Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e

  • rojane
  • 09:07 14 Hezîran 2021
  • |
img

AMED - Girtî Mehmet Hayme ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heta niha sê caran ketiye greva birçîbûnê, wiha got: “Tenê armancek me heye; Ew jî azadiya Birêz Abdullah Ocalan e.”

 
Li Girtîgeha Tîpî F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, 22 salin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê navber dewam dike. Tevî ku hevdîtinên parêzer û malbatê yên bi Ocalan re ji bo hin deman ji ber bertekên zêde destûr hatin dayîn jî, lê şert û mercên girankirî yên tecrîdê yên li İmraliyê qet bi tevahî ji holê ranebûn. Ocalan, herî dawî ji ber grevên birçîbûn û bertekên rû dan, di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re û di 25’ê Adara 2021’an de jî bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê hevdîtin kirin.
 
ÇALAKÎ DI ROJA 200’AN DE YE
 
Çalakiyên li dijî tecrîdê bê navber dewam dikin. Herî dawî girtiyên siyasî, bi armanca ku tecrîd rabe û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibe, di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Çalakiya girtiyan jî îro ket roja 200’emîn de. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengtiya jinan li Wargeha Mexmûrê ya li Herêma Federe ya Kurdistana Iraqê dest pê kir, di roja 179’emîn de ye. Greva birçîbûnê ya Kampa Lavrîo ya Yûnanîstanê jî di roja 162’yemîn de berdewam dike.
 
Girtî Mehmet Hayme yê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê li dijî tecrîdê ket greva birçîbûn û Hevserokê Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) Mehmet Emîn Guzel, çalakiya greva birçîbûnê ya ket roja 200’emîn de nirxandin.
 
DAXWAZEK BI TENÊ: AZADÎ
 
Mehmet Hayme, bal kişand ser çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû û wiha axivî: “Wê demê ez 87 rojan di greva birçîbûnê de mam. Du caran ez tevlî çalakiyê bûm. Weke ku hûn jî dizanin em dinava têkoşînek mezin de ne û tenê yek armanca me heye. Ew jî azadiya Birêz Abdullah Ocalane. Armanc û daxwazek me ya din tuneye.” 
 
PEYAMA BIRYARDARIYÊ 
 
Hayme, tekez kir ku ew ê tevî her cure encaman dev ji armancên xwe bernedin û wiha got: “Azadiya Birêz Ocalan, rizgariya gelê Kurd, Kurdistan, jinan, zarokan, ciwanan û tevahiya mirovahiyê ye. Ji vê armancê em niha di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Me bi baweriyek mezin dest pê kir û em wisan jî dewam dikin. Bêguman, dijwarî û zext hene, lê em serî natewînin. Rayedar ev demek dirêje guh nadin daxwazên me. Dermanên hevalên me yên nexweş nadin. Em nekarin derkevin baxçe û werzîşê bikin. Em nikarin civînên xwe pêk bînin. Girtiyan dişînin girtîgehên dûr. Zext û tundiya derûnî li ser me dikin. Lê em hemû ji bo me ne encamin. Ji ber vê çalakiya di girtîgehan de, berxwedanek dîrokiye. Niha li girtîgehê 3 hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Em tenê tiştek ji gelê xwe dixwazin; Em ciwanên Kurd di şopa bav û kalên xwe, ax, çand û zimanê xwe de ne. Em zarokên vî gelî ne, me tiştek ji kesekê nediziye, armanca me tenê şerê hebûna me û axa me ye. Gelê me tenê bila van zanibe û ji têkoşîna ku me daye destpêkirin re bibe deng.”
 
‘BINPÊKIRIN ZÊDE BÛNE’
 
Hevserokê TUAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel jî, diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de ne, dixwazin ku mîna hemû girtiyên din mafên wan bên dayîn û wiha axivî: “Çalakger dixwazin tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Tecrîda li dijî Birêz Ocalan, bandorê li hemû civakê kiriye. Îro tu mirov û sazî nikarin daxuyaniyên çapemeniyê bidin. Weke ku her kes di girtîgeh servekirî de bin. Mirov nikarin mafên xwe daxwaz bikin.”
 
‘DENG DERXÎNIN’
 
Guzel, da zanîn ku darbarê binpêkirinên mafan de, ji girtîgehan bi sedan serlêdan ji bo komeleya wan tên kirin û wiha bi dawî kir: “Ev serlêdan an bi nivîskî ya jî bi devkî tên kirin. Bi taybetî li girtîgehên nû vedibin, her tim binpêkirinên mafan tên jiyîn. Di serê van binpêkirinên mafan de, lêgerîna tazî tê. Dîsa kincên girtiyan nadin wan û girtiyan derb dikin. Ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, divê hemû kes li dijî binpêkirinên mafan dengê xwe bilind bikin.”
 
 MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

14/06/2021
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin
10:11 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:39 Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 199'emîn de dewam dike
09:07 Ava bermayî ya Heskîfa nû bêyî bê dawerivandin diherike gola bendavê
09:06 Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin
09:05 Peymana Stenbolê temînata jiyana jina ye
09:04 Keşîşxaneya St. Thomas hindik maye xera bibe
09:03 106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne
09:02 Endama Ege TUHAY-DER'ê Altan: Em ê bi berxwedanê karibin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:50 Rêveberên HDP’î hatin girtin
08:29 Di qezaya trafîqê de 2 mamosteyan jiyana xwe ji dest da
08:28 Li Gebarê şewat derket
12/06/2021
20:37 Îro 6 hezar û 76 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:22 'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide'
17:18 Şandeya Aştiyê ya hat binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir
16:27 ‘Tê xwestin ku rola pêşeng a jinan were asteng kirin’
15:44 Sengawî bertek nîşanî PDK’ê da: Qiyamet jî rabe, ez ê gule ne berdim
15:40 Xizmên Windayan li aqûbeta Keremoglu pirsîn
15:29 Li ber deriyê sînor bang kirin: Li dijî dagirkeriyê rabin
14:51 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku Osman Kose were berdan
14:41 ÎHD'ê xwest nexweşê pençeşêrê Çakal were berdan
14:36 Şewata li Çiyayê Gorseyê dîsa dest pê kir
14:09 Polîsên Elman û PDK'ê endamên Şandeya Aştiyê binçav kirin
14:07 ÎHD: Girtiyê nexweş Kara berdin
13:54 Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan
13:47 Dayikên Şemiyê li kujerên Mûrat Aslan pirsîn
13:21 Li zanîngehê pirsa nijadperest: Divê kîjan partiya kurdan were girtin?
13:07 Siyasetvan Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:40 Di doza Soma de daxwaza reda dadgerî red kirin
12:01 Di 70 saliya wî de ew winda kirin
11:49 Cendirmeyan mudaxileyî welatiyên ku sewalên xwe xwestin kirin
11:06 Malbata Şenyaşar: Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin
10:55 Turkdogan: AYM manipulasyonê dike, ew însan dikaribûn bihatana rizgakirin
10:00 Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:55 Çevîrmen: Divê pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
09:01 Term: Çîroka pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 198'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em berxwedana girtiyan mezin bikin'
09:01 Ji ber hişkesaliyê berên wan qels bûne
09:01 28 sal in kiryarên rojnamevan Karaagar nehatine dîtin
09:01 Di şert û mercên dijwar de dixebitin
09:01 Li serê her kuçeyekê Amedê zarokên tên xebitandin hene
09:01 'Heya xizanî hebe, dê pêşî li ber karkeriya zarokan neyê girtin'
09:01 Welatiyên Mexmûrê: Bêdengiya NY'yê nayê qebûlkirin
09:01 Jinan dest bi amadekariyên mîtînga Stenbolê kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Şewata li Kerboranê dewam dike
08:47 Eskerekî din mir
08:42 Motosikleta polîsan li zarokan qelibî: Yek jê giran 4 birîndar
11/06/2021
23:27 CÎK: Hevkariya kurdan a bi dagirkeran re heram e
19:56 Îro 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:54 Endamê HDP'ê yê hatibû binçavkirin hat berdan
19:25 Dayika Aştiyê Muhteber Bor jiyana xwe ji dest da
16:55 Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê: Bila binpêkirinên mafan bi dawî bibin
16:41 ‘Rejîma tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin’
16:40 Hevşaredarê Wanê Avci bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:15 Polîsan destûr neda nimêja cenaze bê kirin!
16:12 Şandeya KCD û DBP'ê serdana esnafên Şirnexê kir
15:50 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin
15:27 ‘Divê girtîgeh ji bo venêrîna şandeyên serbixwe werin vekirin’
15:23 Banga rakirina tecrîdê li Wezareta Dadê kirin
15:23 Piştî daxwaza dozger darizandina parlamenterê HDP'î sekini
15:01 TOHAV û OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 Li qûntara Cûdî banga xwedî derketina li xwezaya Kurdistanê kirin
14:49 ‘Her kes dizane kî mafya ye’
14:48 Berdevkê Artêşa Iraqê: Ya ku tê jiyîn dagirkeriyek mezin e
14:34 Ciwanên ku têkiliya dewlet-mafyayê teşhîr kirin hatin binçavkirin
14:26 ‘Şewatên li heremê bi zanebûn tên derxistin?’
14:25 Baroya Amedê: Di 8 salan de 494 zarokên karker mirin
14:10 Li Pasûrê paletiya kurmê hevrîşimê nehat kirin
13:39 ÎSÎG: Di 8 salan de herî kêm 513 zarok li ser kar jiyana xwe ji dest dan
13:23 Têkiliyên ‘dewleta kûr’ û PKD’ê yên bi hevre dîsa ket rojevê
13:08 Di Festîvala Filman a Navnetewî de navê ‘Kurdistan’ sansûr kirin!
12:43 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:42 Turkdogan: Windabûneke maf tune ye pêvajoya AYM’ê didome
12:25 Ahmet Turk: Divê birêz Barzanî gotinên xwe ji bîr neke
11:47 Mirina leşkerekî din a gumanbar
11:19 Avci û yên pêre sewqî edliyê kirin