Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Dê Denîz bi ser bikevin, faşîzm têk biçe

  • rojane
  • 20:51 8 Tîrmeh 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Hêzên Ked û Demokrasiyê ku ji Qada Gundogdûyê bang kirin: "Em ê bi hev re welatekî wekhev, azad û demokrratîk ava bikin. Dê denîz bi ser bikevin, faşîzmê têk biçe." 
 
Li Îzmîrê ji hêla Hêzên Ked û Demokrasiyê bi dirûşmeya “Ji bo demokrasiye bêhnek” li Qada Gundogduyê mîtîngek hat lidarxistin. Bi hezaran kes piştî lêgerînê li qadê cih xwe girt. Her wiha nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakê (TOP), CHP, Partiya Çepgir a Kesk, Partiya Rizgariya Nû ya Sosyalîst (SYKP), Serokê Şaredariya Îzmîrê Başkanı Tunç Soyer, Partiya Şoreşger, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), gelek nûnerên saziyên sivîl û dayik û bavê Denîz Poyraz a ku di encama êrişa li hemberî Rêxistina HDP’ê de hatî qetilkirin Fehîme û Abdullah Poyraz jî tevlî mîtîngê bûn.
 
Di mîtîngê de dirûşmeyên wekî “Faşîzm dê têk biçe, dê serkeftin bibe ya Denîzan”, “Denîz nemir e”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” “Em natirsin û îtaetê nakin”, “Hikûmet îstifa”, “Bijî biratiya gelan”, “Em soz didin Denîzê” û “Ev hêj destpêke, dê têkoşîna me bidome”, berz kirin. Her wiha di qada mîtîngê de wêneyên Denîz Poyraz a ku di encama êrişa li hemberî Rêxistina HDP’ê de hatî qetilkirin hatin vekirin. Partî û saziyên sivîl bi pankartên xwe yên cuda tevlî mîtîngê bûn. 
 
Şaredarê Tunç Soyer, derket ser dikê peyama têkoşîna hevpar da. Serokê CHP’ê ya bajarê Îzmîrê Denîz Yucel, silav da girseyê û diyar kir ku dê bê navber têkoşîna edaletê bidin meşandin. Di mîtîngê de peyama hevpar a Hêzên Ked û Demokrasiyê ji hêla nûnerê Herêma Egeyê ya DÎSK’ê û di heman demê de jî endamê Komîteya Amadekar a Mîtîngê Memîş Sari ve hat xwendin. 
 
Di mîtîngê de Pervîn Buldan jî axivî û bal kişand ser qetilkirina Denîz Poyraz û got: “Di 17’ê hezîranê de li hemberî Rêxistina me êrişek pêk hat û hevala me hat qetilkirin. Ev êriş li hemberî gelên li Îzmîrê, li hemberî gelê Kurd û li hemberî jinan bû. Ev bajar bi taybet hat bijartin. HDP taybet hedef hat girtin. Êrişek bi plan û organîze kiribû. Di heman demê de hêviyên aştiyê hatin gulebaran kirin. Em carek din qetilkirina Denîz û êrişa li hemberî partiya xwe şermezar dikin.” Pervîn axaftina xwe bi kurdî bi dawî kir.
 
Her wiha Mîthat Sancar jî derket ser dikê û wiha bal kişand ser armanca qetilkirina Denîz Poyraz: “Guleya ku Denîz Poyraz hedef girt di esasê xwe de hedef girtina têkoşîna hevpar a kurd û tirkan e. Lê îro em carek din bersiv didin ku vîna gel a hevpar tu carî naqede. Denîz Gezmîş û Denîz Poyzar dê rêya me ronî bike.”
 
Herî dawiyê jî berdevka Partiya Azadiya Civakê (TOP) Juliana Gozer, axivî û diyar kir ku bi qetilkirina Denîzê dixwazin HDP’ê bê deng bikin. Juliana, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê divê bê zanîn ku me soz daye Denîz û em ê welatê ku hez dikir biafirînin. Niha bi hezaran Denîz li vir in. HDP bêdeng nabe û nayê bêdengkirin.

Sernavên din

10/07/2021
09:05 Gardiyanan êrîş bir ser wê, ji dêvla bibin nexweşxaneyê, wê xistin hucreyê
09:04 Bijîşk Yavîç: Divê xebatên ji bo aşiyê bi kurdî bên kirin
09:04 Zarokê 12 salî ji ber zilmê daye ser rêyan
09:04 Esnafên amedî: Em kartên krediyê qilopanî dikin û bi vî hawî debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
00:22 Ji ber 'xutbeya bi kurdî' 9 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê hatin girtin
09/07/2021
21:30 Di 2015'an de Erdogan: Pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye
Di 2021'ê de Erdogan: Ê ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir ne em bûn
21:11 11 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
21:03 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:50 Li Antalyayê 20 girtiyên bi darê zorê hatin sewqkirin hatin îşkencekirin
16:47 Zarokê 8 salî ku otobusa şaredariyê lê qelibî jiyana xwe ji dest da
16:43 Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn
16:43 Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn
16:08 Amed wê piştevaniya meşa ji bo Pirsûsê edalet bike
16:04 Hatina Erdogan trafîka Amedê serûbin kir
15:41 Li Girtîgeha Tarsûsê binpêkirinên mafan zêde bûn
15:33 Tirkiye qebûl kir ku di doza Erdem de lêpirsînek bibandor nekiriye
14:47 Polisan mudaxaleyî malbatên Pirsûsê ku xwestin bimeşin Enqerê kirin
14:34 Dermankirina zarokê ku eskeran ew birîndar kiribû didome
14:18 Di binçavan de lêgerîna tazî li karkerên Sînboyê kirin
14:02 EMEP: Kesên biguman ketin partiya me
13:39 HDP’ê serdana esnafên titûnê kir
13:38 Hatina Erdogan Amedê dorpêç kir
12:55 ÎHD'a Amedê bi rojnamevanan re civiya
12:44 Li Semsûrê gelek titûnfiroş hatin binçavkirin
12:42 Rêveberiya nû ya Baroya Rihayê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:37 Doza rojnamevanan hat taloqkirin
12:36 Îfadeyên endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat girtin
12:24 Li Efrînê di sal û nîvan de 83 jin hatin qetilkirin
12:09 Her roj kurd tiştan jê dikirin lê kurdî nîne!
11:33 Qutkirina avê ya li 8 gundên Hezoyê di roja 17’emîn de didome
10:34 Serokê Maden-Îşê Çetîn û endamê sendîkayê jiyana xwe ji dest dan
10:29 Welatiyên Amedê: Em naxwazin Erdogan were vî welatî
10:01 Bi hezaran polîs anîn Amedê
09:54 Cotkarên titûnê: Kêr gihîştiye hestî
09:38 Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Pergaleke bêhiqûqî heye
09:14 Girtiyê nexweş bi mama dijî û her roj zeîf dibe
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 225'emîn de berdewam dike
09:13 Fermandarê qereqolê û cîgirê wî ji ber 'defînegeriyê' ji peywirê hatin girtin
09:12 Kesê girtî ji ber binpêkirinên mafan serî li ÎHD'ê da
09:10 Îzol: Karê me yê ewil dê çalakiyên greva birçîbûnê bin
09:09 Qeyûm rêyan xera dike û çêdike: Esnafên Wanê bêzar bûne
09:08 ‘Tecrîda li ser Ocalan pêk tê li tu devera cîhanê tune ye'
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08/07/2021
21:04 Îro 5 hezar û 171 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:57 Şaredarê Pîranê Aygoren tevli AKP'ê bû
20:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Dê Denîz bi ser bikevin, faşîzm têk biçe
16:54 Li Dêrîkê gengeşeya DEDAŞ’ê
16:45 Beriya hatina Erdogan a Amedê li mal û kargehan lêgerîn hat kirin
16:06 Ji bo 33 qurbaniyan dê bimeşin Enqereyê
15:42 Posterê Denîz Poyraz li sûrên Kadîfekaleyê ye
15:34 Derbarê Hevserokê HDP’ê yê pirsgirêka avê anî ziman lêpirsîn hat destpêkirin
15:28 Di doza destdirêjiyê ya GGM'ê de 15 sal ceza li bersûcan hat birîn
15:05 Cezayê hefsê li rojnamevan Şîmşek hat birîn
14:46 Li Qamişloyê komxebata yekitiyê
14:34 Danişîna cînayeta Kok hat taloqkirin
14:34 Dadgehê îtîraza ji bo berdanên Doza Kobanê hatibû kirin red kir
14:16 Di doza Medenî Yildirim de careke din leşker beraet kir
14:14 Varyanta Delta Plusê gelo li Amedê ye?
13:05 Hewldana 78'an serdana Malbata Şenyaşar kir
12:24 Binasiya biryara Gergerlioglû hat aşkerakirin
12:17 ‘Qutkirina avê zirarê dide tenduristiya xelkê’
12:16 Ji ber topbarana Tirkiyê welatiyek birîndar bû
12:02 Elîtaş ê AKP’î ji karker re got: Bila te deng nedabûya
12:01 Karkerên madenê ku meşa wan tê astengkirin baretên xwe şikandin
11:17 Ceylan: Li şûna Amedê divê Erdogan serdana Malbata Şenyaşar bike
11:06 Cotkarê ku birûskê lê da jiyana xwe ji dest da
10:46 Li Qereyaziyê 7 kes hatin binçavkirin
10:46 Li Pîşesaziya Hesinkaran teqînek pêk hat
10:11 Bi roketan êrişî Seferatxaneya Amerîka ya Bexdayê kirin
09:15 Heger xaniyek wê çênebe dê negihê zarokên xwe
09:06 Tom Sawyer hêmaya 'zarokên mînak û bi terbiye' hildewişîne!
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 224'emîn de berdewam dike
09:06 Aydenîz: Gel ji bo çareseriyê dibêje 'Ocalan'
09:06 Beser Şahîn: Me gotinên Barzanî bi bîra wî xistin
09:06 Li Sûrê avahiyên dîrokî tên xerakirin
09:06 ‘Ên zemê dikin bila dema hilbijartinê neyê doza rayan nekin'
09:06 16 roj in 8 gund bêav mane: Av li ber çavê me ye lê em ji bêaviyê qeliyan
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2021'AN
07/07/2021
21:32 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:34 Piştî bûyerê bi 20 rojan îfadeya şahidan hat girtin
17:10 Keç û neviyên xwe kuşt û întihar kir
16:56 Li Artûklûyê welatiyan faîlê îstîsmarê girt
16:52 Eskerên derketin operasyonê zarokek birîndar kirin
16:51 Ji ber gotina 'faşîzmê' Turk Telekomê peyama HDP'ê asteng kir
16:38 Li Çewlikê hevdîtina jinan: Bi perspektîfa Ocalan pêşiya jinan vebû
16:26 Li Amedê 10 bijîjkan îstifa kir
15:36 Li Mêrdînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
15:08 Rêxistinên sivîl piştgiriya ajokaran kir
14:44 Hatîmogûllari: Bila alimên olî demildest bên berdin
14:39 HDP’ê serdana esnafê titûnfiroş kir
14:22 Serokkomarê Haîtiyê hat kuştin
14:19 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
13:36 HDP’iyan serdana karkerên medenê kir
13:35 Gergerlîoglû: Ez ê li cihê ku mabûm berdewam bikim
13:19 Qeyûm çûnehata dolmîşên navbajêr sekinand
12:15 Partiya Pêşerojê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em berxwedana we destek dikin
12:14 Kesê nelirêtî kiribû vegeriya Şaredariya Amedê
12:13 2 sal in girtiyan nabin nexweşxaneyê
11:34 Eskerên ku li Colemêrgê her şev deng derdixînin şêniyên taxê bêzar dikin