Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe

  • rojane
  • 14:59 13 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Delegasyona Navneteweyî ya ji bo Azadî û Aştiyê ya li Kurdistanê, nerazîbûn nîşanî astengiyên li Hewlêrê da û diyar kir ku ew nûnertiya tu partiyeke kurd nakin û "enternasyonalîst" in. Delegasyonê xwest ku Tirkiye ji herêmê vekişe.
 
Delegasyona Navneteweyî ya ji bo Azadî û Aştiyê ya li Kurdistanê, derbarê astengiyên ku li Herêma Kurdistanê ji wan re tên derxistin daxuyaniyek da û bertek nîşanî astengiyan da. Delegasyonê, diyar kir ku weke siyasetmedar, akademîsyen, aktîvîstên mafên mirovan, sendîkavan, rojnamevan, femînîst û ekolojîstên ji 14 welatan xwestine çavdêriyê li rewşê bikin.
 
‘DAGIRKERÎ BINPÊKIRINA HIQÛQÊ YE’
 
Berdewama daxuyaniyê bi berfirehî wiha ye:
 
“Bi 150 kesî me xwest ku tevkariyê li diyaloga navbera aktorên siyasî yên kurd bikin, diyalogê bi parlamenterên hemû partiyan re çêbikin û serdana saziyên civakî yên sivîl bikin. Dagirkeriya artêşa tirk aşkera binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Cihê xemgîniyê ye ku civata dewletên navneteweyî di vê mijarê de bêdeng e û ji bo Tirkiyeyê li gorî qanûnên navneteweyî û hiqûqa mafên mirovan tevbigere gavekê neavêje.
 
‘TU SEDEMEKE REWA YA VÊ ZEXTÊ NÎNE’
 
Saziyên ku me plan dikir serdana wan bikin, hatin tepisandin û xwe ji civînên bi me re vekişandin. Beşeke mezin a heyetê nikaribû bê Kurdistanê jî. Heta niha 25 kes an hatine dersînorkirin an jî li ber dersînorkirinê ne. Her wiha li balafirgeha Dusseldorfê ya Almanyayê herî kêm 27 kes hatin astengkirin ku biçin Kurdistanê. Sparteyeke hiqûqî ya van astengî û dersînorkirinan nîne. Tu sedemeke rewa ya vê zexta li me tê kirin nîne. Ji bo piştgiriya bi gelê kurd û komên nîjadî û olî yên li Kurdistanê em li vir in.
 
‘EM NÛNERTIYA TU PARTIYEKE SIYASÎ NAKIN’
 
"Em enternasyonalîst in û nûnertiya tu partiyeke kurd an jî tevgereke siyasî nakin. Em li dij in ku Kurdistan ji aliyê dewletên derve ve bê mêtingehkirin. Em ne ji bo wê yekê li vir in ku li ber partiyeke kurd rabin. Ev rewş xefikeke; fikar heye ku paşeroja kurdan, aştî û paşeroja Rojhilata Navîn bixe nava xeteriyê, veguhere şerê çekdarî.
 
DIVÊ ARTÊŞA TIRK TAVILÊ VEKIŞE
 
Daxwaza me ya lezgîn ew e ku kurd hemûyan di vê mijarê de hişyar bike, diyalogê bide çêkirin. Divê çareseriyeke siyasî bê peydakirin û helwest li dijî gefên ji derve bê nîşandan.”
 
1- Endamên heyetê yên hatine girtin, yan jî dersînorkirin hemû bên berdan û destûr ji wan re bê dayin ku tevlî yên mayî bibin.
 
2- Aktorên siyasî yên kurd hemû diyalogê bi hev re çêbikin.
 
3- Em bang li saziyên mirovî û siyasî yên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin çareseriyeke aştiyane. artêşa tirk divê tavilê ji herêmê vekişe.”
 

Sernavên din

14/06/2021
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin
10:11 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:39 Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 199'emîn de dewam dike
09:07 Ava bermayî ya Heskîfa nû bêyî bê dawerivandin diherike gola bendavê
09:06 Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin
09:05 Peymana Stenbolê temînata jiyana jina ye
09:04 Keşîşxaneya St. Thomas hindik maye xera bibe
09:03 106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne
09:02 Endama Ege TUHAY-DER'ê Altan: Em ê bi berxwedanê karibin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:50 Rêveberên HDP’î hatin girtin
08:29 Di qezaya trafîqê de 2 mamosteyan jiyana xwe ji dest da
08:28 Li Gebarê şewat derket
12/06/2021
20:37 Îro 6 hezar û 76 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:22 'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide'
17:18 Şandeya Aştiyê ya hat binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir
16:27 ‘Tê xwestin ku rola pêşeng a jinan were asteng kirin’
15:44 Sengawî bertek nîşanî PDK’ê da: Qiyamet jî rabe, ez ê gule ne berdim
15:40 Xizmên Windayan li aqûbeta Keremoglu pirsîn
15:29 Li ber deriyê sînor bang kirin: Li dijî dagirkeriyê rabin
14:51 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku Osman Kose were berdan
14:41 ÎHD'ê xwest nexweşê pençeşêrê Çakal were berdan
14:36 Şewata li Çiyayê Gorseyê dîsa dest pê kir
14:09 Polîsên Elman û PDK'ê endamên Şandeya Aştiyê binçav kirin
14:07 ÎHD: Girtiyê nexweş Kara berdin
13:54 Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan
13:47 Dayikên Şemiyê li kujerên Mûrat Aslan pirsîn
13:21 Li zanîngehê pirsa nijadperest: Divê kîjan partiya kurdan were girtin?
13:07 Siyasetvan Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:40 Di doza Soma de daxwaza reda dadgerî red kirin
12:01 Di 70 saliya wî de ew winda kirin
11:49 Cendirmeyan mudaxileyî welatiyên ku sewalên xwe xwestin kirin
11:06 Malbata Şenyaşar: Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin
10:55 Turkdogan: AYM manipulasyonê dike, ew însan dikaribûn bihatana rizgakirin
10:00 Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:55 Çevîrmen: Divê pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
09:01 Term: Çîroka pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 198'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em berxwedana girtiyan mezin bikin'
09:01 Ji ber hişkesaliyê berên wan qels bûne
09:01 28 sal in kiryarên rojnamevan Karaagar nehatine dîtin
09:01 Di şert û mercên dijwar de dixebitin
09:01 Li serê her kuçeyekê Amedê zarokên tên xebitandin hene
09:01 'Heya xizanî hebe, dê pêşî li ber karkeriya zarokan neyê girtin'
09:01 Welatiyên Mexmûrê: Bêdengiya NY'yê nayê qebûlkirin
09:01 Jinan dest bi amadekariyên mîtînga Stenbolê kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Şewata li Kerboranê dewam dike
08:47 Eskerekî din mir
08:42 Motosikleta polîsan li zarokan qelibî: Yek jê giran 4 birîndar
11/06/2021
23:27 CÎK: Hevkariya kurdan a bi dagirkeran re heram e
19:56 Îro 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:54 Endamê HDP'ê yê hatibû binçavkirin hat berdan
19:25 Dayika Aştiyê Muhteber Bor jiyana xwe ji dest da
16:55 Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê: Bila binpêkirinên mafan bi dawî bibin
16:41 ‘Rejîma tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin’
16:40 Hevşaredarê Wanê Avci bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:15 Polîsan destûr neda nimêja cenaze bê kirin!
16:12 Şandeya KCD û DBP'ê serdana esnafên Şirnexê kir
15:50 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin
15:27 ‘Divê girtîgeh ji bo venêrîna şandeyên serbixwe werin vekirin’
15:23 Banga rakirina tecrîdê li Wezareta Dadê kirin
15:23 Piştî daxwaza dozger darizandina parlamenterê HDP'î sekini
15:01 TOHAV û OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 Li qûntara Cûdî banga xwedî derketina li xwezaya Kurdistanê kirin
14:49 ‘Her kes dizane kî mafya ye’
14:48 Berdevkê Artêşa Iraqê: Ya ku tê jiyîn dagirkeriyek mezin e
14:34 Ciwanên ku têkiliya dewlet-mafyayê teşhîr kirin hatin binçavkirin
14:26 ‘Şewatên li heremê bi zanebûn tên derxistin?’
14:25 Baroya Amedê: Di 8 salan de 494 zarokên karker mirin
14:10 Li Pasûrê paletiya kurmê hevrîşimê nehat kirin
13:39 ÎSÎG: Di 8 salan de herî kêm 513 zarok li ser kar jiyana xwe ji dest dan
13:23 Têkiliyên ‘dewleta kûr’ û PKD’ê yên bi hevre dîsa ket rojevê
13:08 Di Festîvala Filman a Navnetewî de navê ‘Kurdistan’ sansûr kirin!
12:43 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:42 Turkdogan: Windabûneke maf tune ye pêvajoya AYM’ê didome
12:25 Ahmet Turk: Divê birêz Barzanî gotinên xwe ji bîr neke
11:47 Mirina leşkerekî din a gumanbar
11:19 Avci û yên pêre sewqî edliyê kirin