Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin

  • rojane
  • 09:01 25 Gulan 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Safiye Çoban di sala 1992'yan de bi topa hewanê hatibû kuştin, bi 15 hezar lîre ji bo tazmînatê ser dosyeya wê hatiye girtin. Di ser qetilkirina Çoban de 29 sal derbas bûn, lê hin jî yek kes nehatiye darizandin. Hevserê Çoban, Beşîr Çoban got ew ê heta dawiya emrê xwe hesab bipirse û dawekar be.

Di salên 90'î de li dijî gelê kurd bûyerên pir hovane ku di asta dij mirovî de bûn pêk hatin. Ji kuştina kurdan bigire heta hilweşandin û şewitandina kurdan polîtîkeyek înkar û îmhayê di dewrê de bû. Gundiyên  ku cerdevanî qebûl nedikirin, bi dara zorê gundên wan dihatin valakirin û pişt re jî dihatin şewitandin. Yek ji van gundan jî gundê Akrê ya bi ser Şêrwanê ya Sêrtê ve ye. Li Akrê di sala 1992'yan di navbera gerîlayên PKK'ê û leşkeran şerek dijwar diqewime. Di vî şerî de tê gotin ku nêzî 17-18 kes jiyana xwe ji dest didin. 
 
Piştî vê bûyerê dewlet pergala cerdevaniyê li ser gundiyan ferz dike. Lê gundiyên ku vê daxwaza dewletê qebûl nakin, gundê wan tê şewitandin û valakirin. Koçberiya gundiyan ber bi bajar û metrepolan ve dest pê dike. Yek ji van malbata jî malbata Çoban ya ku ji 10 nifûs pêk tê ye. Malbata Çoban piştî ku ji gund tên derxistin berê xwe didin Şirnexê. Li Şirnexê ji bo ku cihekê ku bikaribin debara xwe bikin navçe bi navçe û gund bi gund digerin. Herî dawî  rawestgeha wan dibe herêma Bestayê. 
 
Malbat li wê devera Bestayê kon vedide û dimîne. Piştî çend mehan leşker bi topên hewanê ve malbat dibe armanca êrişê. Di encama topbarana hewanê de Safiye Çoban a dayika 8 zarokan dema ku di hembêza xwe da lawê xwe yê 6 mehî dimêjîne tê qetilkirin. Tiştek ji pitik nabe û rizgar dibe. 4 ferdên malbatê birîndar dibin. Ev bû 29 di ser bûyerê de derbas bû lê hêj berpirsiyar nehatine darizandin. 
 
Hevserê Çoban, Beşîr Çoban qala qetilkirina hevjîna xwe kir û anî ziman ku  kujerê hevjîna wî Serokwezîra wê demê Tansu Çîller e û ew ê heta dawiya emrê xwe dawekarê Çîller be. 
 
RÊWÎTIYA KOÇBERIYÊ...
 
Çoban destnîşan kir ku ji ber ku wan cerdevanî qebûl nekir gundê wan hat şewitandin û wiha qala wan rojan kir: "Di sala 1992'yan de li gundê me şer derket. Nêzî 17-18 însan li wir hatin kuştin. Pişt re li gundiyan tehde hat kirin. Ji me re gotin 'yan hûn ê bibin cerdevan yan jî hûn ê li vir nemînin'. Ji ber ku me jî cerdevanî qebûl nekir  me gundê xwe terikand. Pişt re gund hat şewitandin. Debara gundiyan li ser pez bû. Ji ber ku ew derfetên me ji holê de hatin rakirin, me jî berê xwe da Şirnexê. Em her li navçe û gundên Şirnexê geriyan. Gelek ji me jî çûn metrepolên Tirkiyeyê. Piştî ku em hatin Şirnexê jî me sewalkarî berdewam kir. Rawestgeha me ya herî dawî bû zozanên Bestayê. Me li wir konên xwe vedan û em li wir sekînin." 
 
'4 HEWAN AVÊTIN, KEVIR LI SER KEVIR NEHIŞTIN' 
 
Çoban anî ziman ku ew di bin konên xwe de jî bûn armanca êrişên dewletê û wiha got: "Hevjîna min di topbarana dewletê de hat qetilkirin. Bi hewanan êrişî me kirin. Nêzî 4 hewan avêtin cihê me. Li wir tu şer û pêvçûn jî nebû. Li ber konên me dar hebûn, ew dar perçiqîn. Kevir li ser kevir nehiştin. Hevjîna min di hembêza xwe de şîr dida zarokê xwe. Hewanek li hevjîna min ket. Hevjîna min di cih de jiyana xwe ji dest da. 4 ferdên malbata min birîndar bûn. Pişt re leşker hatin cihê bûyerê. Ji me re gotin 'Kê wisa kir?' Min got, 'Hewan ji hêla leşkeriyê ve hatiye'. Leşker li ser serê me bûn. Me got me bibînin wê xwedî li me derbikevin. Lê hewan avêtin û hevjîna min kuştin. Piştî bûyerê serê sibehê em çûn qereqolê me ji wan re got we ev tişt anî serê me. Me ji wan re got 'Hûn me dikujin û me dikin terorîst'. Me pişt re cenaze anî nexweşxaneyê. Dozger hat li ser lêkolîn kir. Dozger ji min re got,'Hûn dawekar in an na?' Min jî ji wan re got 'Ez heta dawiya emrê xwe ji kesên ku bûne sedemê mirina hevjîna min dawekar im'. Min ji dozger re jî got; ev hewan ji hêla dewletê ve hatine û tu pêvçûn jî nebûn, dengê tu çekan jî nedihat, me çawa dan ber qîran sekinîn'
 
BI 15 HEZAR LÎREYAN DOSYE GIRTIN E
 
Çoban behsa pêvajoya hiqûqî ku ya dozê jî kir û anî ziman ku kesên ku hevjîna wî qetil kirin eşkere bûn lê li tevî hemû delîlan jî bêencam hat hiştin û wiha domand: "Piştî ku di ser bûyerê de 5-6 sal derbas bûn ez çûm edliyeyê û min xwest gilî bikin, lê ji ber xemsariya dewletê doz venebû. Çoban da zanîn ku 10 sal beriya niha doz vekirin û bi vekirina dozê re dewletê bi 15 hezar lîreyan tazmînat da û ser dosyeyê girtin. Çoban got wî careke din daxwazname şandiye dadgehê lê bêencam maye. 
 
'HETA MIRINÊ EZ Ê DAWEKARÊ ÇÎLLER BIM' 
 
Çoban da zanîn ku ew ê tu caran bûyerên ku hatiye serê wan jibîr neke û got: "Ev bûyer di zemanê Tansu Çîllerê de çêbû. Çi hatibe serê me, ji sedema Tansuyê hat serê me. Hêrsa min a li hemberî Tansu Çîllerê tu caran bi dawî nabe. Ev ferman Tansu Çîller da û ev tişt wê anî serê me. Ez li vê dinyayê jî û li dinyaya din jî ji wê û koma wê bi gilî û gazin im. Dibe ku ji vê dinê li wê hatibe borandin, lê wê li dinyaya din ew ê hesab bide. Min ewqas êş kişand, zarokê min bêxwedî man. Wê Xwedayê heq jî wê neborîne. Heta dawiya emrê xwe ji kujer û berpirsiyaran dawekar bim. Xwedê heqê me li erdê nehêle."
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

26/05/2021
14:40 Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin
14:17 Nûçegihanê me Aslan di danişîna ewil de hat berdan
14:08 Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me hişk kirin
12:56 Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?
12:45 Girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî kelemçekirî birin nexweşxaneyê
12:37 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
12:15 2 sivîl di topbarana TSK'ê de birîndar bûn
11:58 Li Hezoyê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
11:45 Ji 20 binçavkiriyên li Edeneyê kesek hat berdan
11:21 Sindoqên hilbijartinê tenê li herêmên rejîmê hatin danîn
11:04 Ji Miduriyeta Polisan daxuyaniya tundiyê: Firîqet bin
10:58 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr hat berdan
10:52 Davûtoglû: Soylû, Yildirim û Albayrak komplo li min kirin
10:48 Qeyûm Karaloglû Şaredariya Amedê kir endamê sendîkaya xwe
10:37 Polîsan mil û 3 diranên jina 55 salî şikandin
09:53 Di lêpirsîna destdirêjiyê ya GGM’ê de biryara neşopandinê dan 5 kesan
09:53 Dikandarên jin ber têkçûnê ne
09:03 Bendava Devegeçîdiyê li ber çikandinê ye
09:01 Koma 37'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 8 sal in li korîdorên edliyeyê ye: Bila cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn
09:01 Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê: Em ê têkoşîneke hevpar ava bikin
09:00 Li Colemêrgê di 6 salan de 11 kes hatin kuştin, kiryar nehatin cezakirin
09:00 Dayika Şemiyê Elmas Eren: Bêhêvî nebin!
09:00 Ayşîn 27 sal in winda ye: Dê rojekê derî lê bikeve û bavê min bê
09:00 Di daxuyaniyê de navê Pirsûsê heye, lê di zabitnameyê de tune ye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2021'AN
08:59 768 parêzeran dest bi kampanyayê kir: Divê Ocalan dikaribe parêzerên xwe bibîne
25/05/2021
21:58 Cenazeyê Mûrat Yildiz dan malbatê
20:05 Îro 175 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 HDPê hilbijartinên HSK’ê şermezar kir û Lijneya Giştî terk kir
16:10 Binçavkirin protesto kirin: Em ê paş ve gav neavêjin
15:43 3 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
15:20 Wê di meha hezîranê de Konferansa Demokrasiyê were lidarxistin
15:08 Duh torosên spî îro pîqab: Nûçegîhanê me Tekay ku îstixbaratê wî binçav kir hat berdan
14:46 5 kesên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar kirin hatin binçavkirin
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
09:28 Li Edeneyê serdegirtinên malan: 20 kes binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 179'emîn de berdewam dike
09:00 ‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’
09:00 Hiqûqnas Yildiz: Tenduristiya çalakvanan di talûkê de ye
09:00 Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye