Dayikên Şemiyê: Em ê xwedî li mîrasa têkoşîna Dayika Berfo derkevin

  • rojane
  • 14:28 22 Gulan 2021
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn û ew ê xwedî li mîrasa têkoşîna dayika Berfo derkevin. 
 
Dayikên Şemiyê di hefteya 843’yemîn de çalakiya ji bo aqûbeta windayan û cezakirina faîlan berdewam kirin. Ji ber pandemiyê çalakî bi awayek onlaynê li dar xistin. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di 13’ê 1980’î de li Qersê di binçavan de hat windakirin pirsîn û xwestin faîl werin cezakirin. 
 
KIRBAYIR: EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN 
 
Kekê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir da zanîn ku 843 hefte ye ew wek xizmên windayan îtîraz û daxwazên xwe ji rayedarên dewletê re radigihînin û ji bo birayê wî Cemîl her çiqas lêpirsîn hat destpêkirin jî bi biryara Dadgeha Bilind bi dembihûriyê re rûbirû hat hiştin. 
 
Kirbayir anî ziman ku beriya dosyeya birayê wî veguheze darazê hatiye girtin û got: “Di dengê dilê min de îsyan heye. Îtîraza her kesek xwedî wîjdan hatiye. Dewlet ji jiyana însan berpirsiyar e. Heke dewlet welatiyê xwe qetil bike, nikare dosyeyê bi rûbirûbûnê re bihêle. Ev hovîtiyek e. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Hûn dosyeyê bigirin jî em ê dest ji doza xwe bernedin. Em ê her li aqûbeta xizmên xwe û birayên xwe bipirsin.” 
 
KESKÎN: EDALETÊ CIHÊ XWE NEGIRT 
 
Ji parêzerên dozê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî destnîşan kir ku windakirina di binçavan de polîtîkayeke dewletê ye û her çiqas Erdogan ji bo dosyeya Cemîl Kirbayir soz da Dayika Berfo jî lê edaletê cihê xwe negirt. 
 
BI ÎŞKENCEYÊ HATIYE QETILKIRIN 
 
Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê yê wê serdemê Çetîn Soykan jî da zanîn ku lêkolînên gelek girîng kirine û ji bo cînayetên faîlên meçhul derkevin holê raporan amade kirine. Soykan destnîşan kir ku wan di lêkolîna xwe de tespît kiriye ku Cemîl Kirbayir bi îşkenceyêh atiye qetilkirin û ji bo faîl derkevin holê û winda bên dîtin wezîfeya Meclîsê ye. Soykan da zanîn ku divê lêkolîna ji bo windayan berdewam bike. 
 
KALKAN: HER TIŞT DI DOSYEYÊ DE HEYE 
 
Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê yê berê Erdal Kalkan jî destnîşan kir ku wan di encama lêkolînan de tespît kiriye ku Cemîl Kirbayir di encama îşkenceya eskeriyê ya li Qersê de hatiye qetilkirin û her tişt di dosyeya Kirbayir de heye. 
 
41 SAL IN AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN
 
Metna daxuyaniya vê hefteyê Suzan Akîpa ku keça Egît Akîpa yê windayî ye xwend. Akîpa behsa serpêhtiya windakirina Cemîl Kirbayir kir û tevî hemû serlêdan û hewldanên malbatê jî ji wê rojê ve agahî ji Cemîl Kirbayir nehatiye wergirtin. Akîpa Serokkwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan di 5’ê sibata 2011’an de bi dayikên windayan re hevdîtin pêk aniye û her çiqas soza dîtina Cemîl Kirbayir dabe Dayika Berfo jî lê Erdogan soza xwe pêk neanî û Dayika Berfo bi hesreta dîtina lawê xwe xatir xwest. Akîpa anî ziman ku faîl û berpirsiyarên sûcê hatiye kirin nehatine darizandin û cezakirin û xwest Serdozgeriya Qersê li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere û ew bang lê dikin ku rêya edaletê veke. Akîpa destnîşan kir ku biryara darazê çi dibe bila bibe ew ê her li mîraseya têkoşîna edaletê û heqîqetê ya Dayika Berfo derkevin û wê dest ji têkoşîna edaletê ya ji bo windayan û Meydana Galatasarayê bernedin.
 
 

Sernavên din

24/05/2021
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2021'AN
23/05/2021
20:47 Li Îdirê îşkenceya polîs û nobedaran
20:11 Di 24 saetan de 197 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:13 Di bin çavan de 13 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin
14:07 Dadgeha Herêmê biryar da ku Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin
12:51 Ekîncî: Eskeran hişyar nekirin û gule reşandin
10:51 Malbata Şenyaşar: Werin em li dijî zilmê bibin yek
10:13 ‘Kîngê bûm a din wê demê terorîst hatim îlankirin’
10:12 Rojnameger Snell: Tirkiye aşkere li dijî Kurdan şer dike
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 178'emîn de berdewam dike
09:04 Li Elkê sûlav û çem ziwa bûn
09:04 25 sal in ji bo aştiyê têdikoşe: Divê têkoşîn tim bidome
09:03 Dayika zaroka hat îstismarkirin: Ku hûn nebin alîkar ez ê welat terk bikim
09:02 Nifûsa bajêr 608 hezar e, heya niha tenê 70 hezar kes hatine aşîkirin
09:02 Dersimiyan bertek nîşanî tahdeya eskeran dan: Dixwazin gel çavtirsandî bikin
09:02 EGE TUHAY-DER: Tecrîd, israra ji bo şer e
09:01 ‘Ne tekparêz, em dixwazin bibin baroyeke piralî û demokratîk'
09:01 Serî li weqfa alîkariyê da, lîreyek xistin hesabê wî
09:00 Hevserokê Desteya Çandiniyê: Ji ber zilma Tirkiyê 300 hezar zevî nehat çandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2021'Ê
22/05/2021
21:47 Li Robarokê eskeran welatiyek birîndar kir
20:59 Li quntarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
20:56 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:12 Li Kercewsê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:58 Hejmara pêketiyan zêde bûn: 2 girtî rakirin nexweşxanê
15:27 ÎHD’ê li aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy ên pismamên hev pirsî
15:27 ÎHD: Xwîn daweriviye mîda nexweş
15:16 Şewata li Cûdî vemirî
14:53 Mazlûm Abdî bi fermandarên koalisyon û CENTCOM re hevdîtin kir
14:52 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûsûfoglû were berdan
14:29 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li firînê tê girtin
14:29 Polîsan bi ser malên Hadî û Suleyman Ozişik de girtin
14:28 Dayikên Şemiyê: Em ê xwedî li mîrasa têkoşîna Dayika Berfo derkevin
14:28 Gunay rewşa girtiyên bi şewbê ketin ji Wezîr Gul pirsî
13:33 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de xeniqî
12:49 Li Siwêregê şerê biçek: 3 mirî, 5 birîndar
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Zubeyîr Kurt pirsîn
11:15 Malbata Şenyaşar: Di şer de jî êrişî ambûlansan nayê kirin
10:56 Zilamê tecawîzî zarokekî 8 salî kir, hat girtin
10:56 Lêpirsina eskeran a li Dersîmê bi sînor kirin
10:42 Parêzera Doza Kobanê: Pêvajo ji parêzeran veşartî tê birêvebirin
10:29 Hejmara 35’emîn a Moderniteya Demokratîk derket
10:20 Jina ku hat îdîakirin ji serban ket, jiyana xwe ji dest da
09:46 Dadgehê malpera JINNEWS’ê asteng kir
09:39 Eskeran 10 kes li Mêrsînê binçav kirin
09:30 Sewalkaran: Em herî zêde dikarin salekê li ber xwe dibin
09:14 Siyasetmedar Mehmûd Osman bang li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir
09:13 Qada Galatasarayê 3 sal in di dorpêça polîsan de ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 177'emîn de berdewam dike
09:00 Li zozanên Serhedê rengên biharê
09:00 Ajovanên TIR'an: Bila bac bên kêmkirin, hejmara seferan bên zêdekirin
09:00 Xeraca navçeyê 2 sal berê temam bû, lê hê jî nehatiye şixulandin
09:00 Girtiya ku ji Covîd-19'ê xelas bû: Ez nebirim nexweşxaneyê
09:00 Tesîsên seridandina komirê derdorê jehrî dikin
09:00 Li ber destê dêya xwe hîn bû, niha hînî yên derdora xwe dike
09:00 Warê qulingan bi texrîbata mirovan û ziwabûnê re rû bi rû maye
09:00 Ragip Dûran: Îfşayên Peker sinyalên îflaskirina rejîma yekzilamî ne
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2021'AN
21/05/2021
20:18 214 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:51 Li Semsûrê bertek nîşanî tecrît û operasyonên leşkerî dan
16:41 Li Farqînê agir bi zeviyê ket: 30 donim genim û 20 ton ka şewitî
16:37 Doza Kobanê: Wê rastiya Doza Kobanê derkeve holê
16:36 Şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîr anîn
16:26 Doza Tuncel û Kişanak cara 11’an hat taloqkirin
16:18 Kavala nehat berdan: Serokê dadgehê şerh danî ser biryarê
16:03 HPG’ê êrişên li Şirnex û Êlihê girt ser xwe
15:53 Li Balikesîrê jinek hat kuştin
15:44 Li Bazara Jinan 400 zilam bi cîh kirin
15:18 Di lêpirsîna MEBYA-DER'ê de kesek hat berdan
15:16 Rêxistinên Ciwanan: Bîranîna şehîdên şoreşê ne sûc e
14:39 Kilîmayên nexweşxaneya dewletê naxebitin
14:35 Danişîna Kobanê: Em di bin çekan de parastina xwe dikin
14:24 Li Wan û Colemêrgê 3 binçav kirin
14:13 Ji ber qûtkirina avê rê girtin
14:02 Kavala: Hewl didin ku senaryoya têkçûyî zindî bikin
13:42 Gunay: Li Sîncanê dadgeha engîzîsyonê hatiye avakirin
13:32 Karsazê ji Cizîrê dawî li jiyana xwe anî
13:30 Girtiyê nexweş Ozkan di nava 4 rojan de 4 caran rakirin nexweşxanê
13:25 Di Doza Kobanê de bêyî parêzer amade bin îfadeyên şahidan hatiye wergirtin
12:33 Sara Kaya di girtîgehê de bi vîrûsa koronayê ket
12:18 500 rojin ji Hurmuz Dîrîl agahî nayê girtin
12:15 ‘Doza Kobanê û Doza Geziyê dozên fen û fûtê ne’
12:00 Hevserokê SES'ê yê berê hat binçavkirin
11:56 Doza Kobanê berdewam dike: Bila şandeya dadgehê ji dozê vekişe
11:39 Parêzera Nevîn Yildirim: Me nediyariya hiqûqî bir AYM’ê
11:27 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
11:15 Polîsan li Stenbolê 2 kes kirin binçavan
10:52 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nebin û li ber xwe bidin
10:52 Polîsan bi ser malên kesên di bin çavan de girtin
10:45 Mor Çatiyê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
10:39 Dede: Kurd li ku derê dibin bila bibin tên lêxistin
09:45 Li Nisêbînê kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû hat dîtin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 36'emîn dewr girt
09:00 Malbatên girtiyan: Heger deriyê Îmraliyê bê vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin
09:00 Pîlotê şer Altan: Ên dîlan înfaz dikin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?
09:00 Li Amedê simbil hişk bûn, cotkar deyndar in