Duh li Tirkiyê îro li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin!

  • rojane
  • 13:52 14 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevana Hollandayî Frederike Geerdink a ku di sala 2015’an de li Tirkiyê hatibû dersînorkirî vê carê jî li Herêma Kurdistana Federe hat dersînorkirin. Geerdink diyar kir ku azadiya çapemeniyê li Kurdistana Federe û li Tirkiyê dişibe hev. 
 
Şandeya Aştiyê ya li Elmanyayê kom bû di 12’ê hezîranê de çû Herêma Kurdistana Federe. Şande li Hewlêrê hat binçavkirin û hin endamên şandeyê hatin dersînorkirin. Din av şandeyê de siyasetmedarên kurd, siyasetmedarên enternasyonalîst, rojnamevan, rewşenbîr û nivîskar cih digirin. Rojnamevana Hollandayî Frederike Geerdink jî di nava şandeyê de bû û ew jî hat binçavkirin. Geerdink jî bi hin endamên şandeyê re li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin. 
 
Geerdink berê li Tirkiyê dijiya. Ew di meha îloana 2015’an de bi 31 kesên kul i herêma Weregoz a Gevera Çolemêrgê ku li dijî operasyonên leşkerî bûbûn mertalên zindî hatibû binçavkirin. Geerdink serbest hatibû berdan û ji Tirkiyê hatibû dersînorkirin. Geerdink piştî ji Tirkiyê hat dersînorkirin vê carê derbasî bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistanê bû û li vir dijiya. Piştî şewba vîrûsa koronayê di meha kanûna sala 2019’an de vegeriya welatê xwe Hollandayê. Geerdink a ku berê ji Tirkiyê hatibû dersînorkirin vê carê jî ji Herêma Kurdistanê bêyî ku tu hêcet were nîşandan, hat dersînorkirin. 
 
‘SEDEM SIYASÎ YE’ 
 
Geerdink anî ziman ku şandeya wan bi hêcetên siyasî hatiye astengkirin û ji bo ku karûbarên fermî nehatiye kirin nehatine binçavkirin lê belê ew hatine desteserkirin. Geerdink got rayedarek ewlehiyê jê re gotiye ev astengkirin bi biryarek siyasî pêk hatiye. 
 
HEVKARIYA PDK Û TIRKIYÊ 
 
Geerdink destnîşan kir ku wan tu wate nedaye astengkirina şandeyê ku dixwest ji bo hevdîtinên aştiyê biçe herêmê û got: “Çima destûr nedan? Çimkî Tirkiye destûrê nade. Tirkiye bi PDK’ê re li dijî PKK şer dike. Naxwazin bertek li dijî vê derkeve. Lewma rageşiyê mezin dikin. Kurd rageşiya di navbera PKK û PDK’ê de naxwazin. Tevî vê yekê jî PDK bi Tirkiyê re dixebite. PKK li dijî pergala netew-dewletê pergala netewa demokratîk diparêze. Ji berk u PDK wisa nafikre li dijî operasyonên Tirkiyê dernakeve. Ev min dixe nava xetereyan.” 
 
AZADIYA ÇAPEMENIYÊ LAWAZ DIBE 
 
Geerdink anî ziman ku duh ew ji Tirkiyê îro jî ji Herêma Kurdistanê hatiye dersînorkirin û got: “Li Herêma Kurdistanê azadiya çapemeniyê di astek gelek xerab de ye. Rojnamevan tên astengkirin û girtin. Rageşî her kum ezin dibe ev rewş jî ber bi xerabûnê ve diçe. Li Tirkiyê jî heman rewş heye. Îqtidar her ku hêza xwe winda dike, azadiya çapemeniyê jî lawaz dibe. Li Herêma Kurdistanê û Tirkiyê azadiya çapemeniyê dişibe hev. Tiştek balkêş heye; Çavûşoglû û Barzanî wêne digirin. Lê dema ez vê dinivîsim xwe dixeyîdinin. Tiştek wisa heye.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

16/06/2021
17:12 Ji dayika ku zarokek wê HPG'î ye û yek jî pêşmerge ye bang
16:44 KESK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:22 Bûldan: Çarenûsa elewî, ermen û kurdan wek hev e
16:03 Ferman a YNK’î: Em li dijin ku li ser navê hikûmetê banga şer bê kirin
15:40 Xelkê Qamişloyê êrişên Tirkiyê şermezar kir
15:07 Hevdîtina Putin û Biden dest pê kir
15:04 ‘Em li ser axa xwe bûn dagirker!’
14:44 Ji ber hevdîtina Putin û Biden çavê herkesî li Cenevreyê ye
14:43 Hevşaredara Çinarê Tamrîş hat tehliyekirin
14:42 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê sewqî Xarpêtê kirin
14:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Li dijî dagirkeriyê bibin yek
14:22 Beştaş: Li şûna îtirafên Peker, ji bo girtina HDP’ê ketine tevgerê
14:05 Berdevkê Hikumeta Başûr Adil: Êriş statuya Kurdistanê qels dike
13:45 Bûldan: Têkoşîna gelan wê demokrasiyê bîne vî welatî
13:17 Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Şenyaşar re çûn Rihayê
13:11 Di Doza Kobanê de grûpek nijadperest hewl da êrişî HDP’iyan bike
12:59 Polisan li Stenbolê 5 kesan binçav kirin
12:53 Şenyaşar ên 100 roj in ‘edaletê’ dixwazin: Wê roja hesab dayînê were!
12:08 Doza Kobanê: HDP’ê tu demê banga tundiyê nekiriye
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:47 Pêşmergeyê berê: Ez ê guleyê berdim xwe, lê bernadim PKK'ê
11:35 Ji Ayhan Bîlgen peyama destpêkê
11:19 Di Partiya Saadetê de aloziya kongreyê!
11:14 Xebatkarên tenduristiyê yên PDK'ê şermezar kirin dest bi grevê kirin
10:53 Ji ber li dijî xwişk-birakujiyê derket gefa kuştinê lê xwarin
10:51 Di Doza Somayê de biryar hat eşkerekirin: Malbatan eywana danişînê terikand
10:32 Gardiyanan li girtiyên li dijî jimartina li ser piyan derketin xistin
10:27 Tevgera Azadî bang li PDK’ê kir: Divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin
10:27 Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Em bi ruhê seferberiyê Kurdistanê biparêzin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 202'yemîn de berdewam dike
09:07 Di 15 saliya xwe de hat zewicandin: 97 sal umrê min e, min tu tişt ji jiyanê fêm nekir
09:06 450 karker 5 roj in di grevê de ne
09:06 Qeyûmê Êlihê dê bi 6 milyonan avahiya midûriyeta polîsan çêbike!
09:05 Cotkarê di nav deynan de maye: Ez ê dest ji cotkariyê berdim
09:04 Qedexeya li Wanê veguheriye 'Rewşa Awarteya mayinde'
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Li Bedlîsê çalakî û şahî hatin qedexekirin
00:06 4 kesên di Doza Kobaniyê de hatin berdan, ji girtîgehê derketin
15/06/2021
21:18 Li Hezexê ciwanekî xwe kuşt
20:44 Bûldan: Em ê li ber edaletê hesabê hemû sûcên li hemberî jinan bipirsin
20:11 84 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Beştaş: Tecrîda li ser Ocalan fikaran zêde dike
16:37 Di Doza Kobanê de 4 tehliye
16:14 Karker û kedkar ji bo berxwedana 15-16’ê Hezîranê daketin qadan
16:12 ‘Di civînên MYK’a me de axaftina bi naveroka tundiyê nehatine kirin’
15:47 Lekolîna ewil a doza girtina HDP’ê di 21’ê Hezîranê de ye
15:29 Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin
15:27 Bûldan serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir
15:06 Qedexeya derbarê rojnamevan Kara de nehat rakirin
14:51 Bûldan bi jinên karkerên tekstîlê re civiya
14:40 Ozsoy: Lûtkeya NATO’yê qada bizava Erdogan teng kir
14:25 Çepnî: Qesr hewl dide civak bêdeng bibe
14:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
14:06 Ji parêzerê Doza Kobanê Îlkîz: Kes nizane bi çi tê sûcdarkirin
14:04 Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê
12:34 Malbata Şenyaşar: Qanûn pir in lê edalet tune ye
12:19 Danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran dest pê kir
12:16 18 sal in Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara derxistina 'TSK'ê nasepîne
12:12 Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye
11:55 Komek hunermend: Em banga diyalogê li hêzên kurdî dikin
11:29 Fermandarê Pêşmergeyan: Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin
10:32 Li Rojava dexl û dan desteser kirin, li Rihayê jî li hev parî kirin
10:21 Duh gund îro daristan tên şewitandin
10:06 Financial Timesê Civîna Bilind a NATO’yê bi wî wêneyî derxist manşetê
09:47 Li bejahiya Mehsertê şewat derket
09:19 Koma 41'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:18 Jiyan, bîranîn û têkoşîna Binevş Agalê kir pirtûk
09:18 ‘Tirkiye di pirgsirêka kurdî de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye'
09:17 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê fermanên tên dayîn pêk tîne
09:17 Dixwazin çîlekên Sasonê daxilî bazara cîhanê bibin
09:16 Bi hinceta ku 'ava qawîşê zêde xerc kiriye' nayê berdan
09:16 Qeyûm taxê di bin toz û dûmanê de hiştiye
09:12 Kovareke wêjeyî ya nû: Destar
09:12 Rêvebera HDP'ê ya Hewlerê: Xelkê Mexmûrê dixwaze Neteweyên Yekbûyî serdana kampê bike
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'AN
14/06/2021
20:45 Îro 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:51 Bîlgen: Ji bo pêşî li ber mirinê bê girtin daxilî nav siyasetê bûm
16:15 ‘Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin’
15:51 Erdogan bi Johnson û Merkel re hevdîtin pêk anîn
15:43 Li Helebçeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:25 Macron: Min ji Erdogan re got ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin
15:24 Şandeya Bexdayê li Mexmûrê lêkolîn kir
15:01 ‘Em li dijî tecrîdê deng derxînin’
15:01 Jinên di zeviyan de dixebitin: Kar û barê me li her derê pir e
14:43 Parêzeran belgeya ku dozger di dosyeyê de ji bîra kiriye pirsîn!
14:28 Hevserokên HDP’ê: Mesele pêşeroja Tirkiyeyê ye
13:59 Sekreterê Giştî yê NATO’yê: Di têkiliyên transatlantîk de em dest bi demeke nû dikin
13:52 Duh li Tirkiyê îro li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin!
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:43 Emîne Şenyaşar: Ev 3 sal in li edaletê digerim lê min nedît
12:42 Demîr Çelîk: Diviyabû ewqas nizm nebûna
12:23 4 jinên siyasetmedar sewqî edliyeyê hatin kirin
12:22 Kaplan a bi salan e tundî lê tê kirin: Piştî ku em hatin kuştin bila dengê me neyê bihîstin
12:21 Di Doza Somayê de bertek nîşanî dadgehê dan: Dawî li vê şanoyê bînin
12:03 Şandeya Aştiyê li Hewlêrê kampanya da destpêkirin
11:58 Senatorê Fransayê banga rawestandina êrişên ser kurdan li NATO’yê kir
11:58 Daxwaza reda dadgerî ya Doza Kobanê hat redkirin
11:36 Li Amedê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin
11:25 Doza Soma bi dirûşmeya ‘Edaletê’ dest pê kir
11:22 Di civîna Bilind a NATO’yê de çi hene?