Li Wanê kêlî bi kêlî dîmenên trajediya penaberan

  • rojane
  • 09:04 27 Hezîran 2021
  • |
img

WAN - Penaberên li gel hemû xetereyan sînor derbas dikin û di qaseyên qamyonan de tên Wanê, bi rojan di axuran û di nav çopan de tî û birçî tên sekinandin. 

 
Sînorê Wan-Îranê bûye guzergeha penaberan. Ji Afxanîstan, Pakîstan û Îranê hema bibêje her roj bi sedan penaber tên Wanê. Çendî ku li seranserê sînorê Îran û Tirkiyeyê gelek qereqol, qaleqol û noqteyên çavdêriyê hene jî, her roj ev qas penaber tên Wanê. 
 
HÊVÎ
 
Çendî ku Wan ji bo penaberan wekî bajarê transît bê dîtin jî, derbasbûyîn ew qasî ne hêsan e. Penaberên ku bi hêviya berê xwe bidin Ewropayê terka welatê xwe din, li ser sînoran bi zor û zehmetiyên pir mezi re rû bi rû dimînin. Penaberên ji Afxanîstan, Pakîstan û welatên din tên Îranê, ji wir jî berê xwe didin Wanê. Ji bo ku li Wanê neyên dersînorkirin û zevtkirin, diçin navçeya Tetwan a Bedlîsê û ji wir jî berê xwe didin Stenbolê da biçin Ewropayê. Çendî ku rewş wisa bixuyê jî gava tên Wanê, car heye li bajêr di şert û mercine dijwar de dimînin. Penaberên di şert û mercên dijwar de li Wanê dimînin, li otogar, parkan an jî di xaniyên xerabe de dimînin. 
 
RÊWÎTIYA MIRINÊ
 
Penaberên ku qefle bi qefle sînor derbas dikin, perekî zêde didin qaçaxçiyan. Di dema derbasbûyînê de an di Gola Wanê de difetisin an jî ji serma diqefilin an jî çi li hêla Îranê çi jî li hêla Tirkiyeyê dibin hedefa çekên eskeran û jiyana xwe ji dest didin. Penaberên ku ji serma diqefilin jî ancax piştî ku berf dihele cenazeyên wan tên dîtin. 
 
TRAJEDÎ
 
Çendî ku şert û merc ev qasî zor û zehmet bin jî hema bibêje her roj bi sedan penaber di ser Qeleqlî û Çardêranê re tên Wanê. Penaberên ji hêla Îranê ber bi Tirkiyeyê ve bi qasî 5 kîlometreyan dimeşin, bi wesayîtên qaçaxçiyan tên navenda bajêr. Gava tên bajêr, di axurên xirabe de dimînin. Bi rojan di axuran de tên sekinandin û paşê qaçaxçî wan bi wesayîtan dibin bajarine din. 
 
Ajansa Mezopotamyayê (MA), axurên ku penaber tê de dimînin, penaber di kîjan şert û emrcan de dimînin û çawa li qamyonan tên siwarkirin û diçin, hemûyan bi dîmen tomar kir. 
 
PERGAL
 
Hatine penaberan, di çarçoveya pergala ku qaçaxçiyan diyar kiriye de pêk tê. Pergal bi vî awayî ye; Qaçaxçiyên li sînorê Îranê ne û yên li sînorê Tirkiyeyê, serî penaberekî bi hezar dolarî li hev dikin. Piştî lihevkirinê qaçaxçiyên li aliyê sînorê Tirkiyeyê, penaberan digirin û wan tînin dixin axurên gundên nêzî sînor. Paşê wan li wesayîtan li ser dilê hev siwar dikin û wan dibin navendê. Li navenda bajêr jî wan dixin avahiyên xerabe an jî axuran. Penaber bi rojan di van avahî û xirbeyan de tî û birçî tên sekinandin. Paşê ji bo li Wanê neyên zevtkirin, ji Wanê diçin. 
 
Salih Azîmî ku ji Afxanîstanê hatiye Wanê û bi rojan e tî û birçî ye, anî ziman ku 10 roj in di rê de ne. Azîmî, bilêv kir ku ji ber şerê li welatê xwe reviyane û got: "Min li Îranê hezar dolar da qaçaxçiyan û ez hatim Wanê. Bi rojan e em di axuran de ne. 3 roj in tiştek bi devê min neketiye. Min ji şêniyên taxê hinek nan û av xwest. Em pere didin qaçaxçiyan, lê ew ne nan, ne av tiştekî nadin me. PIştî radihêlin perê xwe diçin. Gava polîs bên jî wan nagirin. Hin kesên em wan nas nakin û nizanin kî ne, tên me dihejmêrin û diçin. Em perîşan in. Qaçaxjî nan û avê dilê wan çawa bixwaze bi wî fiyetî difiroşin me. Aveke biçûk bi 5 lîreyan difiroşin me. Dibêjin, 'neçin marketê dê polîs we zevt bikin.' Me ditrisînin. Gava em dertên qaçaxçî li me dixin. Xebera ji me re dibêjin. Telefonên me ji me distînin." 
 
‘EM HIŞTIN Û ÇÛN' 
 
Azîmî, diar kir ku qaçaxçiyan ji bo heya Tetwanê hezar dola rji wan xwestine û got: "Niha tenê 30 TL bi min re heye. Qaçaxçiyê ku min hezar dolar dayê ez hiştim û çû. Ez wî nas nakim. Îja ez ê bi vî pereyî biçim ku, ez ê çi bikim? Ez jî nizanim." 
 
Gava me hevpeyvîn dikir, qaçaxçiyên mirovan hin penaberên din xistin hundirê axur û hina jî kesên di axuran de derdixistin ji bo wan bibin bajarine din. Ji ber vê penaberan hevpeyvîn di nêvî de hiştin û ji bo bigihîjin qamyonê baz dan. Paşê qaçaxçiyan bi dehan penaber li ser dilê hev xistin qaseya qamyonê. Berî ku qamyon penaberan bibe, çavdêran îşaretek kir û ji ber vê penaber ji qamyonê daketin û qaçaxçî jî bazdan winda bûn. 
 
MA / Dîndar Karataş

Sernavên din

29/06/2021
11:48 Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta
11:20 Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim
10:44 Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
10:08 Jin wê di 1’ê Tîrmehê de dakevin qadan
09:59 Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat
09:23 Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'emîn de didome
09:22 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Plana ku kurdan bera kurdan bidin xistine dewrê
09:22 Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade
09:21 Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî
09:11 Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye
09:11 Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da
09:10 Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin
09:10 Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e
09:09 Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
09:07 Zibare û stran palehiyê xweş dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'AN
28/06/2021
19:57 Piştî 5 salan cenazeyê Oner dan malbatê
16:40 TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir
15:51 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin
15:13 Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin
14:15 Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin
14:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Dev jê berdana peymanê, pejirandina dijminantiya jinê ye
13:26 Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand
13:04 Komxebata ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ dest pê kir: Roj roja xwedî derketina ziman e
12:57 Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye
12:52 Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan
12:09 Di şerê navbera du malbatan de kesek mir
11:40 Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye
11:40 Li Bestayê şewat derket
11:25 Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir
11:00 Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
10:25 Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin
10:21 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 214'emîn de didome
09:01 Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
09:01 Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan
09:01 Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'AN
27/06/2021
21:10 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin
20:57 Li Gola Wanê tav bi zeraqên xweşik xatir dixwaze
20:40 Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê 5 rojnamevanan erê kir
20:33 Li Hîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
20:29 Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin
19:16 Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da
18:13 Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê
17:06 Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin
16:33 Şewata li Çewligê di roja sêyemîn de ye: Qadek mezin talan bû
16:28 Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî
16:05 Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket
14:33 Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin
13:53 Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin
12:56 Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:45 Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin
11:29 Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar
11:09 Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir
10:58 Li Serdeştê kolberek hat qetilkirin
10:35 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê dixwazin bi tenê nehêlin
09:56 Girtîgeh bi hinceta 'em tên rexnekirin' nameyan desteser dike
09:16 Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 213'yemîn de didome
09:14 Dê Demîr giliyê polîsan bike
09:13 Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye
09:11 Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin
09:10 Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!
09:08 Aycan a bi salan tahde lê hat kirin: Di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan
09:06 Akademîsyenên Aştiyê: Daxwaza me ya ji bo aştiyê didome
09:04 Li Wanê kêlî bi kêlî dîmenên trajediya penaberan
09:01 Li Mamakê roj li nîvro tiryakê difiroşin!
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:30 Baroya Çewlîgê: Bi şewatan, herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe
26/06/2021
20:57 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Tecrîdê şermezar kirin
17:02 Li Dara Hênî şewat: Gund dibin xeteriyê de ne
16:32 Komeleya Jinan a Rosa rêveberiya xwe ya nû hilbijart: Em di parastinê de ne
16:03 ÎHD’ê bang kir ku girtiyê nexweş Çalişkan were berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Aydemîr were berdan
15:10 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Em ê têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidomînin
14:33 Di dema emeliyatê de girtiyê nexweşê penceşêrê kelemçe kirin
14:24 Dema bavê wî winda kirin 4 salî bû: Dixwazim gorek wî hebe
13:56 TGC'ê Veyîs Ateş ji endamtiya xwe derxist
13:47 Îşkence bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda
13:40 Li dadgerê ku ji kurtbûna etek re girtek girt ceza hat birîn
13:39 Parêzerên Doza Xelfetî: Berî ku lêpirsîna îşkenceyê bidawî bibe, biryar dan
12:51 ‘Reva ji zilmê bû sedema mirina wî’
12:28 Baroya Stenbolê wê ji bo piştgiriya Malbata Şenyaşar bê Rihayê
12:01 Xizmên Windayan li aqûbeta Guler pirsîn
10:42 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
10:38 Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e
09:14 Di erdhejê de xaniyên gundên Depê xesar dîtin
09:00 Dêra hezar û 400 salî kirine axur!
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 212'emîn de didome
09:00 ‘Civaka ku jinê bi tenê bihêle, dê têk biçe'
09:00 Pakêta Darazê ya 4'an: Dê ne bi kêrî mexdûr, bi kêrî kiryar bê
09:00 Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire
09:00 Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin
09:00 Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
25/06/2021
23:01 Tirkiyeyê li wî aliyê sînor 70 heb binkeyên eskerî ava kiriye û 30 hezar esker bi cih kirine