‘Reva ji zilmê bû sedema mirina wî’

  • rojane
  • 12:51 26 Hezîran 2021
  • |
img

WAN - Beriya salekê di Gola Wanê de, di encama keleka noqî avê bû de 2 jê zarok 61 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Kekê Pejman Parvîzî yê ku di karesata heta niha weke berpirsiyar yek kes tenê hat girtin de, jiyana xwe ji dest da Pouria Parvîzî, wiha got: “Birayê min dixwest biçe welatekî ku ji ber fikrên xwe zilm lê neyê kirin, lê ev jî bû sedema mirina wî.”

 
Di 27’ê Hezîrana 2020’an de, li Gola Wanê di encama keleka noqî avê bû de, 2 jê zarok 61 penaber di avê de fetisîn. Wê şevê saet di 22.00’an de ji bo Sedat û Medenî Akbaş ên xizmên hev bûn ku bi keleka xwe, xwe berdan golê îxbar hatibû kirin. Medenî Akbaş ê ji keleka noqî avê bû, bi avjêniyê xwe xelas kir, di 28’ê hezîranê saet 23.00’an de, nêzî Taxa Çîtoren a navçeya Tûşbayê hat dîtin û teslîmî cendermeyan hat kirin. 
 
Di çarçoveya agahiyên ku Medenî Akbaş dan de, li herêma ku kelek noqî avê bû, xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Encax piştî 11 rojan hat tespîtkirin ku kelek kîlometreyekê dûrî Girava Çarpanak noqî avê bûye. Cihê keştiya ku 107 metre di binê golê de mayî, piştî bi cihazên ROV cihê wê hat tespîtkirin, xebatên lêgerînê hatin destpêkirin û cenazeyên 61 penaberan bi rêbaza çingalkirinê hatin derxistin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê daye destpêkirin de 6 kes hatin girtin. Piştî 145 rojan, derbarê 12 bersûcan de bi sûcên “kaçaxçîtiya penaberan” û “bi zanebûn bûye sedemê mirina gelek kesan” îdianame hat amadekirin. Piştî ku 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê îdianameya ji 43 rûpelan pêk tê qebûl kir, derbarê 12 kesan de bi daxwaza 38 sal 6 meh cezayê hefsê doza cemaweriyê hat vekirin. Di danişîna duyemîn a dozê de, ji 6 bersûcên girtî 5 jê hatin berdan. Bersûcê ku girtî jî xwediyê kelekê Medenî Akbaş e.
 
Kesekî ku di karesata kelekê de jiyana xwe ji dest da, Pejman Parvîzî yê 19 salî bû. Cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Wanê hatibû veşartin û piştî 3 mehan malbata wî ji Îranê hatibû û bi rêya bejahiyê cenazeyê kurê xwe biribû Îranê û li bajarê Şîrazê veşartibû. Em bi keke Parvîzî, Pouria Parvîzî re, ser bûyera qewimî û rewşa birayê wî axivîn.
 
Parvîzî, diyar kir ku gelek mirov ji ber sedemên siyasî û civakî ji Îranê direvin û anî ziman ku ji ber şerên diqewimin ji bilî çûyîna mirovan a welatên din, çare tune ye. Li gorî Parvîzî, ji ber azadiya raman tune ye, cihekariya civakî û binpêkirinên mafên mirovan hene, mirov ji Îranê derdikevin. 
 
‘JIYANEKE KU ZILM LÊ NEYÊ KIRIN DIXWEST’
 
Parvîzî, da zanîn ku birayê wî Pejman jî, ji ber van sedeman bû penaber û wiha got: “Birayê min dixwest biçe welatekî ku ji ber fikrên xwe zilm lê neyê kirin, lê ev jî bû sedema mirina wî. Gelek girêdayî malbata xwe bû, lê ji bo xeyalên xwe pêk bîne rêya duyemîn hilbijart. Ji ber vê yekê biryarda ku bi rêyên derveyî qanûnê koç bike. Ji bo derkeve derveyî welat 8 hezar Euro dan îraniyekî. Ewilî çû bajarê ser sînor Xoyê. Ji wir jî şev bi peyatî sînor derbas kir û teslîmî qaçaxçiyên mirovan ên aliyê Tirkiyeyê hat kirin.” Parvîzî, bi bîr  xist ku birayê wî di telefonê de qala muameleya nebaş a qaçaxçiyên mirovan kiribû û diyarkiribû ku gelek caran heqaret li wî û penaberên li cem wî  hatiye kirin û tiştên wan ên bi nirx hatine dizîn.
 
‘BI FIKAR BÛ KU LI KELEKÊ SIWAR BIBE’
 
Parvîzî, bi lêv kir ku birayê wî û penaberên din serê sibê heta êvarî nêzî sînorê Tirkiyeyê birçî û tî hatibûn hiştin û wiha rêz kir: “Pejman pişt re gotibû ku ew bi mînîbusê girtine û danîne xaniyên derdora Wanê yên xerabe. Pejman wê şevê ji min re peyam şand. Pir bi fikar bû. Got ‘wê me bi kelekê bibin.’ Hêj jî nizanim çima li kelekê siwar kirin. Ji ber ku rêya behrê perçeyekî plana wan nebû wê bi rêya bejahiyê de biçin. Divê xwediyê kelekê Medenî Akbaş vê vebêje. Çima, bi fermana kê kir?”
 
DI PEYAMA XWE YA DAWÎ DE XATIR XWEST 
 
Parvîzî, anî ziman ku birayê wî di peyama xwe ya dawî de xatir ji wî xwestiye û wiha berdewam kir: "Me pişt re tu agahî me jê negirt. Dûre min ji kaçaxçî pirsî. Piştî 3 rojan kaçaxçiyekî îranî di hesabên xwe yên medya sanal de parvekiribû ku di Gola Wanê de kelekek noqî avê bûye. Îhtîmala ku birayê min di wê kelekê de be, bi min re zêde bû.”
 
‘BI CILAN HAT VEŞARTIN’
 
Parvîzî, xwest ku li ser vê yekê were Tirkiyeyê, lê ji ber pandemiyê nikarî were û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez çûm Wezareta Karên Derve ya Îranê û min alîkarî xwest. Bi Sefîrê Îranê yê li Erziromê re ketin têkiliyê. Her tim serlêdana min ya ji bo çûyîna Tirkiyeyê taloq dikirin. Ji bo me 3 meh bûn weke 30 salan. Ez her roj çûm Wezaretê û wêneyên ku ji Tirkiyeyê şandin min tespît kirin. Cenaze di rewşeke gelek xerab de bûn. Di nava 30 wêneyên ku nîşanî min dan de, birayê min tune bû. Me hêvî kir ku birayê min bijî. Dûre testa DNA’yê min şand Tirkiyeyê. Piştî 3 mehan sînor hat vekirin, ez û bavê xwe hatin Saziya Tiba Edlî ya Wanê. Ji ber birayê min 12 rojan ser avê mabû rûyê wî perçe bibû û nedihat nasîn. Me birayê min ji deqa wî nas kir. Ji me re gotin li gorî esasên îslamî birayê min hatiye veşartin lê ev dereweke mezin bû. Dema me ji gorê derxist me dît ku bi cilan ve hatiye veşartin. Ev ji bo me rewşeke pir zor bû.”
 
BAWERIYA WÎ BI  DARIZANDINÊ NÎNE
 
Parvîzî, diyar kir ku baweriya wî bi darizandinê nîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne derxistina kelekê kêmasiyeke mezin e. Bazirganiya mirovan bi awayekî birêxistinkirî tê kirin û têkiliyên wan ên pir berfireh hene. Lê îro kî di girtîgehê de ye? Tenê keseke, ew jî Medenî Akbaş. Min bi xwe bi polîsên tirk re hevkarî kir. Min navên hin kesan dan. Navnîşan û nimreya telefonê ya hin kesan min dan wan, lê niha di girtîgehê de tenê kesek heye. Ez ê pêvajoya darizandinê bi awayekî cidî bişopînim. Ji ber ewqas bi êş bû ku nahêlim ku tu malbat vê yekê bijîn.”
 
MA / Dîndar Karataş

Sernavên din

29/06/2021
11:48 Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta
11:20 Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim
10:44 Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
10:08 Jin wê di 1’ê Tîrmehê de dakevin qadan
09:59 Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat
09:23 Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'emîn de didome
09:22 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Plana ku kurdan bera kurdan bidin xistine dewrê
09:22 Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade
09:21 Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî
09:11 Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye
09:11 Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da
09:10 Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin
09:10 Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e
09:09 Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
09:07 Zibare û stran palehiyê xweş dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'AN
28/06/2021
19:57 Piştî 5 salan cenazeyê Oner dan malbatê
16:40 TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir
15:51 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin
15:13 Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin
14:15 Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin
14:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Dev jê berdana peymanê, pejirandina dijminantiya jinê ye
13:26 Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand
13:04 Komxebata ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ dest pê kir: Roj roja xwedî derketina ziman e
12:57 Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye
12:52 Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan
12:09 Di şerê navbera du malbatan de kesek mir
11:40 Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye
11:40 Li Bestayê şewat derket
11:25 Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir
11:00 Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
10:25 Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin
10:21 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 214'emîn de didome
09:01 Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
09:01 Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan
09:01 Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'AN
27/06/2021
21:10 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin
20:57 Li Gola Wanê tav bi zeraqên xweşik xatir dixwaze
20:40 Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê 5 rojnamevanan erê kir
20:33 Li Hîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
20:29 Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin
19:16 Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da
18:13 Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê
17:06 Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin
16:33 Şewata li Çewligê di roja sêyemîn de ye: Qadek mezin talan bû
16:28 Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî
16:05 Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket
14:33 Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin
13:53 Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin
12:56 Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:45 Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin
11:29 Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar
11:09 Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir
10:58 Li Serdeştê kolberek hat qetilkirin
10:35 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê dixwazin bi tenê nehêlin
09:56 Girtîgeh bi hinceta 'em tên rexnekirin' nameyan desteser dike
09:16 Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 213'yemîn de didome
09:14 Dê Demîr giliyê polîsan bike
09:13 Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye
09:11 Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin
09:10 Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!
09:08 Aycan a bi salan tahde lê hat kirin: Di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan
09:06 Akademîsyenên Aştiyê: Daxwaza me ya ji bo aştiyê didome
09:04 Li Wanê kêlî bi kêlî dîmenên trajediya penaberan
09:01 Li Mamakê roj li nîvro tiryakê difiroşin!
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:30 Baroya Çewlîgê: Bi şewatan, herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe
26/06/2021
20:57 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Tecrîdê şermezar kirin
17:02 Li Dara Hênî şewat: Gund dibin xeteriyê de ne
16:32 Komeleya Jinan a Rosa rêveberiya xwe ya nû hilbijart: Em di parastinê de ne
16:03 ÎHD’ê bang kir ku girtiyê nexweş Çalişkan were berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Aydemîr were berdan
15:10 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Em ê têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidomînin
14:33 Di dema emeliyatê de girtiyê nexweşê penceşêrê kelemçe kirin
14:24 Dema bavê wî winda kirin 4 salî bû: Dixwazim gorek wî hebe
13:56 TGC'ê Veyîs Ateş ji endamtiya xwe derxist
13:47 Îşkence bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda
13:40 Li dadgerê ku ji kurtbûna etek re girtek girt ceza hat birîn
13:39 Parêzerên Doza Xelfetî: Berî ku lêpirsîna îşkenceyê bidawî bibe, biryar dan
12:51 ‘Reva ji zilmê bû sedema mirina wî’
12:28 Baroya Stenbolê wê ji bo piştgiriya Malbata Şenyaşar bê Rihayê
12:01 Xizmên Windayan li aqûbeta Guler pirsîn
10:42 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
10:38 Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e
09:14 Di erdhejê de xaniyên gundên Depê xesar dîtin
09:00 Dêra hezar û 400 salî kirine axur!
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 212'emîn de didome
09:00 ‘Civaka ku jinê bi tenê bihêle, dê têk biçe'
09:00 Pakêta Darazê ya 4'an: Dê ne bi kêrî mexdûr, bi kêrî kiryar bê
09:00 Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire
09:00 Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin
09:00 Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
25/06/2021
23:01 Tirkiyeyê li wî aliyê sînor 70 heb binkeyên eskerî ava kiriye û 30 hezar esker bi cih kirine