Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan

  • jin
  • 13:54 12 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran di çarçoveya xebatên "Ji xizaniya jinê re na" de civîneke çapemeniyê li dar xist û encamnameya vê kampanyayê xwe eşkere kir. Başaran diyar kir ku dê li dijî tifaqa mêr a AKP-MHP'ê têkoşîna xwe bidomînin û bibin deng û rengê jinan.  
 
 Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Ji xizaniya jinê re na" de li Riha, Semsûr, Dêrsîm, Idîr û Bêdlîsê bi jinan re civiyan. Meclîsa Jinan, encamnameya xebatên vê kampanyayê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Civîn li avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê pêk hat. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamên Koordînasyona Jinan, Feray Mertoglu û Tulay Koçak tevlî civînê bûn. Di civînê de encamname ji hêla Ayşe Acar Başaran ve hat xwendin.   
 
Başaran di civînê de wiha axivî: 
 
"Li her qadên jiyanê, li kolan û qadan li hemberî kurd û jinan tifaqa mêran a AKP-MHP'ê pêş dikeve. Tifaq li dijî gelan, ji bo sermayedaran hatiye avakirin. Tifaqeke zayendperest, mîlîtarîst, talanker û rantxur e. Em jî bi hewldanên xwe tifaqa wan teşhîr dikin. Bi rêbazên çetevarî êrîşê vîna gel, destkeftiyên jinan dikin. Ev rêbaz ji hêla hevkarên wan ve hat aşkerakirin. Hat dîtin ku çawa kuştina jinan, nelirêtî, dîzî, xespkirina çavkaniyên gel û ruşvet tê veşartin. Dewlet-mafya û çete hemû qadên jiyanê yên me çawa xistiye dibin xizmetên sermayedaran.  
 
Pergala hevserokatiyê, rêgezên temsîliyeta wekhev wek sûc hat nîşandan û şaredariyên me hatin xespkirin, qeyûm hatin tayînkirin. Mekanîzmayên ku jin ji sûdê digirtin hatin girtin û jin tenê hatin hiştin. Hevşaredarên me dîl hatin girtin. Di serî de jin û gel mehkûmê xizaniyê kirin. Ev tişt bi aşkerakirina serçete aşkera bû.  
 
 JINAN MEHKÛMÎ 4 DÎWARAN DIKIN
 
Gelo îqtîdar ji cotkarên xizan agahdar e? Me di hevdîtinan de dît ku îqtîdar çawa gel mehkûmê xizaniyê kiriye. Îqdîtar dema bikeve tengasiyê demildest êrişê partiya me û jinan dike. Tifaqa mêran a AKP-MHP'ê ji bo jinan ne meşrû ye. Jinan mehkûmê 4 dîwaran dike, keda di nava malê de red dike, hêza kar a erzan dibîne, kedxwariyê dike, xizaniyê li jinan ferz dike û hewl dide ku jin mehkûmê mêr bibin. Ev tifaq dijminatiyê ji jin û gelan re dike. Em ê hevdîtina xwe ya 'Ji xizaniya jinan re na, Ji bo jinan edalet' bidomînin.
 
EM Ê BIBIN DENGÊ JINAN  
 
Em dengê jinên dibêjin 'Kesekî li Rihayê dengê me bibihîse tune ye. Xebat ne şerm e lê belê em berdêla keda xwe nagirin'. Em bi jinên li ser erdê firîngî-îsotan dixebitin hatin gel hevdu. Saet di 05.00'an de radibin û heta saet 18.00'an dixebitin. 60 TL heqdestên xwe digirin. Jinên di bin şerdên dijwar de dixebitîn digotin 'Av, ceyran, ji cihên nêz ava vexwarinê tune ye. Hemû tişt pir biha ne. Em nikarin debara xwe bikin'. Tifaqa mêr ji bo sermayedaran bi milyaran kredî dide lê belê anîne wê rewşê ku cotkar nikarin berhemên dixwazin ji erdên xwe bigirin, biçînin. Talana xwezayê û hişkahiya sermayedar dibin sedem dibe sedema mexdûriyetê. Dewlet vê mexdûriyetê derbas nake. Em ê bibin dengê jinên dibêjin 'Ma kî dikare bi 55 TL yî debara xwe bike'. Em ê piştevaniya jinên li Rihayê li ser erdê firingî, îsot, nîsk dixebitin ji wir derbasî Meletê ji wir jî derbasî aliyê Behra Reş dibin, bikin. 
 
EM Ê NIRXÊ KEDA XWE DIYAR BIKIN! 
 
Polîtikayên dijminatiyê yên îktidarê yên li dijî bazarên semtê em ji dijberiya li dijî Bazara Semtê ya Jiyanê ya Jinan dizanin. Lê belê bila îktidar vê baş bizanibe ku têkoşîna jinên li Bazara Semtê ya Jiyanê ya Jinan feyzê dide me. Em ê bi hev re qadên bazarê ava bikin. Em ê nirxê keda xwe diyar bikin! 
  
BARÊ ME GIRAN E 
 
Jinên li zozanên lê av û ceyran tune ye sewalkariyê dikin penîr çêdikin mecbûr in berhemên xwe bifiroşin şîrxaneyê. Lê belê jinên koçer karê nakin. Em ê bi jinên koçer li gel hev bin. Tifaqa mêr a AKP-MHP'ê di bin navê ewlehiyê de nahêle zozanên hilberîna wê zêde ye bên bikaranîn. Li dijî rant û talana siyasî em ê zozanên xwe biparêzin. 
 
PEREYÊ EZ DIGIRIM HETA DIHERIM MALÊ BI DAWÎ DIBE
 
Dîsa em tevî hemû astengiyan li Agiriyê bi jinên kedkar re hatin gel hevdu. Jinan xizaniya jinê li cihên ku lê bûn anîn ziman. Jinên li atolyeyên tekstîlê dixebitin serê sibehê saet di  08.00’an heta  19.00’an dixebitin lê belê hîn di bin meaşê kêmtirîn digirin. Li dijî kesên xwezaya me talan dikin em ê bi hev re têbikoşin. Jinên li Agiriyê li dijî komkujiya xwezayê li berxwe didin dengê wan li Îkizdereyê olan dide. Her wiha jinê Îdirê dizanin ku kesên xizaniyê li ser gel ferz dikin li qesrê ji mûslixên zêr avê vedixwin. Em vê pergala mêtingeriyê qebûl nakin. Jinên li Tetwanê diyar kirin berhemên wan ên bi 50 quruşî ji wan tên kirîn bi 6-7 lîreyî li bazaran tên firotin. Jin bi vî rengî pergala kapîtalîst a serdest îfşa dikin. Li Tetwanê jî em hatin gel jinên li ser erdê firingiyan dixebitin ew jî bi pereyê digirin nikarin bi hêsanî tiştekî bigirin. Loma em ê bi hev re ji xizaniya jinê re bêjin na.   Em ji vir careke din bang dikin. Li her cihê ku em lê ne em ê bibêjin "Ji Xizaniya Jinê re Na". Bi baweriya piştevaniya bi jinê re em ê li gel têkoşîna jinan bin."   
 

Sernavên din

14/06/2021
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin
10:11 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:39 Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 199'emîn de dewam dike
09:07 Ava bermayî ya Heskîfa nû bêyî bê dawerivandin diherike gola bendavê
09:06 Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin
09:05 Peymana Stenbolê temînata jiyana jina ye
09:04 Keşîşxaneya St. Thomas hindik maye xera bibe
09:03 106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne
09:02 Endama Ege TUHAY-DER'ê Altan: Em ê bi berxwedanê karibin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:50 Rêveberên HDP’î hatin girtin
08:29 Di qezaya trafîqê de 2 mamosteyan jiyana xwe ji dest da
08:28 Li Gebarê şewat derket
12/06/2021
20:37 Îro 6 hezar û 76 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:22 'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide'
17:18 Şandeya Aştiyê ya hat binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir
16:27 ‘Tê xwestin ku rola pêşeng a jinan were asteng kirin’
15:44 Sengawî bertek nîşanî PDK’ê da: Qiyamet jî rabe, ez ê gule ne berdim
15:40 Xizmên Windayan li aqûbeta Keremoglu pirsîn
15:29 Li ber deriyê sînor bang kirin: Li dijî dagirkeriyê rabin
14:51 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku Osman Kose were berdan
14:41 ÎHD'ê xwest nexweşê pençeşêrê Çakal were berdan
14:36 Şewata li Çiyayê Gorseyê dîsa dest pê kir
14:09 Polîsên Elman û PDK'ê endamên Şandeya Aştiyê binçav kirin
14:07 ÎHD: Girtiyê nexweş Kara berdin
13:54 Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan
13:47 Dayikên Şemiyê li kujerên Mûrat Aslan pirsîn
13:21 Li zanîngehê pirsa nijadperest: Divê kîjan partiya kurdan were girtin?
13:07 Siyasetvan Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:40 Di doza Soma de daxwaza reda dadgerî red kirin
12:01 Di 70 saliya wî de ew winda kirin
11:49 Cendirmeyan mudaxileyî welatiyên ku sewalên xwe xwestin kirin
11:06 Malbata Şenyaşar: Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin
10:55 Turkdogan: AYM manipulasyonê dike, ew însan dikaribûn bihatana rizgakirin
10:00 Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:55 Çevîrmen: Divê pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
09:01 Term: Çîroka pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 198'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em berxwedana girtiyan mezin bikin'
09:01 Ji ber hişkesaliyê berên wan qels bûne
09:01 28 sal in kiryarên rojnamevan Karaagar nehatine dîtin
09:01 Di şert û mercên dijwar de dixebitin
09:01 Li serê her kuçeyekê Amedê zarokên tên xebitandin hene
09:01 'Heya xizanî hebe, dê pêşî li ber karkeriya zarokan neyê girtin'
09:01 Welatiyên Mexmûrê: Bêdengiya NY'yê nayê qebûlkirin
09:01 Jinan dest bi amadekariyên mîtînga Stenbolê kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Şewata li Kerboranê dewam dike
08:47 Eskerekî din mir
08:42 Motosikleta polîsan li zarokan qelibî: Yek jê giran 4 birîndar
11/06/2021
23:27 CÎK: Hevkariya kurdan a bi dagirkeran re heram e
19:56 Îro 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:54 Endamê HDP'ê yê hatibû binçavkirin hat berdan
19:25 Dayika Aştiyê Muhteber Bor jiyana xwe ji dest da
16:55 Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê: Bila binpêkirinên mafan bi dawî bibin
16:41 ‘Rejîma tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin’
16:40 Hevşaredarê Wanê Avci bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:15 Polîsan destûr neda nimêja cenaze bê kirin!
16:12 Şandeya KCD û DBP'ê serdana esnafên Şirnexê kir
15:50 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin
15:27 ‘Divê girtîgeh ji bo venêrîna şandeyên serbixwe werin vekirin’
15:23 Banga rakirina tecrîdê li Wezareta Dadê kirin
15:23 Piştî daxwaza dozger darizandina parlamenterê HDP'î sekini
15:01 TOHAV û OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 Li qûntara Cûdî banga xwedî derketina li xwezaya Kurdistanê kirin
14:49 ‘Her kes dizane kî mafya ye’
14:48 Berdevkê Artêşa Iraqê: Ya ku tê jiyîn dagirkeriyek mezin e
14:34 Ciwanên ku têkiliya dewlet-mafyayê teşhîr kirin hatin binçavkirin
14:26 ‘Şewatên li heremê bi zanebûn tên derxistin?’
14:25 Baroya Amedê: Di 8 salan de 494 zarokên karker mirin
14:10 Li Pasûrê paletiya kurmê hevrîşimê nehat kirin
13:39 ÎSÎG: Di 8 salan de herî kêm 513 zarok li ser kar jiyana xwe ji dest dan
13:23 Têkiliyên ‘dewleta kûr’ û PKD’ê yên bi hevre dîsa ket rojevê
13:08 Di Festîvala Filman a Navnetewî de navê ‘Kurdistan’ sansûr kirin!
12:43 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:42 Turkdogan: Windabûneke maf tune ye pêvajoya AYM’ê didome
12:25 Ahmet Turk: Divê birêz Barzanî gotinên xwe ji bîr neke
11:47 Mirina leşkerekî din a gumanbar
11:19 Avci û yên pêre sewqî edliyê kirin