosun, Fehmi Tosun binçav kirin û girtin. Fehmî Tosun nêzî 3 salan girtî ma. Ji ber gundî jî nebûn cerdevan, gundê wan şewitandin. Dema Fehmi Tosun hat berdan, tevî malbata xwe koçî Stenbolê kirin. Lê polîs û tîmên taybet dest ji malbata Tosun bernedan û li Stenbolê jî zextên li ser malbatê berdewam kirin. Polîsan herî dawî di 19'ê Cotmeha 1995'an de Fehmi Tosun li pêş çavê malbatê binçav kirin û winda kirin. 
 
Ji wê rojê heta niha malbat agahî ji Fehmî Tosûn negirin. Hanim Tosun, ji bo hevjînê xwe Fehmî Tosun, serî li ÎHD, dozgerî û hemû rêxistinên eleqeder da. Hanım Tosun, piştî heviya  xwe ji rayedarên dewletê û dadgehê qut kir tev li çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê bû. Tosun, anî ziman ku tevî hemû zext û tundiyan, her tişt da pêş çavê xwe û çalakiyên xwe yên li Qada Galatasarayê berdewam kir û wiha got: "Her çend rayedarên dewletê çav û guhê xwe bigirin jî çalakiya me tirsek bi wan re çêkir. Dizanin ku em têkoşîna heqîqetê didin." 
 
Tosun, diyar kir ku dayikên li Qada Galatasarayê kom dibûn hêz û moralek mezin didan hev û wiha got: "Her rojên Şemiyê me hêz û moralek pir mezin digirt. Em bi hevî û baweriyek mezin derdiketin Gada Galatasayê. Dibe ku piştî demekê hevî lawaz bibe. Lê cihê ku hevî lawaz dibe, înad û baweriya me dest pê dike. Gelek caran pereyê ku em pê li erebê suyarên û bên qadê tune bû. Gelek caran me zarokên xwe emanetî cîranan dikir û em dihatin. Lê niha zarokên me mezin bûn. Bawerî û heviya me mezin e. Tu carî heviyên me qelas nabin. Ji bo Gada Galatasarayê hevî û baweriya me ya tu carî xelas nabe heye. Em tu carî dest ji vê qadê bernadin. Ez bi heviya ku bigêjin hestiyê hevjînê xwe dijîm. Ez hemû dayikên ku bi salan e ji bo windayan têdikoşim silav dikim." 
 
MA / Berfin Karaman 
 

Sernavên din

24/05/2021
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2021'AN
23/05/2021
20:47 Li Îdirê îşkenceya polîs û nobedaran
20:11 Di 24 saetan de 197 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:13 Di bin çavan de 13 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin
14:07 Dadgeha Herêmê biryar da ku Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin
12:51 Ekîncî: Eskeran hişyar nekirin û gule reşandin
10:51 Malbata Şenyaşar: Werin em li dijî zilmê bibin yek
10:13 ‘Kîngê bûm a din wê demê terorîst hatim îlankirin’
10:12 Rojnameger Snell: Tirkiye aşkere li dijî Kurdan şer dike
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 178'emîn de berdewam dike
09:04 Li Elkê sûlav û çem ziwa bûn
09:04 25 sal in ji bo aştiyê têdikoşe: Divê têkoşîn tim bidome
09:03 Dayika zaroka hat îstismarkirin: Ku hûn nebin alîkar ez ê welat terk bikim
09:02 Nifûsa bajêr 608 hezar e, heya niha tenê 70 hezar kes hatine aşîkirin
09:02 Dersimiyan bertek nîşanî tahdeya eskeran dan: Dixwazin gel çavtirsandî bikin
09:02 EGE TUHAY-DER: Tecrîd, israra ji bo şer e
09:01 ‘Ne tekparêz, em dixwazin bibin baroyeke piralî û demokratîk'
09:01 Serî li weqfa alîkariyê da, lîreyek xistin hesabê wî
09:00 Hevserokê Desteya Çandiniyê: Ji ber zilma Tirkiyê 300 hezar zevî nehat çandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2021'Ê
22/05/2021
21:47 Li Robarokê eskeran welatiyek birîndar kir
20:59 Li quntarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
20:56 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:12 Li Kercewsê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:58 Hejmara pêketiyan zêde bûn: 2 girtî rakirin nexweşxanê
15:27 ÎHD’ê li aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy ên pismamên hev pirsî
15:27 ÎHD: Xwîn daweriviye mîda nexweş
15:16 Şewata li Cûdî vemirî
14:53 Mazlûm Abdî bi fermandarên koalisyon û CENTCOM re hevdîtin kir
14:52 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûsûfoglû were berdan
14:29 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li firînê tê girtin
14:29 Polîsan bi ser malên Hadî û Suleyman Ozişik de girtin
14:28 Dayikên Şemiyê: Em ê xwedî li mîrasa têkoşîna Dayika Berfo derkevin
14:28 Gunay rewşa girtiyên bi şewbê ketin ji Wezîr Gul pirsî
13:33 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de xeniqî
12:49 Li Siwêregê şerê biçek: 3 mirî, 5 birîndar
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Zubeyîr Kurt pirsîn
11:15 Malbata Şenyaşar: Di şer de jî êrişî ambûlansan nayê kirin
10:56 Zilamê tecawîzî zarokekî 8 salî kir, hat girtin
10:56 Lêpirsina eskeran a li Dersîmê bi sînor kirin
10:42 Parêzera Doza Kobanê: Pêvajo ji parêzeran veşartî tê birêvebirin
10:29 Hejmara 35’emîn a Moderniteya Demokratîk derket
10:20 Jina ku hat îdîakirin ji serban ket, jiyana xwe ji dest da
09:46 Dadgehê malpera JINNEWS’ê asteng kir
09:39 Eskeran 10 kes li Mêrsînê binçav kirin
09:30 Sewalkaran: Em herî zêde dikarin salekê li ber xwe dibin
09:14 Siyasetmedar Mehmûd Osman bang li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir
09:13 Qada Galatasarayê 3 sal in di dorpêça polîsan de ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 177'emîn de berdewam dike
09:00 Li zozanên Serhedê rengên biharê
09:00 Ajovanên TIR'an: Bila bac bên kêmkirin, hejmara seferan bên zêdekirin
09:00 Xeraca navçeyê 2 sal berê temam bû, lê hê jî nehatiye şixulandin
09:00 Girtiya ku ji Covîd-19'ê xelas bû: Ez nebirim nexweşxaneyê
09:00 Tesîsên seridandina komirê derdorê jehrî dikin
09:00 Li ber destê dêya xwe hîn bû, niha hînî yên derdora xwe dike
09:00 Warê qulingan bi texrîbata mirovan û ziwabûnê re rû bi rû maye
09:00 Ragip Dûran: Îfşayên Peker sinyalên îflaskirina rejîma yekzilamî ne
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2021'AN
21/05/2021
20:18 214 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:51 Li Semsûrê bertek nîşanî tecrît û operasyonên leşkerî dan
16:41 Li Farqînê agir bi zeviyê ket: 30 donim genim û 20 ton ka şewitî
16:37 Doza Kobanê: Wê rastiya Doza Kobanê derkeve holê
16:36 Şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîr anîn
16:26 Doza Tuncel û Kişanak cara 11’an hat taloqkirin
16:18 Kavala nehat berdan: Serokê dadgehê şerh danî ser biryarê
16:03 HPG’ê êrişên li Şirnex û Êlihê girt ser xwe
15:53 Li Balikesîrê jinek hat kuştin
15:44 Li Bazara Jinan 400 zilam bi cîh kirin
15:18 Di lêpirsîna MEBYA-DER'ê de kesek hat berdan
15:16 Rêxistinên Ciwanan: Bîranîna şehîdên şoreşê ne sûc e
14:39 Kilîmayên nexweşxaneya dewletê naxebitin
14:35 Danişîna Kobanê: Em di bin çekan de parastina xwe dikin
14:24 Li Wan û Colemêrgê 3 binçav kirin
14:13 Ji ber qûtkirina avê rê girtin
14:02 Kavala: Hewl didin ku senaryoya têkçûyî zindî bikin
13:42 Gunay: Li Sîncanê dadgeha engîzîsyonê hatiye avakirin
13:32 Karsazê ji Cizîrê dawî li jiyana xwe anî
13:30 Girtiyê nexweş Ozkan di nava 4 rojan de 4 caran rakirin nexweşxanê
13:25 Di Doza Kobanê de bêyî parêzer amade bin îfadeyên şahidan hatiye wergirtin
12:33 Sara Kaya di girtîgehê de bi vîrûsa koronayê ket
12:18 500 rojin ji Hurmuz Dîrîl agahî nayê girtin
12:15 ‘Doza Kobanê û Doza Geziyê dozên fen û fûtê ne’
12:00 Hevserokê SES'ê yê berê hat binçavkirin
11:56 Doza Kobanê berdewam dike: Bila şandeya dadgehê ji dozê vekişe
11:39 Parêzera Nevîn Yildirim: Me nediyariya hiqûqî bir AYM’ê
11:27 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
11:15 Polîsan li Stenbolê 2 kes kirin binçavan
10:52 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nebin û li ber xwe bidin
10:52 Polîsan bi ser malên kesên di bin çavan de girtin
10:45 Mor Çatiyê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
10:39 Dede: Kurd li ku derê dibin bila bibin tên lêxistin
09:45 Li Nisêbînê kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû hat dîtin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 36'emîn dewr girt
09:00 Malbatên girtiyan: Heger deriyê Îmraliyê bê vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin
09:00 Pîlotê şer Altan: Ên dîlan înfaz dikin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?
09:00 Li Amedê simbil hişk bûn, cotkar deyndar in