Hejmara 20'an a Kovara Dilopê derket

img

AMED - Hejmara 20'an a Kovara Dilopê bi dosyeya "Raperîna Nan a Amedê" û "Xizanî û newekheviya aboriya herêmê" derket. 

Kovara Dilopê ku her ji du mehan carekê bi kurdî û tirkî di warê çand, huner û polîtîkayê de weşanê dike bi hejmara xwe ya 20'an a meha gulan û hezîranê li pêşberî xwîneran e. Di vê hejmara kovarê de bi zimanên kurdî û tirkî dîsa gelek nivîsên balkêş hene. 
 
Dosyeya vê hejmara kovarê Raperîna Nan a Amedê ye ku di sala 1880'an de qewimiye. Özge Ertema akademîsyen vê raperînê bi nêrîneke alternatîf dinirxîne. Ertem dibêje ku ji her dorhêlê gelê Diyarbekirê li dijî buhabûnê û xizaniyê li hemberî serdestan bi hev re serî hildaye. Dosye bi hevpeyvîna İnanç Yıldız a ligel Yüksel Gençê berdewam dibe. Yüksel Genç ku Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadî ya Sosyo-Polîtîk e, dibêje Stenbol jî tê de li 33 bajaran nifûs kêm bûye lê li bajarên Kurdistanê zêde bûye û ev jî dê xizanî û newekheviya aborî ya li herêmê girantir bike.
 
Barış Avşar weke hejmarên borî berê me dide mîtolojiyê. Avşar vazoyek dide ber xwe kus ê hezar sal berê li bajarê Ûrûkê hatiye çêkirin. Avşar dibêje ku motîfên vazoyê nîşan dide ku ka insanên wê demê çavkaniya jiyanê û çerxa jiyanê bi çi awayî fêm kirine. Mesut Alpê arkeolog jî li ser Tofana Nuh nivîsiye: Çi tofan e? Weke her car xwestiye ku lingên vê mîtê jî pêhn li erdê bikin. Alp diyar dike ku ev mît ne tenê ya vê herêmê ye, bi mînakan nîşan dide ku li gelek deverên dinyayê ev mît heye û berî olên yekxwedayî jî ev mît tê zanîn.   
 
Tahirxan Giravî berhema Sofoklîs a bi navê Antigone wergerand kurdî. Zelal Sahidenur Sarı ligel wî hevpeyvînek kir. Giravî serpêhatiya xwe ya hînbûna yewnanî, wergerên klasîkên yewnanî bo kurdî dike û sedema wergerandina Antigoneyê diyar dike. Giravî dibêje ku Sofoklîs behsa dayîkên şemiyê dike, loma min xwest wergerînim kurdî.
 
Di vê hejmarê de Recep Maraşlı li ser ‘tezeke’ nijadperest a Tirkiyeyê nivîsiye û dipirse: Ecacoka ku ji Asyaya dûr rabû çi anî bi xwe re?
 
Bi kitêba xwe ya "Belkî Îşev Binive" nîqaşekê dabû destpêkirin Murat Bayram di rojnamegeriya kurdî de; rojnamegeriya edebî çi ye û çima li ba kurdan qels e? Bayram di hevpeyvîna xwe de dibêje: Em hewceyî nûçeçîrokên îro ne!
 
Di hejmara dawî ya kovarê de Mehmet Bayrak li ser Yılmaz Guney, Ayhan Erkmen li ser Osman Sebrî, Mela Mihyedîn li ser Seyadê Şamê, İsmail Beşikçi li ser kitêba Berjîn Haki ya bi navê Alizade nivîsîn. Weke din Arif Aslan, Ali Yavuz, Sezai Sarioglu û Elif Eser bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cî girtine.
 
Selim Temo, Firat Keklîk, Reyhan Sarhan û Muslum Aslan helbestvanên hejmara dawî ne; Fewzî Bîlge jî bi wêneyê xwe rûpelên vê hejmarê xemilandiye.  
 

Sernavên din

11/06/2021
10:53 Bayindir: AKP di êrişên li dijî kurdan de PDK’ê bikar tîne
10:11 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 4 jinên HDP'î hatin binçavkirin
09:56 ÎHD, wê têkildarî biryara AYM’ê ya Cizîrê daxuyaniyê bide
09:42 Hêceta redkirina doza ‘Jêrzemînên Cizirê’ hat weşandin
09:40 22 sal û 3 meh cezayê li Guven hatibû birin hat erêkirin
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 197'emîn de dewam dike
09:08 Têkiliya 'berjewendiyan' a Tirkiye û PDK'ê
09:08 ‘Armanca pakêta darazê ya 4'emîn bi temamî tecrîdkirina girtiyan e'
09:07 Ji ber bihabûna kirêya zozanan koçer ji sewalvaniyê sar bûne
09:06 Jinên ku li Hewselê 14 saetan dixebitin doza keda xwe dikin
09:06 Naxwazin bibin karkerên demsalî
09:05 Antolojiya Dengbêjên Botanê derket
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2021'AN
10/06/2021
23:08 Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
23:04 Bertek nîşanî Barzanî da: Dîktator
21:46 Hêzên taybet ên PDK'ê êrîş birin ser noqteyên HPG'ê
20:20 96 kes ji ber Covîd-19'ê mirin û 6 hezar û 408 kesên din jî pê ketin
18:39 Nivîskar û rojnamevanên bi kurdî dinivîsinin hatin xelatkirin
17:22 Kemalbay: Erdogan henekên xwe bi gel dike
16:57 Şewata li Pîranê didome
16:57 Îfadeyên Hevşaredarê Wanê Avci û kesên pê re temam bû
16:47 Doza ku HDP’î jê tên razandin taloq bû
16:40 Wezîr di vekirina kana zêran de hawîrdorparêz hedef girt
15:47 Li Cûdî agir vemirî lê birîna daran didome
15:46 Di Lijneya Giştî ya HDK’ê de destnîşankirina têkoşîna yekgirtî
15:00 Sancar: Gladyoya Taybet bi polîtîkayên şerê topyekûn kûrtir bû
14:42 Platforma Komeleyên Herêmî li dijî operasyonan banga yekitiyê kirin
14:35 Du rojan wê çalakî li dijî talankirina xwezayê û operasyonan bên lidarxistin
14:23 Doza rojnamevan Rûşen Takva hat taloqkirin
14:15 Dede: Îdianameya HDP’ê ji raya giştî vedişêrin
14:14 Li Mêrdînê, çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê
13:57 Kongreya HDK’ê: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye
13:41 HDP’iyan giliya AKP’iyên ku gefên kuştinê li wan xwarin kirin
13:37 Bi ser mala hevjina xwe ku pê re li ber berdanê ye de girt û kesekî kuşt
13:23 Dozgerê dixwaze HDP bê girtin: Min ji bo 451 kesan qedexeya siyasî xwest
12:59 PDK’ê 3 nûnerên PYD’ê binçav kirin
12:54 Mûrat Karayilan: Erdogan heyetek şand cem PKK’ê
12:42 Komkujiya 10’ê Cotmehê di meha 68’emîn de ye: Bila hemû faîl bên darizandin
12:37 Li seranserê dinyayê hejmara zarokên karker gihîşt 160 milyonan
12:26 Serlêdanên ji bo pêşbirka Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kirin
12:06 Wê hîmê projeya ku xwezayê texrîb bike wezîr deynin
12:05 Malbata Şenyaşar: Em dozgerek bi cesaret dixwazin
11:47 Îdîanameya HDP’ê nedan parêzeran: Fermana serdozger heye
11:46 Civata Giştî ya HDK’ê dest pê kir
11:35 Hejmara 20'an a Kovara Dilopê derket
11:33 Li Farqînê di salekê de 20 bûyerên întiharê pêk hatin
11:09 Pêşmergeyê berê: PDK ji dewleta tirk re nokertiyê dike
10:22 Stranbêj: Ji bo çareseriyê hewcehî bi piştevaniyeke kolektîf heye
09:55 Bi Hevşaredar Avci re 4 kesên din jî di bin çavan de ne
09:10 Nanê xwe ji kevir derdixin
09:06 Tahdeya polîs û notirvanan heye, lê kesê bê darizandin tune ye
09:06 Koma 40'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Ciwanê sîxurtî lê hat ferzkirin ji Soylû pirsî: Îja tiştên hatin serê me çi bûn?
09:06 Parêzer Çakas: Girtî di pergala tenduristiyê de jî tên tecrîdkirin
09:06 Ocalan: Tiştên diqewimin operasyona gladioya taybet a li hemberî gladioya xweser e
09:04 Banga alîkariyê ji bo tedawiya Mûstafa
09:04 Jinên çûn zozanan dest bi haziriyên zivistanê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:46 Li Berwariyê cerdevanek hat kuştin û cerdevanek jî birîndar bû
00:40 Çiyayê Gorseyê dişewite: Esker nahêlin agir bê tefandin
09/06/2021
23:57 Cenazeyê Salgin hat veşartin
20:47 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:19 HDP'ê malbatên kesên ku bi awayekî biguman jiyana xwe dest dan, ziyaret kir
16:45 Balafirên artêşa tirk gundê Şihê bombebaran kirin
16:44 Hevserokê MEBYA-DER’ê Karadag tehliye bû
16:41 HDP’î bi Dayikên Aştiyê civiyan
16:40 Seredana Malbata Şenyaşar: Dozger ji ber zextên siyasî gavê navêjin
15:58 Cotkar jî stranbêj jî ji vê rewşê ne razî ne
15:53 Gorek komî ya aydê Êzidiyan hat dîtin
15:23 Êrişî ciwanên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar dikirin, kirin
15:19 Aydenîz: Em ê li her derê têkoşîna jinê bidin
15:19 Ahmet Şik giliya Bahçelî kir
15:08 HDP'iyan guhdarî pirsgirêkên karkerên jin kirin
15:07 Wê heyeta parlamenterên Iraqê û Başûr li Amediyê lêkolînan bike
14:43 Emîne Şenyaşar: Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin
14:09 Ji bo parêzer Kaya 5 salan ceza hat xwestin
14:08 Li Dersimê tacîzkarek hat girtin
13:34 Hevseroka MED-DER’ê Kan: Gelê me jî dewletê jî peyamên pêwîst wergirtin
13:34 Raportorê NY’yê: Tirkiye azadiya raman û rêxistibûnê bin pê dike
13:21 Ûgûrlû: Em ê têkoşîna jinan mezin bikin
Bûldan: Faşîzm wê bi şikendina tecrîdê têk biçe
12:41 Şewata li Pîranê di roja 9’an de didome: Kes mudaxale nake
12:06 Derbarê ajansa ku rojnameger lê naxebite de, agahiya istixbaratê xwest
11:44 Li Çiyayê Cûdî dest bi avakirina qelekolê kirin
11:19 Konferasa Meclîsên Jinan a HDK’ê dest pê kir
11:01 Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin
11:00 Pitika ku hat angaştkirin ketiye jiyana xwe ji dest da
10:47 TÎP, EMEP, TOP û Malêngel ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
10:43 Polis ji ciwanê HDP’î re got: Wê tiştên baş neyên serê te
09:45 Li Stenbolê serdegirtina malan: Endam û rêveberên HDP’ê binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 195'emîn de berdewam dike
09:00 Xizmên girtiyan: Em li dijî siyaseta zilmê bibin dengê girtiyan
09:00 Jina ku êmê çûkan difiroşe: 2 meh in nikarim penîr bikirim
09:00 Dest çêkirina penîrê bisîrik kirin
09:00 'Di şexsê Mûsa Orhan de unîformayê di parastin'
09:00 'Bila axurên me çêbikin'
09:00 Şêniyên Taxa Dedeyaziyê: Ji ber ku em elewî ne van tiştan tînin serê me
09:00 Tûtinfiroş: Dest me nedin, wekî din em tiştekî naxwazin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08/06/2021
23:08 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat berdan
20:43 Îro 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin