Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Em bi ruhê seferberiyê Kurdistanê biparêzin

  • rojane
  • 10:27 16 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad geşedanên herî dawî yên li Başûrê Kurdistanê diqewimin nirxand û got: "Pêdivî bi rêya diyalogê û mîsogerkirina çareseriyê heye. Werin em bi ruhê seferberiyê xaka Kurdistanê biparêz in." 

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji 23'yê Nîsanê ve li dijî deverên Metîna, Zapê û Avaşînê yên bi ser Herema Kurdistana Federe ve operasyona leşkerî daye destpêkirin û li van deveran şerên dijwar di navbera HPG'ê û leşkerên tirk de diqewimin. 
 
Di 5'ê hezîranê de dema karwanek wesayîtên pêşmergeyên PDK’ê ber bi herêma Metînayê ve diçû li dijî wê teqîneke pêk hat. Di teqînê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 4 pêşmerge jî birîndar bûbûn. Piştî vê teqînê hêzên PDK'ê li gel leşkerên tirk derketin operasyonan û hewl didin cih û şikeftên gerîlayan deşîfre bikin. Piştî van geşedanan gengaziya şerek di nava hêzên kurdî de derkeve ket rojevê. Gelek alî, şande, sazî û dezgeh dixwazin li Başûrê Kurdistanê hewldanên diyalogê û aştiyê pêk bînin. 
 
Şandeya Aştiyê ya ku ji kurd û dostên kurdan ên biyanî pêk dihatin li dijî operasyona Tirkiyê û gengaziya şerek navxweyî û deverên operasyonên lê tên kirin lêkolînê bikin û banga aştî û diyalogê bikin çûn Hewlêrê. Endamên şandeyê li Balafirgeh Hewlêrê hatin astengkirin û hin ji wan hatin dersînorkirin. Hin endamên şandeyê jî li Başûrê Kurdistanê disekinin. 
 
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li dijî dorpêçkirina xaka Başûrê Kurdistanê li herêmê xebatên Yêkitiya Netewî didomîne. Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad derbarê geşedanên dawî de pirsên Ajansa me Mezopotamyayê (MA) bersivand. 
 
 Li herêma Başûrê Kurdistanê çi diqewime, em dikarîn bibêjin gelo di navbera hêzên kurdî de pêvçûnek heye? 
 
Gelê Başûrê Kurdistanê bi qonaxeke hêstiyar û metirsedar re derbas rûbirû ye. Di navxweyî de li gel qeyrana aborî û daxwaziyên gel di her aliyan de pirsgirêkên mezin hene. Di heman demê de di nav hizbên siyasî de nakokokiyên mezin hene. Li herêmê êriş û dagirkeriya dewleta tirk jî roj bi roj berfirehtir dibe. Rewşa Başûrê Kurdistanê di rewşeke pir xetere û metirsedar de ye. Lê tevî van hemû pirsgirêkên navxweyî dewleta tirk bi hemû hêz û çekên xwe êriş dike. Deskeftiyên ku bi berdelên giran hatine bidestxistin, îro di metirsiyê de ye. Ev jî rastiyeke ku nakokiyên navxweyî dibin sedemê berfirehkirina vê metirsiyê. Li gel van geşedanan hemûyan, dagirkeriya ku di 23'ê Nîsanê de dewleta tirk li herêmê daye destpêkirin, bi awayeke berfireh li çiyayên Kurdistanê dimeşîne. Lê li hemberî êrişên dagirkirinê ji hêla Hêzên Parastina Gel (HPG) ve berxwedaneke mezin tê dayîn. HPG dibêje ku ew sînorên ku ji hêla wan ve hatine destnîşankirin ew ê nehêlin ku dewleta tirk dagir bike. Planên dagirkeriyê roj bi roj têk diçe. 
 
 Li gorî nêrîna we gengaziya şerekî di navbera hêzên kurdî de biqewime wê rê li ber çi veke?
 
 
Mixabin di roja îro de bi zextên derve tê xwestin ku zemîna şereke navxweyî bê çêkirin. Em weke KNK'ê li gel hizbên siyasî ji bo ku şereke navxweyî rû nede di nav hewledanan de ne. Ev şer wê ji her kurdekî re malwêraniyekê bîne.
 
Em dibînin ku di navbera desthilatdariya Herêmê Kurdistanê û ev hizbên ku di nav desthilatdariyê de cih digirin, nakokiyên navxweyî hene. Lê ev metirsî mezin bibe wê şereke navxweyî derbikeve. Dewleta tirk ji bo ku pêşiyê li şereke navxweyî veke amadekariyan dike. Dewleta tirk di çiyayan de nagihîje  armanca xwe û bi vê rêbazê dixwaze tevbigere. Diyare ku ev amadekarî ne îro dest pê kirine û demeke dirêje amadekariyê şereke navxweyî dike. Şerê navxweyî wê ji Tirkiyeyê re xizmetê bike û di vî şerî de wê Tirkiye qezenc bike. Em dikarin bibêjin ku bi fîîlî ev şer rû nedaye, lê di 5'ê meha hezîranê de çêbû. Di herêmên ku pêvçûn diqewimin de me dît ku hêzên pêşmerge ber bi wan herêman ve dişînin. Di wê encamê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Nêzîkatiyeke di asta berpirsyariyê de nayê nîşandan. Nirxandinên li ser vê mijarê berdewam dikin. Her çend li Başûrê Kurdistanê, di asta ragihandinê de hatibe diyar kirin ku ev hêz ji hêla dewleta tirk ve hatine hedefgirtin jî piştî demeke nêzîk ev nûçe hatin rakirin û bûyer weke ku ji hêla PKK'ê ve pêk hatiye nîşandan. Birêz Mûrat Karayilan daxuyanî da û got ku teqez tu eleqeya wan bi vê bûyerê re nîne û ew ê nebin aliyê şerê navxweyî. Ew li dijî dewleta tirk şer dikin û li dijî dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe didin. Di vê qonaxê de daxuyaniyeke bi vî rengî girîng e û bi wate bû. Ji ber wê bangawaziya me ji PDK'ê re ev e ku bi heman ruhî nêzikî pêvajoyê bibe. Şereke navxweyî wê nekeve navbera gelê me. Di şereke navxweyî de serkeftin û binkeftin nabe. Ev xeta sor e. Gelê me êdî şerê navxweyî naxwaze. Di şerê navxweyî de kesek serkeftî derneketiye. 
 
Ev zirarê dide gelê me û deskeftiyên gelê me. Ev dibe qezanc û serkeftina neyar û dijminên me. Dewleta tirk ji bo ku axa Başûrê Kurdistanê dagir bike planên wê ne û dixwaze ku hêzên  pêşmerge û gerîllayan bi şerê navxweyî mijûl bike û bi vî awayî di  Kurdistanê de  hebûna xwe bi cih bike. Ev rastiyek e. Me di hevdîtinên bi hizbên siyasî re pêk anîn de jî anî ziman. Diyare ku piştî vê bûyerê  hizbên siyasî li gel wan hevdîtin pêk anîne. Di asta hêstiyarî û berpirsyariyê de nêzîkatiyek hatiye nîşandin. Divê her kes di vê mijarê de hesas be û em nehêlin ku şereke navxweyî rû bide. Raste ji bo ku ev şer rû bide hewledan hene, lê heta niha pêşiya vê hatiye girtin. Ez dixwazim Zînêwertê bibîr bînim. Di wê demê de jî di navbera hêzên pêşmergê û hêzên gerîlla rageşî çêbû, lê bi hewledanên partî, rêxistin û saziyên kurd pêşiya şereke navxweyî hat girtin. Lê mixabin di roja îro de bi zextên derve tê xwestin ku zemîna şereke navxweyî bê çêkirin. Em weke KNK'ê li gel hizbên siyasî ji bo ku şereke navxweyî rû nede di nav hewledanan de ne. Ev şer wê ji her kurdekî re malwêraniyekê bîne.
 
We li Başûr li gel partî, sazî û dezgehên Kurdistanî hevdîtin pêk anîn. Ew partî û saziyên ku we bi wan re hevdîtin pêk anîn, helwesta wan a li dijî şerê di nava kurdan de çawa ye û ev hêz helwesta PDK'ê çawa dinirxînin? 
 
 
Di her hevdîtinekê de hemû partî, sazî û rêxistinan diyar kirin ku ew armanca dewleta tirk dizanin û gotin ku armanca dewleta tirk bi dest xistina statûya herêmê ye û dixwaze ku sînorên xwe berfireh bike. 
 
Weke KNK me şandeyeke ku bi endam û hizbên siyasî pêk tê ava kir. Di 20'ê gulanê de me li gel hizbên siyasî û rêxistinên civakî hevdîtin pêk anîn. Ev xebata me li Hewlerê dest pê kir û pişt re em derbasî Silêmaniyê bûn. Di heman demê de me serdana bajar û bajarokên derdorê yên weke Helebce, Xaneqîn, Ranye û Kerkûkê kir. Ji bo ku li dijî dagirkeriyê em helwesteke netewî nîşan bidin û bibin yek hêz me ev xebat da destpêkirin. Di her hevdîtinekê de hemû partî, sazî û rêxistinan diyar kirin ku ew armanca dewleta tirk dizanin û gotin ku armanca dewleta tirk bi dest xistina statûya herêmê ye û dixwaze ku sînorên xwe berfireh bike. Rast e, bêtifaqî di navbera van hizbên siyasî de heye. Lê ji bo ku em bi yek deng li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin em helwesteke yekgirtî nîşan bidin. Li Hewlerê bi pêşengiya hizbên Komûnîst û hizbên Kurdistanî ev xebat tê meşandin. Ji bo vê xebatê tevlîbûneke baş jî çêbû. Li bajêr û bajerokan li dijî dagirkirina xaka Kurdistanê helwesteke netewî tê nîşandan. Di vê astê de pêdivî birêxistinkirina vê helwestê heye. Çiqas ji destê dewleta tirk bê, agirê navxweyî gûr dike. Bangawaziya me ji hemû rewşenbîr, ciwan, rêxistinên jinan re heye ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk bisekinin û di vê mijarê de her kes bi rol û mîsyona xwe rabe. Her kurdek dewleta tirk baş dizane û nas dike. Ji ber wê di roja me ya îro de tişta ku herî pêwîst Yêkitiya Netewî ye. Encax em bi yekrêzî û yekgirtinê dikarin vê xeteriyê derbas ji holê rakin. Li hemberî me dijmineke hov heye. Loma tişta ku dikeve ser milê me Yêkitiya Netewiî ye. Ji bo parastina deskeftiyên gelê me divê em xwedî li berxwedanê derbikevin. Di her hevdîtinekî de daxwaza her partî û saziyekî pêkanîna yêkitiya netewî bû.
 
 PDK'ê Şandeya Aştiyê ya ku ku xwest ji Elmanyayê were û endamên Şandeyê hatin Hewlêrê asteng dike. Gelo em dikarin bibêjin ku PDK bi hêzên navnetewî re hevkariyê dike û bi wan re tevdigere? 
 
 
Xwestin ku li dijî vê dagirkeriyê daxuyaniyekî bidin û gundên ku ji hêla dewleta tirk ve hatine dagirkirin ziyaret bikin û lêkolîn bikin. Bangawaziya wan ew bû ku gelê kurd rê nede şereke navxweyî.
 
Rast e, Şandeya Aşitiyê ji bo şikandina bêdengiya cîhanê ya li hemberî dagirkirin û binpêkirina mafên Başûr xwestin ku werin Başûr. Lê mixabin hatin astengkirin. Weke tevlîheviyeke hat çêkirin. Vê şandeyê armancên xwe ragihandin bû ku ew ji bo aşitiyê, azadî û rizgarkirinê hatine. Ev şande jî ji kesên ku asta cîhanê de tên nasîn pêk dihat. Weke KNK heta niha di qada dîplomasiyê de peywendiyên me jî bi wan re çêbûn. Ne tenê îro di dema êrişên DAIŞ'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê de, Efrîn, Şengal û Serekaniyê de jî vê şandeyê bi roleke girîng rabûbû. Ne tenê ew gelek dostên kurdan jî hene ku piştgiriyê didin doz û têkoşîna gelê kurd. Em bi vê şandeyê kêfxweş bûn ku bi vî ruhî tevdigerin û li ser vê mijarê disekinin. Lê mixabin hatin astengkirin û ji hêla Wezarata Navxweyî ya Başûrê Kurdistanê ve hat daxuyandin ku ev kes ji bo  ku rewşa herêmê têk bibin û xirabiyê vî welatî çêbikin hatine. Ev gotin ne di cih de ye û cihê rexnekirinê ye. 
 
Her weke din di nav şandeyê de kesê ku pêşengiyê dike Senatoreke ku ji welatê Fransayê ye Pierre Lorand e. Hinek pilan û xebatên wan hebûn. Xwestin ku li dijî vê dagirkeriyê daxuyaniyekî bidin û gundên ku ji hêla dewleta tirk ve hatine dagirkirin ziyaret bikin û lêkolîn bikin. Bangawaziya wan ew bû ku gelê kurd rê nede şereke navxweyî. Weke şandeya KNK me serdana Şandeya Aştiyê kir û me piştevaniya hewldana wan kir. Astengkirina wan a bi vî awayî nayê qebûlkirin. Çimkî ev kes aştîxwazin. Em kurd bi mêvaniya xwe tên nasîn. Astengkirina Şandeya Aştiyê ji hêla parlamento û gel ve hat rexnekirin û bi tu awayî  nehat qebûlkirin. Çima ev şande hat astengkirin? Ji çi ditirsin? Ev şandeye ji bo aştiya gelê kurd hatiye vir. Ji Elmanyayê bigirin heta welatên din berjewendiyên xwe difikirin. Em weke gelê kurd vê rastiyê baş dibînin. Hemû welat li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Weke KNK muxatabê me gelê me û partiyên Kurdistanî ne. Em van hişmendiyên teng bidin aliyekî û ji bo parastina hebûna gelê kurd tevbigerin. Daxwaziya me jî ew e ku weke her welatekî li gorî berjewendiyên gelê xwe tevbigerin. Em weke partî û saziyên Kurdistanî hemû hişmendiyan bidin aliyekî û bi ruhekê hevpar û seferberî xaka xwe biparêzin. Astengkirina Şandeya Aştiyê ji me re ne xerîbe. Dostên gelê kurd pir in. Îro dewleta tirk dibêje ku em mafê mirovan diparêzin, lê tu welat qasî Tirkiyeyê mafê mirovan binpê nake. Dewleta tirk îro qanûnên şer binpê dike. Divê em bibin yek û ew welatên ku îro piştgiriyê didin dagirkeriya Tirkiyeyê serwext bikin. Kuştina zarokek kurd û talankirina axa Kurdistanê  ji wan re ne xem e. Loma em dibêjîn ji niha û pê ve em bibin yek. Hêza me heye ku em li hemberî van êrîşan bisekinin. 
 
 Ji bo çareseriyeke mayînde hûn weke KNK çi pêşniyaz dikin? 
 
 
Weke KNK'ê em rêya çareseriyê di danûstandinan de dibînin. Heger pirsgirêkek di nav hêzên kurdî de hebe, divê ev bi riya diyalogê bê çareserkirin.
 
Mixabin di roja me ya îro de dost bûye dijmin, dijmin bûye dost. Kesek nikare bibêje ku dewleta tirk dostê gelê kurd e. Dijminên gelê kurd in û ji bo tunekirina hebûna kurd pilanan dikin. Dost û dijminên me vê rastiyê dizanin. Heger îro tu dijminê xwe yê bi salane weke dost bibînî, ev şaşitiyeke dîrokî ye. Ev di rûpelên dîroka kurd de wê bê nivîsandin. Îro bi tu awayî Tirkiye nikare bibe dostê gelê me. Ew dostên ku îro piştgiriyê didin dagirkeriyê ew jî weke dijmin tên pênasekirin. Em di wê baweriyê de ne ii qada navnetewî û navxweyî her kes vê dijminahiyê dizane û nas dike. Li ser van esasan em dijminê xwe jî û dostê xwe jî baş nas bikin. Weke KNK'ê em rêya çareseriyê di danûstandinan de dibînin. Heger pirsgirêkek di nav hêzên kurdî de hebe, divê ev bi riya diyalogê bê çareserkirin.
 
Di vê pêvajoya dîrokê de tişta ku ji gelê kurd re pêwîst e çi ye? 
 
Neyar hemû ji bo tunekirina gelê kurd dibin yek. Nakokiyên dîrokî û neyartiyên dîrokî hene. Em dibînin ku di navbera Îran, Tirkiyeyê, Suriyê de pêvçûnên mezin hene. Lê dema ku mijar dibe kurd dibin yek. Me ev yeke dît û hat serê me. Em kurd çima di roja îro de pirsgirîkên xwe yên navxweyî bi riya diyalogê çareser nakin? Werin em bi hev re rûnên û bi rêya diyalogê rexneyên xwe li hevdû bikin û vê çareseriyê mîsoger bikin. Em weke KNK'ê çareseriyê di diyaloga navxweyî de dibînin. Em bi israrin ku li ser maseya diyalogê van pirsgirêkên heyî çareser bikin. Li hemberî vê dijminahiyê pêdivî pê heye ku em çeperên xwe yên yêkitiyê bi hêz bikin. 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 

Sernavên din

16/06/2021
17:12 Ji dayika ku zarokek wê HPG'î ye û yek jî pêşmerge ye bang
16:44 KESK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:22 Bûldan: Çarenûsa elewî, ermen û kurdan wek hev e
16:03 Ferman a YNK’î: Em li dijin ku li ser navê hikûmetê banga şer bê kirin
15:40 Xelkê Qamişloyê êrişên Tirkiyê şermezar kir
15:07 Hevdîtina Putin û Biden dest pê kir
15:04 ‘Em li ser axa xwe bûn dagirker!’
14:44 Ji ber hevdîtina Putin û Biden çavê herkesî li Cenevreyê ye
14:43 Hevşaredara Çinarê Tamrîş hat tehliyekirin
14:42 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê sewqî Xarpêtê kirin
14:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Li dijî dagirkeriyê bibin yek
14:22 Beştaş: Li şûna îtirafên Peker, ji bo girtina HDP’ê ketine tevgerê
14:05 Berdevkê Hikumeta Başûr Adil: Êriş statuya Kurdistanê qels dike
13:45 Bûldan: Têkoşîna gelan wê demokrasiyê bîne vî welatî
13:17 Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Şenyaşar re çûn Rihayê
13:11 Di Doza Kobanê de grûpek nijadperest hewl da êrişî HDP’iyan bike
12:59 Polisan li Stenbolê 5 kesan binçav kirin
12:53 Şenyaşar ên 100 roj in ‘edaletê’ dixwazin: Wê roja hesab dayînê were!
12:08 Doza Kobanê: HDP’ê tu demê banga tundiyê nekiriye
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:47 Pêşmergeyê berê: Ez ê guleyê berdim xwe, lê bernadim PKK'ê
11:35 Ji Ayhan Bîlgen peyama destpêkê
11:19 Di Partiya Saadetê de aloziya kongreyê!
11:14 Xebatkarên tenduristiyê yên PDK'ê şermezar kirin dest bi grevê kirin
10:53 Ji ber li dijî xwişk-birakujiyê derket gefa kuştinê lê xwarin
10:51 Di Doza Somayê de biryar hat eşkerekirin: Malbatan eywana danişînê terikand
10:32 Gardiyanan li girtiyên li dijî jimartina li ser piyan derketin xistin
10:27 Tevgera Azadî bang li PDK’ê kir: Divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin
10:27 Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Em bi ruhê seferberiyê Kurdistanê biparêzin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 202'yemîn de berdewam dike
09:07 Di 15 saliya xwe de hat zewicandin: 97 sal umrê min e, min tu tişt ji jiyanê fêm nekir
09:06 450 karker 5 roj in di grevê de ne
09:06 Qeyûmê Êlihê dê bi 6 milyonan avahiya midûriyeta polîsan çêbike!
09:05 Cotkarê di nav deynan de maye: Ez ê dest ji cotkariyê berdim
09:04 Qedexeya li Wanê veguheriye 'Rewşa Awarteya mayinde'
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Li Bedlîsê çalakî û şahî hatin qedexekirin
00:06 4 kesên di Doza Kobaniyê de hatin berdan, ji girtîgehê derketin
15/06/2021
21:18 Li Hezexê ciwanekî xwe kuşt
20:44 Bûldan: Em ê li ber edaletê hesabê hemû sûcên li hemberî jinan bipirsin
20:11 84 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Beştaş: Tecrîda li ser Ocalan fikaran zêde dike
16:37 Di Doza Kobanê de 4 tehliye
16:14 Karker û kedkar ji bo berxwedana 15-16’ê Hezîranê daketin qadan
16:12 ‘Di civînên MYK’a me de axaftina bi naveroka tundiyê nehatine kirin’
15:47 Lekolîna ewil a doza girtina HDP’ê di 21’ê Hezîranê de ye
15:29 Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin
15:27 Bûldan serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir
15:06 Qedexeya derbarê rojnamevan Kara de nehat rakirin
14:51 Bûldan bi jinên karkerên tekstîlê re civiya
14:40 Ozsoy: Lûtkeya NATO’yê qada bizava Erdogan teng kir
14:25 Çepnî: Qesr hewl dide civak bêdeng bibe
14:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
14:06 Ji parêzerê Doza Kobanê Îlkîz: Kes nizane bi çi tê sûcdarkirin
14:04 Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê
12:34 Malbata Şenyaşar: Qanûn pir in lê edalet tune ye
12:19 Danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran dest pê kir
12:16 18 sal in Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara derxistina 'TSK'ê nasepîne
12:12 Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye
11:55 Komek hunermend: Em banga diyalogê li hêzên kurdî dikin
11:29 Fermandarê Pêşmergeyan: Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin
10:32 Li Rojava dexl û dan desteser kirin, li Rihayê jî li hev parî kirin
10:21 Duh gund îro daristan tên şewitandin
10:06 Financial Timesê Civîna Bilind a NATO’yê bi wî wêneyî derxist manşetê
09:47 Li bejahiya Mehsertê şewat derket
09:19 Koma 41'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:18 Jiyan, bîranîn û têkoşîna Binevş Agalê kir pirtûk
09:18 ‘Tirkiye di pirgsirêka kurdî de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye'
09:17 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê fermanên tên dayîn pêk tîne
09:17 Dixwazin çîlekên Sasonê daxilî bazara cîhanê bibin
09:16 Bi hinceta ku 'ava qawîşê zêde xerc kiriye' nayê berdan
09:16 Qeyûm taxê di bin toz û dûmanê de hiştiye
09:12 Kovareke wêjeyî ya nû: Destar
09:12 Rêvebera HDP'ê ya Hewlerê: Xelkê Mexmûrê dixwaze Neteweyên Yekbûyî serdana kampê bike
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'AN
14/06/2021
20:45 Îro 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:51 Bîlgen: Ji bo pêşî li ber mirinê bê girtin daxilî nav siyasetê bûm
16:15 ‘Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin’
15:51 Erdogan bi Johnson û Merkel re hevdîtin pêk anîn
15:43 Li Helebçeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:25 Macron: Min ji Erdogan re got ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin
15:24 Şandeya Bexdayê li Mexmûrê lêkolîn kir
15:01 ‘Em li dijî tecrîdê deng derxînin’
15:01 Jinên di zeviyan de dixebitin: Kar û barê me li her derê pir e
14:43 Parêzeran belgeya ku dozger di dosyeyê de ji bîra kiriye pirsîn!
14:28 Hevserokên HDP’ê: Mesele pêşeroja Tirkiyeyê ye
13:59 Sekreterê Giştî yê NATO’yê: Di têkiliyên transatlantîk de em dest bi demeke nû dikin
13:52 Duh li Tirkiyê îro li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin!
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:43 Emîne Şenyaşar: Ev 3 sal in li edaletê digerim lê min nedît
12:42 Demîr Çelîk: Diviyabû ewqas nizm nebûna
12:23 4 jinên siyasetmedar sewqî edliyeyê hatin kirin
12:22 Kaplan a bi salan e tundî lê tê kirin: Piştî ku em hatin kuştin bila dengê me neyê bihîstin
12:21 Di Doza Somayê de bertek nîşanî dadgehê dan: Dawî li vê şanoyê bînin
12:03 Şandeya Aştiyê li Hewlêrê kampanya da destpêkirin
11:58 Senatorê Fransayê banga rawestandina êrişên ser kurdan li NATO’yê kir
11:58 Daxwaza reda dadgerî ya Doza Kobanê hat redkirin
11:36 Li Amedê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin
11:25 Doza Soma bi dirûşmeya ‘Edaletê’ dest pê kir
11:22 Di civîna Bilind a NATO’yê de çi hene?