Gunay: Em dikarin bi têkoşînê pergala talan û tecrîdê biqedînin

img
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê û got: "Îro li Girava Îmraliyê vînên şer û aştî, demokrasî û otorîterîzm, takekesî û pirjimarî li hevdû dikevin. Ev li hevketin dîrokiye û dê encamên wê jî dîrokî bin."
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Galan (HDP) Ebru Gunay, derbarê doza girtinê û êrişên li dijî partiya xwe de, li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, ewil Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya Rêxistinê Îzmîrê de hatibû qetilkirin bibîr anî û wiha axivî: "Em êşa rêhevala xwe ji kûr de dijîn. Em bi gelê xwe re şîna Denîz digirin. Ji wê rojê ve gelê me, hevalên me, hêzên ked, aştî û demokrasî û sendîkayan, partiya me bi tenê nehiştin. Bi milyonan kes ji bo Denîz rabûn ser piyan. Em ê xwedî bîranîn, têkoşîn û erka wê ji bo me hiştiye derbikevin. Ligel wê êşa giran jî dayika Denîz li ser piyane. Emê ji bo bi her awayî xwedî têkoşîna wê derbikevin û Denîz bikin hinceta têkoşîna xwe." 
 
Gunay, da zanîn ku li vî welatî li dijî muxalîfan mekanîzmayeke kuştinê ya bêexlaq dixebite û wiha bi lêv kir: "Desthilatdarî dike hedef, amûra şerê taybet jî dinepixîne, dadgerî dikeve nava liv û tevgerê û mehkeme dike, kujerên ku ferman wergirtin jî tevdigerin û dikujin. Hrant Dînk, Tahîr Elçî û bi sedan kes bi vî rengî hatin kuştin. Ji ber vê yekê, yên ku ji bo dewamkirina pergala xwe ya qirêj, partiya me dikin hedef ji vê kuştinê berpirsyar in."
 
EV DOZ DOZA TIRKIYÊ YE 
 
Ebru Gunay bal kişand ser îdîanameya ji bo girtina HDP'ê hatiye amadekirin û ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatiye qebûlkirin û wiha pê de çû: "Ev îdîaname metneke hiqûqî nîne, belavokeke siyasî ye ku li dijî HDP'ê hatiye amadekirin. Li dijî vê metnê em jî metna herî xurt a siyasî amade bikin. Em ê ne xwe, lê belê demokrasiyê, hiqûqê, edaletê, aştiyê, mafên bingehîn ên mirovan û nirxên mirovan biparêzin. Ji ber ku ev êriş bi esasî li dijî van nirxane. Nêzîkatiya li HDP'ê nêzîkatiya li paşeroja vî welatî ye. Ev doz ne tenê li dijî HDP'ê ye, doz li dijî nirxên mirovî yên li Tirkiyeyê ye."
 
Gunay destnîşan kir ku ji bo temsîlkirina îradeya gel wê bi hemû hêza xwe têkoşînê mezin bikin û ev nirxandin kir: "Yên ku ji wan heye ku bi girtina HDP'ê re wê mirov dengê xwe bidin wan, ev gel qet nas nekiriye. Ev gel wê derseke welê bide wan ku ji aliyê siyasî ve wê qet ji bîr nekin. Wê mîna aktorên tarî yên salên 1990'î wan jê bibin."
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Di dewama daxuyaniya xwe de Ebrû Gunay tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist  û wiha rêz kir: "Sîstema tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan û hewldana ji bo serweriya kaos, mafya, rizandin û şer a li welêt ji hev cuda nîne. Em timî diyar dikin ku sîstema li Îmraliyê rêbazeke rêveberiyê ye. Pêkanînên li Îmraliyê nîşaneya nêzîkatiya li gelê Kurd, li gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ye. Dema ku li Îmraliyê atmosfereke çareseriyê hebe, ev yek bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike. Dema ku li Îmraliyê desthilatdariya siyasî li zingilê şer dike, hingî Tirkiye dikeve nava kaosê.
 
Dema ku hewl tê dayin ku Birêz Ocalan bê bêdengkirin, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk û muxalîf bi komkujî, avêtina girtîgehê û bi kiryarên bêhiqûqê hewl tê dayin ku bên bêdengkirin. Dema ku li Îmraliyê bêdengî tê ferzkirin, hingî mafya û çete diaxivin. Tecrîd welêt û civakê dixe nava şer, mafya û çeteyan mezin dike.
 
Birêz Ocalan li pêşberî her nêzîkatiya li berjewendiyên gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê di rêya demokrasî, aştî û danûstandinê de israr kiriye. Birêz Ocalan îrade û biryardariyeke xurt a demokratîk nîşan da û perspektîfa demokratîkbûnê ya çareseriyê destnîşan kir. Lê belê ev perspektîf ji aliyê desthilatdariyê ve timî ji bo berjewendiyên siyasî ji holê hate rakirin. Li Girava Îmraliyê ku qadeke li derveyî hiqûqê ye, îro îradeyên şer û aştiyê, demokrasî û otorîteriyê, yekperestî û piralîtiyê şer dikin. Ev şer şerekî dîrokî ye û wê encamên xwe jî dîrokî be. Mirovek bi tenê nemaye ku neketiye bin bandora polîtîkayên tecrîd û bêedaletiyê. Tecrîd li ser me hemûyan tê ferzkirin."
 
DAXWAZÊN GIRTIYAN YÊN BI MILYONANE
 
Gunay, têkildarî greva birçîbûnê ya ku li zindanan 210 roj in dewam dike jî, wiha got: "Daxwazên girtiyên siyasî daxwazên mafên mirovan û edaletê ye ku daxwazên mafdar ên bi milyonan mirovî ye."
 
Di dawiya axaftina xwe de Ebru Gunay, ev peyam da: "Li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku bêhn li me çikandiye, ji bilî yekbûnê û têkoşîna hevpar rêyeke din li ber hêzên demokrasiyê nîne. Em bi têkoşîna hevpar dikarin dawî li vê sîstema tecrîd û talanê bînin. Îro li Girava Îmraliyê vînên şer û aştî, demokrasî û otorîterîzm, takekesî û pirjimarî li hevdû dikevin. Ev li hevketin dîrokiye û dê encamên wê jî dîrokî bin.."

Sernavên din

25/06/2021
22:40 Li Xarpêtê erdhej
21:05 Dadgehê 50 sal ceza li wan birî
20:43 Li Dara Hênê agir bi daristanê ket
20:38 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Di Doza Kobaniyê de 4 kesên din jî hatin berdan
16:59 Hat angaştkirin ku li Rihayê ciwanekî dawî li jiyana xwe aniye
16:51 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Ozkan bê berda
15:38 2 sal şûnde lawê xwe yê girtiyê nexweş dît
15:22 Jinan li Semsûrê qetilkirina Poyraz şermezar kirin
15:22 Hat angaştkirin ku di hewadariya Giretîgeha Amedê de gule hatiye berdan
15:16 Danişîna Mûsa Farîsogûllari hat taloqkirin
15:11 Hunermend Kazim Koyûncû li ser gora xwe hat bibîranîn
15:10 Rapora girtîgehê: Muameleyên xirab, lêdan û îşkence zêde bûn
14:52 Di doza Gokalp de 'şahid' çerx kir: Nizanim min ji kesek din bihîst
14:39 Endamên Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hatin berdan
14:33 DAIŞ’ê li Kerkukê êriş kir: 5 polîsan jiyana xwe ji dest dan
14:32 Stasyona bazê di çavdêriya polîsan de tê çêkirin
14:00 Maçoglû: Şahidê nepen ê di Doza Kobanê de veşartin, di doza girtina HDP’ê de derket holê
13:32 YE'yê ji bo Tirkiyeyê 3 milyar euro erê kir
13:31 Doza ‘rêziknameya înfazê’ ya Baroya Amedê hat redkirin
13:31 21 rêxistinên sivîl ji bo Ozkan banga berdanê kirin
13:11 Ji bo derbasî TÎP'ê bibe ji CHP'ê îstifa kir
13:11 Hevşaredara Dêrikê Esmez hat berdan
13:06 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:46 Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan Mehmet Emîn Ozkan
12:09 Doza Kobanê berdewam dike
11:28 Malbata Şenyaşar wê hevdîtinên xwe yên li Stenbolê bidomîne
11:26 Wezareta Karên Derve ya Norwecê: Em hebûna Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê bifikar in
11:09 Li Xarpêtê qeza: 3 kes mirin, 12 kes birîndar bûn
11:07 Îdiaya îşkence li Denîz Poyraz hatiye kirin: Divê testa DNA’ya kêran were kirin
10:46 Sancar: Wê rêya me gel diyar bike
09:30 AYM wê serlêdana Gergerlîoglû di 1’ê tîrmehê de binirxîne
09:26 200 mih û berx di bombebarana Tirkiyê de mirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 7 meh li pey xwe hişt
09:05 Orhan: Dê nikaribin gelê ku HDP'ê kiriye HDP biqedînin
09:05 Parêzer Erol: Hat dîtin ku darizandina siyasetmedarên kurd ne hêsan e
09:05 'Divê hêla Kazim a xwedîderketina li şoreşgeriyê jî neyê jibîrkirin'
09:05 'Sedema krîzê polîtîkaya şer a Erdogan e'
09:05 Ava Heskîfê kêm bû, avahiyên dîrokî xuya kirin
09:05 Di 4 salan de derbarê rojnamevan Candemîr de 40 lêpirsîn
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:19 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
24/06/2021
20:10 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 49 hezar û 417
17:05 Malpera Jinnewsê 31 car e tê astengkirin
16:19 Ji bo şahidê doza rojnamevan Orûç biryara girtinê hat dayîn
15:57 Gundê Mijî 7 caran hat bombebarankirin
15:51 Zilamekî li Reyhanliyê tecawizî jina 78 salî kir
15:47 Balafirgeha Amedê ku di êrişa hewayî de xesar dîtibû sibe vedibe
15:26 Rapora Girtîgeha Êlihê: Lêgerîna tazî, îşkence û miemeleya xerab
15:13 Ji 3 kesên ku PDK’ê desteser kirin agahî nayê girtin
15:02 TTB’ê û Odeya Bijîşkan a Amedê daxwaza darizandineke adil kirin
14:49 Malbata Şenyaşar jî li Konferansa Demokrasiyê ye: Malbata min tune kirin
14:38 TÎGEM ji bo sewal nefirin dîwar lê dike!
14:34 Rojnameya Avrupa ji bo Bahçelî got: TU YÎ Terorîst
14:32 Di Konferansa Demokrasiyê de nirxandina têkoşîna hevpar hat kirin
14:23 Ji bo beşdariya meşa Denîz Poyraz bang hat kirin
14:03 Hat xwestin dozên rojnamevan Evren bibin yek
13:56 Polisan daxuyaniya EŞÎK'ê ya li pêşiya Şûreya Dewletê asteng kirin
13:31 Derbarê bersûcên fîrarî yên doza Hrant Dînk de biryar hat dayîn
13:27 Gunay: Em dikarin bi têkoşînê pergala talan û tecrîdê biqedînin
13:20 Emîne Ayna: Bi daxwaziya azadiya Ocalan min kî kuştiye?
12:53 Rapora TÎHV'ê ya 2020'an: 3 hezar binpêkirin û 404 îşkence pêk hatin
12:47 Qeyûm rengên ku esnafan daliqandin ne eciband
12:34 Îstînafê biryara beraetê xera kir û faîlê destdirêjiyê hat girtin
12:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî serdozgeriyê dan
12:26 Gulcan Dîrîl: Di nav bûyerê de hin kesên din hene
12:25 Konferansa Demokrasiyê dest pê kir
11:58 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtî: Em bi hiqûqa dijminane re rû bi rû man
11:35 Şandeya KNK’ê çû Mexmûrê: Êrişên Tirkiyê li dijî qanûnên navdewletî ne
11:25 Balafirên şer gundê Mijî bombebaran kirin
11:15 Rojnameger Çoban sirgûn kirin
11:14 Penaber bi rojan tî û birçî di axuran de tên sekinandin!
11:02 Jin derdikevin qadan: 1'ê tîrmehê ne dawî destpêk e
10:14 ‘Ev pergala nû bi têkoşîna hevpar dikare were hilweşandin’
10:12 Hevserokê TEV-DEM`ê Hiso: Sewqiyatên PDK'ê provakasyon e
09:57 Polisan kesên Denîz Poyraz bi bîranîn binçav kirin
09:50 Ciwanên HDP'ê ji bo Denîz Poyraz meşiyan
09:31 Caferî: Petrol û gaza xwezayî ku DAIŞ'ê didizî kurê Erdogan bi rê ve dibir
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 210'emîn de didome
09:02 Biraziyê Şaredarê AKP'î ku bû sedema mirina 4 kesan, tenê 8 mehan di girtîgehê de ma
09:02 Ciwanên HDP'î tûrnûvaya futbolê li dar dixin
09:02 Serokê Odeya Çandiniyê Yildiz: Cotkar perîşan bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2021'AN
23/06/2021
23:21 Endamên Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz hatin berdan
23:13 Li Elkê 3 kes hatin binçavkirin
23:08 'Ew gule li gelê kurd hatin reşandin'
20:56 Li Stenbolê gelek sazî çûn şîna Denîz Poyrazê
19:54 Îro 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:17 Bernameya Dersimê ya heyeta KCD û DBP'ê bi dawî bû
18:46 Onder: Bi pêşniyar, teklîf û pejirandina hikûmetê daxilî nav pêvajoya çareseriyê bûm
18:21 Gelek partî, sazî û dezgeh serdana HDP'a Îzmîrê kirin
18:13 Ji bo Denîz Poyrazê mewlûd dan
17:01 Dosyeya ku 20 sal berê jê hatibû darizandin, dîsa jê hat pirsîn
16:34 CPJ: Divê rojnamevan Umêd Beroşkî were berdan
16:17 Ji Serokê terîqatê yê faîlê îstismarê re daxistina 'rewşa baş' kirin
15:55 Endamên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze hatin binçavkirin
15:52 Endamê Dîwana KCD’ê Ozdemîr hat binçavkirin
15:25 EŞÎK'Ê bang li Şûreya Dewletê kir
15:17 ÎHD’a Wanê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:52 Başaran bersiva Bahçelî da: Em hemû Denîz Poyraz in