Polîsan mil û 3 diranên jina 55 salî şikandin

  • rojane
  • 10:37 26 Gulan 2021
  • |
img

AMED - Li navçeya Rezanê, polîsan jina 55 salî Kevser Demîr derb kirin, 3 diran û milê wê şikandin. Walîtiyê, îdîa kir ku polîs rastî tundiyê hatine. 

 
Li navçeya Rezan a Amedê, jina 55 salî Kevser Demîr ji aliyê polîsên kurê wê binçav kirin ve rastî tuneyê hat. Polîsan di serdegirtina malê de, 3 diran û milê Demîr şikandin. Demîr, li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî rapora îşkenceyê û muameleya xirab girt û derbarê polîsan de gilî kir. Demîr di heman demê de, serî li şaxên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê da. 
 
‘BI PORÊ MIN RE GIRTIN Û EZ XIRIKANDIM’
 
Demîr a ji Rojnameya Tîgrîsê re axivî, wiha got: “Di 18’ê Gulana 2021’an de, di saetên şevê de bi ser mala min de girtin. Ez dayika 8 zarokame. Kurekê min tiryakkêşê. Zewiciye û kurê wî heye. Min ji polîsan pirsa ku wî çawan deman bikim kir, gotin ‘em nizanînin.’ Ez dixwazim kurê xwe ji tiryakkêşiyê rizgar bikim. Ez ji kar hatim. Saet derdora 18-15’an bû. Dengê qêrîniyê ji xwar hat. Min got qey kesek ji avahiyê ket xwarê û ez beziyam. Di avahiyê de mala min a bi kirê hebû. Min dît ku deng ji wê derê tê. Kurê min çûbû gel kirêciyê me. Min dît ku kurê min li wê derê ji aliyê 3 polîsan ve bi erdê re hatiye dirêjkirin. Yek derketibû ser pişta wî, yekê din dixwest wî kelepçe bike û yê din jî bi stûyê wî girtibû. Kurê min jî qîr dikir û digot, ‘Dayê, dayê ez kuştin.’ Ez jî beziyam hûndir û min got, ‘bo xwatirê xudê lê nedin. Sûcê wî çibe bi xwe re bibin. Bes lê nedin.’ Yek ji van sê polîsan li ser vê yekê, bi porê min re girt û ez bi erdê re xirikandim. Pehîn li min da. 3 diran û milê min şikandin. Dûre keça min hat û bi ser wan de qîr kir û got, ‘hûn çima li dayika min dixwin.’ Ji ber vê li keça min jî xistin, milên wê hişîn û reş kirin. Polîsê ku li me dixist, digot ew boksvanê berêye û bi ser me de qîr dikir. Li zikê min xistin û di pêlikan de, bi ser piştê ketim.”
 
GEF XWAR 
 
Demîr, diyar kir ku wê li Navenda Ragihandin a Serokkomariyê (CÎMER) gilî kir, lê polîsê ku li wê xistibû piştî bûyerê gef li malbata wê xwar. Demîr, da zanîn ku heman polîsî gef li wan xwariye û wiha got: “Heman polîs bi gefa ku ‘ezê 3 kesên din bibim’ gef li me xwar. Dûre ez çûm nexweşxaneya dewletê û min rapora tundiyê girt. Min ji CÎMER’ê re nivîsand, bêdeng dimînin. Ez dayikim û tu mafê wan tuneye ku li min bixin. Hem bi awayekê madî û hem jî manewî ez ji wî polîsî gilîdarim. Hîna dozger bangî min nekiriye. Ez çûm qereqola Rezanê û min îfade da.” 
 
WALÎ: WAN ÊRIŞ KIR
 
Walîtiya Amedê, derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û îdîa kir ku polîs rastî tundiyê hatine. Walîtiyê, di daxuyaniyê de, qet behsa dayika 55 salî ya 3 diran û milê wê ji aliyê polîsan ve hatibû şikandin nekir û berevajî vê yekê malbata sûcdar nîşan da. 
 

Sernavên din

26/05/2021
14:40 Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin
14:17 Nûçegihanê me Aslan di danişîna ewil de hat berdan
14:08 Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me hişk kirin
12:56 Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?
12:45 Girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî kelemçekirî birin nexweşxaneyê
12:37 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
12:15 2 sivîl di topbarana TSK'ê de birîndar bûn
11:58 Li Hezoyê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
11:45 Ji 20 binçavkiriyên li Edeneyê kesek hat berdan
11:21 Sindoqên hilbijartinê tenê li herêmên rejîmê hatin danîn
11:04 Ji Miduriyeta Polisan daxuyaniya tundiyê: Firîqet bin
10:58 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr hat berdan
10:52 Davûtoglû: Soylû, Yildirim û Albayrak komplo li min kirin
10:48 Qeyûm Karaloglû Şaredariya Amedê kir endamê sendîkaya xwe
10:37 Polîsan mil û 3 diranên jina 55 salî şikandin
09:53 Di lêpirsîna destdirêjiyê ya GGM’ê de biryara neşopandinê dan 5 kesan
09:53 Dikandarên jin ber têkçûnê ne
09:03 Bendava Devegeçîdiyê li ber çikandinê ye
09:01 Koma 37'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 8 sal in li korîdorên edliyeyê ye: Bila cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn
09:01 Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê: Em ê têkoşîneke hevpar ava bikin
09:00 Li Colemêrgê di 6 salan de 11 kes hatin kuştin, kiryar nehatin cezakirin
09:00 Dayika Şemiyê Elmas Eren: Bêhêvî nebin!
09:00 Ayşîn 27 sal in winda ye: Dê rojekê derî lê bikeve û bavê min bê
09:00 Di daxuyaniyê de navê Pirsûsê heye, lê di zabitnameyê de tune ye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2021'AN
08:59 768 parêzeran dest bi kampanyayê kir: Divê Ocalan dikaribe parêzerên xwe bibîne
25/05/2021
21:58 Cenazeyê Mûrat Yildiz dan malbatê
20:05 Îro 175 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 HDPê hilbijartinên HSK’ê şermezar kir û Lijneya Giştî terk kir
16:10 Binçavkirin protesto kirin: Em ê paş ve gav neavêjin
15:43 3 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
15:20 Wê di meha hezîranê de Konferansa Demokrasiyê were lidarxistin
15:08 Duh torosên spî îro pîqab: Nûçegîhanê me Tekay ku îstixbaratê wî binçav kir hat berdan
14:46 5 kesên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar kirin hatin binçavkirin
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
09:28 Li Edeneyê serdegirtinên malan: 20 kes binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 179'emîn de berdewam dike
09:00 ‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’
09:00 Hiqûqnas Yildiz: Tenduristiya çalakvanan di talûkê de ye
09:00 Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye