Korkut Eken: Siyasetmedar xwedî li hev derdikevin lê kes li me xwedî dernakeve

  • rojane
  • 10:59 27 Gulan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê MÎT’ê yê berê Korkût Eken ê  ji aliyê Sedat Peker û birayê wî ve weke berpirsiyarê kuştina rojnamevan Kûtlû Adali hat nîşandan, îdîa kir ku têkiliya wî bi kuştinê re nîne û got: "Heke ez kiryarên nediyar bizanim, ez bêşeref im. Siyasetmedara xwedî li hev derdikevin. Wê kî me biparêze? Kesekê ku xwedî li me derkeve tune ye.”

 
Rêveberê çete yê ku têkiliya wî bi dewletê re heye Sedat Peker, di vîdeoyeke weşand de ji kuştina rojnamevan-nivîskar Kûtlû Adali, Alîkarê Serokê Daîreya Ewlehiyê yê Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) û ji doza Bûyera Sûsûrlûkê ku di sêgoşeya dewlet-mafya-siyasetê derket holê de, hikumxwar Korkût Eken berpirsyar girt.
 
Peker, dema kuştina rojnameger Ûgûr Mûmcû vegot, wiha gotibû: "Wê demê em bi Mehmet Agar û Korkût Eken bi hev re bûn. Derveyî kiryarên nediyar, karmend dişandin cem min. Ji min re gotin ku ‘Li Qibrisê mirovek heye, dixwaze Qibrisê bifiroşe Rûman.’ Got du profesyonel… Min jî jê re got 'ez ê birayê xwe Atîlla Peker bidim te.' Dikarin li bilêtan binerin. Gelek wext bi ser re derbas bû, piştî çar rojan vegerin. Em bi Korkût re axivîn. Got em ê pişt re biçin. Tîmeke din ku girêdayî wan ew kuştine. Min û Korkût me hev dît. Got ‘Ew kar pêk hat.’”
 
Birayê Peker, Atîlla Peker ê piştî îtîrafên wî hatibû binçavkirin û pişt re hat berdan, diyar kir ku bi daxwaza birayê xwe bi Eken re çûye Qibrisê û ji bo cînayetê çek dane wî. 
 
EKEN: EZ NAS NAKIM
 
Korkût Eken ê piştî îtîrafên Peker ji rojnameya Sozcuyê re axivî wiha îdia kir: “Heke ez wî rojnamevanî nasbikim bêşeref im. Têkildarî kuştina wî jî tu eleqeya min nîne. Ji bo em dest deynin ser bûyera ku PKK birîndarên xwe dibe Beşa Rûman em çûn.” Eken, diyar kir ku bi Atîlla Peker re çûn Qibrisê û bertek nîşanî gotinên Suleyman Soylû yên derbarê wî de dan.
 
‘KESÊ KU Lİ ME XWEDÎ DERKEVE NÎNE’
 
Eken, anî ziman ku bi fermana Wezîrê Karê Hûndir û Midurê Giştî yê Polîsan ê berê Mehmet Agar çûn Qibrisê û wiha axivî: “Ez wê demê li miduriyeta polîsan ji gihandina Polîsên Tevgera Taybet mijûl bûm. Mehmet Beg (Mehmet Agar) ez şandim. Li dijî her îhtîmalê min birayê Sedat Peker, Atîla Peker jî bi xwe re bir.”
 
Eken, bi lêv kir ku “dijminatiyeke” Sedat Peker bi wî re heye û wiha berdewam kir: “Ez Kûtlû Adali yê ku dibêjin rojnamevan e nasnakim ku derbarê wî de peyvekê biaxivim. Ji bo ku bûyer bê lêkolînkirin ez ê giliyê bikim. Siyasî xwedî li hev derdikevin. Lê kesê ku li me xwedî derkeve tune ye. Kesek tenê jî nîne ku bêje ‘têkiliya Korkût Eken nîne’.”
 
‘MA EZ KUJER IM?’
 
Eken, derbarê pirseke îtîrafên Atîlla Peker de wiha bersiv da: “Tobe tobe ez navê wî nizanim. Atîlla Peker jî nizane. Niha birayê wî ji wir dibêje. Tu têkiliya min û Sedat Peker nîne lê bi dijminatî çûyîbe ku derê navê min got. Çima wisa kir ez nizanim. Ez kesê re naaxivim. Bi wî re jî naaxivim. Piştî ku sala 2004’an ji girtîgehê derketim kesê nabînim, tena serê xwe dijîm. Zarok û neviyên Korkût Eken jî hene. Ma ez kujer im? Rayedarên dewletê, yekeyên îstîxbaratê nizanin? Çima nabêjin ku tu têkiliya min bi van karan re nîne?”
 
‘HEKE EZ KIRYARÊN NEDIYAR BIZANIM BÊŞEREF IM’
 
Eken, destnîşan kir ku bi daxwaza îdiayên derbarê wî de bê lêkolînkirin wê li dozgerî giliyê bike û wiha axivî: “Heke ez Sûsûrlûkê, kiryarên nediyar bizanim bêşeref im. Min tenê Polîsên Tevgera Taybet perwerde kirin. Ez bi PKK re têkoşiyam. Li bajaran karê min nebû nabe jî. Ez careke din dibêjim Kûtlû Adali nasnakim, navê wî jî min nebihistiye. Çi karê min bi rojnamevanan re heye?”
 

Sernavên din

28/05/2021
20:19 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin
16:36 Li Dêrgûlê 300 donim erd şewitî
16:17 Wê ji kanên komirê yên Nêrdûşê qirêj dikin re hawizan çêbikin
16:08 Di operasyona MEBYA-DER’ê de 6 kes hatin girtin
15:58 Komîsyona OHAL'ê serlêdanên 101 hezar kesan red kir
15:45 ‘Hişkayî cidî ye, divê hikumet piştevaniya cotkaran bike’
15:37 Meleyê hewl da dest dirêjî zarokekî bike hat girtin
15:26 Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin
15:22 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN
08:14 Dadgehê 4 kes li Edeneyê girtin
07:52 Xizmetkarê tenduristiyê întîhar kir
27/05/2021
21:19 Îro 183 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:05 Sancar: Di vê pergalê de hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin
17:07 Jinên HDP’î yên Soylû şermezarkirin komîsyon terk kirin
17:05 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin derket 16’an
17:03 KESK û DÎSK’ê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
16:39 Ozkan ê bi kelepçeyê birin nexweşxanê, dê paşve bibin girtîgehê
16:30 Di 4 mehan de 57 sal ceza li 20 rojnamegeran hat birîn
16:29 Doza Hemdan ê hat kuştin taloq bû
15:55 Agir bi daristana Tesîsên Şefîtiya Daristanê ket
15:33 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
15:18 Temel: Kesên tînin li pêş partiya me provokator in
15:15 Têkildarî Sedat Peker ê reviyaye derveyî welat biryara girtinê hat dayîn
14:37 Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî: Heta pergal neguhere em nikarin bêhn bigirin
14:25 Kesê ji bo parvekirina mîrateyê hatibû Amedê, mirî hat dîtin
14:14 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:08 Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin
13:50 Ji bersûcê Doza Pirsûsê re 34 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin
13:50 Derbarê HDP’iyan de 10 fezleke pêşkêşî Meclîsê kirin
13:37 Di şermezarkirina kana mermer de leşkeran gule berî gundiyan dan
13:05 Daxwaza girtina polîsê ku Oner kuştibû dîsa hat redkirin
12:58 KCD û DBP: Divê li tavilê tecrîd rabe û Birêz Ocalan azad bibe
12:34 Li Bazara Semtê ya Jiyanê, jinan qezenc kir
12:25 Doza rojnameger Karataş hat dîtin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:48 Di doza êrişa çekdarî de daxwaza ‘edaletê’
11:36 Malbatên Pirsûsê serdana malbata Şenyaşar kirin
10:59 Korkut Eken: Siyasetmedar xwedî li hev derdikevin lê kes li me xwedî dernakeve
10:24 Rexmî biryara morkirinê jî avahiya ku bi kevîrên diziyê hatiye çêkirin dixebite
10:23 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Tecrîdkirina Ocalan sûc e
09:18 4 kes tayînî HSK'ê hatin kirin
09:02 Ji ber bilêvkirina 'Birêz Ocalan' derbarê Hevseroka KCD'ê Guvenê de 2 îdianame
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 182'yemîn de dewam dike
09:02 Strana 'Dort Meşale' ya Grûp Îsyan Ateşî
09:02 Bi salan e li kiryarên bavê xwe digere
09:02 Akademîsyenên aştiyê: Welat ber bi koncaleke kûr ve digindire
09:02 Parêznameya wezaretê: Daxwaza ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî li dijî qanûna bingehîn e
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2021'Ê
26/05/2021
23:40 Tê îdiakirin ku li Girtîgeha Êlihê girtî Tîmûrtaş întihar kiriye
21:22 Îro 8 hezar û 738 kes bi Covîd-19'ê ketin
19:37 Waliyên Îzmir û Edeneyê çalakî qedexe kirin
19:24 Nûçegîhanê me Aslan ji girtîgehê derket: Em ê dest ji pîşeya xwe bernedin
19:12 7 sal ceza dan Hevşaredarê Îdirê
19:06 Li Amedê 9 kes hatin girtin
18:58 Baroya Rihayê giliyê Soylû û 5 kesên din kir
16:09 Oluç: Berpirsiyarê tundî û lincê Îtîfaqa Cumhurê ye
15:39 Yildiz di bin dorpêça eskeran de hat veşartin
15:18 Dadgehê binçavkirina 16 kesên li Wanê 4 rojên din dirêj kir
15:04 Dadgehê 10 meh ceza li Dayika Aştiyê Tûran birî
14:56 Demîrtaş: Gelo qîmeta zarokên kurd tune ye?
14:42 Platforma Şaxan a KESK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:40 Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin
14:17 Nûçegihanê me Aslan di danişîna ewil de hat berdan
14:08 Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me hişk kirin
12:56 Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?
12:45 Girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî kelemçekirî birin nexweşxaneyê
12:37 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
12:15 2 sivîl di topbarana TSK'ê de birîndar bûn