Welatiyên Mexmûrê: Bêdengiya NY'yê nayê qebûlkirin

  • rojane
  • 09:01 12 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên Wargeha Mexmûrê bertek nîşanî êrîşên TSK, bêdengiya NY'ê û PDK'ê dan û gotin: "Dewleta tirk, hebûna kurdan ji xwe re wekî xetereyekê dibîne û ji ber wê dixwaze kurdan biqedîne." 

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ku 12 hezar mirov lê dijîn, di 5'ê Hezîranê de ji hêla Hêzên Çekda ên Tirk (TSK) ve careke din  hat bombebarankirin. Di van salên dawî de heya niha wargeh bi dehan caran hatiye bombebaran kirin. Her çi qas wargeh bi awayekî fermî girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) be jî, lê ji sala 2017’an ve Tirkiye 6 caran bi balefirên şer û keşfê wargeh bombebaran kiriye. Di heman demê de li dijî bombebarankirina Wargehê bêdengiya NY'ê û hikûmeta Herêmî jî didome. Welatiyên Wargeha Mexmûrê,  li dijî êrîşan tirk nêrazîbûnên xwe anîn ziman. 
 
 
'ÊRÎŞ KONSEPTEKE QIRKIRINÊ YE' 
 
Bedran Pîran, bibîr xist ku êrîş li ser navenda Wargehê çêbûye û heger êrîş di saetên nîvro de bûna wê komkujiyeke mezin pêk bihata û got: "Ev ne êrîşa ewil e. Ev çend carin li dijî wargehê êrîş pêk tên. Di encamên êrîşên salên borî de, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek ji van jî birîndar bûn. Lê êrîşa ku di 5'ê Hezîranê de çêbû, ji êrîşên din cudatir bû. Ev êrîş li ser navenda wargehê çêbû. Li kêleka dibistan, perq û malên welatiyan çêbû. Cihê ku êrîrî wê hatiye dibistan bûn. Ev der, cihê ku gel diçe lê îstîhret dike. Baş bû ku di wê saeta êrîşê de kes li wir tune bû. Ji ber wê êrîşa ku pêk hatî bêencam ma. Di vê êrîşê de tu zirareke madî û canî çênebûn." 
 
Pîran, anî ziman ku kesên ku cerdevanî qebûl nekiribûn dabûn ser rêya penaberiyê û di 28 salê dawî de 7 wargeh guherandine. Pîran got: "Bi tu şêwazî dewleta tirk û hevkarên wê rehetî ji vê wargehê re nehiştin. Ji bo ku me belav bikin û me ji armanca me dur bikin, serî li her rê û rêbazê didin. Bi êrîşên hewayî û fizîkî bi her awayî êrîş li me kirin. Di van rojên dawî bombebarankirina wargehê, ne tiştekî normal e. Ev ji bo gelê kurd konsepteke qirkirinê ya nû ye. Em di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ne û ev der girêdahî Iraqê ye. Lê dema ku em lê dinêrin, li hemberî van êrîşan helwesta Neteweyên Yekbûyî pir lawaz e. Ji her penaberekî ew berpirsyarin. Lê tu berpirsyariyeke xwe pêk nayine. Pêwîst e demildest Neteweyên Yekbûyî vê êrîşê şermezar bikira. Her wiha hikûmeta Iraqê jî divê li dijî van êrîşan helwesta xwe aşkere bike û erka xwe pêk bîne. Ev êrîş, ji me re ne xerîb in. Armanc û hedefa dewleta tirk qirkirina kurdan e. Hebûna kurdan ji xwe re wekî xetereyekê dibîne û ji ber wê dixwaze kurdan xelas bike. Ji ber vê jî divê Neteweyên Yekbûyî erka xwe pêk bîne û destûr nede ku dewleta tirk wargehê topbaran bike." 
 
 
'WARGEH LI ME KIRIN GORISTAN'
 
Feyrûz Nerexî jî bi lêv kir ku 28 sal in bi êrîşên dewleta tirk û PDK'ê re rû bi rû ne û got: "Me jî dixwest ku em  li ser xaka xwe bi awayekî azad bijîn. Lê em ji ber zilmê penaber bûn. Zilm li me dikirin, neheqî li me kirin. Malên me şewitandin û gundên me topbaran kirin. Me got, em biçin Kurdistanê.Me nedizanî wê li vir jî vê zilmê li ser serê me bikin. Dema ku em ewil hatin vê derê, ev der ne cihekî wisa bû ku mirov lê bijî. Bêav û bêwar bû. Me bi derfetên herî kêm ev der veguherand qada jiyanê. Lê ev der li me kirin goristan. Me got, em ê qesta Kurdan bikin. Me nedizanî wê vê bînin serê me. Malek tifaq be gundek nikare mirov, gundek tifaq be eşîrek nikarê û wexta kurd tifaq be çi dewlet nikare bi kurdan. Çimkî niha 40 mîlyon kurd hene. Yên tên kuştin û  koçberkirin kurd in. Bila xwe nexapînin û hevkariya dijmin nekin. Ji hewayê ve êrîşî me dike. Ev 2 sal in li ser wargehê ambargo heye. Ji ber van êrîşan em nikarin pez xwedî bikin. Lê li tevî van êrîşan  heta ku dolepek xwîn di laşê me de bimîne, em ê dev ji doza xwe bernedin."
 
'BILA EV ZILM BI DAWÎ BIBE' 
 
Ji welatiyên wargehê Asya Şirnexî jî bêdengiya PDK'ê ya li  hemberî êrîşan şermezar kir û got: "Em jî nasname û zimanê xwe dixwazîn. Me bi çavê xwe kuştin dît, rezalet dît. Bijîşk tune ne, em nikarin derbikevin. Bi ambargoyê PDK'ê ji dewleta tirk bêtir anî serê me. Pêwîst e ku PDK li pêşiya dijminê xwe bisekine û destûr nede ku wargehê bombebaran bike. 28 sal in em zordariyê dibînin. Bila ev zilm êdî bi dawî bibe."
 
MA / Zeynep Durgut 

Sernavên din

14/06/2021
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin
10:11 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:39 Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 199'emîn de dewam dike
09:07 Ava bermayî ya Heskîfa nû bêyî bê dawerivandin diherike gola bendavê
09:06 Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin
09:05 Peymana Stenbolê temînata jiyana jina ye
09:04 Keşîşxaneya St. Thomas hindik maye xera bibe
09:03 106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne
09:02 Endama Ege TUHAY-DER'ê Altan: Em ê bi berxwedanê karibin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:50 Rêveberên HDP’î hatin girtin
08:29 Di qezaya trafîqê de 2 mamosteyan jiyana xwe ji dest da
08:28 Li Gebarê şewat derket
12/06/2021
20:37 Îro 6 hezar û 76 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:22 'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide'
17:18 Şandeya Aştiyê ya hat binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir
16:27 ‘Tê xwestin ku rola pêşeng a jinan were asteng kirin’
15:44 Sengawî bertek nîşanî PDK’ê da: Qiyamet jî rabe, ez ê gule ne berdim
15:40 Xizmên Windayan li aqûbeta Keremoglu pirsîn
15:29 Li ber deriyê sînor bang kirin: Li dijî dagirkeriyê rabin
14:51 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku Osman Kose were berdan
14:41 ÎHD'ê xwest nexweşê pençeşêrê Çakal were berdan
14:36 Şewata li Çiyayê Gorseyê dîsa dest pê kir
14:09 Polîsên Elman û PDK'ê endamên Şandeya Aştiyê binçav kirin
14:07 ÎHD: Girtiyê nexweş Kara berdin
13:54 Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan
13:47 Dayikên Şemiyê li kujerên Mûrat Aslan pirsîn
13:21 Li zanîngehê pirsa nijadperest: Divê kîjan partiya kurdan were girtin?
13:07 Siyasetvan Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:40 Di doza Soma de daxwaza reda dadgerî red kirin
12:01 Di 70 saliya wî de ew winda kirin
11:49 Cendirmeyan mudaxileyî welatiyên ku sewalên xwe xwestin kirin
11:06 Malbata Şenyaşar: Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin
10:55 Turkdogan: AYM manipulasyonê dike, ew însan dikaribûn bihatana rizgakirin
10:00 Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:55 Çevîrmen: Divê pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
09:01 Term: Çîroka pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 198'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em berxwedana girtiyan mezin bikin'
09:01 Ji ber hişkesaliyê berên wan qels bûne
09:01 28 sal in kiryarên rojnamevan Karaagar nehatine dîtin
09:01 Di şert û mercên dijwar de dixebitin
09:01 Li serê her kuçeyekê Amedê zarokên tên xebitandin hene
09:01 'Heya xizanî hebe, dê pêşî li ber karkeriya zarokan neyê girtin'
09:01 Welatiyên Mexmûrê: Bêdengiya NY'yê nayê qebûlkirin
09:01 Jinan dest bi amadekariyên mîtînga Stenbolê kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Şewata li Kerboranê dewam dike
08:47 Eskerekî din mir
08:42 Motosikleta polîsan li zarokan qelibî: Yek jê giran 4 birîndar
11/06/2021
23:27 CÎK: Hevkariya kurdan a bi dagirkeran re heram e
19:56 Îro 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:54 Endamê HDP'ê yê hatibû binçavkirin hat berdan
19:25 Dayika Aştiyê Muhteber Bor jiyana xwe ji dest da
16:55 Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê: Bila binpêkirinên mafan bi dawî bibin
16:41 ‘Rejîma tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin’
16:40 Hevşaredarê Wanê Avci bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:15 Polîsan destûr neda nimêja cenaze bê kirin!
16:12 Şandeya KCD û DBP'ê serdana esnafên Şirnexê kir
15:50 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin
15:27 ‘Divê girtîgeh ji bo venêrîna şandeyên serbixwe werin vekirin’
15:23 Banga rakirina tecrîdê li Wezareta Dadê kirin
15:23 Piştî daxwaza dozger darizandina parlamenterê HDP'î sekini
15:01 TOHAV û OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 Li qûntara Cûdî banga xwedî derketina li xwezaya Kurdistanê kirin
14:49 ‘Her kes dizane kî mafya ye’
14:48 Berdevkê Artêşa Iraqê: Ya ku tê jiyîn dagirkeriyek mezin e
14:34 Ciwanên ku têkiliya dewlet-mafyayê teşhîr kirin hatin binçavkirin
14:26 ‘Şewatên li heremê bi zanebûn tên derxistin?’
14:25 Baroya Amedê: Di 8 salan de 494 zarokên karker mirin
14:10 Li Pasûrê paletiya kurmê hevrîşimê nehat kirin
13:39 ÎSÎG: Di 8 salan de herî kêm 513 zarok li ser kar jiyana xwe ji dest dan
13:23 Têkiliyên ‘dewleta kûr’ û PKD’ê yên bi hevre dîsa ket rojevê
13:08 Di Festîvala Filman a Navnetewî de navê ‘Kurdistan’ sansûr kirin!
12:43 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:42 Turkdogan: Windabûneke maf tune ye pêvajoya AYM’ê didome
12:25 Ahmet Turk: Divê birêz Barzanî gotinên xwe ji bîr neke
11:47 Mirina leşkerekî din a gumanbar
11:19 Avci û yên pêre sewqî edliyê kirin