CÎK: Hevkariya kurdan a bi dagirkeran re heram e

  • rojane
  • 23:27 11 Hezîran 2021
  • |
img

AMED - Civaka Îslamiya Kurdistan li dijî operasyona Tirkiyeyê ya derveyî sînor û hewldanên PDK’ê destnîşan kir ku hevkariya kurdan a bi dagirkerên Kurdîstanê re heram e û got: “Em bi taybet bang li PDK’ê dikin, li dij birayên xwe xwedî liv û tevgera serbazî nebin, li dijî dagirkeran xwedî helwest û gotin bin.”

 
Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK), derbarê operasyona Tirkiyeyê ya di 23’yê Nîsanê de li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe da destpêkirin û hewldanên PDK’ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. CÎK’ê, bibîr xist ku bi sedan sal e, ji bo kurd bigihêjin mafên xwe yên rewa û xwezayî, li dijî dagirkeran têdikoşin û wiha got: “Gelê kurd ji aliyê çar dewletên dagirker û hevkarên wan ên berjewendîperest ve tên kuştin, zîndanîkirin, talankirin, bi xîret û şerefa wan tê lîstin, vîna wan bi darê zorê hatiye desteser kirin û bi darê zorê ji Kurdistanê tên derxistin. Qehreman û egîdên kurdan rexmî hemû zordariyan, di bin şert û mercên giran ên ku mirov nikaribe rabigire de, li ber xwe didin. Bi çekên sivik, li beramberî firokeyên cengê, tang, top û çekên kîmyewî têdikoşin. Mafê her kurdekî welatperwer û xwenas heye ku li her dera erdnîgariya Kurdistanê bijî û xwe bi rêxistin bike.”
 
CÎK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev kesên li dijî dagirkerên Kurdistanê têdikoşin, divê wek kesên pîroz bên pêşwazîkirin. Mela Mustafa Barzanî bi salan li Rojhilatê Kurdistanê têkoşiya û erka xwe ya neteweyî pêk anî. Şeyh Ehmed Berzanî li Mûsilê ji hêla osmaniyan ve hate darvekirin. Dagirkerên kurdan bi taybetî jî dewleta tirk, heta niha ji bo tunekirina neteweya kurd pêşengiya her sê dewletên dagirker kiriye û dike. Dijminê sereke yê gelê kurd dewleta tirkan e. Dewletên ereb û ya farisan jî, jê kêmtir nînin. 
 
DIVÊ TÊKILIYÊN BI DAGIRKERAN RE WERIN TEŞHÎRKIRIN
 
Gelê Kurd û bi taybetî jî, kesên bi salan doza kurd meşandine, jê re rêberî kirine û dikin, pêwist e gelek bi eqlî tev bigerin û neyên lîstikên dagirkeran. Divê axaftin û propagandayên hevdû reşkirinê werin sekinandin. Karkirin û hevkariyên eşkere û veşartî bi dagirkerên Kurdistanê re wek heram bên dîtin. Çawa ku karkirin û hevkariyên filîstîniyan yên bi dewleta îsraîliyan re wek heram û îxanet tê dîtin. Îxaneta xak û gel li gor hemû qanûnan sûc û gunehekî giran e, pêwist e gelê me jî têkiliyên li dij gel û axa pîroz, ên bi dagirkeran re, ji xwe re heram û gunehekî mezin bizane. Çi eşkere çi veşartî, têkiliyên li dijî kurdekî din, ên bi dagirkeran re divê werin teşhîrkirin ku xwediyê van tekiliyan di nav mala kurd de nikaribe bijî û wek kesayetekî xayîn ji nav mala kurd were derkirin.
 
KESÊN ŞERÊ NAVXWEYÎ SORDIKIN DIVÊ WERIN ASTENGKIRIN
 
Pêwîste têkilî û danustandinên dîplomasî û tîcarî li ser xwîna kurdan neyên meşandin. Her kesayet û neferekî Kurd û erdnîgariya Kurdistanê divê pîroz were dîtin û wek şerefa kurd werin parastin. Pîroziyên me xaka me, şehîdên me û gelê me ne. Binpêkirina van pîroziyan divê di bin tu merc û şertekê de neyê pejirandin. Kesên şerê navxweyî sor dikin û didin sorkirin, divê ji hêla her kurdekî ve were asteng kirin û pêşî lê were girtin. Kesên ku veşartî an eşkere kurdekî bide kuştin an radestî dagirkeran bike, divê wek gunehbarekî mezin, ê dinya û axretê were dîtin û pênasekirin. 
 
KURDKUJÎ MAL WERANÎ YE
 
Dagirkerên Kurdîstanê bi taybetî dewleta tirk dijminê her kurdî ye, dijminê dîrok û xwezaya Kurdistanê ye. Heta ev dijmin baş neyê naskirin, doza kurd û Kurdîstanê jî bi kurahî nikare were naskirin û birêvebirin. Em wek Civaka Îslamiya Kurdîstanê dibêjin; şerê kurd bi kurd re û hevkariya kurd bi dagirkerên Kurdîstanê re heram û gunehekî mezin e. Sorkirina kuştina kurd heram e û guneh e. Fitne û gurkirina nav mala Kurd heram e. Em Bang li PKK’ê û PDK’ê dikin ku kurdkujî mal wêranî ye, kurdkujî xwekujî ye. Em bi taybet bang li PDK’ê dikin, li dij birayên xwe xwedî liv û tevgera serbazî nebin, li dijî dagirkeran xwedî helwest û gotin bin. Ji bo dagirkerên tirk ji nav axa pîroz bên derxistin, bê sekn û westandin, dîplomasî, civakî û tîcarî karê xwe bi awayekî bilezûbez pêk bînin. Gerîlla jî, pêşmerge jî garantiya Kurdîstanê ye, vê garantiyê têk nebin! Têkoşîna pêşmergeyên qedîm li dijî faşîzma Seddam çiqas miqeddes û pîroz bû, îro jî ya gerîla li dijî faşizma tirkan ewqas miqedes e. Derfet û destkeftên gelên me yên qehreman lawaz nekin, xwîna cangoriyên me bê wate nehêlin, li hember hev dû nesekinin, berovajî wê; mil bi mil azadiya netewa kurd ava bikin. Birînên gelê kurd zêde û kûr nekin, birinên gelê kurd bikewînin. Herame kû hêzên Kurdî êrîşê hev du bikin! 
 
NEHÊLIN KURDKUJÎ ÇÊBIBE
 
Daxwaza me ji PDK’ê û PKK’ê ew e ku pirsgirêkên di nava mala kurd de, bi dan û standinan çareser bikin. Bi giştî banga me ji bo hemû kurdan û bi taybetî ji bo misilmanên kurd! Nehêlin kurdkujî çêbe, rihê welatperwerî û milletperweriyê pêş ve bidin û bilind bikin. Da ku dek û dolabên Dewleta Tirk û dagirkerên dîtir têk biçin. Ma ne şerm e, nêviyên Selahedîn, Şeyh Seîd, Seyît Riza, Qadî Muhemmed, Mela Mustafa Barzanî, heval û hogirên Egîd û Mezluman û şagirtên Serok Apo, bibin amûrên destê diz, tirsonek, derewker û olfiroşan! Werin em fermana Xwedê, ku yekitî û tifaqa miletê mezlûm e, bi cîh bînin û nekevin defika dijminan. Xwedê ferman dike: Ey gelê mezlûm û bindest, xwe bi benê Xwedê bigrin, tifaq û yekitiya xwe çêkin. Ev fermana Xwedê, dîrok û gelê me yê berxwedêr e, vê fermanê cibicî bikin! Dem dema avakirina Yekîtiya Netewa Kurd e! Dem dema li dij derketina dagirkeran e! Dem dema avakirin û heskirinê ye! Dem dema têkbirina dewleta tirk û dagirkerên Kurdistanê ye! Sedsal sedsala avakirina Kurdistaneke yekgirtî û azad e!”
 

Sernavên din

14/06/2021
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin
10:11 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:39 Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 199'emîn de dewam dike
09:07 Ava bermayî ya Heskîfa nû bêyî bê dawerivandin diherike gola bendavê
09:06 Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin
09:05 Peymana Stenbolê temînata jiyana jina ye
09:04 Keşîşxaneya St. Thomas hindik maye xera bibe
09:03 106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne
09:02 Endama Ege TUHAY-DER'ê Altan: Em ê bi berxwedanê karibin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:50 Rêveberên HDP’î hatin girtin
08:29 Di qezaya trafîqê de 2 mamosteyan jiyana xwe ji dest da
08:28 Li Gebarê şewat derket
12/06/2021
20:37 Îro 6 hezar û 76 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:22 'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide'
17:18 Şandeya Aştiyê ya hat binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir
16:27 ‘Tê xwestin ku rola pêşeng a jinan were asteng kirin’
15:44 Sengawî bertek nîşanî PDK’ê da: Qiyamet jî rabe, ez ê gule ne berdim
15:40 Xizmên Windayan li aqûbeta Keremoglu pirsîn
15:29 Li ber deriyê sînor bang kirin: Li dijî dagirkeriyê rabin
14:51 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku Osman Kose were berdan
14:41 ÎHD'ê xwest nexweşê pençeşêrê Çakal were berdan
14:36 Şewata li Çiyayê Gorseyê dîsa dest pê kir
14:09 Polîsên Elman û PDK'ê endamên Şandeya Aştiyê binçav kirin
14:07 ÎHD: Girtiyê nexweş Kara berdin
13:54 Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan
13:47 Dayikên Şemiyê li kujerên Mûrat Aslan pirsîn
13:21 Li zanîngehê pirsa nijadperest: Divê kîjan partiya kurdan were girtin?
13:07 Siyasetvan Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:40 Di doza Soma de daxwaza reda dadgerî red kirin
12:01 Di 70 saliya wî de ew winda kirin
11:49 Cendirmeyan mudaxileyî welatiyên ku sewalên xwe xwestin kirin
11:06 Malbata Şenyaşar: Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin
10:55 Turkdogan: AYM manipulasyonê dike, ew însan dikaribûn bihatana rizgakirin
10:00 Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:55 Çevîrmen: Divê pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
09:01 Term: Çîroka pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 198'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em berxwedana girtiyan mezin bikin'
09:01 Ji ber hişkesaliyê berên wan qels bûne
09:01 28 sal in kiryarên rojnamevan Karaagar nehatine dîtin
09:01 Di şert û mercên dijwar de dixebitin
09:01 Li serê her kuçeyekê Amedê zarokên tên xebitandin hene
09:01 'Heya xizanî hebe, dê pêşî li ber karkeriya zarokan neyê girtin'
09:01 Welatiyên Mexmûrê: Bêdengiya NY'yê nayê qebûlkirin
09:01 Jinan dest bi amadekariyên mîtînga Stenbolê kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Şewata li Kerboranê dewam dike
08:47 Eskerekî din mir
08:42 Motosikleta polîsan li zarokan qelibî: Yek jê giran 4 birîndar
11/06/2021
23:27 CÎK: Hevkariya kurdan a bi dagirkeran re heram e
19:56 Îro 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:54 Endamê HDP'ê yê hatibû binçavkirin hat berdan
19:25 Dayika Aştiyê Muhteber Bor jiyana xwe ji dest da
16:55 Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê: Bila binpêkirinên mafan bi dawî bibin
16:41 ‘Rejîma tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin’
16:40 Hevşaredarê Wanê Avci bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:15 Polîsan destûr neda nimêja cenaze bê kirin!
16:12 Şandeya KCD û DBP'ê serdana esnafên Şirnexê kir
15:50 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin
15:27 ‘Divê girtîgeh ji bo venêrîna şandeyên serbixwe werin vekirin’
15:23 Banga rakirina tecrîdê li Wezareta Dadê kirin
15:23 Piştî daxwaza dozger darizandina parlamenterê HDP'î sekini
15:01 TOHAV û OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 Li qûntara Cûdî banga xwedî derketina li xwezaya Kurdistanê kirin
14:49 ‘Her kes dizane kî mafya ye’
14:48 Berdevkê Artêşa Iraqê: Ya ku tê jiyîn dagirkeriyek mezin e
14:34 Ciwanên ku têkiliya dewlet-mafyayê teşhîr kirin hatin binçavkirin
14:26 ‘Şewatên li heremê bi zanebûn tên derxistin?’
14:25 Baroya Amedê: Di 8 salan de 494 zarokên karker mirin
14:10 Li Pasûrê paletiya kurmê hevrîşimê nehat kirin
13:39 ÎSÎG: Di 8 salan de herî kêm 513 zarok li ser kar jiyana xwe ji dest dan
13:23 Têkiliyên ‘dewleta kûr’ û PKD’ê yên bi hevre dîsa ket rojevê
13:08 Di Festîvala Filman a Navnetewî de navê ‘Kurdistan’ sansûr kirin!
12:43 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:42 Turkdogan: Windabûneke maf tune ye pêvajoya AYM’ê didome
12:25 Ahmet Turk: Divê birêz Barzanî gotinên xwe ji bîr neke
11:47 Mirina leşkerekî din a gumanbar
11:19 Avci û yên pêre sewqî edliyê kirin