Sancar: Em ê têkoşîna hevpar dawî li pergala talanê bînin

  • rojane
  • 15:37 29 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku di komcivîna partiya xwe de axivî ev tişt got: "Eger em bi hev re bimeşin, em ê dawî li vê pergala xwînê, dizî, talan û derewîn bînin."
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Sancar, di destpêka axaftina xwe de Şêx Seîd, Seyîd Riza û Orhan Dogan bi bîr anî û destnîşan kir ku HDP'ê desthilatê têk biriye, lewma êrişî HDP'ê dikin û bal kişand ser doza ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin.
 
Mîthat Sancar, anî ziman ku ev doz ne tenê li dijî HDP'ê ye, doz li dijî  têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê ye û wiha got, "Ji bo pergala qirêj û mafyayî bê dewamkirin ev doz hatiye vekirin. Doza ji bo astengkirina têkoşînê ye. Lewma em dibêjin ku em vê dozê ne tenê weke karê xwe dibînin. Ji ber vê jî li Stenbolê em bi hiqûqnasên naskirî yên li Tirkiyeyê rûniştin, me nêrîna wan wergirtin û komên kar ava kir. Em ê parêznameyê jî ne ku ji bo li salonên dadgehê bixwînin binivîsînin. Ev parastin wê ne tenê parastineke hiqûqî be, ev ê bibe belgeyeke ronî ya paşeroja têkoşîna demokrasiyê ya bi rêya hiqûqê. Bêguman em ê îdîanameyê pûç bikin, ew ne karekî zehmet e. Ji xwe îdîaname pûç e, ji bo pûçkirina wê jî em ê gelekî mijûl nebin."
 
'EM Ê XWEDÎ LI HDP'Ê DERKEVIN, HDP'Ê DEWAM BIKIN'
 
Di berdewamê de Sancar der barê têkoşîna wan a li dijî doza girtina partiya wan de ev tişt got: "Dema ku em dibêjin em ê HDP'ê nedin girtin, em nabêjin ku wê biryara girtinê ji dadgehê dernekeve. Em ê weke fikir û rêxistinî HDP'ê bidin dewamkirin, xwedî lê derkevin. Em ê nîşan bidin ku dadgehê dema biryar da wê ew biryar ne tenê li wê salonê bimîne. Biryara ku bidin, dema ku li qada navneteweyî bi hiqûqnasên bi wijdan û demokrat civiyan, wê hesabê wê bidin. Biryara ku bidin wê hesabê wê bidin wijdanê civakî. Em ê ji wan re bibin alîkar, piştre jî ew zanin. Desthilatdariyê bi xwe ev doz vekiriye, qaşo delîlên pêwendiya HDP'ê ya bi tundiyê re li îdîanameyê bi cih kirine. Kîjan tundî? Sîstema ku wan ava kiriye ji serî heta binî tundiyê diafirîne. Çavkanî û navenda tundiyê ev desthilatdarî bi xwe ye."
 
QETILKIRINA DENÎZ POYRAZ
 
Sancar, têkildarî êrişa ku li Îzmîrê li dijî avahiya partiya wan pêk hat jî axivî û têkkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Li Îzmîrê di êrişa dijî avahiya me de, hevrêya me Denîz Poyraz qetil kirin. Kê qetil kir? Kesekî ku pêwendiya xwe bi siyaseta dijminatiya li Kurdan heye, kesekî ku dihate parastin, ew qetil kir. Eger hûn li tundiyê digerin hingî li me nenihêrin, bala xwe bidin ser tiştên li me tê kirin. Tişta ku em dikin parastina aştiyê li vî welatî ye."
 
Sancar, destnîşan kir ku doza girtinê ya li dijî partiya wan hatiye vekirin dozeke tirsonekî ye û axaftina xwe wiha domand: "Ji ber ku ditirsin doz vekirine. Encam çi dibe bila bibe, biryara dadgehê çi dibe bila bibe, bi fikrê HDP'ê û bi têkoşîna hevpar a gelan, têkoşîna li dijî vê pergalê wê dewam bike. Eger hesabê li ser hilbijartinê dikin, bila bawer bikin ku di hilbijartinê e jî wê rêyekê peyda bike û paşeroja vî welatî diyar bike. Eger ji wan heye ku dikare wê rêyê bigire, hingî xwe dixapînin. Eger di destê me de tenê derziyek jî bimîne em ê bi wê derziyê rêyên nû çêbikin."
 
Sancar, diyar kir ku çiqas doz li wan vebikin û li dijî wan lîstikan blîzin jî wê nikaribin tiştekî bikin û ev tişt got: "Yekane tişta ku nîşanî wan bide ku dawî li wan hatiye, têkoşîna me ya hevpar e."
 
'EM Ê DAWÎ LI PERGALA TALANÊ BÎNIN'
 
Herî dawî Sancar, diyar kir ku bi xurtkirina tifaqa welatiyên azad û demokrasiyê wê dawî li tirsê bînin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Rizgariya rasteqîn ev e. Rêya vê yekê jî di fikrê me de ye, di bawerî û wijdanê me de ye. Em ê li hev bicivin, em ê xurt bibin, em ê vê sîstemê teqez biguherînin. Di vê mijarê de em rê nadin bêhêvîtiyê. Em mafdar in, lewma em ê bi ser bikevin. Em sozê didin her mirovan ên ku dengê xwe digihîne wan. Eger em bi hev re bimeşin, em ê dawî li vê pergala xwînê, dizî, talan û derewîn bînin."
 

Sernavên din

01/07/2021
14:38 HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand
14:12 Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn
13:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
13:51 Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan
13:36 Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin
13:36 Rojnamevan Aygul hat berdan
13:25 Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin
12:59 Îtîraza ji bo kesên ji Doza Kobanê hatibûn berdan, hat redkirin
12:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji rojnamevanan re ceza hat xwestin
12:57 Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e
12:34 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:33 Danişîna Kaya careke din hat taloqkirin
12:16 Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike
11:45 Li Girtîgeha Kurkçulerê ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin
11:41 21 fezlekeyên din pêşkêşî Meclîsê hatin kirin
11:38 Şêniyên taxê ji çal û behna pîs aciz in
11:29 Malbata Şenyaşar: Edalet teqez e, wê rojek were peydekirin
10:47 Duyemîn danişîna doza helîkopterê sibê tê dîtin: Rêya tekane piştevanî ye
10:32 Hatîmogûllari: Partiya me ne partiya tabelayê ye
10:05 Ji demborîna Komkujiya Sêwazê re du sal man
09:22 Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 217'emîn de berdewam dike
09:08 ‘Bi tecrîdê yekîtiya kurdan tê astengkirin'
09:08 Koç: Tu rewabûna pakêtên AKP-MHP'ê nemaye
09:08 Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye!
09:08 'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye
09:08 Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:08 Cizîrî: Ji bo em nebin kujerên kurdan divê em xwedî li kurdî derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:46 Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû
30/06/2021
22:57 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat girtin
16:51 Bi SÎHA'yan êrîş birin ser Şengalê
16:47 Wê malbata Gulistan Dokû bimeşe Ordûyê
15:40 HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
15:38 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye
15:30 Li Bazîdê 2 kes hatin binçavkirin
15:28 Zeynep Kinaci li Êlihê hat bibîranîn
15:23 Hevserokên KESK'ê diyar bûn
15:18 HDP'ê serdana titûnfiroşên li Semsûrê kir
14:54 MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe
14:28 Parêzera Doza Elmali: Darizandinên bêgirtin cesaretê dide
14:27 Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin
13:52 Dadgeha Îstînafê beraeta 7 rojnamevanan erê kir
13:11 Li pêş Girtîgeha Bakirkoyê şermezarkirina tecrîdê
12:46 Li Wanê belavkarê berê Erdem hat binçavkirin
12:34 Goristan veguherî çopê
12:24 Emîne Şenyaşar bi lawê xwe re axivî: Zilmê li me dikin
12:15 Polîsan avêt ser Girtîgeha Tokatê: Ji du girtiyan agahî nayê wergirtin
12:07 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re
11:38 Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş'
10:54 Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan ciwanên taxê derb kirin
10:51 Şewata li Omeryan derket hat vemirandin
10:47 Cenazeyê Eren piştî 22 mehan radestî malbatî wî kirin
10:44 Sibê li çar aliyên Tirkiyê wê jin ji bo Peymana Stenbolê dakevin qadan
10:29 Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin
10:23 ‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin'
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye
10:11 Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin
09:51 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Heta ku kurdî azad bibe em ê têbikoşin
09:19 Ên ku belgeya wan a karbidestiyê tune be, dê nikaribin bifiroşin
09:18 Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Kûran: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
09:13 Koma 44'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:13 Sînemaya Yilmaz Guney: Hat girtin, hat şewitandin, niha jî dê bikin park
09:09 Dozgeriyê dosyeya qeymeqam Safîturk ji bîr kiriye
09:09 Nûnerên partiyên siyasî: Ê partiyan ava dike gel e û yê wan bigire jî gel e
09:08 PDK'ê 6 sal ceza li birayê min birî û derbarê min de jî biryara girtinê da
09:07 Kinyasê Hemîd: Heke kurd nebin yek wê Kurdistan ji dest biçe
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
29/06/2021
22:05 Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Don Kîşotê leyîst
21:33 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:31 Li herêma Omeriya agir bi daristanê ket
21:10 Rêxistinên ciwanan: Kujerên Denîz Poyrazê û yên Pirsûsê heman kujer in
19:26 Rojnamevan Erencî hat bibîranîn
18:36 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:51 Dadgehê 4 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Çoban birî
17:37 Dîroknasê kurd Ulugana hat berdan
17:21 Li Wanê 10 ciwanên di binçavan de hatin berdan
17:09 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya polîsan şermezar kirin
17:08 Dîrokzan Sedat Ulugana li Maltayê hat binçavkirin
17:04 Xebata DEDAŞ'ê ya bêdestûr li darazê eleqî
16:55 Li Rihayê 4 kes hatin girtin
16:39 Danişîna zarokên ku polisan îşkence li wan kir taloq bû
15:44 Polîsan avêt ser govên ku penaber tê de dihatin ragirtin
15:37 Sancar: Em ê têkoşîna hevpar dawî li pergala talanê bînin
14:51 Dadgeha Amedê cezayê hefsê li rojnamevan Boltan birî
14:21 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîra anîn: Ji miriyên me jî ditirsin
13:55 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Em ê dorpêçê bi piştevaniyê bişikînin
13:49 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê 3 hezar û 300 km rê gerandin e
13:35 Şewata li Dara Hênê hat vemirandin
13:32 Serdanên Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê didomin
13:25 Li Silopiya pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
13:14 Li Sêrtê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
13:06 Li parçeyên ku ji laşê wan veqetandine digerin!
12:58 Dozgerê li dosyeya Malbata Şenyaşar dinêre cara 8’emîn guherî
12:43 Aldar Xelîl: MÎT û Muhaberat hevkariyê dikin
12:23 Parêzerên Ocalan serî li serdozgeriyê dan
12:18 Hunermendan serdana Wezareta Pêşmergeyan kir: Wezaretê soz da me ku wê şer dernekeve
12:11 Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin
11:56 Li Bestayê şewat belav dibe