Tahdeya polîs û notirvanan heye, lê kesê bê darizandin tune ye

  • rojane
  • 09:06 10 Hezîran 2021
  • |
img

ÊLIH - Li Êlihê di salekê de li 8 deverên cuda bi dîmenan tahde û îşkenceya ku polîs û notirvanan li welatiyan kiribû derketibû holê, lê belê heya niha polîs û notirvanek jî nehatiye darizandin. 

Li Tirkiyeyê hema bibêje her roj bi dîmenan tahde û îşkenceya ku polîs û notirvan li welatiyan dikin dertê dertê holê. Yek ji bajarên ku herî zêde polîs û notirvan tahdeyê li welatiyan dikin jî Êlih e. Di navbera 15'ê Gulana 2020'î û 4'ê Hezîrana 2021'ê de gelek bûyerên bi vî rengî bi dîmenan derketibûn holê. Lê heya niha derbarê polîs û notirvanên ev tahde kirine de tu tiştek nehatiye kirin. 
 
Me tahde û îşkenceya polîs û notirvanan ku di navbera 15'ê Gulana 2020'î û 4'ê Hezîrana 2021'ê de li Êlihê li welatiyan kiribûn berhev kirin. 
 
* Di 15'ê Gulana 2020'î de li Bûlwara Tûrgût Ozalê, bi hinceta ku maske nedaye ber devê xwe, polîsên sivîl li welatiyekî xistibûn. Piştî lêxistinê her du polîsan welatî binçav kiribûn. Welatiyên derdorê jî dîmenên vê bûyerê girtibûn. Walîtiya Êlihê jî piştî bûyerê bi 5 rojan daxuyanî dabû û daxuandibû ku tehqîqat hatiye destpêkirin. 
 
* Di 15'ê Tîrmeha 2020'î de li Kolana Gulîstanê jî polîsan bi hinceta ku telefonên qaçax difiroşin avêtibûn ser hin dikanan. Di dema avêtina ser dikanan de 2 kes hatibûn binçavkirin. Ji ber vê xwediyên dikanan bertek nîşan dabûn. Ji ber vê polîsan li kesekî ku navê wî nehat hîn xistibûn. Welatiyên derdorê jî dîmenên bûyerê girtibûn. 
 
* Di 14'ê Kanûna 2020'î de jî li Kolana Amedê polîsan li ciwanekî ku kaxez berhev dikirin xistibûn. Welatiyên derdorê dîmenên bûyerê girtibûn. 
 
* Di 13'ê Çileyê de jî 8 ciwan li Taxa Kulturê sersal pîroz kiribûn. Polîsan li van kesan bi hinceta pîvana "mesafeya fizîkî" bin pê kirine, 900 lîre ceza li wan birîbû. Yek ji van ciwanan jî Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Şakîr Can bû. Piştî bûyerê polîan gef li Can xwaribû û jê re gotibûn, "Em te bi guleyekê bikin. Careke din em ê te binçav nekin, em ê te bi yek guleyekê bikin."
 
* Di 28'ê Sibatê de jî li Taxa Baglarê wesayîta zirxî ya polîsan xwe bera qada ku zarok lê dilîstin dabû û bi lez çûbû. Zarokên ku ji bo nekevin ber wesayîtê reviyabûn û polîsan jî dabûn dû wan. 
 
* Di 13'ê Gulanê de jî li Parka Salîh Ozdemîr a Taxa Cûdî ya Êlihê, polîsan bi hinceta ku tevdîrên pandemiyê bin pê kiriye V.S.'yç 15 salî li derê dirêj kiribûn û lêxistibûn. 
 
* Di 1'ê Hezîranê de jî li Taxa Beldeyê, polîsên dewriye digeriyan, bi hinceta ku tevdîrên pandemiyê bin pê kiriye, hewl dabûn zarokekî temenê wî 15-16 salî û navê wî nehat hînbûn binçav bikin. Şêniyên taxê jî dîmenên bûyerê girtibûn. Di dîmenan de derketibû holê ku polîs li zarok xistine, wî li erdê dirêj kirine û ji paş de destên wî kelemçe kirine. 
 
* Di 4'ê Hezîranê de jî li Taxa Merkez Bayindirê ciwanekî ku bi şertê kontrola edlî hatibû berdan û navê wî nehat hînbûn, bi hinceta ku neçûye qereqolê û îmze nedaye, polîsan xwestibû wî binçav bikin. Di dema bûyerê de welatiyan dîmen girtibûn û di dîmenan de kişf bûbû ku ji du polîsan ê çek di destan de derbek bera hewayê daye, paşê berê çekê daye ciwan û bi dû re pehîn lêxistiye û bi çekê li serê wî xistiye. 
 
‘SEDEM POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ YE' 
 
Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê Devran Yildiz, anî ziman ku li gor daneyên komeleya wan di 10 salên daw, de 5 hezar û 855 kes hatine binçavkirin û 4 hezar û 196 kes jî li nav kuçeyan bi îşkence û muameleya xirab a polîs û notirvanan re rû bi rû mane. Yildiz, destnîşan kir ku sedema zêdebûna tahdeyê polîtîkaya bêcezatiyê ye û tahde û îşkenceya ku polîs û notirvan dikin ne tiştekî nûye û bûyerên di dema qedexeya derketina derve de çêbûne, ji ber ku bêtir li ber çava bûne, ketine rojeva raya giştî. 
 
Yildiz got: "Tirkiye, dewleta polîsan e. Gava polîs mudaxileyî welatiyekî dike, dibêje 'ez dewletê temsîl dikim, ez dewlet im.' Gava wisa dibêje, êdî hûn dibin dewleta polîsan. Ev bilêvkirin, tê wateya ku 'dewleta polîsan' ew erk daye wî polîsî. Ji ber ku dewlet pêşî li ber tahdeyê nagire, tahdeya polîsan zêde dibe." 
 
TEVDÎR
 
Yildiz, destnîşan kir ku divê li ber tahdeya ku polîs û notirvan dikin tevdîr bên girtin û got: "Ji serokkomar heya bi wezîrê karên navxweyî divê bibêjin kîjan polîs tiştekî wiha bike dê bê îxrackirin û cezakirin. Demildest divê biryarname û qanûnên bêcezatiyê di be rçavan re bên derbaskirin û guherandin. Divê dozger di warê lêpirsînan de xwedîbiryar bin. Divê mekanîzmayên lêpirsînê bi awayekî çalak bên xebitandin." 
 
MA / Fethî Balaman

Sernavên din

11/06/2021
10:53 Bayindir: AKP di êrişên li dijî kurdan de PDK’ê bikar tîne
10:11 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 4 jinên HDP'î hatin binçavkirin
09:56 ÎHD, wê têkildarî biryara AYM’ê ya Cizîrê daxuyaniyê bide
09:42 Hêceta redkirina doza ‘Jêrzemînên Cizirê’ hat weşandin
09:40 22 sal û 3 meh cezayê li Guven hatibû birin hat erêkirin
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 197'emîn de dewam dike
09:08 Têkiliya 'berjewendiyan' a Tirkiye û PDK'ê
09:08 ‘Armanca pakêta darazê ya 4'emîn bi temamî tecrîdkirina girtiyan e'
09:07 Ji ber bihabûna kirêya zozanan koçer ji sewalvaniyê sar bûne
09:06 Jinên ku li Hewselê 14 saetan dixebitin doza keda xwe dikin
09:06 Naxwazin bibin karkerên demsalî
09:05 Antolojiya Dengbêjên Botanê derket
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2021'AN
10/06/2021
23:08 Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
23:04 Bertek nîşanî Barzanî da: Dîktator
21:46 Hêzên taybet ên PDK'ê êrîş birin ser noqteyên HPG'ê
20:20 96 kes ji ber Covîd-19'ê mirin û 6 hezar û 408 kesên din jî pê ketin
18:39 Nivîskar û rojnamevanên bi kurdî dinivîsinin hatin xelatkirin
17:22 Kemalbay: Erdogan henekên xwe bi gel dike
16:57 Şewata li Pîranê didome
16:57 Îfadeyên Hevşaredarê Wanê Avci û kesên pê re temam bû
16:47 Doza ku HDP’î jê tên razandin taloq bû
16:40 Wezîr di vekirina kana zêran de hawîrdorparêz hedef girt
15:47 Li Cûdî agir vemirî lê birîna daran didome
15:46 Di Lijneya Giştî ya HDK’ê de destnîşankirina têkoşîna yekgirtî
15:00 Sancar: Gladyoya Taybet bi polîtîkayên şerê topyekûn kûrtir bû
14:42 Platforma Komeleyên Herêmî li dijî operasyonan banga yekitiyê kirin
14:35 Du rojan wê çalakî li dijî talankirina xwezayê û operasyonan bên lidarxistin
14:23 Doza rojnamevan Rûşen Takva hat taloqkirin
14:15 Dede: Îdianameya HDP’ê ji raya giştî vedişêrin
14:14 Li Mêrdînê, çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê
13:57 Kongreya HDK’ê: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye
13:41 HDP’iyan giliya AKP’iyên ku gefên kuştinê li wan xwarin kirin
13:37 Bi ser mala hevjina xwe ku pê re li ber berdanê ye de girt û kesekî kuşt
13:23 Dozgerê dixwaze HDP bê girtin: Min ji bo 451 kesan qedexeya siyasî xwest
12:59 PDK’ê 3 nûnerên PYD’ê binçav kirin
12:54 Mûrat Karayilan: Erdogan heyetek şand cem PKK’ê
12:42 Komkujiya 10’ê Cotmehê di meha 68’emîn de ye: Bila hemû faîl bên darizandin
12:37 Li seranserê dinyayê hejmara zarokên karker gihîşt 160 milyonan
12:26 Serlêdanên ji bo pêşbirka Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kirin
12:06 Wê hîmê projeya ku xwezayê texrîb bike wezîr deynin
12:05 Malbata Şenyaşar: Em dozgerek bi cesaret dixwazin
11:47 Îdîanameya HDP’ê nedan parêzeran: Fermana serdozger heye
11:46 Civata Giştî ya HDK’ê dest pê kir
11:35 Hejmara 20'an a Kovara Dilopê derket
11:33 Li Farqînê di salekê de 20 bûyerên întiharê pêk hatin
11:09 Pêşmergeyê berê: PDK ji dewleta tirk re nokertiyê dike
10:22 Stranbêj: Ji bo çareseriyê hewcehî bi piştevaniyeke kolektîf heye
09:55 Bi Hevşaredar Avci re 4 kesên din jî di bin çavan de ne
09:10 Nanê xwe ji kevir derdixin
09:06 Tahdeya polîs û notirvanan heye, lê kesê bê darizandin tune ye
09:06 Koma 40'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Ciwanê sîxurtî lê hat ferzkirin ji Soylû pirsî: Îja tiştên hatin serê me çi bûn?
09:06 Parêzer Çakas: Girtî di pergala tenduristiyê de jî tên tecrîdkirin
09:06 Ocalan: Tiştên diqewimin operasyona gladioya taybet a li hemberî gladioya xweser e
09:04 Banga alîkariyê ji bo tedawiya Mûstafa
09:04 Jinên çûn zozanan dest bi haziriyên zivistanê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:46 Li Berwariyê cerdevanek hat kuştin û cerdevanek jî birîndar bû
00:40 Çiyayê Gorseyê dişewite: Esker nahêlin agir bê tefandin
09/06/2021
23:57 Cenazeyê Salgin hat veşartin
20:47 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:19 HDP'ê malbatên kesên ku bi awayekî biguman jiyana xwe dest dan, ziyaret kir
16:45 Balafirên artêşa tirk gundê Şihê bombebaran kirin
16:44 Hevserokê MEBYA-DER’ê Karadag tehliye bû
16:41 HDP’î bi Dayikên Aştiyê civiyan
16:40 Seredana Malbata Şenyaşar: Dozger ji ber zextên siyasî gavê navêjin
15:58 Cotkar jî stranbêj jî ji vê rewşê ne razî ne
15:53 Gorek komî ya aydê Êzidiyan hat dîtin
15:23 Êrişî ciwanên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar dikirin, kirin
15:19 Aydenîz: Em ê li her derê têkoşîna jinê bidin
15:19 Ahmet Şik giliya Bahçelî kir
15:08 HDP'iyan guhdarî pirsgirêkên karkerên jin kirin
15:07 Wê heyeta parlamenterên Iraqê û Başûr li Amediyê lêkolînan bike
14:43 Emîne Şenyaşar: Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin
14:09 Ji bo parêzer Kaya 5 salan ceza hat xwestin
14:08 Li Dersimê tacîzkarek hat girtin
13:34 Hevseroka MED-DER’ê Kan: Gelê me jî dewletê jî peyamên pêwîst wergirtin
13:34 Raportorê NY’yê: Tirkiye azadiya raman û rêxistibûnê bin pê dike
13:21 Ûgûrlû: Em ê têkoşîna jinan mezin bikin
Bûldan: Faşîzm wê bi şikendina tecrîdê têk biçe
12:41 Şewata li Pîranê di roja 9’an de didome: Kes mudaxale nake
12:06 Derbarê ajansa ku rojnameger lê naxebite de, agahiya istixbaratê xwest
11:44 Li Çiyayê Cûdî dest bi avakirina qelekolê kirin
11:19 Konferasa Meclîsên Jinan a HDK’ê dest pê kir
11:01 Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin
11:00 Pitika ku hat angaştkirin ketiye jiyana xwe ji dest da
10:47 TÎP, EMEP, TOP û Malêngel ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
10:43 Polis ji ciwanê HDP’î re got: Wê tiştên baş neyên serê te
09:45 Li Stenbolê serdegirtina malan: Endam û rêveberên HDP’ê binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 195'emîn de berdewam dike
09:00 Xizmên girtiyan: Em li dijî siyaseta zilmê bibin dengê girtiyan
09:00 Jina ku êmê çûkan difiroşe: 2 meh in nikarim penîr bikirim
09:00 Dest çêkirina penîrê bisîrik kirin
09:00 'Di şexsê Mûsa Orhan de unîformayê di parastin'
09:00 'Bila axurên me çêbikin'
09:00 Şêniyên Taxa Dedeyaziyê: Ji ber ku em elewî ne van tiştan tînin serê me
09:00 Tûtinfiroş: Dest me nedin, wekî din em tiştekî naxwazin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08/06/2021
23:08 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat berdan
20:43 Îro 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin