Baroya Amedê: Pedagojiya Înce pedagojiya faşîzmê ye

  • rojane
  • 12:57 6 Hezîran 2021
  • |
img

AMED - Bertek û nerazibûnên li dijî gotina Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce ya "Kurdî ne zimanê padegojiyê ye" zêde dibe. Ji Baroya Amedê Mehmet Emîn Gun, bertek nîşanî daxuyaniya Serokê Partiya Memleket Muarrem Înce da  û got: "Pedagojiya ku Muharrem Înce qalê dike pedagojiya faşîzmê ye. Pedagojiya ku em dizanin perwerdehiya zimanê zikmakî gelek muhîm e." 

Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce di 4'ê Heziranê de di qanalek Tv de gotibû, “Kurdî ji aliyê pedagojik de ne guncav e. Ne li gorî pedagojîyê ye". Li dijî vê gotina Înce bertek û nerazibûnên sazî û rêxistinên Kurdan zêde bûn. Serokê Navenda Mafê Zarokan ê Baroya Amedê Prz. Mehmet Emîn Gun, bertek nîşanî Înce da. Prz. Gun anî ziman ku li gorî destûra bingehîn her zarok xwedî maf e ku bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin û wiha got: "Her zarok xwedî mafê destûra bingehîn e ku bi zimanê zikmakî bêne perwerdekirin. Daxuyaniya Înce ji bo me pir bi fikar in. Tevlebûna Înce ya Siyasetê ji bo hemû zarokan tiştekî baş e. Ji ber ku êdî dê kesekî wekî Înce zerarê nede zarokan. Lê mixabin gelek siyasetmedarên wekî Muharrem Înce difikirin hene." 
 
'EV REZALETA POLÎTÎKAYA PERWERDEHIYÊ YE' 
 
Prz. Gun, anî ziman ku daxuyaniya Înce, polîtîkaya perwerdehiya Tirkiyeyê radixe ber çavan û wiha axivî: "Li vî welatî dema Perwerdehiya Zimanê Zikmakî tê gotin, Muharrem Înce jî navde, Perwerdehiya Zimanê Kurdî tê aqilê gelek mirovan. Di van kesan de fikra "Dê welat perçe bike" pêş dikeve. Dema Înce got "Kurdî ne li gorî pedagojiye ye" em heyîrî man. Ev berhemê hişê dehşetê ye. Ev gotin hişmendiya wî ya "Zaroken Tirkan serdestî zarokên Kurdan in" nîşan dide. Li gorî feraseta wî 'Tirkî serdestî Kurdî ye'" 
 
'EV PEDAGOJIYA FAŞÎZMÊ YE' 
 
Parêzer Gun, destnîşan kir ku beriya dest bi pîşeyê parêzeriyê bike, mamostetiya pêşdibistaniyê dikir û wiha axivî: "Perwerdehiya pêş dibistanê, li cîhanê ji bo Pergala Perwerdehiya Hemdem gelek girîng e. Lê li Tirkiyeyê armanca vê yekê ewe ku çawa zarokan ji zimanê zikmakî dûr bixe ye. Bi vê pergala "Pêşdibistanê" armanc dikin ku çawa hemû zarokan ji zimanê wan dûr bixin û fêrî tirkî bikin. Îro li hemû gundên ku Kurd lê dijîn perwerdehiya Pêşdibistanê" tê dayîn. Li gundê ku av û ceyran lê tune ye, ev perwerdehî tê dayîn. Ji ber ku hişmendiya dewletê ya 'Pêdiviya zarokên Kurdan beriya av, rê û ceyranê bi Tirkî heye' heye. Pedagoyiya ku Înce qal dike pedagojiya faşîzmê ye. Ji ber pedagojiya em dizanin, perwerdehiya bi zimanê zikmakî gelek mûhîm û pêwist e." 
 
PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ
 
Prz. Gun, destnîşan kir ku berî her tiştî li gorî Peymana Mafên Mirovan a Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, her zarok xwedî maf e ku bi zimanê zikmakî perwerde bibe û wiha bi dawî kir: "Ev maf bi zagonan û peymanan hatiye mîsogerkirin. Piştî ku Tirkiye ev xal îtîraz kir, li Tirkiyeyê mafê zarokan ê zimanê zikmakî hat asteng kirin. Li Tirkiyeyê zarokên ku nikarin bi zimanê zikmakî perwerde bibin gelek pirsgirêk dijîn. Pisporên perwerdehiya pedagojiyê diyar dikin ku zarokên nikaribin bi zimanê zikmakî perwerde bibin, ji xwe ne bawer in. Nikarin bi axivîrinin. Di aliyê serkeftina akademik û pêşketina psiko-civakî û pêşketina hiş de li paş dimînin. Dema zarok bi zimanê zikmakî perwerde debin, di aliyê hest û ramanê de jî pêş nakevin. Nikarin fikr û hestê xwe bînin ziman. Dîsa zarok rêza li hemberî xwe jî winda dikin. Dîsa ev dibe sedem ku zarok ji çand, ziman û nasnameya xwe bêzar bibe." 
 
TÊKOŞÎNA ZIMAN 
 
Prz. Gun, herî dawî bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî ya zarokan û wiha bi dawî kir: "Zimanê zikmakî hişê çandî derbasî pêşerojê dike. Vê yekê tîne ziman û parve dike. Dema zarokek bi zimanê nayê zanîn perwere dibe, bê ziman tê hiştin. Ez tu carî zarokantiya xwe ji bîr nakim. Min nedixwest bavê min bê dibistanê. Ji ber ez nikarîbûm bi tirkiyek baş bi axiviyama. Min ji bavê xwe şerm dikir. Piştî ez mezin bûm û min dît ji ber min ji bavê xwe şerm dikir û ez ji xwe şerm dikim, vê carê min ji vê şermê şerm kir. Yanî vê dewletê em di nava şermê de pêçane. Em xiztine zindana şermê. Divê tu zarok ji dayik û bavê xwe şerm nekin. Ev têkoşîna ziman têkoşînek pîroz e. " 
 
MA / Eylem Akdag
 
 

Sernavên din

08/06/2021
17:14 Mexmuriyan bang kirin: Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin
17:06 HDP’ê herêma şêwat lê rû da lêkolîn kir
17:04 Ferît Şenyaşar: Dozger dema ku me dibîne direve
16:24 ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ gihîşt Antalyayê
15:59 Dag xwest ku şewatên li heremê bên lêkolînkirin
15:51 HDP'iyan jinên karker ziyaret kirin
15:38 Bertek nîşanî binçavkirina Avci dan
15:28 Hevserokê KCD’ê Ozturk: PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye
15:13 Bûldan: Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne
14:48 Piştî her du xwişkên xwe Mûhammed Ş. jî jiyana xwe ji dest da
14:28 Doza Onder bi doza Kobanê re kirin yek
14:09 Kurê girtiyê nexweş Ozkan ê girtî dê hevrêtiya wî bike
14:01 Parlamenter Guzel ji bo rewşa Girtîgeha Jinan a Amedê serî li komîsyonê da
13:47 Parlamenterên kurd û Iraqê wê li Metînayê lêkolînê bikin
13:46 Aktîvîsta TJA'yê Bîlgîn: Nehat berdan
13:38 ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ taloq bû
13:37 Der barê rojnameger Can Dundar de bultena sor hat derxistin
13:15 Rojnameger Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Rastî di tarîtiyê de nema
12:57 Ji CHP, DEVA û Gelecekê berteka girtina HDP’ê
12:49 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:27 Ûca birîn û firotina darên li Herema Kurdistanê bir rojeva Meclîsê
12:14 Danişîna rojnameger Coşkûn, Ûgûr û Açar hat taloqkirin
12:11 Danişîna rojnameger Eser û Topaloglû taloq bû
11:58 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de ye: Dê kengî qanûn bê bicihanîn?
11:40 Dadgehê danişîna rojnamevan Rûken Demîr taloq kir
11:39 ‘Bila Înce li medrese û alimên kurdan binêre’
11:32 Ji Cudî heta Behdînanê qirqirina daran: Talan û diziyê sînor derbas kirin
11:26 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
10:48 Ji kok ve birîna daran bi ‘kezaxtinê’ parastin
10:21 Şewata ku mudaxale lê nayê kirin gihişt gundan
10:09 Ji bo kurdî mal bi mal îmzeyan kom dikin
09:50 Li Amedê 5 kes hatin girtin
09:45 Hevşaredarê Wanê Avci hat binçavkirin
09:06 'Tecrîd, hatiye asteke ji Tirkiyeyê wêdetir'
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 194'yemîn de berdewam dike
09:06 Di 16 mehan de 28 lêpirsîn
09:06 Kanar: Dewlet li Îmraliyê sûc dike
09:06 Peyama 'li goristanê me' weke alîkariya rêxistinê hat hesibandin
09:05 'Dê qêrînên Îpek Er di guhên darazê de olan bidin'
09:05 Amîrê Narkotîkê ji ber tiryakê 44 rojan di girtîgehê de ma
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
07/06/2021
22:14 HDP: Em ê nehêlin!
22:05 Li Amedê astengkirina mîtînga ziman bi meşekê hat şermezakirin
21:21 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:24 Derbarê girtina HDP'ê de cardin îdianame hat amadekirin
17:20 Aydenîz li Sîlopyayê bang kir: Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn
16:50 Sefin Dizeyî: Em ji birîna daran agahdar bûn
16:43 Jinên ku polîsan binçav kirin hatin berdan
16:30 Şewata li Lîcê 4 rojin bê navber dewam dike
16:09 Jin: Keda me nayê dîtin
15:47 Derbarê Ahmet Şik de lêpirsîn hat destpêkirin
15:41 Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e
15:31 Endamên komîsyona ku Baroya Rihayê fesx kir: Biryarê paş ve bikişînin
15:06 Dadgehê 11 sal û 6 meh ceza li parêzer Ozbîngol birî
15:04 Baroyên herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
13:53 Danişîna Hevşaredara Geverê hat taloqkirin
13:49 Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane
13:48 Jinên HDP’î bi koçeran re hatin gelhev
13:47 Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
13:13 Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin
13:04 Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan
13:03 Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike
12:57 Baroya Amedê: Pedagojiya Înce pedagojiya faşîzmê ye
12:43 Malbata Şenyaşar xwest dosyeya nexweşxanê bê vekirin
12:14 Zarokê ji serê xwe hat gulebarankirin 10 rojin di lênêrîna awarte de ye
11:58 Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin
11:17 Amediyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin: Em xwedî zimanê xwe derkevin
10:35 Parlementerê Iraqê Mihemed: Tirkiye axa Kurdistanê dagir dike
10:32 Ji Peker bo Soylû: Şirketa te 57 qat mezin bû, îro roja te ya dawiye
09:56 Bi xwarina ser sergo zikê xwe têr dike
09:26 Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 192'yemîn de berdewam dike
09:02 Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin