SEMSÛR - Eskeran li bajaroka Bûlamê ya Semsûrê bi ser gelek malan de girt û 5 kas binçav kirn. 2 kesên 3 meh berê hatibû girtin jî serbest hatin berdan.
Eskeran li bajaroka Bûlamê ya Çêlîkan a Semsûrê serê sibê û êvarî bi ser gelek malan de girt û 5 welatî binçav kirin. Eskeran di serdegirtina malan de welatî Hasan Tunç, Sabri Sel, Aziz Yildiz, Ali Sungu û Hasan Sungu binçav kirin û şandin Midûriyeta Polîsan a Semsûrê.
2 KES HATIN BERDAN
Li aliyê din dadgehê welatî Abuzer Akgul û Aziz Aslan ên 3 meh berê hatibûn girtinû şandibûn girtîgeha Tîpa T a Rihayê jî serbest hatin berdan.