Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin

  • rojane
  • 11:58 6 Hezîran 2021
  • |
img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Sezaî Temellî, diyar kir ku hêzên paramîlîter, piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê ya ku AKP ji îqtîdarê xist, ji nûve tê niqaşkirin û vê hêza şer piştî hilbijartinê xwe dîsa nûjen kir. Temellî, bal kişand ser rola HDP'ê û wiha got: "Ku hêzên Muxalîf li hilbijartina 7'ê Hezîranê binerin, dê bibînin ku rola HDP'ê ya ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê çiqas mezin e." 

 
Sibê salvegera hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an e. 6 sal berê HDP'ê bend derbas kir û ket meclîs ê. HDP'ê di vê hilbijartinê de benda hilbijartina 12'ê Îlonê derbas kir û AKP ji îqtîdarê xist. Hêzên demokratîk û parazvanên mafên mirovan ev hilbijartin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gavek pir girîng dîtin. Lê piştî di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de HDP'ê ji sedî 13 deng girt û AKP ji îqtîdarê daxist, AKP û MHP ketin nava hewldanan û hilbijartin betal kirin. Beriya hilbijartinê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de gotibû "Bila êdî çek bêdeng bibin û siyaset bi axive." û bang li rayedarên Tirkiyeyê û hêzên civakî kiribû. Ocalan xwestibû pirsgirêka kurd bi rêbazên aştî û demokratîk bê çareserkirin. Lê piştî ku AKP ji îqtîdarê ket, hilbijartin betal kir û dîsa pêvajoya şer da destpêkirin. Mutabakata 28'ê Sibatê ya Dolmabahçeyê, ji bo gelê Kurd û Tirkiyeyê heviyek nû ava kiribû. Piştî protokola li Dolmabahçe, gel ev ji bo xwe wekî şens û heviyekê dît û di hilbijartina 7'ê Hezîranê de dengê xwe dan demokrasî û aştiyê. Lê piştî AKP di hilbijartinê de têk çû pêvajo xera kir. 
 
AKP'ê li aliyekî pêvajo xera kir, li aliyê din şer da destpêkirin. AKP û MHP niha dîsa dixwaze HDP bê girtin û der barê gelek wekîlên wê de doza Kobanê vekirine. Piştî Serokê AKP’ê û Serokomar Tayyip Erdogan di dema şerê li dijî Kobanê de got "Kobanê ket ha ket" ji çavê gelê Kurd ket. Gelê Kurd bertekên hişk nîşanî Erdogan dabû. 
 
OCALAN HER TIM DI ÇARESIREYÊ DE ISRAR KIR
 
Li ser daxwaz û pêşniyarên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî diyalogan beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê, ji bo çareseriyê di 28'e Sibatê de mutabakata Dolmabahçe hat îmzekirin. Lê Serokê AKP'ê Erdogan di 22'ê Adara 2015'an de piştî ji Ukrayna vegeriya Mutabakata Dolmabahçe red kir. Erdogan anî ziman ku mutabakat daye rawestandin. Piştî AKP'ê û Serokê AKP'ê pêvajo xera kir êrîşên fîzîkî û siyasî yên li dijî HDP''ê zêde bûn. Erdogan di 7'ê Adara 2015'an de got “400 wekîlî bidin min, em vî karî hal bikin". Lê anketan diyar kir ku gel dixwaze pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Li gorî encama anketan hat diyar kirin ku dê HDP benda hilbijartinê derbas bike û hikûmeta AKP’ê jî dê bikeve. Piştî hewldanên hikûmetê û Erdogan di 5'ê Hezîrana 2015'an de dema heyet çû Îmraliyê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heyet hişyar kir û got: "Dibe ku ev hevdîtina we ya dawî be." Piştre ev gotina Ocalan rast derket û carek din destûr nedan ku heyet biçe Îmraliyê. 
Piştî hikûmetê pêvajo xera kir, DAIŞ'ê li Dilok, Enqere, Pirsûsê û gelek cihên din êrîş li ser êrîşan zêde kir. Li dijî avahiyên HDP'ê yên Mêrsîn û Edeneyê êrîş pêk anîn. Di 5'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyonê li dijî Mîtînga Mezin a HDP'ê êrîş pêk anîn. 
 
'PLANA TÊKÇÛNÊ XISTIN MERIYETÊ' 
 
Lijneya  Ewlehiya Neteweyî (MGK), di Cotmeha 2014'an de Plana Hilweşînê xistin meriyetê. Di vê pêvajoyê de îtîfaqa Erdogan-Bahçelî pêş ket. Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek, aşkere kir ku endamên Ergenekonê Nûnerên şerê qirêj ên salên 90’î ne. 
 
PIŞTÎ HILBIJARTINA 7'Ê HEZÎRANÊ
 
Piştî HDP'ê di Hilbijartina 7'ê Hezîranê de bend derbas kir û hêzek mezin a wekîlan birin meclîsê, AKP û MHP'ê hilbijartin betal kirin û di 1'ê Mijdara 2015'an de dîsa hilbijartin kirin. Di vê pêvajoyê de DAIŞ'ê li li Pirsûs û Enqereyê komkujî kirin. Hucreya DAIŞ'ê ya li Dîlokê li gelek cihan êrîş pêk anî. Îqtîdara  AKP'ê di 24'ê Tîrmeha 2015'an li dijî Qendîlê êrîşa hewayî pêk anî. Piştî ku AKP-MHP'ê pêvajoya çareseriyê û hilbijartina 7'ê Heziranê xera kirin, 6 sal in bê navber Tirkiye ketiye nava şer. Erdogan û AKP'ê kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê kir hincet û pêvajoya şer da despêkirin. Lê piştre derket holê ku polîsan hev kuştine. Kesên ji kuştina polîsan hatibûn girtin jî beraet kirin. 
Hikûmeta ku pêvajo xera kir, li dijî navçeyên Cizîr, Şirnex, Sûr, Nisêbîn, Sîlopiya, Hezex, Gever û Farqînê şerê bajaran da destpêkirin. Bajar û navçe xera kirin. Eskerên ku di şer de cih girtin di nava darbeya 15'ê Tîrmehê de jî cih girtin. AKP'ê OHAL îlan kir û di şertê OHAL'ê de di 16'ê Nîsanê de Referanduma Destûra Bingehîn pêk anî. Piştre "Pergala Serokomariya Partîyî" îlan kir. Qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê kirin. Bi hezaran mirov hatin kuştin, îşkence li însanan hat kirin. Bi hezaran mirov hatin binçavkirin û bi mehan di bin çavan de man. Darbeyek mezin li demokrasiyê xistin. 
 
TEMELLÎ: RÊWÎTIYA HEVIYÊ
 
Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî, têkildarî pêvajoya 7'ê Hezîranê û geşedanên piştî wê pêk hatin axivî. Temelî, anî ziman ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de yekem car hêza siyaseta li dijî vesayet û feraseta yekperest, pêş ket û wiha got: “Me ji vê pêvajoyê re got "Rêwitiya heviyê"  7'ê Hezîranê li ser hevî û baweriya çareseriya pirsgirêka Kurd pêş ket. Di hemû beşên civakê de hevî û bendewarî hebûn. Hevîya ku li Tirkiye siyaseta demokratîk û aştiyane pêş bikeve bilind dibû. Hevîya demokrasiyê pêş diket. Êdî her kesî bawer dikir ku Komara Demokratîk pêkan e. HDP'ê pêşengiya vê yekê dikir. Lê li dijî vê yekê jî îqtîdara şerxwaz hebû." 
 
KOBANÊ BÛ NÎŞANA SERKEFTINÊ
 
Temellî, da zanîn ku çalakiyên Kobanê nîşanî wan da ku ew çiqas bi hêz û bi rêxistin in û xwedî vîna guhertin û veguhertinê ne. Temellî, bal kişand ser têkiliyên DAIŞ û îqtîdarê û wiha got: "Xeyala îqtîdarê ew bû ku wekî DAIŞ'ê Rêxistinên selefî li Rojhilata Navîn Kemerek Ereban ava bike. Dixwest rastiya Kurdan tune bihesibîne. Bi feraset û aqilê îttihatiyan tev digeriya. Dixwez bi rejîma hêz û vesayetê hebûna xwe berdewam bike. Ji ber ev xeyala wan pêk nehat îro Doza Kobanê li me vekirine. Ev ne tesadifî ye. Ev doz li dijî berxwedana Kobanê, serkeftina 7'ê Hezîranê û pêvajoya çareseriyê ye." 
 
HÊZÊN PARAMÎLÎTER 
 
Temellî, destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriyê de tenê şer bi dawî nebû û wiha lê zêde kir: "Di vê pêvajoyê de bi tezên Birêz Ocalan siyaseta demokratîk pêş ket. Bertekên dewletê di heman demê de li dijî vê tezê ne. Em li vir du siyasetan dibînin. Siyasetek muesses û nîzanî ye. Siyaseta din jî hem Tirkiyeyê û hem jî Rojhilata Navîn demokratîk dike. Teza Birêz Ocalan Siyaseta Komara  Demokratîk diparêze. Ji ber vê yekê li dijî vê tezê Hêza paramiliter û mafya pêş ket. Hemû girêdayî dewletê ne. Mekanîzmayên aydî dewletê ne. 
 
Temellî, da zanîn ku wan di 2015'an de xewnek xweş dît û wiha berdewam kir: "Di sala 2015’an de me carek din rastiya dewletê dît. Me rastiya sermayeyê ku çawa ev welat dorpêç kirine dît. Em li Pirsûs, Enqere, Cizîr, Sûr û bajarên din bi şer re hatin rûqalî hev. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna li dijî şer û têkoşîna aştiya demokratîk berdewam bikin. 
 
HÊZÊN PARAMÎLÎTER XWE NÛJEN KIRIN
 
Temellî, herî dawî da zanîn ku dewletê di sala 2015'an de hêzên paramîlîter nûjer kirin û got: "Îro li hemberî me rêxistina SADAT’ê heye. Ev evncama hewaya polîtîyê ye. Divê ev polîtîka xwe nû bike. îro dewlet dixwaze polîtîkayên xwe yên xwe li Rojhilata Navîn belav bike pêş dixe. Vê yekê bi rêya rêxistinên îslamî pêk tîne. Li derve bi rêxistinên wekî DAIŞ'ê û li hundir jî bi hêzên paramîlîter pêk tîne. 
 
DIVÊ EM BI HEVRE TÊBIKOŞIN  
 
Divê berî her tiştî em hemû hêzên muxalif bên cem hev û bi hevre têbikoşin. Divê em li dijî faşizmê bi hêzek zêde û rêxistin têbikoşin. Divê em hemû hêzên demokratîk bi hevre çareseriyê pêş bixin. Ku em bi hevre têbikoşin em dikarin faşîzmê têk bibin. Dema em li pêvajoya 7'ê Hezîranê binerin û em li têkiliyên HDP'ê yên bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re binerin, tê dîtin ku çawa piştgiriyek mezin a demokratîkbûnê daye Tirkiyeyê." 
 
MA / Dîren Yurtsever
 
 
 

Sernavên din

08/06/2021
17:14 Mexmuriyan bang kirin: Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin
17:06 HDP’ê herêma şêwat lê rû da lêkolîn kir
17:04 Ferît Şenyaşar: Dozger dema ku me dibîne direve
16:24 ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ gihîşt Antalyayê
15:59 Dag xwest ku şewatên li heremê bên lêkolînkirin
15:51 HDP'iyan jinên karker ziyaret kirin
15:38 Bertek nîşanî binçavkirina Avci dan
15:28 Hevserokê KCD’ê Ozturk: PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye
15:13 Bûldan: Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne
14:48 Piştî her du xwişkên xwe Mûhammed Ş. jî jiyana xwe ji dest da
14:28 Doza Onder bi doza Kobanê re kirin yek
14:09 Kurê girtiyê nexweş Ozkan ê girtî dê hevrêtiya wî bike
14:01 Parlamenter Guzel ji bo rewşa Girtîgeha Jinan a Amedê serî li komîsyonê da
13:47 Parlamenterên kurd û Iraqê wê li Metînayê lêkolînê bikin
13:46 Aktîvîsta TJA'yê Bîlgîn: Nehat berdan
13:38 ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ taloq bû
13:37 Der barê rojnameger Can Dundar de bultena sor hat derxistin
13:15 Rojnameger Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Rastî di tarîtiyê de nema
12:57 Ji CHP, DEVA û Gelecekê berteka girtina HDP’ê
12:49 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:27 Ûca birîn û firotina darên li Herema Kurdistanê bir rojeva Meclîsê
12:14 Danişîna rojnameger Coşkûn, Ûgûr û Açar hat taloqkirin
12:11 Danişîna rojnameger Eser û Topaloglû taloq bû
11:58 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de ye: Dê kengî qanûn bê bicihanîn?
11:40 Dadgehê danişîna rojnamevan Rûken Demîr taloq kir
11:39 ‘Bila Înce li medrese û alimên kurdan binêre’
11:32 Ji Cudî heta Behdînanê qirqirina daran: Talan û diziyê sînor derbas kirin
11:26 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
10:48 Ji kok ve birîna daran bi ‘kezaxtinê’ parastin
10:21 Şewata ku mudaxale lê nayê kirin gihişt gundan
10:09 Ji bo kurdî mal bi mal îmzeyan kom dikin
09:50 Li Amedê 5 kes hatin girtin
09:45 Hevşaredarê Wanê Avci hat binçavkirin
09:06 'Tecrîd, hatiye asteke ji Tirkiyeyê wêdetir'
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 194'yemîn de berdewam dike
09:06 Di 16 mehan de 28 lêpirsîn
09:06 Kanar: Dewlet li Îmraliyê sûc dike
09:06 Peyama 'li goristanê me' weke alîkariya rêxistinê hat hesibandin
09:05 'Dê qêrînên Îpek Er di guhên darazê de olan bidin'
09:05 Amîrê Narkotîkê ji ber tiryakê 44 rojan di girtîgehê de ma
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
07/06/2021
22:14 HDP: Em ê nehêlin!
22:05 Li Amedê astengkirina mîtînga ziman bi meşekê hat şermezakirin
21:21 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:24 Derbarê girtina HDP'ê de cardin îdianame hat amadekirin
17:20 Aydenîz li Sîlopyayê bang kir: Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn
16:50 Sefin Dizeyî: Em ji birîna daran agahdar bûn
16:43 Jinên ku polîsan binçav kirin hatin berdan
16:30 Şewata li Lîcê 4 rojin bê navber dewam dike
16:09 Jin: Keda me nayê dîtin
15:47 Derbarê Ahmet Şik de lêpirsîn hat destpêkirin
15:41 Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e
15:31 Endamên komîsyona ku Baroya Rihayê fesx kir: Biryarê paş ve bikişînin
15:06 Dadgehê 11 sal û 6 meh ceza li parêzer Ozbîngol birî
15:04 Baroyên herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
13:53 Danişîna Hevşaredara Geverê hat taloqkirin
13:49 Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane
13:48 Jinên HDP’î bi koçeran re hatin gelhev
13:47 Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
13:13 Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin
13:04 Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan
13:03 Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike
12:57 Baroya Amedê: Pedagojiya Înce pedagojiya faşîzmê ye
12:43 Malbata Şenyaşar xwest dosyeya nexweşxanê bê vekirin
12:14 Zarokê ji serê xwe hat gulebarankirin 10 rojin di lênêrîna awarte de ye
11:58 Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin
11:17 Amediyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin: Em xwedî zimanê xwe derkevin
10:35 Parlementerê Iraqê Mihemed: Tirkiye axa Kurdistanê dagir dike
10:32 Ji Peker bo Soylû: Şirketa te 57 qat mezin bû, îro roja te ya dawiye
09:56 Bi xwarina ser sergo zikê xwe têr dike
09:26 Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 192'yemîn de berdewam dike
09:02 Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin