Ocalan: Tiştên diqewimin operasyona gladioya taybet a li hemberî gladioya xweser e

  • rojane
  • 09:06 10 Hezîran 2021
  • |
img

STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîbû ziman ku AKP bi Peymana Dolmabahçeyê (2007), gladioyaya xwe ya taybet çêkiriye û gotibû: "Tiştên ku îro diqewimin, operasyona gladîoya taybet a AKP'ê ye ku li hemberî gladîoya xweser a Gureş-Çîller kiriye. A ku îro tê kirin, operasyona gladîoya taybet a li hemberî gladîoya xweser e." 

 
Piştî îtirafên rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker, careke din têkiliya dewlet-mafya-siyasetê ket ber nîqaşan. Di vî warî de gelek şîrove û nîqaş tên kirin. Lê belê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di gelek pirtûkên xwe de û di hevdîtinên de yên bi parêzeran re, bal kişandiye ser têkiliya dewlet-mafya-siyasetê. Ocalan, diyar dike ku ev pergalên di nav dewletê de kodên xwe ji Îttihat û Terakkiyê girtine û astengiya herî mezin a li ber çareserkirina pirsgirêka kurdî jî ev pergal in. 
 
PIRSGIRÊKÊN CIVAKΠ
 
Ocalan di pirtûka xwe ya "Nexşerê" (Turkiye’de Demokratikleşme Sorûnlari, Kurdistan’da Çozum Modellerî) de bi berfirehî li ser têkiliya dewlet-mafya-siyasetê sekiniye. Ocalan, di pirtûka xwe de diyar dike ku piştî şerê sar tu girîngiya teşkîlata Galdioyê nemaye, lê belê ji ber PKK'ê heya sala 2007'an jî li Tirkiyeyê çalak bûye û dibêje: "Gladioya NATO'yê ku li Tirkiyeyê di bin hin navan de dixebite, di warê bûrjûwayê de jî tu şensî nade ber demokrasiyê. Şerê çeteyan ên di nav dewletê de pirsgirêkên civakî pir kûr dike. Liv û tevgerên herî biçûk ên demokratîk jî dieciqîne. Ji lew re tevgereke demokratîk a muhtemel, wekî jiholêrakirina xwe dihesibîne." 
 
KRÎZA KOMARÊ 
 
Ocalan, bibîr dixe ku Komara Tirkiyeyê li ser enqaza krîza împaratoriyê hatiye avakirin ku hêza çekdarî ya Îttihat û Terakkiyê ew kûr kiribû û rûxiyabû. Ocalan dibêje: "Projeya komarê, projeyeke modernîteyê bû. Bi pesendkirina hêzên hegemonîk ên rojavayî li Lozanê pêk hat. Divê mirov bin vê xêz bike; Piştî 1926'an a bibandor ne bandora kesayetiya Ataturk e, ceribandina kadroyên îttihatparêz e ku gav bi gav Komarê bi dest xistin û feraseta faşîst li ser esasê netew-dewletkokek tund li sazîbûyûnê li hev anîn. Ataturk, bi awayekî zelal hewl daye artêşê derî siyasetê bihêle, dewleteke qanûnê ava bike, esasên sinif û zumreyan red bike, siyaseta li derve serbixwe û di nav xwe de azad pêk bîne. Lê ev siyaset ji aliyên kesên ku ew dorpêç kiribûn ve, bi polîtîkayên komploger û îmtiyazî hatin pûç kirin û ev siyaset heya roja îro bi darbeyan tê kirin. Yanî ya tê kirin bi darbeyên di nav qesrê de, bi komplo û darbeyên îttihatparêzan dewlet ji dewletê bê dûrxistin, bê bidestxistin û li ser civakê bibe rêvebiriyeke despotîk. Helbet li dijî vê ji bo dewlet wekî dewletê bê birêvebirin, gelek têkoşînên girîng hene. Avakirina komarê ya Mûstafa Kemal, yek ji van hewldanên sereke ye." 
 
RÊXISTINA ÇETEYAN 
 
Ocalan, di 18'ê Mijdara 1998'an de di bernameyeke televîzyonê de destnîşan dike ku rêxistina çeteyan dewlet, civak û sermayeyê daqurtandiye û dibêje: "Bala xwe bidinê; mesela bûyera Omer Lutfî Topal, dibêjin qiralê qumarxaneyan. Pereyê wî zêde bû, bera wî dan. Bi sedan tiştên bi vî rengî hene. Lê niha ev kanî dimiçiqin. Hêjayî gotinê ye ku ez ji were nirxandineke serokê TUSÎAD'ê Birêz Halîs Komîlî bibêjim. Belkî dubare be, lê ji ber ku dê hin rastiyan aşkere bike girîng e. Dibêje, zilamên sultan hatine ji bo şer kurê gundiyekî birine, hatine yê dudoyan jî xwestine, wî jî daye wan. Paşê hatine yê sisêyan jî xwestine, lê zilam gotiye; 'Herin ji sultan re bibêjin, bila pişta xwe nede min û şer nedomîne!' Serokê TUSÎAD'ê van tiştan dibêje û pir rast e. Êdî ev şer bi sermayeyê nayê birêvebirin." 
 
FERMANA CIA'YÊ 
 
Ocalan, di heman axaftina xwe de dibêje Gladio "rêxistina bin erdê ya NATO'yê ye" û wiha dibêje: "Ev rêxistina bin erdê, bi taybetî piştî jihevketina pergala Sowyetê, bi piranî li Ewropayê ji hev ket. Lê belê, li Tirkiyeyê ji hev neket. Sedema wê jî, sedemine herêmî ne. Di vê serdemê de pêdiviya Îsraîlê pir bi alîkariya Tirkiyeyê hebû. Û vê bi peymaneke eskerî-stratejîk qewî kirin. Tirkiye ji Îsraîlê ev tişt xwest; 'Em û te, em ê vê peymanê çêbikin, lê tu yê jî bi rêya Amerîkayê, li seranserê cîhanê destekê bidî şerê herî dijwar ku ez dikim.' Ev, ji bo Amerîkayê, ji bo CIA'yê fermanek e. Yanî Tirkiye bi tena serê xwe li cîhanê rejîma herî tarî domand û ev kir ku pêşî li ber destekkirina wê bê vekirin. Lê binerin, berdevkên Amerîkayê rojane bi helwesteke ji qiral bêtir qiral dibêjin em alîkariya Tirkiyeyê dikin. Lê ev polîtîka, dev ji çalakbûna Amerîkayê ya li herêmê berde, wê ber bi pêvajoyeke pir xedar ve biriye." 
 
GEFA AGAR 
 
Ocalan, di 31'ê Kanûna 2003'an de di hevdîtina xwe ya bi parêzeran re, dibêje: "Gladîoya NATO'yê, di warê bûrjûwayê de jî rê neda demokrasiyê. A heyî jî bû demokrasiyeke plankirî ku deh salan carekê bi darbeyan re rû bi rû dimîne. Darbeyên 1971 û 1982'yan, darbeyên Gladîoyê ne. Pevçûnên çepgir-rastgiran, kontrgerîlla, darbeya Gureş-Çîller û Hîzbullaha çete dewletê bi dest xist. Organîzasyoneke qerase heye. Organîzasyona ku 10 hezar kes kuştin çi be, ev organîzasyona qerase jî ew e. Hikûmet çawa nêzî vana dibe? Tenê bertekê nîşanî tetikêşan dide. Lê naxwaze organîzasyona qerase ya li pişt vê bibîne. Kurê Turkeş (Yildirim Tûgrûl Turkeş) çû tenîşta Çîllerê. Mahmût Yildirim (Yeşîl) niha li ku ye? Piraniya vana xwedî meaş in. Hîzbullah, bi awayekî qismî heye. Mehmet Agar, dibêje heger hûn bi ser min de bên ez ê biaxivim. Dikarin zirarê bidin her derî." 
 
GLADYOYA AKP'Ê 
 
Ocalan, di hevdîtina xwe ya 2'yê Sibata 2011'an a bi parêzeran re, destnîşan dike ku AKP, bi Peymana Dolmabahçeyê (2007) re ji bo qirkirina kurdan bi artêşê re li hev kiriye û beramberî vê peymanê jî AKP'ê gladioya xwe ya taybet ava kiriye. Ocalan dibêje: "Tiştên ku îro diqewimin, operasyona gladîoya taybet a AKP'ê ye ku li hemberî gladîoya xweser a Gureş-Çîller e kiriye. Hûn dibêjin, Gladio nehat tasfiyekirinan, hat nûkirin. Gelo em dikarin bibêjin, AKP dewleta xwe ya kûr ava dike? Belê, wisa ye lê ne hewce ye mirov bibêje dewleta kûr. Gladio ye, gladioya taybet e. Tişta îro tê kirin, operasyona gladioya taybet e, li hemberî gladioya xweser. Tê gotin, di nav artêşê de hin fermandar nehiştine li hemberî PKK'ê êrîşa hewayî bê kirin. Behsa meseleya Heronan dikin. Ji ber ku nehiştine, doz li van fermandaran hatiye vekirin. Ji ber ku ev fermandar xwe nedane ber şerê li dijî PKK'ê, tên tawanbarkirin. Ev, ew kes in ku wisa difikirin dê bi şer bi ser nekevin, lê belê ji aliyekî din ve jî, ev kes wekî kesên ehlê şer in tên nîşandan." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

11/06/2021
10:53 Bayindir: AKP di êrişên li dijî kurdan de PDK’ê bikar tîne
10:11 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 4 jinên HDP'î hatin binçavkirin
09:56 ÎHD, wê têkildarî biryara AYM’ê ya Cizîrê daxuyaniyê bide
09:42 Hêceta redkirina doza ‘Jêrzemînên Cizirê’ hat weşandin
09:40 22 sal û 3 meh cezayê li Guven hatibû birin hat erêkirin
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 197'emîn de dewam dike
09:08 Têkiliya 'berjewendiyan' a Tirkiye û PDK'ê
09:08 ‘Armanca pakêta darazê ya 4'emîn bi temamî tecrîdkirina girtiyan e'
09:07 Ji ber bihabûna kirêya zozanan koçer ji sewalvaniyê sar bûne
09:06 Jinên ku li Hewselê 14 saetan dixebitin doza keda xwe dikin
09:06 Naxwazin bibin karkerên demsalî
09:05 Antolojiya Dengbêjên Botanê derket
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2021'AN
10/06/2021
23:08 Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
23:04 Bertek nîşanî Barzanî da: Dîktator
21:46 Hêzên taybet ên PDK'ê êrîş birin ser noqteyên HPG'ê
20:20 96 kes ji ber Covîd-19'ê mirin û 6 hezar û 408 kesên din jî pê ketin
18:39 Nivîskar û rojnamevanên bi kurdî dinivîsinin hatin xelatkirin
17:22 Kemalbay: Erdogan henekên xwe bi gel dike
16:57 Şewata li Pîranê didome
16:57 Îfadeyên Hevşaredarê Wanê Avci û kesên pê re temam bû
16:47 Doza ku HDP’î jê tên razandin taloq bû
16:40 Wezîr di vekirina kana zêran de hawîrdorparêz hedef girt
15:47 Li Cûdî agir vemirî lê birîna daran didome
15:46 Di Lijneya Giştî ya HDK’ê de destnîşankirina têkoşîna yekgirtî
15:00 Sancar: Gladyoya Taybet bi polîtîkayên şerê topyekûn kûrtir bû
14:42 Platforma Komeleyên Herêmî li dijî operasyonan banga yekitiyê kirin
14:35 Du rojan wê çalakî li dijî talankirina xwezayê û operasyonan bên lidarxistin
14:23 Doza rojnamevan Rûşen Takva hat taloqkirin
14:15 Dede: Îdianameya HDP’ê ji raya giştî vedişêrin
14:14 Li Mêrdînê, çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê
13:57 Kongreya HDK’ê: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye
13:41 HDP’iyan giliya AKP’iyên ku gefên kuştinê li wan xwarin kirin
13:37 Bi ser mala hevjina xwe ku pê re li ber berdanê ye de girt û kesekî kuşt
13:23 Dozgerê dixwaze HDP bê girtin: Min ji bo 451 kesan qedexeya siyasî xwest
12:59 PDK’ê 3 nûnerên PYD’ê binçav kirin
12:54 Mûrat Karayilan: Erdogan heyetek şand cem PKK’ê
12:42 Komkujiya 10’ê Cotmehê di meha 68’emîn de ye: Bila hemû faîl bên darizandin
12:37 Li seranserê dinyayê hejmara zarokên karker gihîşt 160 milyonan
12:26 Serlêdanên ji bo pêşbirka Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kirin
12:06 Wê hîmê projeya ku xwezayê texrîb bike wezîr deynin
12:05 Malbata Şenyaşar: Em dozgerek bi cesaret dixwazin
11:47 Îdîanameya HDP’ê nedan parêzeran: Fermana serdozger heye
11:46 Civata Giştî ya HDK’ê dest pê kir
11:35 Hejmara 20'an a Kovara Dilopê derket
11:33 Li Farqînê di salekê de 20 bûyerên întiharê pêk hatin
11:09 Pêşmergeyê berê: PDK ji dewleta tirk re nokertiyê dike
10:22 Stranbêj: Ji bo çareseriyê hewcehî bi piştevaniyeke kolektîf heye
09:55 Bi Hevşaredar Avci re 4 kesên din jî di bin çavan de ne
09:10 Nanê xwe ji kevir derdixin
09:06 Tahdeya polîs û notirvanan heye, lê kesê bê darizandin tune ye
09:06 Koma 40'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Ciwanê sîxurtî lê hat ferzkirin ji Soylû pirsî: Îja tiştên hatin serê me çi bûn?
09:06 Parêzer Çakas: Girtî di pergala tenduristiyê de jî tên tecrîdkirin
09:06 Ocalan: Tiştên diqewimin operasyona gladioya taybet a li hemberî gladioya xweser e
09:04 Banga alîkariyê ji bo tedawiya Mûstafa
09:04 Jinên çûn zozanan dest bi haziriyên zivistanê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:46 Li Berwariyê cerdevanek hat kuştin û cerdevanek jî birîndar bû
00:40 Çiyayê Gorseyê dişewite: Esker nahêlin agir bê tefandin
09/06/2021
23:57 Cenazeyê Salgin hat veşartin
20:47 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:19 HDP'ê malbatên kesên ku bi awayekî biguman jiyana xwe dest dan, ziyaret kir
16:45 Balafirên artêşa tirk gundê Şihê bombebaran kirin
16:44 Hevserokê MEBYA-DER’ê Karadag tehliye bû
16:41 HDP’î bi Dayikên Aştiyê civiyan
16:40 Seredana Malbata Şenyaşar: Dozger ji ber zextên siyasî gavê navêjin
15:58 Cotkar jî stranbêj jî ji vê rewşê ne razî ne
15:53 Gorek komî ya aydê Êzidiyan hat dîtin
15:23 Êrişî ciwanên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar dikirin, kirin
15:19 Aydenîz: Em ê li her derê têkoşîna jinê bidin
15:19 Ahmet Şik giliya Bahçelî kir
15:08 HDP'iyan guhdarî pirsgirêkên karkerên jin kirin
15:07 Wê heyeta parlamenterên Iraqê û Başûr li Amediyê lêkolînan bike
14:43 Emîne Şenyaşar: Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin
14:09 Ji bo parêzer Kaya 5 salan ceza hat xwestin
14:08 Li Dersimê tacîzkarek hat girtin
13:34 Hevseroka MED-DER’ê Kan: Gelê me jî dewletê jî peyamên pêwîst wergirtin
13:34 Raportorê NY’yê: Tirkiye azadiya raman û rêxistibûnê bin pê dike
13:21 Ûgûrlû: Em ê têkoşîna jinan mezin bikin
Bûldan: Faşîzm wê bi şikendina tecrîdê têk biçe
12:41 Şewata li Pîranê di roja 9’an de didome: Kes mudaxale nake
12:06 Derbarê ajansa ku rojnameger lê naxebite de, agahiya istixbaratê xwest
11:44 Li Çiyayê Cûdî dest bi avakirina qelekolê kirin
11:19 Konferasa Meclîsên Jinan a HDK’ê dest pê kir
11:01 Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin
11:00 Pitika ku hat angaştkirin ketiye jiyana xwe ji dest da
10:47 TÎP, EMEP, TOP û Malêngel ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
10:43 Polis ji ciwanê HDP’î re got: Wê tiştên baş neyên serê te
09:45 Li Stenbolê serdegirtina malan: Endam û rêveberên HDP’ê binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 195'emîn de berdewam dike
09:00 Xizmên girtiyan: Em li dijî siyaseta zilmê bibin dengê girtiyan
09:00 Jina ku êmê çûkan difiroşe: 2 meh in nikarim penîr bikirim
09:00 Dest çêkirina penîrê bisîrik kirin
09:00 'Di şexsê Mûsa Orhan de unîformayê di parastin'
09:00 'Bila axurên me çêbikin'
09:00 Şêniyên Taxa Dedeyaziyê: Ji ber ku em elewî ne van tiştan tînin serê me
09:00 Tûtinfiroş: Dest me nedin, wekî din em tiştekî naxwazin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08/06/2021
23:08 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat berdan
20:43 Îro 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin