Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Kûran: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin

  • rojane
  • 09:18 30 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Saadet Kûran got: "Kurd, divê bi ruhê Kobanê tevbigerin û bi vî ruhî bibin yek." 

Endamên Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêze ku li dijî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li Herêma Kurdistana Federe û qirkirina darên herêmê tevgeriyan, ji 14 welatên cuda berê xwe dan herêmê. Endamên înîsyatîfê, li gel hemû astengiyên Almanya û PDK'ê jî, li herêmê hevdîtin bi gelek partiyên siyasî, sazî, dezgeh û rêxistinên civaka sivîl re kirin. Endama înîsyatîfê Saadet Kûran, derbarê xebatên kirin de axivî. 
 
ASTENGIYÊN PDK'Ê 
 
Kûran ku ji Swîsreyê tevli înîsyatîfê bûye, destnîşan kir ku piştî operasyona Tirkiyeyê gaveke wisa avêtine. Kûran, diyar kir ku di ser Almanyayê re hatine Hewlêrê û got: "Li balafirgehê em bi gelek astengiyan re rû bi rû man. Otêla em lê bûn ji aliyê PDK'ê ve hat dorpêçkirin. Me xwest em li dijî şewitandina daristanên Kurdistanê, birîna daran û êrîşên eskerî yên Tirkiyeyê hevdîtinê bi PDK'ê re bikin. Lê belê, em asteng kirin." Kûran ku got "Me xwest em di navbera PDK û gerîlayan de bibin mertalên zindî û navbeynkariyê bikin" anî ziman ku çûna wan a cihê dar lê hatine jêkirin jî hatiye astengkirin. Kûran got: "Kurdistana Federe, tenê ne ya PDK'ê ye, ya hemû kurdan e. Me ev yek ji rayedarên PDK'ê re jî got û me got, em ji ber vê hatine." 
 
'HINCETA WAN PKK YE' 
 
Kûran, anî ziman ku piştî ku li Hewlêrê hatine astengkirin, çûne Silêmaniyeyê û li vir hevdîtin bi rayedarên Goran, YNK û Yekgirtû re kirine. Kûran, destnîşan kir ku ji xeynî PDK'ê, partiyên din hemûyan ew baş pêşwazî kirine û got: "Me dîtinên xwe ragihand hemû derdoran. Her kes dibêje 'Helwesta PDK'ê helwesteke şaş e. Bila xwîna bira nerije. Gerîlla jî pêşmerge jî zarokên me ne. Tirkiye, ji bo ku herêmê dagir bike PKK'ê wekî hincet nîşan dide. PDK, xiyanetê dike. Em ji bo yekîtiya neteweyî amade ne, tekane astengî PDK ye.' Tirkiye dixwaze bi van êrîşan Kurdistana Federe bi xwe ve girêbide. Gelo PDK hay ji vê heye? Barzanî jî eynî wekî Tirkiyeyê li ser heman rêyê ye. Gelê Başûr xizan e û neçar maye. Tenê ne di warê eskerî, di warê çandî, polîtîk û aborî de jî herêm hatiye dagirkirin. Gelê li gundan nikarin ji ber bombebaranên Tirkiyeyê mirîşkekê jî xwedî bike û nikare çandiniyê bike." 
 
HEVDÎTIN BI MALBATÊN PÊŞMERGEYAN RE 
 
Kûran, diyar kir ku hevdîtin bi malbatên pêşmergeyan re jî kirine ku di 5'ê Hezîranê de di dema sewqiyata PDK'ê de jiyana xwe ji dest dabûn. Kûran, bilêv kir ku malbatên van pêşmergeyan jî li dijî şer in û got: "Dixwazin Tirkiye ji vir biçe. Malbatên pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan û yên birîndar bûn, dibêjin 'gerîla jî zarokên me ne, tu ferqa wan tune ye.' Gel bi vê helwesta xwe li dijî şerê birakujiyê ye. Me cara ewil li Silêmaniyeyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşeke girseyî li dar xist. Kesên tevli vê meşê bûn, yek jê jî helwesta PDK'ê qebûl nake. Em çûn herêmê me çirûskek vêxist. Dibe ku ev çirûsk bibe agir û PDK'ê bişewitîne. Em înîsyyatîf hay ji giraniya barê xwe hene û heya em bigihên armanca xwe em ê bixebitin." 
 
RUHÊ KOBANIYÊ 
 
Kûran, bal kişand ser yekîtiya neteweyî û bang kir: "Qey Barzanî pêşmergeyên ku li Kobaniyê bi qehremanî li dijî DAIŞ'ê şer kirin û şehîd bûn ji bîr kiriye? Qey Mexmûr û Kerkûkê ji bîr kiriye? Barzanî, divê li dijî hin hêzan li cem birayê xwe be. Demildest divê yekîtiya neteweyî çêbibe. Kurd, piştî vê saetê divê bi ruhê Kobaniyê tevbigerin û bi vî ruhî bibin yek." 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

01/07/2021
14:38 HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand
14:12 Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn
13:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
13:51 Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan
13:36 Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin
13:36 Rojnamevan Aygul hat berdan
13:25 Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin
12:59 Îtîraza ji bo kesên ji Doza Kobanê hatibûn berdan, hat redkirin
12:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji rojnamevanan re ceza hat xwestin
12:57 Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e
12:34 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:33 Danişîna Kaya careke din hat taloqkirin
12:16 Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike
11:45 Li Girtîgeha Kurkçulerê ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin
11:41 21 fezlekeyên din pêşkêşî Meclîsê hatin kirin
11:38 Şêniyên taxê ji çal û behna pîs aciz in
11:29 Malbata Şenyaşar: Edalet teqez e, wê rojek were peydekirin
10:47 Duyemîn danişîna doza helîkopterê sibê tê dîtin: Rêya tekane piştevanî ye
10:32 Hatîmogûllari: Partiya me ne partiya tabelayê ye
10:05 Ji demborîna Komkujiya Sêwazê re du sal man
09:22 Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 217'emîn de berdewam dike
09:08 ‘Bi tecrîdê yekîtiya kurdan tê astengkirin'
09:08 Koç: Tu rewabûna pakêtên AKP-MHP'ê nemaye
09:08 Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye!
09:08 'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye
09:08 Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:08 Cizîrî: Ji bo em nebin kujerên kurdan divê em xwedî li kurdî derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:46 Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû
30/06/2021
22:57 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat girtin
16:51 Bi SÎHA'yan êrîş birin ser Şengalê
16:47 Wê malbata Gulistan Dokû bimeşe Ordûyê
15:40 HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
15:38 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye
15:30 Li Bazîdê 2 kes hatin binçavkirin
15:28 Zeynep Kinaci li Êlihê hat bibîranîn
15:23 Hevserokên KESK'ê diyar bûn
15:18 HDP'ê serdana titûnfiroşên li Semsûrê kir
14:54 MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe
14:28 Parêzera Doza Elmali: Darizandinên bêgirtin cesaretê dide
14:27 Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin
13:52 Dadgeha Îstînafê beraeta 7 rojnamevanan erê kir
13:11 Li pêş Girtîgeha Bakirkoyê şermezarkirina tecrîdê
12:46 Li Wanê belavkarê berê Erdem hat binçavkirin
12:34 Goristan veguherî çopê
12:24 Emîne Şenyaşar bi lawê xwe re axivî: Zilmê li me dikin
12:15 Polîsan avêt ser Girtîgeha Tokatê: Ji du girtiyan agahî nayê wergirtin
12:07 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re
11:38 Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş'
10:54 Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan ciwanên taxê derb kirin
10:51 Şewata li Omeryan derket hat vemirandin
10:47 Cenazeyê Eren piştî 22 mehan radestî malbatî wî kirin
10:44 Sibê li çar aliyên Tirkiyê wê jin ji bo Peymana Stenbolê dakevin qadan
10:29 Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin
10:23 ‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin'
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye
10:11 Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin
09:51 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Heta ku kurdî azad bibe em ê têbikoşin
09:19 Ên ku belgeya wan a karbidestiyê tune be, dê nikaribin bifiroşin
09:18 Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Kûran: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
09:13 Koma 44'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:13 Sînemaya Yilmaz Guney: Hat girtin, hat şewitandin, niha jî dê bikin park
09:09 Dozgeriyê dosyeya qeymeqam Safîturk ji bîr kiriye
09:09 Nûnerên partiyên siyasî: Ê partiyan ava dike gel e û yê wan bigire jî gel e
09:08 PDK'ê 6 sal ceza li birayê min birî û derbarê min de jî biryara girtinê da
09:07 Kinyasê Hemîd: Heke kurd nebin yek wê Kurdistan ji dest biçe
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
29/06/2021
22:05 Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Don Kîşotê leyîst
21:33 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:31 Li herêma Omeriya agir bi daristanê ket
21:10 Rêxistinên ciwanan: Kujerên Denîz Poyrazê û yên Pirsûsê heman kujer in
19:26 Rojnamevan Erencî hat bibîranîn
18:36 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:51 Dadgehê 4 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Çoban birî
17:37 Dîroknasê kurd Ulugana hat berdan
17:21 Li Wanê 10 ciwanên di binçavan de hatin berdan
17:09 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya polîsan şermezar kirin
17:08 Dîrokzan Sedat Ulugana li Maltayê hat binçavkirin
17:04 Xebata DEDAŞ'ê ya bêdestûr li darazê eleqî
16:55 Li Rihayê 4 kes hatin girtin
16:39 Danişîna zarokên ku polisan îşkence li wan kir taloq bû
15:44 Polîsan avêt ser govên ku penaber tê de dihatin ragirtin
15:37 Sancar: Em ê têkoşîna hevpar dawî li pergala talanê bînin
14:51 Dadgeha Amedê cezayê hefsê li rojnamevan Boltan birî
14:21 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîra anîn: Ji miriyên me jî ditirsin
13:55 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Em ê dorpêçê bi piştevaniyê bişikînin
13:49 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê 3 hezar û 300 km rê gerandin e
13:35 Şewata li Dara Hênê hat vemirandin
13:32 Serdanên Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê didomin
13:25 Li Silopiya pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
13:14 Li Sêrtê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
13:06 Li parçeyên ku ji laşê wan veqetandine digerin!
12:58 Dozgerê li dosyeya Malbata Şenyaşar dinêre cara 8’emîn guherî
12:43 Aldar Xelîl: MÎT û Muhaberat hevkariyê dikin
12:23 Parêzerên Ocalan serî li serdozgeriyê dan
12:18 Hunermendan serdana Wezareta Pêşmergeyan kir: Wezaretê soz da me ku wê şer dernekeve
12:11 Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin
11:56 Li Bestayê şewat belav dibe