Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye

  • rojane
  • 09:10 25 Gulan 2021
  • |
img
STENBOL - Rêxistinên çapemeniyê anîn ziman ku rojnamevan ji ber ku rastiyê aşkere dikin hedef tên girtin û ji bo danişîna nûçegihanê me Mehmet Aslan ku dê sibê bê lidarxistin bang kirin: "A tê darizandin rojnamevanî ye." 
 
Nûçegihanê me Mehmet Aslan, ji 9'ê Çileyê ve di Girtîgeha Antalya ya Tîpa L'yê de ye. Aslan, ji ber nûçeyên çêkirin û hevdîtinên xwe yên bi çavkaniyên nûçeyan re hatiye girtin. Danişîna wî ya ewil sibê (26'ê Gulanê) dê li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 24'an bê lidarxistin. 
 
Rêxistinên çapemeniyê, destnîşan kirin ku Aslan ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hatiye girtin û xwestin Aslan bê berdan. 
 
ROJNAMEVAN HEDEF TÊN GIRTIN 
 
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF) Dîcle Muftuoglû, anî ziman ku ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha rojnamevan hedef tên girtin. Muftuoglû, bilêv kir ku di serî de çapemeniya azad û bi giştî jî gelek rojnamevan sirf ji bo rastiyê digihînin gel an tên kuştin an jî tên girtin û got: "Li gor daneyên rêxistinên çapemeniyê, Tirkiye li cîhanê yek ji wan welatan e ku herî zêde rojnamevan lê tên girtin. Ev bi xwe jî bi tena serê xwe nîşan dide ku bê rewş çi qasî wehîm e." 
 
Muftuoglû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin neçareserkirina pirsgirêka kurd de û got: "Ji ber vê rojnamevanên kurd û çapemeniya azad hedef tên girtin. Gelek hevalên me niha di girtîgehan de ne, sirf ji ber ku binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê kirine nûçe." 
 
A TÊ DARIZANDIN ROJNAMEVANÎ YE 
 
Muftuoglû, diyar kir ku çapemeniya azad ji salên 1990'î heya niha her tim li dû heqîqetê ye ûg ot: "Hevalên me yên rojnamevan jî, ji ber ku van rastiyan aşkere dikin hedef tên girtin. Hevalê me Mehmet Aslan jî ji ber vê hatie girtin. Çendî ku îqtidar dibêje 'ev ne rojnamevan in jî', lê gava em li îdianameya Mehmet dinêrin, em dibînin ku nûçeyên wî sîc hatine hesibandin. Mehmet Aslan, rojnamevan e. Divê bê berdan. Her wiha ya ku di şexsê Mehmet Aslan de tê darizandin rojnamevanî ye. Lewma em bang li hemû rojnamevanan dikin ku roja dnaişînê li ber hêwana danişînê bin."
 
RIM DI TÊRAN RE HILNAYÊ 
 
Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îş'ê Farûk Eren jî anî ziman ku li Tirkiyeyê rojnamevan bi zext û zoriyeke sîstematîk re rû bi rû ne û armanca van zextan jî ew e ku gel bi rastiyê nehese. Eren, destnîşan kir ku îqtidar bi vî awayî dixwaze bêhiqûqîtî û nelirêtiyên wê neyên dîtin û bihîstin û got: "Îqtidar tenê dixwaze propagandaya wê bê kirin. Lewma bi ser çapemeniyê de çûye û ji sedî 90'ê çapemeniyê xistiye bin kontrola xwe. Ev demeke skandaleke mezin heye. Em dibînin ku êdî rim di têran re hilnayê. Qirêjiyên wan dertên holê. Mirov bi awayekî rastiyan dibihîsin. Zext û zoriyên wan bi kêr nayên." 
 
Eren, nûçeya ajansa me ya derbarê bûyera helîkopterê ku li Wanê du welatî ji helîkopterê hatibûn avêtin, bibîr xist û got: "Hevalên me yên rojnamevan, îşkenceya li wir ragihandin cîhanê. Ji ber ku ev nûçe çêkirin, 4 hevalên me hatibûn girtin. Di mea Nîsanê de hatin berdan. Dozger ji van rojnamevanan pirsîbû, 'çima hûn nûçeyên civakî yên di aleyha dewletê de çêdikin?' A ha, mantiqa îqtidarê ev e. Wekî min got, rim di têran re hilnayê." 
 
DEMILDEST BILA BÊ BERDAN 
 
Eren, destnîşan kir ku ew şahidê rojnamevaniya Aslan e û Aslan berî bê girtin bi 3 rojan pê re gevpeyvîn kiriye. Eren, diyar kir ku Aslan ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hatiye girtin û got: "Em daxwaza xwe ya ji bo hemû hevpîşeyên xwe yên girtî, ji bo Mehmet jî dubare dikin. Demilddest bila bê berdan. Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin." 

Sernavên din

26/05/2021
14:40 Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin
14:17 Nûçegihanê me Aslan di danişîna ewil de hat berdan
14:08 Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me hişk kirin
12:56 Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?
12:45 Girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî kelemçekirî birin nexweşxaneyê
12:37 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
12:15 2 sivîl di topbarana TSK'ê de birîndar bûn
11:58 Li Hezoyê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
11:45 Ji 20 binçavkiriyên li Edeneyê kesek hat berdan
11:21 Sindoqên hilbijartinê tenê li herêmên rejîmê hatin danîn
11:04 Ji Miduriyeta Polisan daxuyaniya tundiyê: Firîqet bin
10:58 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr hat berdan
10:52 Davûtoglû: Soylû, Yildirim û Albayrak komplo li min kirin
10:48 Qeyûm Karaloglû Şaredariya Amedê kir endamê sendîkaya xwe
10:37 Polîsan mil û 3 diranên jina 55 salî şikandin
09:53 Di lêpirsîna destdirêjiyê ya GGM’ê de biryara neşopandinê dan 5 kesan
09:53 Dikandarên jin ber têkçûnê ne
09:03 Bendava Devegeçîdiyê li ber çikandinê ye
09:01 Koma 37'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 8 sal in li korîdorên edliyeyê ye: Bila cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn
09:01 Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê: Em ê têkoşîneke hevpar ava bikin
09:00 Li Colemêrgê di 6 salan de 11 kes hatin kuştin, kiryar nehatin cezakirin
09:00 Dayika Şemiyê Elmas Eren: Bêhêvî nebin!
09:00 Ayşîn 27 sal in winda ye: Dê rojekê derî lê bikeve û bavê min bê
09:00 Di daxuyaniyê de navê Pirsûsê heye, lê di zabitnameyê de tune ye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2021'AN
08:59 768 parêzeran dest bi kampanyayê kir: Divê Ocalan dikaribe parêzerên xwe bibîne
25/05/2021
21:58 Cenazeyê Mûrat Yildiz dan malbatê
20:05 Îro 175 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 HDPê hilbijartinên HSK’ê şermezar kir û Lijneya Giştî terk kir
16:10 Binçavkirin protesto kirin: Em ê paş ve gav neavêjin
15:43 3 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
15:20 Wê di meha hezîranê de Konferansa Demokrasiyê were lidarxistin
15:08 Duh torosên spî îro pîqab: Nûçegîhanê me Tekay ku îstixbaratê wî binçav kir hat berdan
14:46 5 kesên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar kirin hatin binçavkirin
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
09:28 Li Edeneyê serdegirtinên malan: 20 kes binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 179'emîn de berdewam dike
09:00 ‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’
09:00 Hiqûqnas Yildiz: Tenduristiya çalakvanan di talûkê de ye
09:00 Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye