ÊLIH - Li navçeya Kercewsê li zeviyekê cenazeyê zilamekî hat dîtin û piştî lêpirsînê 4 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Kercewsê ya Êlihê li zeviyekê cenazeyê zilamekî hat dîtin. Bi dîtina cenaze re polîs û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Hat diyarkirin ku cenaze aydî Veysel Arslan ê 50 salî ye. Yekîneyên tenduristiyê cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kercewsê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî lêpirsinê 4 kes hatine binçavkirin.