106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne

  • rojane
  • 09:03 13 Hezîran 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Suryanî, ji bo 106'emîn bîranîna Komkujiya Seyfoyê dest bi amadekariyan kirin. Serokê Federasyona Komeleyên Suryanî Evgîl Turker, anî ziman ku ji ber komkujiyê ne li benda tazmînatê, li benda hevrûbûn û lêborînê ne. 
 
Di dema Şerê Cîhanê yê Yekê de, bi destê Cemiyeta Îttihat û Terakkiyê gelek xirîstiyan hatin kuştin. Suryaniyan jî nesîb ji van komkujiyhan girt. Di sala 1915'an de bi hezaran suryanî hatin kuştin û bi hezaran jî hatin koçberkirin. Tiştên qewimîn wekî "Komkujiya Seyfo" di nav rûpelên dîrokê de hatin tomarkirin. Li gel suryaniyan asûrî, keldanî û gelên aramî jî nesîb ji van komkujiyan girtin.
 
Gelê suryanî bi boneya salvegera 106'emîn a komkujiyê dest bi amadekariyan kirin. Dê bîranîn di 15'ê Hezîranê de li gelek navendan bi çalakiyên cuda bê lidarxistin. 
 
Serokê Federasyona Komeleyên Suryanî (SUDEF) û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Sabro Evgîl Turker, behsa Seyfoyê û têkoşîna suryaniyan kir. 
 
ÇI QEWIMÎ? 
 
Turker, bibîr xist ku di dema Dewleta Osmanî de rêvebiriya Cemiyeta Îttihat û Terakkî li dijî xeyrî muslîman tevgereke qirkirinê daye destpêkirin û di 24'ê Nîsana 1915'an de ewilî êrîş birine ser ermeniyan û di vê demê de li dijî suryaniyan jî liv û tevger çêbûne. Turker, anî ziman ku li herêma "Tûrabidîn"ê êrîşên qirkirinê yên li dijî suryaniyan di 15'ê Hezîrana 1915'an de dest pê kirine û kesên ji komkujiyê xelas bûne li ber xwe dane û got: "Piştî êrîşên ewil ên li Midyadê, li navenda bajêr bi qasî hefteyekê berxwedanek çêbû. Paşê suryaniyên li herêmê çûn xwe li gundê Anyvertê girtin. A rast êrîş bi girtina mêrên protestan dewam kir. Paşê li gelek gundan komkujî çêbûn. Tevî eskerên osmanî hin eşîretên kurdan jî daxilî nav êrîşan bûn. Hin aşîret jî ji bo pêşî li ber êrîşan bigirin, têkoşiyan. Eskerên Osmanî û eşîretên di nav Alayên Hemîdiyeyê de cih girtin, li gundê Aynvertê bi qasî du mehan suryanî dorpêç kirin. Suryanî jî li ber xwe dan. Dorpêçkirin bi awayekî dijwar bû sedema mirina suryaniyahn." 
 
Turker, ku got "qirkirinek mezin çêbû" got: "Ji wê rojê heya niha Suryanî bi xwe ve nehatin. Di salên 1930'yî de Îsmet Înonu hat herêmê, raporek amade kir. Digot, suryanî hîn jî li herêmê ne û 'ji ber ku nebûne misilman asîmlekirina wan ne mimkune, lewma divê bên koçberkirin.' Di dema Şerê Cîhanê yê Dudoyan de Baca Hebûnê pêk anîn. Baca Hebûnê, darbeyek mezin bû li hemberî suryaniyan. Ev ji bo hemû kêmaniyên din jî wisa bû. Armanc gelê xirîstiyan ji binî de koçber bikin. Wisa jî kirin." 
 
POLÎTÎKAYA ÎNKARÊ 
 
Turker, destnîşan kir ku Seyfo hîn jî didome ûg ot: "Muxatab Komara Tirkiyeyê ye. Belê, di dema Osmaniyan de bû. Jixwe em Tirkiyeyê sûcdar nakin, lê divê Tirkiye jî vê qebûl bike. Mixabin her hikûmeta tê xwe li nedîtinê datîne. Dide ser rêya polîtîkaya înkarkirinê." 
 
Turker, destnîşan kir ku suryanî li benda lêborînê ne û got: "Gotina 'suryanî ji paş de derb lêxistin' ne rast e. Suryanî tu carî wekî welatî esas nehatine girtin. Ev hatin serê me jî û hîn jî di gelek waran de tê serê me. Qanûna Bingehîn dibêje hemû welatî wekhev in, lê di pratîkê de tiştekî wiha tune ye. Em ne wekhev in." 
 
GIRÊDAYÎ PIRSGIRÊKA KURDÎ YE 
 
Turker, anî ziman ku niha ne bi awayekî fîzîkî be jî lê suryanî bi ruh û fikira xwe li herêma Tûrabîdînê ne. 
 
Turker got: "Di dema pêvajoya çareseriya demokratîk de, bihêvî bûn. Lê niha cardin rewş veguheriye wekî berê. Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd de Rewşa suryaniyan jî girêdayî çareserkirina pirsgirêka aborî, demokratîkbûyînê û çareserkirina prisgirêka kurdî ye. Heger li Tirkiyeyê pêvajoyeke demokratîk çêbibe, suryanî amade ne vegerin. Em Seyfoyê ji bîr nakin. Lê em zarokên xwe jî bi nefret û kînê mezin nakin." 
 
LI BENDA LÊBORÎNÊ NE 
 
Turker, destnîşan kir ku hê jî ji ber tiştên hatine serê suryaniyan di civakê de bi awayekî berbiçav xwerexnekirin çênebûye. Turker, bilêv kir ku xwerexnekirina hin siyasetmedarên kurd bûye cihê hêviyê, lê têr nake. Turker, anî ziman ku a girîng bi awayekî civakî xwerexnekirinê bê kirin, ji lew re kurd, suryanî û ermenî merivên hev in û divê ev yek baş bê nirxandin. 
 
Turker di dawiya axaftina xwe got: "Em doza tazmînatê li dewletê nakin. Em tenê li benda hevrûbûn û lêborînê ne. Hevrûbûyîn pir girîng e. Heya hevrûbûn çênebe tu yê nikaribî nîqaş bikî. Heger hevrûbûyîn çêbibe, tu yê rûnê û nîqaş bikî. Çi bû? Çi hat serê vê civakê? Suryanî ji çi tirsiyan? Heger dewlet xwe nede ber van pirsan, dê suryanî pê ewle nebin. Heger pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re neyê nîqaşkirin dê ne ev herêm ne jî ev welat îflah nebe." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

14/06/2021
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin
10:11 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:39 Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 199'emîn de dewam dike
09:07 Ava bermayî ya Heskîfa nû bêyî bê dawerivandin diherike gola bendavê
09:06 Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin
09:05 Peymana Stenbolê temînata jiyana jina ye
09:04 Keşîşxaneya St. Thomas hindik maye xera bibe
09:03 106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne
09:02 Endama Ege TUHAY-DER'ê Altan: Em ê bi berxwedanê karibin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:50 Rêveberên HDP’î hatin girtin
08:29 Di qezaya trafîqê de 2 mamosteyan jiyana xwe ji dest da
08:28 Li Gebarê şewat derket
12/06/2021
20:37 Îro 6 hezar û 76 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:22 'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide'
17:18 Şandeya Aştiyê ya hat binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir
16:27 ‘Tê xwestin ku rola pêşeng a jinan were asteng kirin’
15:44 Sengawî bertek nîşanî PDK’ê da: Qiyamet jî rabe, ez ê gule ne berdim
15:40 Xizmên Windayan li aqûbeta Keremoglu pirsîn
15:29 Li ber deriyê sînor bang kirin: Li dijî dagirkeriyê rabin
14:51 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku Osman Kose were berdan
14:41 ÎHD'ê xwest nexweşê pençeşêrê Çakal were berdan
14:36 Şewata li Çiyayê Gorseyê dîsa dest pê kir
14:09 Polîsên Elman û PDK'ê endamên Şandeya Aştiyê binçav kirin
14:07 ÎHD: Girtiyê nexweş Kara berdin
13:54 Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan
13:47 Dayikên Şemiyê li kujerên Mûrat Aslan pirsîn
13:21 Li zanîngehê pirsa nijadperest: Divê kîjan partiya kurdan were girtin?
13:07 Siyasetvan Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:40 Di doza Soma de daxwaza reda dadgerî red kirin
12:01 Di 70 saliya wî de ew winda kirin
11:49 Cendirmeyan mudaxileyî welatiyên ku sewalên xwe xwestin kirin
11:06 Malbata Şenyaşar: Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin
10:55 Turkdogan: AYM manipulasyonê dike, ew însan dikaribûn bihatana rizgakirin
10:00 Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:55 Çevîrmen: Divê pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
09:01 Term: Çîroka pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 198'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em berxwedana girtiyan mezin bikin'
09:01 Ji ber hişkesaliyê berên wan qels bûne
09:01 28 sal in kiryarên rojnamevan Karaagar nehatine dîtin
09:01 Di şert û mercên dijwar de dixebitin
09:01 Li serê her kuçeyekê Amedê zarokên tên xebitandin hene
09:01 'Heya xizanî hebe, dê pêşî li ber karkeriya zarokan neyê girtin'
09:01 Welatiyên Mexmûrê: Bêdengiya NY'yê nayê qebûlkirin
09:01 Jinan dest bi amadekariyên mîtînga Stenbolê kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Şewata li Kerboranê dewam dike
08:47 Eskerekî din mir
08:42 Motosikleta polîsan li zarokan qelibî: Yek jê giran 4 birîndar
11/06/2021
23:27 CÎK: Hevkariya kurdan a bi dagirkeran re heram e
19:56 Îro 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:54 Endamê HDP'ê yê hatibû binçavkirin hat berdan
19:25 Dayika Aştiyê Muhteber Bor jiyana xwe ji dest da
16:55 Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê: Bila binpêkirinên mafan bi dawî bibin
16:41 ‘Rejîma tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin’
16:40 Hevşaredarê Wanê Avci bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:15 Polîsan destûr neda nimêja cenaze bê kirin!
16:12 Şandeya KCD û DBP'ê serdana esnafên Şirnexê kir
15:50 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin
15:27 ‘Divê girtîgeh ji bo venêrîna şandeyên serbixwe werin vekirin’
15:23 Banga rakirina tecrîdê li Wezareta Dadê kirin
15:23 Piştî daxwaza dozger darizandina parlamenterê HDP'î sekini
15:01 TOHAV û OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 Li qûntara Cûdî banga xwedî derketina li xwezaya Kurdistanê kirin
14:49 ‘Her kes dizane kî mafya ye’
14:48 Berdevkê Artêşa Iraqê: Ya ku tê jiyîn dagirkeriyek mezin e
14:34 Ciwanên ku têkiliya dewlet-mafyayê teşhîr kirin hatin binçavkirin
14:26 ‘Şewatên li heremê bi zanebûn tên derxistin?’
14:25 Baroya Amedê: Di 8 salan de 494 zarokên karker mirin
14:10 Li Pasûrê paletiya kurmê hevrîşimê nehat kirin
13:39 ÎSÎG: Di 8 salan de herî kêm 513 zarok li ser kar jiyana xwe ji dest dan
13:23 Têkiliyên ‘dewleta kûr’ û PKD’ê yên bi hevre dîsa ket rojevê
13:08 Di Festîvala Filman a Navnetewî de navê ‘Kurdistan’ sansûr kirin!
12:43 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:42 Turkdogan: Windabûneke maf tune ye pêvajoya AYM’ê didome
12:25 Ahmet Turk: Divê birêz Barzanî gotinên xwe ji bîr neke
11:47 Mirina leşkerekî din a gumanbar
11:19 Avci û yên pêre sewqî edliyê kirin