Kinyasê Hemîd: Heke kurd nebin yek wê Kurdistan ji dest biçe

  • rojane
  • 09:07 30 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Ermenistanê Kinyasê Hemîd ku ji ber helwesta wê ya li dijî êrişên Tirkiyeyê hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar kir, ji bo şerê muhtemel ê navxweyî yê kurdan got ku heke kurd nebin yek wê Kurdistan ji dest biçe.  

Di 20’ê hezîranê de li Ermenistanê hilbijartina pêşwaxt a parlamentoyê pêk hat û di hilbijartinê de Partiya Peymana Sivî a Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi serket. Ji ber ku li Ermenistanê kurd dijîn partiyên wê ji bo parlamenteriyê cih didin namzetên kurd jî. Serokwezîr Paşînyan ji kurdên Ermenistanê Kinyasê Hemîd kir namzet. Di hilbijartinan de Hemîd ji bo partiya Paşînyan xebitî û hat hilbijartin. Hemîd beriya niha jî di du caran hatibû hilbijartin û bûbû parlamenterê parlamentoya Ermenistanê. 
 
BI PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ BI SER KET
 
Parlamenter Kinyasê Hemîd, têkildarî hilbijartinên Ermenistanê, rewşa kurdên êzidî yên li Ermenistanê û gengeşiya ku ji ber piştgiriya PDK’ê ya ji bo Artêşa Tirk li Herêma Kurdistanê di navbera wê û PKK’ê de derketiye ji ajansa me re axivî û nirxandinên girîng kirin. Kinyasê Hemîd, destpêkê bal kişand ser pêvajoya şerê Qerebaxê ku beriya hilbijartinên Ermenistanê pêk hat û got ku Azerbeycan bi piştgiriya Tirkiyeyê û komên wê yên îslamîst li dijî Ermenistanê bi ser ketiye.  
 
CAREKE DIN PAŞÎNYAN TERCÎH KIRIN
 
Hemîd, da zanîn rexmî ku Paşînyan beriya şer bi 2 salan hatiye ser desthilatê jî muxalefeta Ermenistanê wî weke berpirsyarê têkçûna şerê 30 salî nîşan daye û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: “Nifte û gelek perê Azerbeycanê hebû û gelek çek û cebilxane kirîbûn. Muxalefeta ku beriya Paşînyan li ser desthilata Ermenistanê bû 30 salan welat bi rê ve bir û ji bo Ermenistanê çekan nestandibûn. Ji ber ku Paşînyan ji bo aramî û aboriya welat dixebite gelê ermen Paşînyan baş nas dike û li şûna muxalefetê careke din wî tercîh kir.”
 
ÊZIDIYÊN ERMENISTANÊ
 
Der barê civaka êzîdî ya Ermenistanê de Hemîd, destnîşan kir ku di civaka êzidî de dubendî heye û ev tişt got: “Di civaka me ya êzidiyan de hin jê xwe tenê weke êzîdî pênase dikin û kurdbûnê qebûl nakin. Hinek jê jî xwe weke kurdên êzidî pênase dikin. Her wiha li vir kurdên elewî û xêristiyan jî hene. Li gorî min hemû kurd in. Tu pirsgirêka vê civakê tune ye. Ew kesên ku xwe êzidî dihesibînin jî bila xwe êzidî bihesinîn. Êzîdîti ola me ya kevn e. Ez wê olê jî dihebînim."
 
ŞERMEZARKIRINA HIKÛMETA HERÊMÊ
 
Piştî nirxandinên xwe yên têkildarî hilbijartin û civaka êzidî ya Ermenistanê Hemîd, têkildarî gengeşiya li başûrê Kurdistanê ya di navbera partî û hêzên kurd de axivî û diyar kir weke kurdekî dîasporayê ku temenê wî di seriya 70 salan de ye dilê wî bi partiyên ku xizmeta Kurdistanê kirine re şah bûye. Hemîd, bi lêv kir ku şerê li başûrê Kurdistanê bi peş dikeve ne şerê PKK’ê ye û wiha got: “Şerê welatên ciran e ku dixwazin kurdan tune bikin. Dewleta tirk tenê li dijî PKK’ê û kurdên bakûr şer nake. Ev şer li dijî hemû kurdan e. Divê kurd tu carî li dijî kurdan şer nekin. Ji ber helwesta wan a li dijî êrişên Tirkiyeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikim.”
 
REFERANDÛMAN HERÊMA KURDISTANÊ
 
Di berdewama axaftina xwe de Hemîd, polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî kurdan bi bîr xist û destnîşan kir ku ji bo tunekirina kurdan a bi destê kurdan dewleta tirk bi hezaran cerdevan girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta tirk kurdan berî hev dide. Divê partiyên kurdan di rêziknameyên xwe destnîşan bikin ku kurd tu carî nikarin şerê hev bikin. Divê hemû kurd zanibin ku dewleta tirk wan qebûl nake. Mînaka vê yekê jî referandûma başûrê Kurdistanê ye. Dema ku kurdan serbestiya xwe xwest destpêkê Tirkiyeyê li dijî vê derket û dijminahiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.”
 
‘EZ BI HEYRANA WE ŞERÊ HEV NEKIN’
 
Hemîd, ji bo bi dawîkirina gengeşiya li başûrê Kurdistanê bi van gotinan bangî rayedarên Başûr kir: “Ez bang li serokê Herêma Kurdistanê dikim; dilê min li ser tevahiya kurdan dişewite û dixwazim ku îro Kurdistaneke serbest hebe. Kurdistana serbest xeyala min e. Ez heyrana we serkirdeyên PKK’ê û başûrê Kurdistanê şerê hev nekin. Heke ev şer çêbibe wê ne Kurdistana başur û ne jî Kurdistana bakur, rojava û rojhilat bimîne. Wê kurd bi vî şerî qels bibin û wê Tirkiye wan ji holê hilîne.”
 
BI ŞERÊ KURDAN ŞAH DIBIN!
 
Di dawiya axaftina xwe de Hemîd, destnîşan kir ku Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê weke dijminê kurdan dibîne û ev nirxandin kir: “Her çar dewlet jî dijminatiya hev dikin lê dema ku mijar dibine kurd ev dewlet dibine birayê hev û kurdan jî dikin dijminê hev. Wê bi şerê navxweyî yê kurdan van her çar dewletan gelek şah bibin. Gere şerê birakujiyê neyê kirin. Heke kurd kurd bikuje ev tê wateyê ku tên ser rêya dijminên xwe û naxwazên Kurdistaneke azad çêbibe. Heke kurd nebine yek wê Kurdistanê nebînin û Kurdistana başûr jî ji dest biçe.” 
 
MA / Kadrî Esen

Sernavên din

01/07/2021
14:38 HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand
14:12 Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn
13:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
13:51 Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan
13:36 Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin
13:36 Rojnamevan Aygul hat berdan
13:25 Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin
12:59 Îtîraza ji bo kesên ji Doza Kobanê hatibûn berdan, hat redkirin
12:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji rojnamevanan re ceza hat xwestin
12:57 Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e
12:34 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:33 Danişîna Kaya careke din hat taloqkirin
12:16 Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike
11:45 Li Girtîgeha Kurkçulerê ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin
11:41 21 fezlekeyên din pêşkêşî Meclîsê hatin kirin
11:38 Şêniyên taxê ji çal û behna pîs aciz in
11:29 Malbata Şenyaşar: Edalet teqez e, wê rojek were peydekirin
10:47 Duyemîn danişîna doza helîkopterê sibê tê dîtin: Rêya tekane piştevanî ye
10:32 Hatîmogûllari: Partiya me ne partiya tabelayê ye
10:05 Ji demborîna Komkujiya Sêwazê re du sal man
09:22 Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 217'emîn de berdewam dike
09:08 ‘Bi tecrîdê yekîtiya kurdan tê astengkirin'
09:08 Koç: Tu rewabûna pakêtên AKP-MHP'ê nemaye
09:08 Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye!
09:08 'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye
09:08 Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:08 Cizîrî: Ji bo em nebin kujerên kurdan divê em xwedî li kurdî derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:46 Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû
30/06/2021
22:57 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat girtin
16:51 Bi SÎHA'yan êrîş birin ser Şengalê
16:47 Wê malbata Gulistan Dokû bimeşe Ordûyê
15:40 HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
15:38 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye
15:30 Li Bazîdê 2 kes hatin binçavkirin
15:28 Zeynep Kinaci li Êlihê hat bibîranîn
15:23 Hevserokên KESK'ê diyar bûn
15:18 HDP'ê serdana titûnfiroşên li Semsûrê kir
14:54 MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe
14:28 Parêzera Doza Elmali: Darizandinên bêgirtin cesaretê dide
14:27 Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin
13:52 Dadgeha Îstînafê beraeta 7 rojnamevanan erê kir
13:11 Li pêş Girtîgeha Bakirkoyê şermezarkirina tecrîdê
12:46 Li Wanê belavkarê berê Erdem hat binçavkirin
12:34 Goristan veguherî çopê
12:24 Emîne Şenyaşar bi lawê xwe re axivî: Zilmê li me dikin
12:15 Polîsan avêt ser Girtîgeha Tokatê: Ji du girtiyan agahî nayê wergirtin
12:07 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re
11:38 Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş'
10:54 Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan ciwanên taxê derb kirin
10:51 Şewata li Omeryan derket hat vemirandin
10:47 Cenazeyê Eren piştî 22 mehan radestî malbatî wî kirin
10:44 Sibê li çar aliyên Tirkiyê wê jin ji bo Peymana Stenbolê dakevin qadan
10:29 Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin
10:23 ‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin'
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye
10:11 Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin
09:51 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Heta ku kurdî azad bibe em ê têbikoşin
09:19 Ên ku belgeya wan a karbidestiyê tune be, dê nikaribin bifiroşin
09:18 Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Kûran: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
09:13 Koma 44'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:13 Sînemaya Yilmaz Guney: Hat girtin, hat şewitandin, niha jî dê bikin park
09:09 Dozgeriyê dosyeya qeymeqam Safîturk ji bîr kiriye
09:09 Nûnerên partiyên siyasî: Ê partiyan ava dike gel e û yê wan bigire jî gel e
09:08 PDK'ê 6 sal ceza li birayê min birî û derbarê min de jî biryara girtinê da
09:07 Kinyasê Hemîd: Heke kurd nebin yek wê Kurdistan ji dest biçe
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
29/06/2021
22:05 Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Don Kîşotê leyîst
21:33 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:31 Li herêma Omeriya agir bi daristanê ket
21:10 Rêxistinên ciwanan: Kujerên Denîz Poyrazê û yên Pirsûsê heman kujer in
19:26 Rojnamevan Erencî hat bibîranîn
18:36 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:51 Dadgehê 4 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Çoban birî
17:37 Dîroknasê kurd Ulugana hat berdan
17:21 Li Wanê 10 ciwanên di binçavan de hatin berdan
17:09 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya polîsan şermezar kirin
17:08 Dîrokzan Sedat Ulugana li Maltayê hat binçavkirin
17:04 Xebata DEDAŞ'ê ya bêdestûr li darazê eleqî
16:55 Li Rihayê 4 kes hatin girtin
16:39 Danişîna zarokên ku polisan îşkence li wan kir taloq bû
15:44 Polîsan avêt ser govên ku penaber tê de dihatin ragirtin
15:37 Sancar: Em ê têkoşîna hevpar dawî li pergala talanê bînin
14:51 Dadgeha Amedê cezayê hefsê li rojnamevan Boltan birî
14:21 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîra anîn: Ji miriyên me jî ditirsin
13:55 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Em ê dorpêçê bi piştevaniyê bişikînin
13:49 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê 3 hezar û 300 km rê gerandin e
13:35 Şewata li Dara Hênê hat vemirandin
13:32 Serdanên Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê didomin
13:25 Li Silopiya pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
13:14 Li Sêrtê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
13:06 Li parçeyên ku ji laşê wan veqetandine digerin!
12:58 Dozgerê li dosyeya Malbata Şenyaşar dinêre cara 8’emîn guherî
12:43 Aldar Xelîl: MÎT û Muhaberat hevkariyê dikin
12:23 Parêzerên Ocalan serî li serdozgeriyê dan
12:18 Hunermendan serdana Wezareta Pêşmergeyan kir: Wezaretê soz da me ku wê şer dernekeve
12:11 Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin
11:56 Li Bestayê şewat belav dibe