Çalakiya greva birçîbûnê di roja 197'emîn de dewam dike

  • rojane
  • 09:09 11 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 197 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 176’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 160’emîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 40'emîn di roja 197'emîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 176’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 176’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 160'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 160'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

11/06/2021
10:53 Bayindir: AKP di êrişên li dijî kurdan de PDK’ê bikar tîne
10:11 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 4 jinên HDP'î hatin binçavkirin
09:56 ÎHD, wê têkildarî biryara AYM’ê ya Cizîrê daxuyaniyê bide
09:42 Hêceta redkirina doza ‘Jêrzemînên Cizirê’ hat weşandin
09:40 22 sal û 3 meh cezayê li Guven hatibû birin hat erêkirin
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 197'emîn de dewam dike
09:08 Têkiliya 'berjewendiyan' a Tirkiye û PDK'ê
09:08 ‘Armanca pakêta darazê ya 4'emîn bi temamî tecrîdkirina girtiyan e'
09:07 Ji ber bihabûna kirêya zozanan koçer ji sewalvaniyê sar bûne
09:06 Jinên ku li Hewselê 14 saetan dixebitin doza keda xwe dikin
09:06 Naxwazin bibin karkerên demsalî
09:05 Antolojiya Dengbêjên Botanê derket
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2021'AN
10/06/2021
23:08 Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
23:04 Bertek nîşanî Barzanî da: Dîktator
21:46 Hêzên taybet ên PDK'ê êrîş birin ser noqteyên HPG'ê
20:20 96 kes ji ber Covîd-19'ê mirin û 6 hezar û 408 kesên din jî pê ketin
18:39 Nivîskar û rojnamevanên bi kurdî dinivîsinin hatin xelatkirin
17:22 Kemalbay: Erdogan henekên xwe bi gel dike
16:57 Şewata li Pîranê didome
16:57 Îfadeyên Hevşaredarê Wanê Avci û kesên pê re temam bû
16:47 Doza ku HDP’î jê tên razandin taloq bû
16:40 Wezîr di vekirina kana zêran de hawîrdorparêz hedef girt
15:47 Li Cûdî agir vemirî lê birîna daran didome
15:46 Di Lijneya Giştî ya HDK’ê de destnîşankirina têkoşîna yekgirtî
15:00 Sancar: Gladyoya Taybet bi polîtîkayên şerê topyekûn kûrtir bû
14:42 Platforma Komeleyên Herêmî li dijî operasyonan banga yekitiyê kirin
14:35 Du rojan wê çalakî li dijî talankirina xwezayê û operasyonan bên lidarxistin
14:23 Doza rojnamevan Rûşen Takva hat taloqkirin
14:15 Dede: Îdianameya HDP’ê ji raya giştî vedişêrin
14:14 Li Mêrdînê, çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê
13:57 Kongreya HDK’ê: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye
13:41 HDP’iyan giliya AKP’iyên ku gefên kuştinê li wan xwarin kirin
13:37 Bi ser mala hevjina xwe ku pê re li ber berdanê ye de girt û kesekî kuşt
13:23 Dozgerê dixwaze HDP bê girtin: Min ji bo 451 kesan qedexeya siyasî xwest
12:59 PDK’ê 3 nûnerên PYD’ê binçav kirin
12:54 Mûrat Karayilan: Erdogan heyetek şand cem PKK’ê
12:42 Komkujiya 10’ê Cotmehê di meha 68’emîn de ye: Bila hemû faîl bên darizandin
12:37 Li seranserê dinyayê hejmara zarokên karker gihîşt 160 milyonan
12:26 Serlêdanên ji bo pêşbirka Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kirin
12:06 Wê hîmê projeya ku xwezayê texrîb bike wezîr deynin
12:05 Malbata Şenyaşar: Em dozgerek bi cesaret dixwazin
11:47 Îdîanameya HDP’ê nedan parêzeran: Fermana serdozger heye
11:46 Civata Giştî ya HDK’ê dest pê kir
11:35 Hejmara 20'an a Kovara Dilopê derket
11:33 Li Farqînê di salekê de 20 bûyerên întiharê pêk hatin
11:09 Pêşmergeyê berê: PDK ji dewleta tirk re nokertiyê dike
10:22 Stranbêj: Ji bo çareseriyê hewcehî bi piştevaniyeke kolektîf heye
09:55 Bi Hevşaredar Avci re 4 kesên din jî di bin çavan de ne
09:10 Nanê xwe ji kevir derdixin
09:06 Tahdeya polîs û notirvanan heye, lê kesê bê darizandin tune ye
09:06 Koma 40'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Ciwanê sîxurtî lê hat ferzkirin ji Soylû pirsî: Îja tiştên hatin serê me çi bûn?
09:06 Parêzer Çakas: Girtî di pergala tenduristiyê de jî tên tecrîdkirin
09:06 Ocalan: Tiştên diqewimin operasyona gladioya taybet a li hemberî gladioya xweser e
09:04 Banga alîkariyê ji bo tedawiya Mûstafa
09:04 Jinên çûn zozanan dest bi haziriyên zivistanê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:46 Li Berwariyê cerdevanek hat kuştin û cerdevanek jî birîndar bû
00:40 Çiyayê Gorseyê dişewite: Esker nahêlin agir bê tefandin
09/06/2021
23:57 Cenazeyê Salgin hat veşartin
20:47 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:19 HDP'ê malbatên kesên ku bi awayekî biguman jiyana xwe dest dan, ziyaret kir
16:45 Balafirên artêşa tirk gundê Şihê bombebaran kirin
16:44 Hevserokê MEBYA-DER’ê Karadag tehliye bû
16:41 HDP’î bi Dayikên Aştiyê civiyan
16:40 Seredana Malbata Şenyaşar: Dozger ji ber zextên siyasî gavê navêjin
15:58 Cotkar jî stranbêj jî ji vê rewşê ne razî ne
15:53 Gorek komî ya aydê Êzidiyan hat dîtin
15:23 Êrişî ciwanên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar dikirin, kirin
15:19 Aydenîz: Em ê li her derê têkoşîna jinê bidin
15:19 Ahmet Şik giliya Bahçelî kir
15:08 HDP'iyan guhdarî pirsgirêkên karkerên jin kirin
15:07 Wê heyeta parlamenterên Iraqê û Başûr li Amediyê lêkolînan bike
14:43 Emîne Şenyaşar: Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin
14:09 Ji bo parêzer Kaya 5 salan ceza hat xwestin
14:08 Li Dersimê tacîzkarek hat girtin
13:34 Hevseroka MED-DER’ê Kan: Gelê me jî dewletê jî peyamên pêwîst wergirtin
13:34 Raportorê NY’yê: Tirkiye azadiya raman û rêxistibûnê bin pê dike
13:21 Ûgûrlû: Em ê têkoşîna jinan mezin bikin
Bûldan: Faşîzm wê bi şikendina tecrîdê têk biçe
12:41 Şewata li Pîranê di roja 9’an de didome: Kes mudaxale nake
12:06 Derbarê ajansa ku rojnameger lê naxebite de, agahiya istixbaratê xwest
11:44 Li Çiyayê Cûdî dest bi avakirina qelekolê kirin
11:19 Konferasa Meclîsên Jinan a HDK’ê dest pê kir
11:01 Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin
11:00 Pitika ku hat angaştkirin ketiye jiyana xwe ji dest da
10:47 TÎP, EMEP, TOP û Malêngel ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
10:43 Polis ji ciwanê HDP’î re got: Wê tiştên baş neyên serê te
09:45 Li Stenbolê serdegirtina malan: Endam û rêveberên HDP’ê binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 195'emîn de berdewam dike
09:00 Xizmên girtiyan: Em li dijî siyaseta zilmê bibin dengê girtiyan
09:00 Jina ku êmê çûkan difiroşe: 2 meh in nikarim penîr bikirim
09:00 Dest çêkirina penîrê bisîrik kirin
09:00 'Di şexsê Mûsa Orhan de unîformayê di parastin'
09:00 'Bila axurên me çêbikin'
09:00 Şêniyên Taxa Dedeyaziyê: Ji ber ku em elewî ne van tiştan tînin serê me
09:00 Tûtinfiroş: Dest me nedin, wekî din em tiştekî naxwazin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08/06/2021
23:08 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat berdan
20:43 Îro 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin