‘Bila Înce li medrese û alimên kurdan binêre’

  • rojane
  • 11:39 8 Hezîran 2021
  • |
img
ŞIRNEX – Mamosteyên ji Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî, bertek nîşanî gotina Serokê Giştî yê Partiya Welat Mûharrem Înce dan û gotin ku heke Înce dîroka kurdan binêre dê bersiva xwe ji medrese û alimên kurdan bigire.
 
Serokê Giştî yê Partiya Welat Mûharrem Înce, di 4'ê heziranê de tevlî weşana zindî ya qanaleke tirkî bûbû û ji bo perwerdeya zimanê zikmakî ya kurdî ev tişt gotibû: “Mijara perwerdeya zikmakî mijara pedagojiye ye. Fêrkirina fizik û bîrkariyê ya bi kurdî tê vê wateyê, ‘Ey keç û xorta kurd bibe bijîjk lê Îzmîrê peywir neke, li Colemêrgê bimîne’. Vê daxuyaniya Înce bû sedema nîqaşan û gelek derdoran bertek nîşanî Înce dan. Me ji Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî xwe gihand mamosteyan û gotinên Înce yên têkildarî perwerdeya bi kurdî ji wan pirsî. Mamosteyan, bertek nîşanî gotina Înce dan û gotin ku di bingeha gotinên Înce de nenaskirina nasnameya kurd heye.
 
‘KURD JI MAFÊ XWE BÊPAR IN’
 
Mamoste Fatma Şahîn, diyar kir ku gotinên Mûharem Înce ne sîyasî ne jî zanistî ne û wiha got: “Ev gotin li dijî bingeha zanîst û perwerdeya navnetewî ne. Li Cîhanê gelek pispor qebûl dikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê hem ji bo fêrbûnê û hem jî ji bo pedagojîyê baş e. Tevî ku li Tirkiyeyê bi milyonan kurd hene jî kurd ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê zikmakî bêpar in. Heke li Tirkiyeyê astengiya li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin dê kurd jî wek her nijadî pêşketinên mezin bi dest bixin. 
 
ÇIMA KURD NIKARIBE?
 
Mamoste Şahîn, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku bingeha gotinên Înce tune ye û ev tişt gotin: “Gotina Înce ya ‘kurdên perwerdeya kurdî bibînin dê nikaribin li rojavayê Tirkiyeyê bijîn’ li dijî raşiye ye. Îro kesekî Tirk an jî Ereb ferq nake, bi zimanê xwe yên dayikê perwerde dibîne û dikare li her deverê cîhanê kar bike. Kesekî kurd çima nikaribe ji bilî bajarên kurd kar bike? Rastiya hebûna bi milyonan kurdam û zimanê wan ji hêla rayedaran ve nayê dîtin. Heke kesên van gotinan dikin li dîroka kurdan binêrin dê bersiva xwe ji medrese û alimên kurdan bigirin.”
 
'NAHÊLIN PÊŞIYA ZIMANÊ KURDÎ VEBIBE' 
 
Mamoste Demhat Yildiz jî da zanîn ku dema ku mijar dibe kurd û zimanê kurdî hemû hêzên nijadperest dibin yek û ev nirxandin kir: “Mûharrem Înce, di Hilbijartina Serokkomariyê de bi saya dengê kurdan dengekî zêde bi dest xistibû û bûbû duyemîn. Înce bi vê gotinê bersiva xwe ya li dijî kurdan daye. Ev gotinên Înce fikra siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî  kurdan nîşanî me dide. Dema ku mijar kurd û zimanê kurdî be fikir yek e. Nahêlin ku pêşiya zimanê kurdî vebe. Zarokistan hat vekirin, dewletê dît ku zimanê kurdî bi pêş dikeve girtin. Nehiştin ku bi pêş ve biçe û perwerdehiya ziman bê dayîn.”
 
'DURÛITIYÊ DIKIN' 
 
Mamoste Yildiz, got ku li gorî demê siyaseta siyasetmenderên tirk a li dijî kurdan diguhere û ev tişt anîn ziman: “Mûharrem Înce dema ku di CHP'ê de jî siyaset dikir heman hişmendî di serê wî de hebû. Li hemberî kurdî fikra CHP'ê jî heman e. Sekna dewletê ya li dijî zimanê kurdî diyar e. Heke zarokên Mûharrem Înce bixwazin ku fêrî îngilîzî bibin divê em ji vê re rêz bigirin. Lê çima dema kurdek dixwaze bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibîne, ev pêk nayê? Heke ji bo îngilîzî rêz bigirin û ji bo kurdî rêz negirin ev durûtî ye. Mûharrem Înce bi vê dixwaze dengên nijadperastan bigire."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

08/06/2021
17:14 Mexmuriyan bang kirin: Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin
17:06 HDP’ê herêma şêwat lê rû da lêkolîn kir
17:04 Ferît Şenyaşar: Dozger dema ku me dibîne direve
16:24 ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ gihîşt Antalyayê
15:59 Dag xwest ku şewatên li heremê bên lêkolînkirin
15:51 HDP'iyan jinên karker ziyaret kirin
15:38 Bertek nîşanî binçavkirina Avci dan
15:28 Hevserokê KCD’ê Ozturk: PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye
15:13 Bûldan: Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne
14:48 Piştî her du xwişkên xwe Mûhammed Ş. jî jiyana xwe ji dest da
14:28 Doza Onder bi doza Kobanê re kirin yek
14:09 Kurê girtiyê nexweş Ozkan ê girtî dê hevrêtiya wî bike
14:01 Parlamenter Guzel ji bo rewşa Girtîgeha Jinan a Amedê serî li komîsyonê da
13:47 Parlamenterên kurd û Iraqê wê li Metînayê lêkolînê bikin
13:46 Aktîvîsta TJA'yê Bîlgîn: Nehat berdan
13:38 ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ taloq bû
13:37 Der barê rojnameger Can Dundar de bultena sor hat derxistin
13:15 Rojnameger Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Rastî di tarîtiyê de nema
12:57 Ji CHP, DEVA û Gelecekê berteka girtina HDP’ê
12:49 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:27 Ûca birîn û firotina darên li Herema Kurdistanê bir rojeva Meclîsê
12:14 Danişîna rojnameger Coşkûn, Ûgûr û Açar hat taloqkirin
12:11 Danişîna rojnameger Eser û Topaloglû taloq bû
11:58 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de ye: Dê kengî qanûn bê bicihanîn?
11:40 Dadgehê danişîna rojnamevan Rûken Demîr taloq kir
11:39 ‘Bila Înce li medrese û alimên kurdan binêre’
11:32 Ji Cudî heta Behdînanê qirqirina daran: Talan û diziyê sînor derbas kirin
11:26 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
10:48 Ji kok ve birîna daran bi ‘kezaxtinê’ parastin
10:21 Şewata ku mudaxale lê nayê kirin gihişt gundan
10:09 Ji bo kurdî mal bi mal îmzeyan kom dikin
09:50 Li Amedê 5 kes hatin girtin
09:45 Hevşaredarê Wanê Avci hat binçavkirin
09:06 'Tecrîd, hatiye asteke ji Tirkiyeyê wêdetir'
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 194'yemîn de berdewam dike
09:06 Di 16 mehan de 28 lêpirsîn
09:06 Kanar: Dewlet li Îmraliyê sûc dike
09:06 Peyama 'li goristanê me' weke alîkariya rêxistinê hat hesibandin
09:05 'Dê qêrînên Îpek Er di guhên darazê de olan bidin'
09:05 Amîrê Narkotîkê ji ber tiryakê 44 rojan di girtîgehê de ma
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
07/06/2021
22:14 HDP: Em ê nehêlin!
22:05 Li Amedê astengkirina mîtînga ziman bi meşekê hat şermezakirin
21:21 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:24 Derbarê girtina HDP'ê de cardin îdianame hat amadekirin
17:20 Aydenîz li Sîlopyayê bang kir: Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn
16:50 Sefin Dizeyî: Em ji birîna daran agahdar bûn
16:43 Jinên ku polîsan binçav kirin hatin berdan
16:30 Şewata li Lîcê 4 rojin bê navber dewam dike
16:09 Jin: Keda me nayê dîtin
15:47 Derbarê Ahmet Şik de lêpirsîn hat destpêkirin
15:41 Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e
15:31 Endamên komîsyona ku Baroya Rihayê fesx kir: Biryarê paş ve bikişînin
15:06 Dadgehê 11 sal û 6 meh ceza li parêzer Ozbîngol birî
15:04 Baroyên herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
13:53 Danişîna Hevşaredara Geverê hat taloqkirin
13:49 Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane
13:48 Jinên HDP’î bi koçeran re hatin gelhev
13:47 Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
13:13 Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin
13:04 Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan
13:03 Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike
12:57 Baroya Amedê: Pedagojiya Înce pedagojiya faşîzmê ye
12:43 Malbata Şenyaşar xwest dosyeya nexweşxanê bê vekirin
12:14 Zarokê ji serê xwe hat gulebarankirin 10 rojin di lênêrîna awarte de ye
11:58 Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin
11:17 Amediyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin: Em xwedî zimanê xwe derkevin
10:35 Parlementerê Iraqê Mihemed: Tirkiye axa Kurdistanê dagir dike
10:32 Ji Peker bo Soylû: Şirketa te 57 qat mezin bû, îro roja te ya dawiye
09:56 Bi xwarina ser sergo zikê xwe têr dike
09:26 Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 192'yemîn de berdewam dike
09:02 Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin