Li Efrînê di sal û nîvan de 83 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 12:24 9 Tîrmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrîna ku di bin kontrola hêzên paramîlîter ku Tirkiye piştevaniya wan dike de di sal û nîvan de 83 jin hatin qetilkirin, 200 jin hatin revandin û tecawizî 70 jinan hat kirin. 

Li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku di bin kontrola Artêşa Azad a Suriyeyê (OSO) ku Tirkiye piştevaniya wan dike de ji 18’ê Adara 2018’an ve 83 jin hatin qetilkirin û 200 jin hatin revandin. Li gorî nûçeya daneyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) hilpesartin Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, di 3 salên ku ser êrişên Efrînê de derbasbûyî de, êrişên ser jinan bi zêdebûnê berdewam kir. Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Nayîle Mehmûd û endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star Sûzan Mistefa li ser sûcên hêzên paramîlîter ên Tirkiye piştevaniya wan dike ji ANHA’yê re axivîn.   
 
70 JIN HATIN TECAWIZKIRIN
 
Nayîle Mehmûd, diyar kir ku ji 83 jinan 5’an ji bo ku nekevin destê komên paramîlîter dawî li jiyana xwe anîn û wiha got: “Sûc û kiryarên pir mezin li Efrînê li ser jinan pêk tên. Agahî û zanyariyên sê salan û şeş mehên dawî di destê me de belgekirî ne. 83 jin hatine qetilkirin, di nava van 83 jinan de 5 jin ji bo nekevin destê çeteyan dawî li jiyana xwe anîn. Her wiha 216 jin birîndar bûne, li gorî belgeyan jî  70 jin hatin tecawizkirin. 25 jin hatine revandin û aqûbeta wan nediyar e. Di nava van 25 jinan de du zarok jî hene. Eliye Ednan Cuma zaroka 13 salî ye, Rûya Mehmûd Xatir 6  salî ye, Emîne Mistefa 60 salî ye. Kesên din jî nayên zanîn. Di nava van jinên hatin qetilkirin de, zaroka 2 salî Hena Mistefa, Zeyneb Şêx Dawud a 21 salî,  Zeyneb Îbrahîm a 14 salî, Heyva Şerîf Qasim a 21 salî jî hene.”  
 
NIFÛSA KURD DAKET JI SEDÎ 23
 
Nayîle di dawiya axaftina xwe de got:” Tu kes nikare rastiya kiryar û sûcên dewleta Tirk ên ku hatin belgekirin veşêrin. Lê belê hîn ji vê zêdetir heye û nayên zanîn. Di zindanên Efrînê de bi sedan jin hene ku  tecawîz û îşkence li wan tên kirin. Berî dagirkirina Efrînê hejmara kurdan ji sedî 90 bû. Lê piştî dagirkirina Efrînê bû ji sedî 23, ev xeteriyeke pir mezin e. Yên ku niha li Efrînê hatine bicihkirin çeteyên ji Xûta ya Şamê ne.”
 
Endama Komîteya Dîplomasî ya Kongreya Star Suzan Mistefa jî da zanîn ku kiryar û sûcên dewleta Tirk ev sê sal in li ser jinan pêk tê û got: “Rojane sûc li jinan tên kirin ku ji rêgezên exlaqî û mirovahiyê dûr in. Rojane agahî dikevin destê me pir bi êş in. Çeteyên dewleta Tirk rojane di hindirê Efrînê de bi zorê bi navê zewacê jinan direvînin Tirkiyê. Çend jinên ku di zindanên Efrînê de mabûn nexwestin navê xwe eşkere bikin, ev agahî bi me re parvekirin.  Di hindirê zindanên Efrînê de kiryar û wehşeteke ku nayê qebûlkirin li ser jinê tê pêk anîn. Dema ku wan jinan behsa hinek mijaran kirin, kevir li ber gotinên wan diheliyan, erd û asîman jî van kiryar û sûcan qebûl  neke.”
 
‘JIN DERBASÎ TIRKIYEYÊ TÊN KIRIN’
 
Suzan Mistefa diyar kir ku jin di hundirê Efrînê de bê kefî nikarin derkevin derve û wiha axivî: “Li gorî agahiyên ku me bi telefonê bi dest xistine hinek jin bi zorê tê revandin, ji bo ku pera ji malbatên wan bistînin û bi wêne û dîmenan malbatên wan tehdîd dikin. Gelek malbatên me yên welatparêz neçar in milk û malên xwe bifroşin. Gelek jinên ciwan ji ber van sûcan dawî li jiyana xwe anîn. Her ku diçe kuştin, xwekuştin, îşkence û girtin zêde dibin, dest danîn ser mal û milkên gelek jinên ku berê di saziyên me yên jin de kar dikirin. Tecawîz di hindirên wan malan de li jinan tên kirin. Tê gotin, 10 zilam tecawîzî jinekê dikin. Ev belge hemû di destê me de ne. Ger ku ev ne wehşet be, divê mirov ji çi re bibêje wehşet? Hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a li hindirê Efrînê li serê gelê kurd û jina kurd gelekî xeter e. Pir jinên ku em nas dikin li ser bangawaziya me ji zindanan derketine, lê bi destê çeteyan bi zorê derbasî tirkiyê hatine kirin.”
 
JI HEZAR 200 JINAN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN
 
Sûzan Mistefa li ser tundiya li ser jinê û sûcên dewleta Tirk yên sê sal û şeş mehan ev agahî da û got: “Piştî dagirkeriya Efrînê û şûnde aqûbeta hezar 200 jinan nediyar e û agahî ji wan jinan nayê girtin. Zêdetirîn hezar jin jî hatine qetilkirin û hatine tecawîzkirin. 99 jî hatine revandin û derbasî girtîgehên Ezaz û Tirkiyê hatine kirine. Amarên şeş mehên dawî jî 23 jin hatine kuştin, 1 jin jî bi darê zorê hatiye zewicandin, 9 jin jî hatine tecawîzkirin."    
 
‘LI DIJÎ WEHŞETÊ BÊDENG NEMÎNIN’
 
Sûzan Mistefa di dawiya axaftinê xwe de ev bang kir: “Kesên di ragahandinan de dibêjin; li Efrînê tiştek tune ye, bila bên van belgeyên di destê me de bibînin. Ew kesên wisa dibêjin, çawa ku bi destên wan Efrîn hate dagirkirin, niha jî piştgiriya xwe ji bo guhertina demografiya Efrînê dikin û bi destê wan ev wehşet û ev zilm li ser jinên kurd tên kirin. Banga min ji civaka navneteyewî, ji hemû gelên cihanê û teybet jî jinan û mirovên xwedî wijdan li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin. Ger ku em xwe negîhînin jinên Efrînê, wê jin di têkoşîna xwe ya azadiyê de nekarin ji bo dîrokê ti cara serê xwe rabikin.”
 

Sernavên din

10/07/2021
09:05 Gardiyanan êrîş bir ser wê, ji dêvla bibin nexweşxaneyê, wê xistin hucreyê
09:04 Bijîşk Yavîç: Divê xebatên ji bo aşiyê bi kurdî bên kirin
09:04 Zarokê 12 salî ji ber zilmê daye ser rêyan
09:04 Esnafên amedî: Em kartên krediyê qilopanî dikin û bi vî hawî debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
00:22 Ji ber 'xutbeya bi kurdî' 9 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê hatin girtin
09/07/2021
21:30 Di 2015'an de Erdogan: Pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye
Di 2021'ê de Erdogan: Ê ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir ne em bûn
21:11 11 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
21:03 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:50 Li Antalyayê 20 girtiyên bi darê zorê hatin sewqkirin hatin îşkencekirin
16:47 Zarokê 8 salî ku otobusa şaredariyê lê qelibî jiyana xwe ji dest da
16:43 Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn
16:43 Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn
16:08 Amed wê piştevaniya meşa ji bo Pirsûsê edalet bike
16:04 Hatina Erdogan trafîka Amedê serûbin kir
15:41 Li Girtîgeha Tarsûsê binpêkirinên mafan zêde bûn
15:33 Tirkiye qebûl kir ku di doza Erdem de lêpirsînek bibandor nekiriye
14:47 Polisan mudaxaleyî malbatên Pirsûsê ku xwestin bimeşin Enqerê kirin
14:34 Dermankirina zarokê ku eskeran ew birîndar kiribû didome
14:18 Di binçavan de lêgerîna tazî li karkerên Sînboyê kirin
14:02 EMEP: Kesên biguman ketin partiya me
13:39 HDP’ê serdana esnafên titûnê kir
13:38 Hatina Erdogan Amedê dorpêç kir
12:55 ÎHD'a Amedê bi rojnamevanan re civiya
12:44 Li Semsûrê gelek titûnfiroş hatin binçavkirin
12:42 Rêveberiya nû ya Baroya Rihayê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:37 Doza rojnamevanan hat taloqkirin
12:36 Îfadeyên endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat girtin
12:24 Li Efrînê di sal û nîvan de 83 jin hatin qetilkirin
12:09 Her roj kurd tiştan jê dikirin lê kurdî nîne!
11:33 Qutkirina avê ya li 8 gundên Hezoyê di roja 17’emîn de didome
10:34 Serokê Maden-Îşê Çetîn û endamê sendîkayê jiyana xwe ji dest dan
10:29 Welatiyên Amedê: Em naxwazin Erdogan were vî welatî
10:01 Bi hezaran polîs anîn Amedê
09:54 Cotkarên titûnê: Kêr gihîştiye hestî
09:38 Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Pergaleke bêhiqûqî heye
09:14 Girtiyê nexweş bi mama dijî û her roj zeîf dibe
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 225'emîn de berdewam dike
09:13 Fermandarê qereqolê û cîgirê wî ji ber 'defînegeriyê' ji peywirê hatin girtin
09:12 Kesê girtî ji ber binpêkirinên mafan serî li ÎHD'ê da
09:10 Îzol: Karê me yê ewil dê çalakiyên greva birçîbûnê bin
09:09 Qeyûm rêyan xera dike û çêdike: Esnafên Wanê bêzar bûne
09:08 ‘Tecrîda li ser Ocalan pêk tê li tu devera cîhanê tune ye'
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08/07/2021
21:04 Îro 5 hezar û 171 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:57 Şaredarê Pîranê Aygoren tevli AKP'ê bû
20:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Dê Denîz bi ser bikevin, faşîzm têk biçe
16:54 Li Dêrîkê gengeşeya DEDAŞ’ê
16:45 Beriya hatina Erdogan a Amedê li mal û kargehan lêgerîn hat kirin
16:06 Ji bo 33 qurbaniyan dê bimeşin Enqereyê
15:42 Posterê Denîz Poyraz li sûrên Kadîfekaleyê ye
15:34 Derbarê Hevserokê HDP’ê yê pirsgirêka avê anî ziman lêpirsîn hat destpêkirin
15:28 Di doza destdirêjiyê ya GGM'ê de 15 sal ceza li bersûcan hat birîn
15:05 Cezayê hefsê li rojnamevan Şîmşek hat birîn
14:46 Li Qamişloyê komxebata yekitiyê
14:34 Danişîna cînayeta Kok hat taloqkirin
14:34 Dadgehê îtîraza ji bo berdanên Doza Kobanê hatibû kirin red kir
14:16 Di doza Medenî Yildirim de careke din leşker beraet kir
14:14 Varyanta Delta Plusê gelo li Amedê ye?
13:05 Hewldana 78'an serdana Malbata Şenyaşar kir
12:24 Binasiya biryara Gergerlioglû hat aşkerakirin
12:17 ‘Qutkirina avê zirarê dide tenduristiya xelkê’
12:16 Ji ber topbarana Tirkiyê welatiyek birîndar bû
12:02 Elîtaş ê AKP’î ji karker re got: Bila te deng nedabûya
12:01 Karkerên madenê ku meşa wan tê astengkirin baretên xwe şikandin
11:17 Ceylan: Li şûna Amedê divê Erdogan serdana Malbata Şenyaşar bike
11:06 Cotkarê ku birûskê lê da jiyana xwe ji dest da
10:46 Li Qereyaziyê 7 kes hatin binçavkirin
10:46 Li Pîşesaziya Hesinkaran teqînek pêk hat
10:11 Bi roketan êrişî Seferatxaneya Amerîka ya Bexdayê kirin
09:15 Heger xaniyek wê çênebe dê negihê zarokên xwe
09:06 Tom Sawyer hêmaya 'zarokên mînak û bi terbiye' hildewişîne!
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 224'emîn de berdewam dike
09:06 Aydenîz: Gel ji bo çareseriyê dibêje 'Ocalan'
09:06 Beser Şahîn: Me gotinên Barzanî bi bîra wî xistin
09:06 Li Sûrê avahiyên dîrokî tên xerakirin
09:06 ‘Ên zemê dikin bila dema hilbijartinê neyê doza rayan nekin'
09:06 16 roj in 8 gund bêav mane: Av li ber çavê me ye lê em ji bêaviyê qeliyan
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2021'AN
07/07/2021
21:32 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:34 Piştî bûyerê bi 20 rojan îfadeya şahidan hat girtin
17:10 Keç û neviyên xwe kuşt û întihar kir
16:56 Li Artûklûyê welatiyan faîlê îstîsmarê girt
16:52 Eskerên derketin operasyonê zarokek birîndar kirin
16:51 Ji ber gotina 'faşîzmê' Turk Telekomê peyama HDP'ê asteng kir
16:38 Li Çewlikê hevdîtina jinan: Bi perspektîfa Ocalan pêşiya jinan vebû
16:26 Li Amedê 10 bijîjkan îstifa kir
15:36 Li Mêrdînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
15:08 Rêxistinên sivîl piştgiriya ajokaran kir
14:44 Hatîmogûllari: Bila alimên olî demildest bên berdin
14:39 HDP’ê serdana esnafê titûnfiroş kir
14:22 Serokkomarê Haîtiyê hat kuştin
14:19 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
13:36 HDP’iyan serdana karkerên medenê kir
13:35 Gergerlîoglû: Ez ê li cihê ku mabûm berdewam bikim
13:19 Qeyûm çûnehata dolmîşên navbajêr sekinand
12:15 Partiya Pêşerojê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em berxwedana we destek dikin
12:14 Kesê nelirêtî kiribû vegeriya Şaredariya Amedê
12:13 2 sal in girtiyan nabin nexweşxaneyê
11:34 Eskerên ku li Colemêrgê her şev deng derdixînin şêniyên taxê bêzar dikin