10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min

  • jin
  • 09:11 29 Gulan 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Dayika Xezal Kilinç a ku 10 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye diyar kir ku bi wê hesretê xwîn çûye ser mêjiyê wê û felc dimîne û got: "Beriya ez bimirim dixwazim azadiya kurê xwe bibînim." 

Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan bi dawî nabin. Bi hezaran siyasetmedarên kurd li girtîgehan tên ragirtin û bi zext û muameleyan xerab re rûbirû dimînin. Gelek girtî jî di çarçoveya polîtîkayên taybet de tên sirgûnkirin. Hin malbat hene ku bi salan e nikarin zarokên xwe bibînin. 
 
Girtî li girtîgehên ji malbatên xwe dûr tên ragirtin û ji mafê herî sereke yê  hevdîtinê  bêpar tên hiştin. Dayîkên ku bi salan e zarokên xwe nabînin bi hesreta dîtina zarokên xwe dijîn. Yek ji van dayikan jî dayika Dervîş Kilinç ê ku   niha di Girtîgeha Amedê de tê ragirtin e. Cezayê heta hetayê li Kilinç tê birîn û ji sala 1992'yan ve girtî ye. 
 
29 SAL IN BI HESRETA AZADIYA WÎ DIJÎ
 
Tê gotin hema bêje girtîgehek ku têde nemaye tune ne. Kilinç di temenek biçûk de hatiye girtin û niha 57 salî ye. Dayika wî Xezal Kilinç 10 sal in nikare kurê xwe bibîne û dibêje ku ew 29 sal in bi hesreta azadiya lawê xwe dijî.
 
Dayîka Xezal ku nikare hesreta kurê xwe bêtir ragire di sala 2018'an de xwîn diçe ser mêjiyê wê û ji ber vê yekê felc dimîne û niha ew nexweşek li nav nivînan dijî ye. Dayik Xezal niha bi hêviya ku rojekê kurê xwe azad bibîne dijî. 
 
'10 SAL IN MIN WÎ NEDÎTIYE' 
 
Dayika Xezal a ku  her carê qala kurê xwe dike hêsirên çavê wê mîna dilopên baranê li pey hev dibarin û diyar dike ku ew bi hêviya ku wê carekî kurê xwe serbest bibîne dijî û wiha got: "Kurê min di sala 1992'yan de hat girtin. Dema ku hatî girtin şandin girtîgeha Amedê. Pişt re her sal sirgûnî bajarekî din kirin. Di wan salan de hevdîtina me bi wî re çênedibû. Piştî ku derfetên me çêbûn me hevdîtin pêk anîn. Herî dawî sirgûnî Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T kirin. Ji ber ku ez nexweş bûm û derfetên min tunebûn, ez nediçûm hevdîtinên wî. Ev 10 sal in ez kurê xwe nabînim. Rojeke ku ez kurê xwe nefirikim tune ye. Herî dawî ji ber hesret û mereqa wî ez nexweş ketim. Xeyala min û daxwaziya min tenê rojekî ditina azadiya wî ye. Ev nêzî 30 sal in di girtîgehê de ye. Bifikirin dayikek 30 salan azadiya zarokê xwe nabîne. Ji kenê wî, hêrsbûna wî acizbûna wî û her tiştekê wî tu bêpar dimînî..."  
 
'HÎN KU EZ NEMIRIM DIXWAZIM AZADIYA KURÊ XWE BIBÎINIM' 
 
Kilinç anî ziman ku ew daxwaz dike ku kurê xwe bibîne û got: "Ez gelek pê diqehirim. Xemeke gelek giran e. Ez gelek dixwazim ku bê berdan. Ez dixwazim ku destê hemû dayîk û zarokan bigihîjin hev. Zarokên me dibin cihên herî dûr. Ez nexweşim nikarim biçim. Derfetên me tune ne ku em biçin. Xwedê tu dayikan ji zarokên wan dûr neke. Ez ne tenê ji kurê xwe re, ji hemû heval û hogirên wî re azadiyê dixwazim. Emrê min 80'ê ye. Ez nizanim ku wê sibê çi bê serê me. Ji ber wê ez dixwazim ku hîn ku ez nemîrim azadiya kurê xwe bibînim. Dema ku kurê min azad bû wê çaxê ez ê jî azad bimirim." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

01/06/2021
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir
10:42 Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine
10:07 Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 187'an de berdewam dike
09:00 Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin
09:00 Bi sedan karker tuwaletekê û serşokekê bikar tînin
09:00 Nelirêtiya şaredariyên AKP'ê ketin raporan
09:00 Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e
09:00 Ronî: Divê gelê Botanê ji bo ziman dakevin qada mitîngê
09:00 Dadgehê nûçeya der heqê kartolan de li dijî parastina cemaweriyê dît
09:00 Dayika Aştiyê 20 sal in têkoşîna aştiyê dide
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2021'AN
01:22 Karkerê li Muglayê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
01:15 Eskeran li Semsûrê 5 welatî binçav kirin
31/05/2021
22:25 Buldan: Eger li vî welatî dozgerên bi wîcdan hebin divê cînayetan ronî bikin
22:04 Polîsan 13 kes binçav kirin
21:27 Li Tirkiyeyê 47 hezar û 527 însan bi Covît-19 mirin
21:19 Hêzên paramîliter ên girêdayî Tirkiyeyê li Girtîgeha Efrînê 2 kes kuştin
17:01 Li Silopiyayê 110 donim zevî şewitî
16:10 Mirinên biguman: 2 jin jiyana xwe ji dest dan
15:57 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:39 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxaneyê
15:24 Li Mêrsînê di salekê de 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li ÎHD'ê dane
14:51 Bertek nîşanî binçavkirina endamên SES'ê dan
14:15 Girtiyê nexweş Ozkan: Destên min tim kelemçekirî ne, qet nayên derxistin
13:41 Li Wanê dema qedexekirina çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
12:45 Qeyûm di 2 salan de 3 caran heqê avê biha kir
11:32 Li Mêrsînê erdhej çêbû
11:21 Malbata Şenyaşar: Ê ku 3 kes ji me kuştin kî ne?
11:05 Antrenorê karateyê dest dirêjî xwendekara xwe kir
10:36 Ciwanê winda hat dîtin
09:35 Karkerê înşeatê Ertem xwe kuşt
09:07 Koma 38'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Ozturk: Di Pirsgirêka Kurd de tecrîd wergeriyaye qodên şer
09:07 Piştî 11 salan bi guhertina îfadeya ‘şahid’ hat girtin
09:07 Ozguneş: Ji bilî azadiya Ocalan çareseriyeke din tune ye
09:07 Gundiyên ku axurên wan hatin hilweşandin pirsa ‘Em biçin kur’ kirin
09:07 Cezayê 'qebehetê' li afîşa 1’ê Gulanê birîn
09:07 Bazara Îranê li ber girtinê ye
09:07 Rêveberiya Aboriya Jinan: Şoreşa aboriya jinan ji cîhanê re bûye mînak
09:07 Ji bo kirîna ceh û kayê sewalên xwe difiroşin
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2021'AN
30/05/2021
22:01 Zarokê ku bi ava Çemê Dîcle re çû jiyana xwe ji dest da
21:51 Ji ber Kovîd-19’ê 134 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
19:41 Li Edenê faîlê êrişa zayendî hat girtin
19:18 ‘Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a 2021’an’ dan Gultan Kişanak
15:43 PDK'ê meşa 'mertalên zindî' asteng kir
15:34 Li Enqerê, kuştina jinekê ya biguman
15:10 Di qonaxa şer de rola hunerê: şer birîn dike, huner derman dike
14:28 Welatiyên taxê li dijî girtina rê bi bertek in
14:17 Gardiyanê zarokê lîstik dilîst birîndar kiribû serbest berdan
13:22 Parêzerê girtiyê 83 salî Ozkan: Girtîgeh bûye îşkencexane
12:46 Zarokê winda bibû cenazeyê wî hat dîtin
11:41 Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan dest bi meşa ‘Mertalên Zindî’ kirin
11:37 Edhem Barzanî: Dem hatiye ku em helwest nîşan bidin
11:19 Eskerê di şer de birîndar bibû mir
10:53 Gardiyanekî bi çekê zarokê 16 salî yê lîstik dilîst birîndar kir
10:32 Malbata Şenyaşar: Em ê her roj hesab bipirsin
10:15 Di kuştina Ayşe Tûba Arslan de bêhiqûqiya 24’emîn
09:23 RJAK’ê 5’emîn Kongreya xwe li dar xist
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 185'emîn de dewam dike
09:03 Şener: Di dewleta mafyayî ya nû de hesabdayîn tune ye
09:02 Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede
09:02 Hejmara windayan derûniya esker û cerdevanan xera kiriye
09:02 Ciwanekî li dû şopa Egîdê Cimo
09:01 Got, 'tu çawa yî, baş î?' 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê lê birîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2021'Ê
08:07 Di gulebarana eskeran de agir bi daristanê ket
29/05/2021
21:37 Îro 7 hezar û 656 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:41 47 gund ji ber operasyona TSK'ê hatin valakirin
Komên OSO û cerdevan darên welatiyan dibirin
17:14 Bi daxwaza walitiyê biryara beraeta hevşaredar hat xerakirin
16:03 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Gunden were berdan
14:44 'Ji bo mafê jiyanê Mehmet Emîn Ozkan berdin'
14:44 Nişeya nexweşiyên Ozkan pê re şandin nexweşxaneyê
14:28 Dayikên Şemiyê li ser daxuyaniyên Peker bang li dozgeran kirin
14:02 Kelemçekirî kemoterapiya girtiyê nexweş hatiye kirin
13:52 Rapora kana mermeran: Ji bo mirov û sewalan xetere
13:44 Xizmên windayan aqûbeta Zubeyir, Kemal, Abdulbakî û Zekî pirsîn
13:38 Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin
11:30 Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn
11:27 Malbata Şenyaşar: Rojên ku hesabê bidin nêzîk in
11:15 Baroya Amedê giliyê stasyona bazê kir
10:37 Gefa kuştinê li gundiyên li dijî kana mermer derketin xwarin
10:36 Li Cûdî dar tên talankirin
10:23 Ji bo cezayê girtiyê nexweş Ozkan bê taloqkirin serî li dozgeriyê dan
10:09 Bakirhan: Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe mafya pêş dikeve
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê
09:09 ‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
09:09 Girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyan
09:01 Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir
09:00 Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN
00:43 Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê
28/05/2021
20:20 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134