Biraziyê Şaredarê AKP'î ku bû sedema mirina 4 kesan, tenê 8 mehan di girtîgehê de ma

  • rojane
  • 09:02 24 Hezîran 2021
  • |
img

RIHA - S.K., biraziyê Şaredarê Eyyûbiyeyê Mehmet Kûş, bêehliyet wesayît şixulandibû û bûbû sedema mirina 4 kesan. Paşê 6 sal û 8 meh ceza lê hatibû birîn, lê piştî 8 mehan di girtîgehê de ma, hat berdan. Leyla Çîftçî ku di qezayê de dê û bavên wê û du birayên wê jiyana xwe ji dest dan, îdia kir ku di dema darizandinê de şaredar pere û kar teklîfî wan kiriye, ji bo dev ji giliyê berdin. 

S.K. yê 17 salî, biraziyê Şaredarê AKP'î yê Eyyûbiyeyê Mehmet Kûş, di 27'ê Îlona 2020'î de bêehliyet wesayît şixulandibû û li Xaçerêya Abîdeyê li wesayîta Şukru Çîftçî yê ji aliyê din dihat qelibandibû. Di qezayê de Şukru Çîftçî, hevjîna wî Zelîha û kurên wî Necdet û Salîh Çîftçî jiyana xwe ji dest dabûn. S.K.yê bûbû sedema vê qezayê jî birîndar bûbû. Piştî 36 rojan îfadeya S.K. hatibû girtin û Dadgeha Cezayê Sulhê ya 4'an a Rihayê ew bi sûcê "bi awayekî qisûrdar bûye sedema mirina 4 kesan" girt. 
 
Dogeriya Komarê ya Rihayê jî piltî qezayê bi du mehan îdianame amade kir û di îdianameyê de derpêş kiribû ku S.K. pîvana lezê binpê kiriye û di qezayê de tu qisûra Şukru Çîftçî tune ye. Dozger xwestibû S.K. bê cezakirin. Dadgeha Cezayê Giran a Zaarokan a 3'yan a Rihayê jî îdianame qebûl kiribû. 
 
HAT BERDAN
 
Danişîna sisêyan a dozê di 11'ê Hezîranê de hat lidarxistin. Dadgehê 6 sal û 8 meh ceza li S.K. birîn. S.K. tenê 8 mehan di girtîgehê de ma û hat berdan. 
 
Malbata Çîftçî jî îtiraz kir û serî li Dadgeha Îstinafê da.
 
BÊEDALETÎ
 
Leyla Çîftçî ku di qezayê de dê û bavên wê û du birayên wê jiyana xwe ji dest dan, bal kişand ser bêedaletiyê pê re rû bi rû mane. 
 
Çîftçî got: "Ji bo ji malê re xaliyan bistînin derketin. Lê wesayîta ji aliyê din dihat li wesayîta me qelibî û dê û bavên min û birayekî min li wir jiyana xwe ji dest dan. Birayê min din jî li nexweşxaneyê, piştî bûyerê bi 11 rojan jiyana xwe ji dest da. Min li ser hev cenazeyê 4 ferdên malbata xwe girtin. Hîn bûm ku yê ku bûye sedema mirina malbata min S.K., biraziyê Şaredarê Eyyûbiyeyê Mehmet kûş, bûye. S.K. bi lez wesayît ajotiye. Bû sedema mirina malbata min. S.K. jî birîndar bû û di raporan de tê gotin 35 rojan di beşa awarte de maye. Lê gava me ew dît, ne di halekî wisa de bû ku di beşa awarte de bimîne. Tim dihat gotin ev kes bêyî ku ehliyeta wî hebe, wesayît pir bi lez ajotine û qeza kirine." 
 
'MEHMET KÛŞ PERE TEKLÎF KIRIN' 
 
Çîftçî, diyar kir ku darizandina heyî ew qaneh nekirine û paşê Şaredarê AKP'î yê Eyyûbiyeyê Mehmet Kûş, pere teklîfê wan kiriye ku ji bo giliyê biraziyê wî neyê kirin. Çîftçî got: "Şaredar Mehmet Kûş, ji bo em dev ji giliya xwe berdin, tim pere teklîfî me kir. Telefonî gelek ferdên malbata me kirin. Teklîf kir ku ez û xwişka xwe heta hetayê di karekî dewletê de bişixulin. Digotin, ji dêvla ku em vî meaşî bidin hin kesên din, em bidin we. Mehmet Kûş, tevî parêzvanên xwe 4 caran hat gundê me. Me tim ji wan re got, em naxwazin li hev bikin. Her wiha ji ber vê çend caran telefonî apê min kirin. digotin, dê zarok ji girtîgehê derkeve, dê pir neyê cezakirin û hûn ê mexdûr bibin." 
 
SEROKÊ DADGEHÊ JI BRSÛC RE GOT 'ÇAVÊ TE RONÎ BE' 
 
Çîftçî, anî ziman ku li bendê bûn edalet pêk bê, lê belê di danişîna dawîn de edalet pêk nehatiye û got: "Ji ber ku li malê zilam nemabûn, em jin tenê diçûn danişînan. Ez, du xwişkên min, xwişkeke min a nexweş, du jinbirên min û 9 biraziyên min ên sêwî diçûn. Di danişîan dawî d epolîsan bi awayekî tund mudaxileyî me kir. Gelek polîs xistibûn hêwana danişînê. Me nizanibû polîs ji bo me anîne. Haya her kesî jê hebû ku dê S.K. bê berdan. Têkoşîna me ya edaletê ya 8 mehan di 15 de deqeyan de qedandin. Serokê dadgehê ji bi devkî got, 'Çavê te ronî be tu hatî berdan.' Me ji van guhan abwer nekir. Me bertek nîşan da. Li kalê min ê 75 salî xistin. Min bi erdê ve kaş kirin û derxistin derve. Li me hemûyan xistin." 
 
Çîftçî, destnîşan kir ku êşa wan bi peyvan nayê gotin û got: "Ev, tenê ne mirina 4 kesan e. Mirina 4 malbata e. A ku mirovan diêşîne jî nebûna edaletê ye. Kes ne li pişta me bû û me hêvî dikir ê edalet pêk bê. Malbata min perîşan bû. Xwişka min nexweş e. Piştî vê bûyerê em mecbûr man amûra sisêyan têxin qelbê wê. Biryareke wijdanî nedan. Xwediyên meqaman pir mudaxileyî vê dosyeyê kirin. Dixwazim raya giştî di warê hiqûqî de alîkariya me bike. Em ê dev ji vê dozê bernedin." 
 
MA / Bariş Polat
 

Sernavên din

25/06/2021
22:40 Li Xarpêtê erdhej
21:05 Dadgehê 50 sal ceza li wan birî
20:43 Li Dara Hênê agir bi daristanê ket
20:38 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Di Doza Kobaniyê de 4 kesên din jî hatin berdan
16:59 Hat angaştkirin ku li Rihayê ciwanekî dawî li jiyana xwe aniye
16:51 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Ozkan bê berda
15:38 2 sal şûnde lawê xwe yê girtiyê nexweş dît
15:22 Jinan li Semsûrê qetilkirina Poyraz şermezar kirin
15:22 Hat angaştkirin ku di hewadariya Giretîgeha Amedê de gule hatiye berdan
15:16 Danişîna Mûsa Farîsogûllari hat taloqkirin
15:11 Hunermend Kazim Koyûncû li ser gora xwe hat bibîranîn
15:10 Rapora girtîgehê: Muameleyên xirab, lêdan û îşkence zêde bûn
14:52 Di doza Gokalp de 'şahid' çerx kir: Nizanim min ji kesek din bihîst
14:39 Endamên Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hatin berdan
14:33 DAIŞ’ê li Kerkukê êriş kir: 5 polîsan jiyana xwe ji dest dan
14:32 Stasyona bazê di çavdêriya polîsan de tê çêkirin
14:00 Maçoglû: Şahidê nepen ê di Doza Kobanê de veşartin, di doza girtina HDP’ê de derket holê
13:32 YE'yê ji bo Tirkiyeyê 3 milyar euro erê kir
13:31 Doza ‘rêziknameya înfazê’ ya Baroya Amedê hat redkirin
13:31 21 rêxistinên sivîl ji bo Ozkan banga berdanê kirin
13:11 Ji bo derbasî TÎP'ê bibe ji CHP'ê îstifa kir
13:11 Hevşaredara Dêrikê Esmez hat berdan
13:06 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:46 Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan Mehmet Emîn Ozkan
12:09 Doza Kobanê berdewam dike
11:28 Malbata Şenyaşar wê hevdîtinên xwe yên li Stenbolê bidomîne
11:26 Wezareta Karên Derve ya Norwecê: Em hebûna Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê bifikar in
11:09 Li Xarpêtê qeza: 3 kes mirin, 12 kes birîndar bûn
11:07 Îdiaya îşkence li Denîz Poyraz hatiye kirin: Divê testa DNA’ya kêran were kirin
10:46 Sancar: Wê rêya me gel diyar bike
09:30 AYM wê serlêdana Gergerlîoglû di 1’ê tîrmehê de binirxîne
09:26 200 mih û berx di bombebarana Tirkiyê de mirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 7 meh li pey xwe hişt
09:05 Orhan: Dê nikaribin gelê ku HDP'ê kiriye HDP biqedînin
09:05 Parêzer Erol: Hat dîtin ku darizandina siyasetmedarên kurd ne hêsan e
09:05 'Divê hêla Kazim a xwedîderketina li şoreşgeriyê jî neyê jibîrkirin'
09:05 'Sedema krîzê polîtîkaya şer a Erdogan e'
09:05 Ava Heskîfê kêm bû, avahiyên dîrokî xuya kirin
09:05 Di 4 salan de derbarê rojnamevan Candemîr de 40 lêpirsîn
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:19 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
24/06/2021
20:10 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 49 hezar û 417
17:05 Malpera Jinnewsê 31 car e tê astengkirin
16:19 Ji bo şahidê doza rojnamevan Orûç biryara girtinê hat dayîn
15:57 Gundê Mijî 7 caran hat bombebarankirin
15:51 Zilamekî li Reyhanliyê tecawizî jina 78 salî kir
15:47 Balafirgeha Amedê ku di êrişa hewayî de xesar dîtibû sibe vedibe
15:26 Rapora Girtîgeha Êlihê: Lêgerîna tazî, îşkence û miemeleya xerab
15:13 Ji 3 kesên ku PDK’ê desteser kirin agahî nayê girtin
15:02 TTB’ê û Odeya Bijîşkan a Amedê daxwaza darizandineke adil kirin
14:49 Malbata Şenyaşar jî li Konferansa Demokrasiyê ye: Malbata min tune kirin
14:38 TÎGEM ji bo sewal nefirin dîwar lê dike!
14:34 Rojnameya Avrupa ji bo Bahçelî got: TU YÎ Terorîst
14:32 Di Konferansa Demokrasiyê de nirxandina têkoşîna hevpar hat kirin
14:23 Ji bo beşdariya meşa Denîz Poyraz bang hat kirin
14:03 Hat xwestin dozên rojnamevan Evren bibin yek
13:56 Polisan daxuyaniya EŞÎK'ê ya li pêşiya Şûreya Dewletê asteng kirin
13:31 Derbarê bersûcên fîrarî yên doza Hrant Dînk de biryar hat dayîn
13:27 Gunay: Em dikarin bi têkoşînê pergala talan û tecrîdê biqedînin
13:20 Emîne Ayna: Bi daxwaziya azadiya Ocalan min kî kuştiye?
12:53 Rapora TÎHV'ê ya 2020'an: 3 hezar binpêkirin û 404 îşkence pêk hatin
12:47 Qeyûm rengên ku esnafan daliqandin ne eciband
12:34 Îstînafê biryara beraetê xera kir û faîlê destdirêjiyê hat girtin
12:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî serdozgeriyê dan
12:26 Gulcan Dîrîl: Di nav bûyerê de hin kesên din hene
12:25 Konferansa Demokrasiyê dest pê kir
11:58 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtî: Em bi hiqûqa dijminane re rû bi rû man
11:35 Şandeya KNK’ê çû Mexmûrê: Êrişên Tirkiyê li dijî qanûnên navdewletî ne
11:25 Balafirên şer gundê Mijî bombebaran kirin
11:15 Rojnameger Çoban sirgûn kirin
11:14 Penaber bi rojan tî û birçî di axuran de tên sekinandin!
11:02 Jin derdikevin qadan: 1'ê tîrmehê ne dawî destpêk e
10:14 ‘Ev pergala nû bi têkoşîna hevpar dikare were hilweşandin’
10:12 Hevserokê TEV-DEM`ê Hiso: Sewqiyatên PDK'ê provakasyon e
09:57 Polisan kesên Denîz Poyraz bi bîranîn binçav kirin
09:50 Ciwanên HDP'ê ji bo Denîz Poyraz meşiyan
09:31 Caferî: Petrol û gaza xwezayî ku DAIŞ'ê didizî kurê Erdogan bi rê ve dibir
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 210'emîn de didome
09:02 Biraziyê Şaredarê AKP'î ku bû sedema mirina 4 kesan, tenê 8 mehan di girtîgehê de ma
09:02 Ciwanên HDP'î tûrnûvaya futbolê li dar dixin
09:02 Serokê Odeya Çandiniyê Yildiz: Cotkar perîşan bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2021'AN
23/06/2021
23:21 Endamên Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz hatin berdan
23:13 Li Elkê 3 kes hatin binçavkirin
23:08 'Ew gule li gelê kurd hatin reşandin'
20:56 Li Stenbolê gelek sazî çûn şîna Denîz Poyrazê
19:54 Îro 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:17 Bernameya Dersimê ya heyeta KCD û DBP'ê bi dawî bû
18:46 Onder: Bi pêşniyar, teklîf û pejirandina hikûmetê daxilî nav pêvajoya çareseriyê bûm
18:21 Gelek partî, sazî û dezgeh serdana HDP'a Îzmîrê kirin
18:13 Ji bo Denîz Poyrazê mewlûd dan
17:01 Dosyeya ku 20 sal berê jê hatibû darizandin, dîsa jê hat pirsîn
16:34 CPJ: Divê rojnamevan Umêd Beroşkî were berdan
16:17 Ji Serokê terîqatê yê faîlê îstismarê re daxistina 'rewşa baş' kirin
15:55 Endamên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze hatin binçavkirin
15:52 Endamê Dîwana KCD’ê Ozdemîr hat binçavkirin
15:25 EŞÎK'Ê bang li Şûreya Dewletê kir
15:17 ÎHD’a Wanê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:52 Başaran bersiva Bahçelî da: Em hemû Denîz Poyraz in