Dayika Şemiyê Elmas Eren: Bêhêvî nebin!

  • jin
  • 09:00 26 Gulan 2021
  • |
img

STENBOL - Îkbal Eren, keça Dayika Şemiyê Elmas Erena ku bêyî ku hestiyên kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da, got: "Dêya min her cara dihat binçavkirin berê xwe dida girseyê û digot, 'bêhêvî nebin.'" 

Li gor daneyên Navenda Hafizeyê û ÎHD'ê, di navbera 1980-2001'ê de hezar û 388 kes di bin çavan de an jî bi cinayetên kiryar nediyar hatine windakirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 1995'an de ji bo aqûbeta windayan bê aşkerekirin û kiryar bên darizandin, 17-31'ê Gulanê wekî Hefteya Windayan a Navneteweyî ragihandibû. Xizmên windayan îsal Hefteya Windayan a Navneteweyî, di wextekî ku rêvebirê çeteyan Sedat Peker li xwe mikur tê de, pêşwazî dikin. 
 
Di 26 salên vê têkoşînê de, xizmên windayan û Dayikên Şemiyê bi hêviya ku dê kiryarên xizmên wan bên dîtin û darizandin û dê bigihêjin hestiyên xizmên xwe her tim daketin qadan. Lê belê di vê têkoşîna bi salan de gelek dayik bêyî ku hestiyên zarokên xwe bibînin jiyana xwe ji dest dan. 
 
Yek ji van dayikan jî Elmas Eren. Eren, bi salan ji bo kiryarên kurê wê Hayrettîn Eren bên darizandin têkoşiya û bêyî ku hestiyên kurên xwe bibîne di 19'ê tebaxa 2019'an de jiyana xwe dest da. Elmas yek ji wan dayikên pêşîn berê xwe dan Qada Galatasarayê e. Di avakirina Komeleya Piştevaniya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TAYAD) de cih girtiye û her wiha yek ji avakarên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ye. 
 
Kurê ê Hayrettîn Erenê di sala 1954'an de çêbûye, piştî darbeya 12'ê Îlonê di 21'ê Mijadara 1980'yî de hatiye binçavkirin û hew xeber jê hatiye girtin. 
 
BÛ DAYIKA ŞEMIYÊ 
 
Piştî ku Hayrettîn eren tê binçavkirin wî dibin Qereqola Karagumrukê. Gava malbat pê dihese hatiye binçavkirin, di deftera binçavkirinê ya qereqolê de navê wî dibîne. Lê rayedarên qereqolê ji malbatê re dibêjin, Hayrettîn û 8 kesên di heman operasyonê de hatine zevtkirin birine Şaxa Siyyasî ya Gayrettepeyê. 
 
Gava dayik Elmas Eren diçe avahiya polîsan a li Gayrettepeyê, polîsên li ber derî jê re dibêjin, "Li vê derê bi navê Hayrettîn kesek tune ye, kesekî bi vî navî nehatiye binçavkirin." Lê 8 kesên bi Hayrettîn Eren re hatibûn binçavkirin, li dadgeha eskerî dibêjin Hayrettîn jî bi wan re bûye û divê ew jî bi wan re bê darizandin, lê belê dadgeh tiştekî nabêje. Malbata wî serî li gelek deveran dibe, lê tiştekî bi dest naxe. 
 
EYNÎ WEKÎ PARÊZERAN DA DÛ AQÛBETA KURÊ XWE 
 
Keça Elmas Erenê Îkbal Eren, anî ziman ku dêya wê eynî wekî parêzeran daye dû kurê xwe û li aqûbeta wî pirsiye û serî li hemû saziyan daye. Eren, diyar kir ku di vê têkoşînê de dêya wê çedn caran hatiye binçavkirin û dêya wê yek ji wan dayikên ewil e ku li Qada Galatasarayê rûnitştiye û têkoşîna xwe bi vî awayî birêxistin kiriye. Eren, destnîşan kir ku dêya wê ji bo xwe bigihîne heqîqetê çi ji destê wê hatiye kiriye û çendî ku dêya wê jiyana xwe ji dest dabe jî, 41 sal in têkoşîna wan a ji bo dîtina birayê wê didome. Eren got: "Dêya min heya li ser xwe bû, diçû qadê. Carinan gava nexweş bû jî serê sibehê zû radibû, xwe digihand qadê. Lê di demên dawî de nikaribû. Lewma me ji dêvla wê dikir." 
 
HER ÇALAKÎ HÊVIYEK BÛ 
 
Eren, anî ziman ku gava dêya wê nikaribû biçe çalakiyê, vê carê di televîzyonê de li çalakiyê temaşe dikir û got: "Gava nikaribû biçûna, telefon dikir bê ka pêşektineke heye tune ye. Dêya min her cara ku diçû qadê bi hêviya ku dê xeberekê ji kurê xwe bigire diçû. Gava diçû wir, wekî ku dê xeberekê bigire diçû. Li wir tevî dayikên din hêrs û muqawemeta xwe xurtir dikir. Ji bo dengê xwe hîn bêtir ragihîne, wateyek li wê qadê bar dikir." 
 
Eren, destnîşan kir ku Qada Galatasarayê ji bo xizmên windayan "cihê goristanê bû" û wêneyên dihatin hilgirtin jî hîsa wekî mirov dest bide kêlika goran li wan peyda dibû. 
 
ÊRÎŞ
 
Eren, destnîşan kir ku Dayikên Şemiyê gelek caran bi êrîşan re rû bi rû mane û behsa helwesta dêya xwe ya li dijî van êrîşan kir. Eren, bibîr xist ku dêya wê digot "Ev, ji bo ewladên me nedin me, çi ji destên wan tê dikin" û gor dêya wê digot: "Dêya min her cara ku dihat binçavkirin, berê xwe dida girseyê û digot, 'bêhêvî nebin.'" 
 
Eren, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heya xwe bigihînin heqîqetê dê têkoşîna wan dewam bike û got: "Dayikên Şemiyê û Qada Galatasarayê wijdanê vî welatî ne." 
 
MA / Berfîn Karaman

Sernavên din

26/05/2021
14:40 Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin
14:17 Nûçegihanê me Aslan di danişîna ewil de hat berdan
14:08 Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me hişk kirin
12:56 Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?
12:45 Girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî kelemçekirî birin nexweşxaneyê
12:37 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
12:15 2 sivîl di topbarana TSK'ê de birîndar bûn
11:58 Li Hezoyê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
11:45 Ji 20 binçavkiriyên li Edeneyê kesek hat berdan
11:21 Sindoqên hilbijartinê tenê li herêmên rejîmê hatin danîn
11:04 Ji Miduriyeta Polisan daxuyaniya tundiyê: Firîqet bin
10:58 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr hat berdan
10:52 Davûtoglû: Soylû, Yildirim û Albayrak komplo li min kirin
10:48 Qeyûm Karaloglû Şaredariya Amedê kir endamê sendîkaya xwe
10:37 Polîsan mil û 3 diranên jina 55 salî şikandin
09:53 Di lêpirsîna destdirêjiyê ya GGM’ê de biryara neşopandinê dan 5 kesan
09:53 Dikandarên jin ber têkçûnê ne
09:03 Bendava Devegeçîdiyê li ber çikandinê ye
09:01 Koma 37'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 8 sal in li korîdorên edliyeyê ye: Bila cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn
09:01 Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê: Em ê têkoşîneke hevpar ava bikin
09:00 Li Colemêrgê di 6 salan de 11 kes hatin kuştin, kiryar nehatin cezakirin
09:00 Dayika Şemiyê Elmas Eren: Bêhêvî nebin!
09:00 Ayşîn 27 sal in winda ye: Dê rojekê derî lê bikeve û bavê min bê
09:00 Di daxuyaniyê de navê Pirsûsê heye, lê di zabitnameyê de tune ye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2021'AN
08:59 768 parêzeran dest bi kampanyayê kir: Divê Ocalan dikaribe parêzerên xwe bibîne
25/05/2021
21:58 Cenazeyê Mûrat Yildiz dan malbatê
20:05 Îro 175 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 HDPê hilbijartinên HSK’ê şermezar kir û Lijneya Giştî terk kir
16:10 Binçavkirin protesto kirin: Em ê paş ve gav neavêjin
15:43 3 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
15:20 Wê di meha hezîranê de Konferansa Demokrasiyê were lidarxistin
15:08 Duh torosên spî îro pîqab: Nûçegîhanê me Tekay ku îstixbaratê wî binçav kir hat berdan
14:46 5 kesên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar kirin hatin binçavkirin
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
09:28 Li Edeneyê serdegirtinên malan: 20 kes binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 179'emîn de berdewam dike
09:00 ‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’
09:00 Hiqûqnas Yildiz: Tenduristiya çalakvanan di talûkê de ye
09:00 Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye