Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e

  • rojane
  • 10:38 26 Hezîran 2021
  • |
img

STENBOL - Desthilata ku ji hevrûbûna Pirsgirêka Kurd direve, "Plana Çokşikandinê" bi dozên girtin û Kobanê li dijî HDP'ê didomîne. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser tecrîd tê meşandin, van polîtîkayên serî li wan tê dayîn weke "Şerê Tirkiyeyê yê li dijî kurdan" bi nav kiribû. 

 
Hêzên kûrewî, weke gava destpêkê ya mudaxalekirina Rojhilata Navîn bi komployeke navneteweyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistibûn û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê kiribûn. Ji vê rojê ve Ocalan li Li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ku girtîheke giravê ye tê ragirtin. Piştre derket holê ku beriya radestkirina Ocalan rayedarên CIA'yê di 4'ê sibata 1999'an de hatine Tirkiyeyê û bi MÎT'ê re protokoleke "veşarî" îmze kirine. Li gorî vê protokolê di heman rojê de Girtîgeha Îmraliyê hatiye valakirin û ji bo ragirtina Ocalan bi tenê hatiye avakirin. Di 15'ê Sibatê de Ocalan li Balefirgeha Naîrobî ya Kenyayê radestî endamên MÎT'ê hat kirin û bi balafirê derbasî Tirkiyeyê kirin. Ocalan roja 16'ê sibatê serê sibehê li vê Girtîgeha Îmraliyê hat bicihkirin û 22 sal in li vir di bin tecrîdê deye. 
 
Ocalan, ji bo ku Pirsgirêka Kurd ji derveyî tundiyê bi rêyên siyasî çareser bike, ji sala 1993'an ve hewl dide bi Tirkiyeyê re diyalogê saz bike. Ji bo ku şertê vê pêk bên di salên 1993, 1995 û 1998'an de biryarên agirbestê girt. Di 22 sal in Îmraliyê de jî Ocalan ji bo çareseriyê destê aştiyê bi israr dirêjî dewletê kir, lê her car ev destê ku hat dirêjkirin bêbersiv hat hiştin. Bi polîtîkayên neçareserkirin ku bi destê desthilatan hat domandin, tovê neyartiyê di navbera gelên Tirkiyeyê de hat avêtin. 
 
PLANA ÇOKŞIKANDINÊ
 
Rexmî ku bûyerên mîna sûîqesta Parîsê pêk hatin jî bi hewldanên Ocalan di salên 2013-2015'an de hêviyên aştiyê şîn bûn û tenê di van salan de polîtîkayên neçareserkirin hatin rawestandin. Gelan di vê pêvajoyê de zêdetir ji hev fêm kirin. Lê di 30'ê cotmeha 2014'an de di Lijneya Ewlehiya Bilind (MGK) ku 11 saetan berdewam kir de biryara "Plana Çokşikandinê" hat dayîn. Di 14'ê kanûna 2016'an de ev plan ket dewrê û ji 102 şaredariyên ku Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) qezenç kiribûn 96 ji wan hatin desteserkirin û qeyûm tayînî wan hatin kirin. Dîsa di çarçoveya vê planê de bi dehan cih û warên kurdan hatin hilweşandin û bi deh hezaran kes hatin koçberkirin. 
 
Bi vê plana ku hê jî di dewrê de ye dewlet zextê li kurdan û hêzên çepgir ên ku piştevaniya kuran dikin dike û hewl dide bi tundî, qeyûm, binçavkirin û girtinê mafê wan ê herî biçûk jî bi tepisîne. Ji aliyekî ve jî di nav hewldanên tasfiyekirina siyaseta demokratîk de ye.
 
DOZA KOBANÊ Û GIRTINÊ 
 
Bi vê armancê Hevserokên Giştî yên berê, endamên Lijneya Birêvebirina Navendî (MYK) û rêveberên HDP'ê jî di nav de 24 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedaran Doza Kobanê hat vekirin û bi qebûlkirina Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a doznameyê re doza girtinê li HDP'ê hat vekirin. 
 
QETILKIRINA DENÎZ POYRAZ
 
Bi van gavên ku di bin navê hiqûqê de bi awayekî siyasî tên avêtin re êrişên fizikî ji li dijî HDP'ê pêk tên. Herî dawî ji ber zimanê hedefnîşandinê yê Tifaqa Cûmhûr di 17'ê hezîranê de li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê êriş pêk hat û endama HDP'ê Denîz Poyraz hat qetilkirin. 
 
'MAFÊ ME YÊ JIYANÊ JÎ NEHAT NASKIRIN'
 
Ocalan ku îro ne destûr tê dayîn bi malbata xwe re ne jî destûr tê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne, di hevdîtinên xwe yên berê ku bi parêzerên xwe re kiribû de timik nêzikbûna dewletê ya li dijî kurdî nirxandiye û polîtîkayên ku tên şopandin weke "Şerê Tirkiyeyê yê li dijî kurdan" bi nav kiriye. Di sala 2014'an de Ocalan di hevdîtineke bi parêzerên xwe re gotibû, 'Weke kurd mafê me yê jiyanê jî nehat naskirin' û vê wiha aşkera kiribû: "Heta îro hiqûqeke kurdan çênebû. Di rastiyê de weke kurd mafê me yê jiyanê jî nehat naskirin. Mafê jiyanê mafekî bingehîn e lê vî mafê me jî ji destê me hatiye girtin. Di vê wateyê de divê parêzer û hiqûqnasên Kurdistanê ji xwe bipirsin ku parêzeriya çi dikin û hiqûqa çi diparêzin û vê di ber çavan re derbas bikin."
 
'SÛCÊ MIN VEXWENDINA JIYANA AZAD E'
 
Ocalan, di heman hevdîtinê de balê dikişîne ser jiyana ku Modernîteya Kapîtalîst li kurdan ferz dike û têkildarî mijarê ev nirxandin dike: "Li vir di hucreyê de, di şertê hucreyê de jî her tişt li ser min maye. Di rastiyê de bi awayekî felsefîk rewşa min, rewşa tol girtina ji min e. Jixwe heke pirtûkeke binivisînim ez ê li ser vê binivisînim. Ew ê mijara wê bibe ev: 'Tolgirtina ji Apo'. Sûcê min çî ye? Sucê min 'vexwendina jiyana azad' e. Ji min tola 'Çima tu me ji vê jiyanê xelas dikî û vedixwînî jiyana azad' tê girtin."
 
'EZ JIYANA KOLETEÎ QEBÛL NAKIM'
 
Ocalan, destnîşan dike ku ji bo kurdan mafê jiyanê yê asgarî jî nayê nasîn û ev tişt dibêje: "Tişta ji we re tê nasîn paleyî û koletî ye. Va li Rihayê 500 hezar kes pale ne. Dema min ji bo berhevkirina pembû diçûn Çûkûrovayê. 20 saetên rojê dixebitîn; mafê tenduristiyê, perwerdeyê, ewlehiyê tune ye. Di rastiyê de mafê jiyanê tune ye. Ji te re mafê jiyanê nas nakin kî. Ez careke çûm û min êdî tobe kir. Min got, 'Ez ê vê jiyanê nejîm'. Niha jî razî me ku li vê hucreyê bijîm lê wê jiyana paleyî û koletî qebûl nakim."
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

29/06/2021
11:48 Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta
11:20 Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim
10:44 Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
10:08 Jin wê di 1’ê Tîrmehê de dakevin qadan
09:59 Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat
09:23 Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'emîn de didome
09:22 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Plana ku kurdan bera kurdan bidin xistine dewrê
09:22 Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade
09:21 Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî
09:11 Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye
09:11 Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da
09:10 Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin
09:10 Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e
09:09 Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
09:07 Zibare û stran palehiyê xweş dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'AN
28/06/2021
19:57 Piştî 5 salan cenazeyê Oner dan malbatê
16:40 TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir
15:51 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin
15:13 Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin
14:15 Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin
14:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Dev jê berdana peymanê, pejirandina dijminantiya jinê ye
13:26 Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand
13:04 Komxebata ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ dest pê kir: Roj roja xwedî derketina ziman e
12:57 Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye
12:52 Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan
12:09 Di şerê navbera du malbatan de kesek mir
11:40 Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye
11:40 Li Bestayê şewat derket
11:25 Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir
11:00 Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
10:25 Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin
10:21 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 214'emîn de didome
09:01 Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
09:01 Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan
09:01 Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'AN
27/06/2021
21:10 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin
20:57 Li Gola Wanê tav bi zeraqên xweşik xatir dixwaze
20:40 Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê 5 rojnamevanan erê kir
20:33 Li Hîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
20:29 Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin
19:16 Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da
18:13 Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê
17:06 Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin
16:33 Şewata li Çewligê di roja sêyemîn de ye: Qadek mezin talan bû
16:28 Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî
16:05 Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket
14:33 Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin
13:53 Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin
12:56 Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:45 Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin
11:29 Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar
11:09 Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir
10:58 Li Serdeştê kolberek hat qetilkirin
10:35 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê dixwazin bi tenê nehêlin
09:56 Girtîgeh bi hinceta 'em tên rexnekirin' nameyan desteser dike
09:16 Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 213'yemîn de didome
09:14 Dê Demîr giliyê polîsan bike
09:13 Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye
09:11 Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin
09:10 Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!
09:08 Aycan a bi salan tahde lê hat kirin: Di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan
09:06 Akademîsyenên Aştiyê: Daxwaza me ya ji bo aştiyê didome
09:04 Li Wanê kêlî bi kêlî dîmenên trajediya penaberan
09:01 Li Mamakê roj li nîvro tiryakê difiroşin!
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:30 Baroya Çewlîgê: Bi şewatan, herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe
26/06/2021
20:57 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Tecrîdê şermezar kirin
17:02 Li Dara Hênî şewat: Gund dibin xeteriyê de ne
16:32 Komeleya Jinan a Rosa rêveberiya xwe ya nû hilbijart: Em di parastinê de ne
16:03 ÎHD’ê bang kir ku girtiyê nexweş Çalişkan were berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Aydemîr were berdan
15:10 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Em ê têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidomînin
14:33 Di dema emeliyatê de girtiyê nexweşê penceşêrê kelemçe kirin
14:24 Dema bavê wî winda kirin 4 salî bû: Dixwazim gorek wî hebe
13:56 TGC'ê Veyîs Ateş ji endamtiya xwe derxist
13:47 Îşkence bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda
13:40 Li dadgerê ku ji kurtbûna etek re girtek girt ceza hat birîn
13:39 Parêzerên Doza Xelfetî: Berî ku lêpirsîna îşkenceyê bidawî bibe, biryar dan
12:51 ‘Reva ji zilmê bû sedema mirina wî’
12:28 Baroya Stenbolê wê ji bo piştgiriya Malbata Şenyaşar bê Rihayê
12:01 Xizmên Windayan li aqûbeta Guler pirsîn
10:42 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
10:38 Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e
09:14 Di erdhejê de xaniyên gundên Depê xesar dîtin
09:00 Dêra hezar û 400 salî kirine axur!
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 212'emîn de didome
09:00 ‘Civaka ku jinê bi tenê bihêle, dê têk biçe'
09:00 Pakêta Darazê ya 4'an: Dê ne bi kêrî mexdûr, bi kêrî kiryar bê
09:00 Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire
09:00 Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin
09:00 Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
25/06/2021
23:01 Tirkiyeyê li wî aliyê sînor 70 heb binkeyên eskerî ava kiriye û 30 hezar esker bi cih kirine