Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Pergaleke bêhiqûqî heye

  • rojane
  • 09:38 9 Tîrmeh 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, diyar kir ku ji roja ku Tirkiye hatiye avakirin heya niha daraz li ser esasê parastina pergalê hatiye avakirin û got: "Em nikarin ji bo vê bibêjin hiqûq, pergaleke bêhiqûqî heye. Di vir de bi navê azadiyan tiştek tune ye." 
 
Li Tirkiyeyê ji mijarên sereke yên tên nîqaşkirin, yek jê jî daraz e. Çendî ku têkiliya dewlet-mafyayê hatiye aşkerekirin jî derbarê berpirsiyaran de tiştek nayê kirin û her wiha tecrîda ku li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kiriye li tevahiya Tirkiyeyyê belav bûye, cinayetên jinan û berdana kiryarên destdirêjiyê, nepêkanîna biryarên DMME'yê hwd. gelek tiştên bi vî rengî nebaweriya bi darazê didin der. 
 
Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, bêhiqûqîtiyên tên kirin û bandora wan a li civakê, kesan û girtîgehan nirxand. 
 
PERGALEKE HIQÛQÎ TUNE YE 
 
Elîk, diyar kir ku ji roja ku komar hatiye avakirina heya niha pergala darazê pergaleke bipirsgirêk e û ji Dadgehên Îstiklalê heya niha pergala darazê ji bo pêkanîna hiqûq û edaletê nayê şixulandin. Elîk got: "Pergal, daraza xwe li ser asasê li hemberî welatiyan parastina xwe, ava kirine. Ji ber ku pergala li ser asasê parastna mafên welatiyan xwe ava nekiriye, qada lêgerîna maf û azadiyan a welatiyan jî tim tê sînordarkirin. Qada kesên li îqtidar berfirehtir dibe. Niha ber bi asta herî jor ve diçe û mixabin êdî li Tirkiyeyê pergala hiqûqê tu eleqeya wê bi hiqûqê tune ye, li gor biryarên peyvên kesekî dişixule. Em niha nikarin ji vê re bibêjiin pergala hiqûqê, pergaleke bêhiqûqî heye. Heger wiha bidome, pir aşkere ye ku dê welatî ji bo mafên xwe nikaribin serî li tu merciyan bidin." 
 
Elîk, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêk ne ji ber başbûn an jî xirabbûna qanûna ne, berevajî vê têkildarî awayê wê ne. Elîk got: "Dibe ku qanûnek nebaş be. Dibe ku maf û azadiyan sînordar bike. Lê heger kesên wan pêk tînin li ser asasê azadiyan şîrove bikin, wê çaxê em ê karibin behsa mecrayeke hiqûqê bikin. Lê heger di pêkanînê de pirsgirêk hebe û pergal jî li ser vî asasî bixebite, tu rabî metnên herî azadîxwaz ên cîhanê jî bînî, dê ne dawiya îşkenceyê ne jî dawiya cinayetên kiryar nediyar bê."
 
REWŞA AYM'Ê 
 
Elîk, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên derbarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û kardêr Osman Kavala de bibîr xistin û anî ziman ku Tirkiye alîgireke Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û rewşa peymanên navneteweyî di xala 90'î ya Qanûna Bingehîn de hatine diyarkirin. Elîk, bilêv kir ku wekî ku di van mînakan de jî dixuyê, di Qanûna Bingehîn de xaleke ku ehlê azadiyê ye heye, lê belê pêk nayê û got: "Jixwe gava ku mirovên siyasî yên sereke gava bibêjin 'em biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) naecibînin', wê çaxê ne pêkan e ku dadgehên bin vê qanûnan pêk bînin." 
 
RIZANDIN 
 
Elîk, ji bo mikurhatinên rêvebirê çeteyan Sedat Peker jî aiyar kir ku heya nha di qada darazê de tu gav nehatine avêtin û lêpirsîn nehatine destpêkirin û got: "Heger ev bes wekî angaştên mafyaekî bên nirxandin û biçûk bên xistin, em ê nikaribin ji bin vî barî rabin. Gelo ev angaşt rast in an ne rast in? Bes dê ev bi lêpirsînan bên aşkerekirin. Hûn nikarin hema bi derbekê re ser wan xêz bikin. Gava hûn ser wan xêz bikin, nexwe hûn wê çaxê hiqûqê jî xêz dikin. Dê daraz peywira xwe bi cî neyne. Angaştên Sedat Peker, ne angaştine wisa jirêzê ne. A rast ev yek rizandina pergala darazê, rizandina burokrasî û siyasetê dide der." 
 
BI TECRÎDÊ QANÛNA BINGEHÎN TÊ ECIQANDIN 
 
Elîk, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê ku 225 roj in li girtîgehan li dijî tecrîdê didomin. Elîk, destnîşan kir ku divê mafên bi qanûnana hatine parastin pêk bên û got: "Em baş dizanin şert û mercên li Tirkiyeyê cuda ne. Mirovek bi kîjan sûcî bê tawanbarkirin bila bê tawanbarkirin, daraz derbarê wan mirovan de kîjan biryarê didoe bila bide, dîtina dewletê ya ji bo kes çi dibe bila bibe mafên qanûnî ên girtî û hikumxwaran hene. Dewlet nikare wan mafan binpê bike. Heger ev bên sînordarkirin, ev tê wateya eciqandina Qanûna Bingehîn." 
 
DAXWAZÊN HIQÛQÎ
 
Elîk, bilêv kir ku divê çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan jî ku girtî ji bo mafên xwe yên qanûnî dikin, di çarçoveyeke qanûnî de bên nirxandin û got: "Li girtîgehan grevên birçîbûnê, yek ji rêbazên bilêvkirina fikirên xwe, parastina xwe û bilêvkirina daxwazên xwe ye. Ez naxwazim tu kes zirarê bide canê xwe. Lê ve tercîha mirovan e. Lê di warê pêkanîna daxwazên wan de divê bê nirxandin ka hiqûqî ne yan na. Heger hiqûqî bin, bêyî daxilî nav angajmaneke siyasî bên kirin divê di çarçoveyeke hiqûqî de bên nirxandin." 
 
ÇARESERÎ Û PEYMANA CIVAKΠ
 
Elîk, destnîşan kir ku sedema neçareserkirina pirsgirêkan ji ber nepêkanîna qanûn û Qanûna Bingehîn e û pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûnine nû û qanûneke bingehîn a nû heye. Elîk, bilêv kir ku ev qanûna bingehîna  nû jî ancax bi peymaneke civakî pêkan e. 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

10/07/2021
09:05 Gardiyanan êrîş bir ser wê, ji dêvla bibin nexweşxaneyê, wê xistin hucreyê
09:04 Bijîşk Yavîç: Divê xebatên ji bo aşiyê bi kurdî bên kirin
09:04 Zarokê 12 salî ji ber zilmê daye ser rêyan
09:04 Esnafên amedî: Em kartên krediyê qilopanî dikin û bi vî hawî debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
00:22 Ji ber 'xutbeya bi kurdî' 9 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê hatin girtin
09/07/2021
21:30 Di 2015'an de Erdogan: Pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye
Di 2021'ê de Erdogan: Ê ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir ne em bûn
21:11 11 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
21:03 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:50 Li Antalyayê 20 girtiyên bi darê zorê hatin sewqkirin hatin îşkencekirin
16:47 Zarokê 8 salî ku otobusa şaredariyê lê qelibî jiyana xwe ji dest da
16:43 Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn
16:43 Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn
16:08 Amed wê piştevaniya meşa ji bo Pirsûsê edalet bike
16:04 Hatina Erdogan trafîka Amedê serûbin kir
15:41 Li Girtîgeha Tarsûsê binpêkirinên mafan zêde bûn
15:33 Tirkiye qebûl kir ku di doza Erdem de lêpirsînek bibandor nekiriye
14:47 Polisan mudaxaleyî malbatên Pirsûsê ku xwestin bimeşin Enqerê kirin
14:34 Dermankirina zarokê ku eskeran ew birîndar kiribû didome
14:18 Di binçavan de lêgerîna tazî li karkerên Sînboyê kirin
14:02 EMEP: Kesên biguman ketin partiya me
13:39 HDP’ê serdana esnafên titûnê kir
13:38 Hatina Erdogan Amedê dorpêç kir
12:55 ÎHD'a Amedê bi rojnamevanan re civiya
12:44 Li Semsûrê gelek titûnfiroş hatin binçavkirin
12:42 Rêveberiya nû ya Baroya Rihayê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:37 Doza rojnamevanan hat taloqkirin
12:36 Îfadeyên endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat girtin
12:24 Li Efrînê di sal û nîvan de 83 jin hatin qetilkirin
12:09 Her roj kurd tiştan jê dikirin lê kurdî nîne!
11:33 Qutkirina avê ya li 8 gundên Hezoyê di roja 17’emîn de didome
10:34 Serokê Maden-Îşê Çetîn û endamê sendîkayê jiyana xwe ji dest dan
10:29 Welatiyên Amedê: Em naxwazin Erdogan were vî welatî
10:01 Bi hezaran polîs anîn Amedê
09:54 Cotkarên titûnê: Kêr gihîştiye hestî
09:38 Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Pergaleke bêhiqûqî heye
09:14 Girtiyê nexweş bi mama dijî û her roj zeîf dibe
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 225'emîn de berdewam dike
09:13 Fermandarê qereqolê û cîgirê wî ji ber 'defînegeriyê' ji peywirê hatin girtin
09:12 Kesê girtî ji ber binpêkirinên mafan serî li ÎHD'ê da
09:10 Îzol: Karê me yê ewil dê çalakiyên greva birçîbûnê bin
09:09 Qeyûm rêyan xera dike û çêdike: Esnafên Wanê bêzar bûne
09:08 ‘Tecrîda li ser Ocalan pêk tê li tu devera cîhanê tune ye'
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08/07/2021
21:04 Îro 5 hezar û 171 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:57 Şaredarê Pîranê Aygoren tevli AKP'ê bû
20:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Dê Denîz bi ser bikevin, faşîzm têk biçe
16:54 Li Dêrîkê gengeşeya DEDAŞ’ê
16:45 Beriya hatina Erdogan a Amedê li mal û kargehan lêgerîn hat kirin
16:06 Ji bo 33 qurbaniyan dê bimeşin Enqereyê
15:42 Posterê Denîz Poyraz li sûrên Kadîfekaleyê ye
15:34 Derbarê Hevserokê HDP’ê yê pirsgirêka avê anî ziman lêpirsîn hat destpêkirin
15:28 Di doza destdirêjiyê ya GGM'ê de 15 sal ceza li bersûcan hat birîn
15:05 Cezayê hefsê li rojnamevan Şîmşek hat birîn
14:46 Li Qamişloyê komxebata yekitiyê
14:34 Danişîna cînayeta Kok hat taloqkirin
14:34 Dadgehê îtîraza ji bo berdanên Doza Kobanê hatibû kirin red kir
14:16 Di doza Medenî Yildirim de careke din leşker beraet kir
14:14 Varyanta Delta Plusê gelo li Amedê ye?
13:05 Hewldana 78'an serdana Malbata Şenyaşar kir
12:24 Binasiya biryara Gergerlioglû hat aşkerakirin
12:17 ‘Qutkirina avê zirarê dide tenduristiya xelkê’
12:16 Ji ber topbarana Tirkiyê welatiyek birîndar bû
12:02 Elîtaş ê AKP’î ji karker re got: Bila te deng nedabûya
12:01 Karkerên madenê ku meşa wan tê astengkirin baretên xwe şikandin
11:17 Ceylan: Li şûna Amedê divê Erdogan serdana Malbata Şenyaşar bike
11:06 Cotkarê ku birûskê lê da jiyana xwe ji dest da
10:46 Li Qereyaziyê 7 kes hatin binçavkirin
10:46 Li Pîşesaziya Hesinkaran teqînek pêk hat
10:11 Bi roketan êrişî Seferatxaneya Amerîka ya Bexdayê kirin
09:15 Heger xaniyek wê çênebe dê negihê zarokên xwe
09:06 Tom Sawyer hêmaya 'zarokên mînak û bi terbiye' hildewişîne!
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 224'emîn de berdewam dike
09:06 Aydenîz: Gel ji bo çareseriyê dibêje 'Ocalan'
09:06 Beser Şahîn: Me gotinên Barzanî bi bîra wî xistin
09:06 Li Sûrê avahiyên dîrokî tên xerakirin
09:06 ‘Ên zemê dikin bila dema hilbijartinê neyê doza rayan nekin'
09:06 16 roj in 8 gund bêav mane: Av li ber çavê me ye lê em ji bêaviyê qeliyan
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2021'AN
07/07/2021
21:32 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:34 Piştî bûyerê bi 20 rojan îfadeya şahidan hat girtin
17:10 Keç û neviyên xwe kuşt û întihar kir
16:56 Li Artûklûyê welatiyan faîlê îstîsmarê girt
16:52 Eskerên derketin operasyonê zarokek birîndar kirin
16:51 Ji ber gotina 'faşîzmê' Turk Telekomê peyama HDP'ê asteng kir
16:38 Li Çewlikê hevdîtina jinan: Bi perspektîfa Ocalan pêşiya jinan vebû
16:26 Li Amedê 10 bijîjkan îstifa kir
15:36 Li Mêrdînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
15:08 Rêxistinên sivîl piştgiriya ajokaran kir
14:44 Hatîmogûllari: Bila alimên olî demildest bên berdin
14:39 HDP’ê serdana esnafê titûnfiroş kir
14:22 Serokkomarê Haîtiyê hat kuştin
14:19 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
13:36 HDP’iyan serdana karkerên medenê kir
13:35 Gergerlîoglû: Ez ê li cihê ku mabûm berdewam bikim
13:19 Qeyûm çûnehata dolmîşên navbajêr sekinand
12:15 Partiya Pêşerojê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em berxwedana we destek dikin
12:14 Kesê nelirêtî kiribû vegeriya Şaredariya Amedê
12:13 2 sal in girtiyan nabin nexweşxaneyê
11:34 Eskerên ku li Colemêrgê her şev deng derdixînin şêniyên taxê bêzar dikin