Çalakiya greva birçîbûnê di roja 208'emîn de didome

  • rojane
  • 09:05 22 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 208 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 187’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 170’yemîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 42'emîn di roja 208'emîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 187’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 187’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 170'YEMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 170'yemîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

23/06/2021
15:17 ÎHD’a Wanê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:52 Başaran bersiva Bahçelî da: Em hemû Denîz Poyraz in
14:43 Rêxistinên çapemeniyê: Rizandin û rezîliyek wiha qet nehatiye dîtin
14:35 Polîsan mudaxileyî jinên ku xwestin konê li pêş HDP’ê were rakirin kirin
13:31 Amediyan afîşên Dewlet Bahçelî rakirin
13:18 Zaroka ji ber redkirina zewacê hatibû gulebarankirin, piştî 138 rojan mir
13:16 Ji Fatîh Tezcan îttîrafên balkêş: Li jor bahoz rabûye, heke rojek kêzin biteqe...
12:49 Dozger heta 35 salan ceza ji Berdevka TJA’yê Gokkan re xwest
12:22 Maseya ku AKP li aliyekê wê bû kirin hinceta girtina HDP'ê
12:21 Ekolojîst Pfahl: Ger Tirkiye neyê sekinandin, wê pêşiya karesata xwezayî neyê girtin
12:20 Dadgehê bihakirina avê ya li Amedê betal kir
12:00 Malbata Şenyaşar balê dikişîne ser qewimînên li nexweşxaneyê
11:48 Ji bo xwedî derketina Geliyê Perî bang hat kirin
11:34 Li Hezexê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
11:24 ‘Îqtidarên ku partiyên kurdan girtin hemû têk çûn, wê ev jî têk biçin’
10:59 Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:37 Konseya Serokatiya YNK’ê: Em amadene navbeynkariyê bikin
10:28 Di şewatê de 3 zarokên ji Sûriyê jiyana xwe ji dest dan
10:08 ‘Şahidên veşarî’ yên li Mêrdînê di îdianameya HDP’ê de jî cih digirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 209'emîn de didome
09:05 Walîtiya Rihayê dikana ku dabû hosteyê dawî yê qezazê, jê distîne
09:05 ‘Em ê hesabê Sakîne, Sêvê û Denîzan bipirsin'
09:05 Partiyên siyasî: A tê darizandin ne HDP ye, ya didarizîne HDP ye
09:05 Serlêdanên Pêşbazîya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin
09:04 Nobeta Dehla Valîdebagê digirin: Em betonê naxwazin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:49 Hevserokê YNK'ê Cengî: Em ê tevlî şerê navxweyî nebin
08:28 Di lêpirsîna Hurmuz Dîrîl de kesek hat girtin
22/06/2021
22:08 Piştî 2 mehan cenazeyê Saglam dan malbatê
21:42 Nobeta ji bo Poyrazê tê girtin didome
20:21 57 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:40 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê derket
17:10 Dadgeha Dihokê salek ceza li rojnamevan Umêd birî
16:54 Li Stenbolê zilamekî hevjîn û kurê xwe kuştin
16:34 KESK: Divê Komîsyona OHAL’ê were betalkirin
16:31 Hevdîtinên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêz e li Silêmaniyê didomin
16:23 Emîne Şenyaşar bi zorê rakirin nexweşxaneyê
16:00 Girtiyê nexweş Tanboga sewqî ATK’a Stenbolê hat kirin
15:45 Girtiyên ji Efrînê: Îşkence li me kirin û gefa destdirêjiyê li me hat xwarin
15:41 Şertên kontrola edlî yên Hevşaredar Elîk û Oncu hatin rakirin
15:39 Di 3 salan 3 caran êriş kir: Çiqas ku tê berdan êriş dike
15:02 Qetilkirina Denîz Poyraz li Serê Kaniyê hat şermezarkirin
14:41 Ayşe Gokkan sibê tê dadgehkirin: Em ê hişmendiya darazê bidarizînin
14:12 Serdanên sersaxiya şîna Denîz Poyraz berdewam dike
14:12 Ji Ustun ji bo heyeta dadgehê: Ev doz mudaxaleyeke siyasî ye û hûn jî dibin amûr
13:49 Bûldan: Bahçelî komkujiyê girt ser xwe
13:47 Serokê Giştî yê PÎA'yê Kamaç: Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser nabe
13:42 Onaran a ÎHD’yî hat binçavkirin
13:20 Parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê: Faîlên esil li Enqereyê ne
12:41 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:35 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
12:35 Çapameniya kurd talankirina pîşesazî, zeytûn û berhemên dîrokî ya li Sûriyeyê gelek caran nivîsand!
12:32 Fezlekeya ku nehat Meclîsê di îdianemeya HDP’ê de ye!
12:25 Ji bo Tuzel û Şik jî qedexeya siyasî tê xwestin
12:03 Malbata Şenyaşar: Ne çalakiya rûniştinê em ji bo mafekî têdikoşin
11:55 Parêzerên Doza Kobanê: Hiqûqa dijminane bi tundî tê sepandin
11:24 ‘Doza KCK'ê ya Çapemeniyê’ taloq bû
11:16 Li 5 bajaran bi ser 100 malan de girtin
10:57 Ji Merkel û Draghi daxuyaniya peymana penaberan
10:44 Nedîtina şopa guleya li dîwar xemsariya li hemberî bûyerê dide nîşandan
10:08 HDP li dijî girtinê dadikeve qadê: Mitînga destpêkê li Îzmîrê ye
10:03 Li Panosê 4 kes hatin girtin
09:47 14 endamên Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hatin binçavkirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 208'emîn de didome
09:04 Nîşana gurgeboz bûye sembola zilamên ku jinan dikujin
09:04 Di pandemiyê de heqdesta jinên karên nav malan dikin kêm bû
09:02 Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Exo: Armanca me rawestandina dagirkeriyê ye
09:02 Dirûşmeya 'Leyla Guven rûmeta me ye' wekî sûc hat hesibandin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:24 Hevserokê HDP'a Agiriyê hat berdan
21/06/2021
21:53 Derbarê partiya wê de doza girtinê tune, lê tê xwestin cezayê qedexekirina siyasetê lê bê birîn!
20:19 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 51 kes mirin, 5 hezar û 294 kes jî pê ketin
20:14 Mûsa Çîtîl gilî kir, derbarê Eren Keskîn û 2 rojnamevanan de lêpirsîn hat destpêkirin
20:01 Li Dersimê serdanên heyeta KCD û DBP'ê didomin
19:33 Li Samsûnê êrîşa li ser HDP'ê hat şermezarkirin
18:44 Hevserokê HDP'a Agiriyê Akar hat binçavkirin
17:18 Ciwanên Başûr: Em ê li dijî operasyonan bêdeng nemînin
17:07 'Pirsgirêka bi milyonan penaberan pirsgirêka çîna karkeran e'
16:55 Li avahiyên rêxistinên HDP’ê şîn hatin danîn û qetilkirin hat şermezarkirin
16:53 Navên 451 HDP’iyên ji wan re qedexeya siyasî tê xwestin
16:03 Serlêdanên "Torên hişbirê biqetînin" dest pê kirin
15:55 Baroya Amedê: Divê penaber bên parastin
15:49 Doza têkildarî lêdana rojnamevanan hat dîtin
15:39 Li cihê lê hat qetilkirin Kuncika Denîz Poyraz çêkirin
15:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Tirkiye sûcê şer dike
14:49 Sancar: Dozgerê dozê îqtidar be wê parêzerê wê jî gel be
14:48 Şandeya YE’yê rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê lêkolîn kir
14:23 31 komele û federasyonan banga têkoşîna bi HDP’ê re kirin
14:14 Di ser êrişê re 4 roj derbas bûn lê hê jî îfadeyên wan nehatine girtin!
14:09 Parlamenter Dundar: Hûn avahiyan bigirin, wê kuçe yên me bin
13:55 Akat: Di şexsê Deniz Poyraz de jin hedef girtin
13:49 TTB: Mirin dikare bi başkirina şertên xebatê were astengkirin
13:41 Endamê Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê Yilmaz: Divê PDK ji şaşiyê vegere
13:39 Li Silopiya rageşiya saetên ceryanê derket
12:34 Parêzera HDP’ê Aslan: Bêyî ku têkiliyên kujer lêkolîn bikin, girtin
12:29 6 roj in çopa vê taxê nehatiye avêtin
12:19 Dayika Sêvê Demîr serdana şîna Poyraz kir
11:57 Li Stenbolê dayik û kurê xwe mirî hatin dîtin
11:44 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:42 AYM'ê îdianameya ji bo girtina HDP’ê qebûl kir