Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike

  • rojane
  • 09:26 2 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 188 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 167’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 150’emîn de dewam dikin. 
 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 38'emîn di roja 188'emîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 167’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 167’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 150'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 150'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

03/06/2021
20:02 114 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:02 Ciwanên HDP’ê seredana Gundê Şêxan kirin
17:01 TJA û HDP bi jinan re hatin gelhev
16:50 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dema şikandina tecrîdê ye
16:43 Di lêpirsîna MEBYA-DER’ê de hejmara girtiyan derket 11’an
16:42 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
16:40 Ji HDP’ê serdana piştgiriya elewiyan
16:15 Li Siwêregê qezaya trafîqê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:39 Rêvebera Komeleya Rosayê: Tenê ne ez, komele jî tê darizandin
15:35 Karsazên kurd li ser gora xwe hatin bibîranîn: Kujer diyar in bila hesap bê pirsîn
14:24 Beştaş pirsgirêkên girtiyên nexweş bir rojeva meclisê
14:02 HDP’ê Yenî Şafakê derewand
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin
13:43 Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin
13:16 Eskerek bi awayekê biguman mir
13:04 Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin
12:52 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat