Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin

  • rojane
  • 09:10 25 Gulan 2021
  • |
img
COLEMÊRG - Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, diyar kir ku li Rûbarokê di hefteyekê de 3 kes bi çekên eskeran birîndar bûne û di lêpirsînên derbarê her du bûyeran de jî îfadeyên eskeran nehatine girtin. 
 
Li navçeya Rûbarok a Colemêrgê ku li sînorê Herêma Kurdistana Federe ye, eskeran Şahap Şendol (23) û Celîl Ekîncî (17) birîndar kiribûn. Xizmên Şendol û Ekîncî ew rakiribûn nexweşxaneyeke Herêma Kurdistana Federê. Li vê derê du pêçiyên Şendol hatine jêkirin û paşê hat tabûrcîkirin. Ekîncî jî heya niha 3 caran emeliyat bûye. 
 
Hîn di ser vê bûyerê re hefteyek derbas nebûbû, di 22'yê Gulanê de li gundê Yeşîlova yê Rûbarokê eskeran bera Mehmet Dînçê 18 salî dabûn. Dînç, gava heywanên xwe diçêrand eskeran çek lê teqandibûn û ew birîndar kiribûn û paşê xizmên Dînç ew rakiribûn Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşi ya Wanê. 
 
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, ev pêkanîn nirxandin û anî ziman ku polîtîkaya bêcezatiyê eskeran wêrek dike. 
 
Canan, destnîşan kir ku li ser sînor di hefteyekê de du bûyer qewimîne û di van bûyeran de eskeran 3 welatî birîndar kirine. Canan, bilêv kir ku divê hikmên Qanûna Bingehîn ji bo welatiyên vê axê jî derbasdar bin û peywira dewletê ew e ku can û malê welatiyan biparêze, lê belê ev yek li Colemêrgê nayê kirin. Canan, anî ziman ku navçeya Robarokê li sînorê Herêma Kurdistana Federe ye û got: "Robarok tam li sînor e. Bi taybetî di operasyonên eskerî de, eskerên Tirkiyeyê diçin wî aliyê sînor. Li wir cihên peyayan jî heye. Kesên di vir re derbas dibin tên xuyakirin û naskirin. Her wiha em dizanin ku mirov destûrê distînin û diçin." 
 
Canan, bilêv kir ku li gel vê yekê jî di 2 salên dawî de gelek êrîşên bi vî rengî hatine kirin. 
 
ÎFADE NEHAT GIRTIN 
 
Canan, anî ziman ku di ser her du bûyeran re çend roj derbas bûne lê belê rayedaran hê jî tu daxuyanî nedane. Canan, bibîr xist ku berê ji bo gelek bûyerên bi vî rengî daxuyaniyên wekî "guh nedaye îhtarê", "eskeran bera hewayê daye", "gule pengiziye û lê ketiye" û hwd. hatine dayîn. Canan, da zanîn ku têkildarî van bûyeran de lêkolîn kirine û Dozgeriya Komarê ya Şemzîzanê jî lêpirsîn daye destpêkirin. Canan, diyar kir ku ji ber ku Celîl Ekîncî û Şahap Şendol li Herêma Kurdistana Federe ne îfadeyên wan nehatine girtin û got: "Em dizanin dosyeya tahkîkatê hê jî li qereqola cendirmeyan e. Jixwe me di v warî de bang li dozgeriyê kir ku tevbigere. Me got vîdeoyek heye û divê hûn lêpirsînekê bikin. Hê jî îfadeya eskeran nehatiye girtin û ev nebaweriyabi darazê zêdetir dike. teqez divê eskerên tiliya wan di van bûyeran de hene bên darizandin. Bi salan e li sînor bûyerên bi vî rengî diqewimin. Ji lew re daraz karê xw enake. Heger kesên bera mirovan didin û wan dikujin jî nayên cezakirin û ev bêcezakirin eskeran wêrek dike. Sedema herî mezin a bûyerên bi vî rengî ev e." 
 
ÇARESERÎ LI MECLÎSÊ YE 
 
Canan, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina van bûeran divê di bin banê Meclîsê de komîsyonek bê avakirin û bên lêkolînkirin. Canan anî ziman ku heger komîsonek bi vî rengî bê avakirin dê daraz jî karibe bixebite û got: "Bera mirovan didin. Mirovan dikujin. Lê ne daraz ne jî Meclîs deng ji xwe nayne. Meclîs û îqtidara siyasî karên xwe nakin. Mirov birçî ne û ji ber vê derbasî wî aliyê sînor dibin û diçin ji bo xizmên xwe pakêtek çay û şekir bînin. Mirov ji bo debara xwe bikin, serî li vê rêyê didin, lê mixabin bedêla wê giran e. Çi dibe bila bibe ev ne qedera mirovên vê herêmê ye. Tu dewlet bera welatiyên xwe nade. Ro li nîvro bera ciwanan didin." 
 
MA / Dîndar Karataş

Sernavên din

26/05/2021
14:40 Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin
14:17 Nûçegihanê me Aslan di danişîna ewil de hat berdan
14:08 Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me hişk kirin
12:56 Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?
12:45 Girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî kelemçekirî birin nexweşxaneyê
12:37 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
12:15 2 sivîl di topbarana TSK'ê de birîndar bûn
11:58 Li Hezoyê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
11:45 Ji 20 binçavkiriyên li Edeneyê kesek hat berdan
11:21 Sindoqên hilbijartinê tenê li herêmên rejîmê hatin danîn
11:04 Ji Miduriyeta Polisan daxuyaniya tundiyê: Firîqet bin
10:58 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr hat berdan
10:52 Davûtoglû: Soylû, Yildirim û Albayrak komplo li min kirin
10:48 Qeyûm Karaloglû Şaredariya Amedê kir endamê sendîkaya xwe
10:37 Polîsan mil û 3 diranên jina 55 salî şikandin
09:53 Di lêpirsîna destdirêjiyê ya GGM’ê de biryara neşopandinê dan 5 kesan
09:53 Dikandarên jin ber têkçûnê ne
09:03 Bendava Devegeçîdiyê li ber çikandinê ye
09:01 Koma 37'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 8 sal in li korîdorên edliyeyê ye: Bila cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn
09:01 Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê: Em ê têkoşîneke hevpar ava bikin
09:00 Li Colemêrgê di 6 salan de 11 kes hatin kuştin, kiryar nehatin cezakirin
09:00 Dayika Şemiyê Elmas Eren: Bêhêvî nebin!
09:00 Ayşîn 27 sal in winda ye: Dê rojekê derî lê bikeve û bavê min bê
09:00 Di daxuyaniyê de navê Pirsûsê heye, lê di zabitnameyê de tune ye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2021'AN
08:59 768 parêzeran dest bi kampanyayê kir: Divê Ocalan dikaribe parêzerên xwe bibîne
25/05/2021
21:58 Cenazeyê Mûrat Yildiz dan malbatê
20:05 Îro 175 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 HDPê hilbijartinên HSK’ê şermezar kir û Lijneya Giştî terk kir
16:10 Binçavkirin protesto kirin: Em ê paş ve gav neavêjin
15:43 3 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
15:20 Wê di meha hezîranê de Konferansa Demokrasiyê were lidarxistin
15:08 Duh torosên spî îro pîqab: Nûçegîhanê me Tekay ku îstixbaratê wî binçav kir hat berdan
14:46 5 kesên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar kirin hatin binçavkirin
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
09:28 Li Edeneyê serdegirtinên malan: 20 kes binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 179'emîn de berdewam dike
09:00 ‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’
09:00 Hiqûqnas Yildiz: Tenduristiya çalakvanan di talûkê de ye
09:00 Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye