Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike

img

MÊRDÎN - Cotkarên li Dêrikê ku trafoyên ceryana wan hatibûn rakirin diyar kirin ku DEDAŞ’ê dest daniye ser desteka ji bo sewal, mazot, gubreyê û fatûreyên ceryana wan di nirxê eraziyên wan de ne.

Li herêma Mêrdînê cotkar bi birrîna ceryanê re rûbirû mane. Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceryana cotkaran dibire û ev jî dibe sedema bêaviya li ser çandiniyê. Cotkaran piştî çinîna dexlûdanên xwe li eraziyên xwe garis çandin. Komên DEDAŞ’ê li gel leşkeran avêtin ser gundan û ceryanan birrîn û trafoyan rakirin. DEDAŞ hêceta van sepanên xwe “deynê ku çêbûne nedane” nîşan dide. Cotkar jî li dijî îdiaya DEDAŞ’ê dibêjin DEDAŞ rastiyê nîşan nade û divê doza îtîraza ji bo fatûreyan dane vekirin bi encam bibe. Cotkar dibêjin ku ew ê li gorî biryara dozê fatûrayên xwe razînin. Tevî vê pêvajoya dadgehê jî ku didome DEDAŞ’ê dest danî ser trafoyan û ceryanê birrî. 
 
Li mezrayên Kizlerê û Menteşê yên gundên Qesra Qenco bi ser navçeya Derîka Mêrdînê ve di 8’ê tîrmehê de tîmên DEDAŞ’ê û bi sedan leşker bi ser mezrayan ve girt û ceryana cotkarên li van mezrayan kirin. Welatiyan bertek nîşanî DEDAŞ’ê û cendirmeyan dan. Cendirmeyan bi gaza îsotê êrişî welatiyan kir û gule berdan hewayê û li welatiyan dan. Cotkaran gotin ji ber birrîna ceryanê ew nikarin li eraziyên xwe çandiniyê bikin. 
 
JI BÎREKÊ RE MILYONEK CEZA HATIYE BIRRÎN 
 
Mursel Akosy ê ji mezraya Meteşê diyar kir ku DEDAŞ’ê hêcetê deyn daye nîşandan û lê deynek bi awayek fermî hatiye teqezkirin nîne û got: “Li ser vê xeta ceryanê 6 bîr hene. Deynê hemûyan nîne lê DEDAŞ ceryana hemû bîran dibire. Ji bo bîrek ku 100 donim erd av dide milyonek (trilyonek) lîre ceza hatiye birrîn. Fatûreyên xeyalî tên çêkirin û ceza li cotkaran dibirin. Ceryan tine be jiyan jî nîne. DEDAŞ mafê jiyanê yê însanan desteser dike.” 
 
‘DESTEKÊ JÎ DESTESER DIKIN’ 
 
Aksoy da zanîn ku li herêmê bikaranîna ceryana qaçax nîne û got: “Cihê ku DEDAŞ bi cendirmeyan re dagir dike, mal û milkê însana ye. Xetên ceryanê me bi derfetên xwe çêkir. DEDAŞ dest datîne ser van dîrekan û trafoyan jî. Derdê DEDAŞ’ê çi ye, em fêm nakin. Dewletên dinyayê ji bo cotkarên xwe re dibin alîkar, lê yên me zilmê dikin. Dewletê niha ji bo enerjiyê 3 milyar destek eşkere kiriye. Çima dide DEDAŞ’ê. Divê bide cotkaran. Desteka ku didin cotkaran jî DEDAŞ desteser dike. Me garis li vê eraziyê daniye. Me serê donimê hezar lîre mesref kiriye. Bêyî destekê me kir. DEDAŞ serê donimê hezar lîre ceynê ceryanê dişîne. Em ê çawa bikin. Wisa bidome em ê dev ji vî karî berdin. Jixwe bihayê gubre û mazotê tê zanîn. Her tişt xistine destê DEDAŞ’ê çi dixwaze dike.” 
 
‘BERÊ ME DIDIN DERYA REŞ’ 
 
Ji cotkarê mezraya Menteşê Delîl Akosy jî anî ziman ku ew bi mudaxileya cendirmeyan mexdûr bûne û wiha got: “Em bi derfetên kêm dixebitin. Lê ceryana me dibirin. Em li dij derdikevin lê êrişî zar û zêçên me dikin. Em mexdûr in. Cotkar şerpeze bûne. Dixwazin çi tê destê cotkaran desteser bikin û berbidin berîka xwe. Wisa bidome wê cotkar dev ji vî karî berdin. Wextê karê me ji destê me bigirin, em ê çi bikin. Em ê berê xwe bidin Derya Reş û bila her roj êrişî me bikin. DEDAŞ’ê milyonek û 500 hezar lîre fatûre ji me re birriye. Fatûreyên bi destan nivîsandine jî hene. Em eraziyên xwe çar caran jî bifiroşin vî pereyî dernaxe. Li gorî serê xwe fatûreyan dinivisînin.” 
 
‘DEDAŞ DEST DATÎNE SER DESTEKA ME’ 
 
Omer Adal ê li mezraya Kizlerê jî cotkariyê dike jî destnîşan kir ku bi oksjînê dîrekên wan hatin rakirin û DEDAŞ û cendirme bi helwestek êrişkar avêtine ser gundên wan. Adal diyar kir ku ji bo 140 donim eraziyê wî 250 hezar lîre fatûre hatiye amadekirin û ew nikarin heqê mesrefê xwe bidin wê çawa vî deynî bidin. Adal got DEDAŞ li gorî serê xwe fatûreyan amade dike. Adal anî ziman ku DEDAŞ ji dûr ve bi pergala elektronîk saetên ceryana wan kontrol dike û kes nikare ceryana qaçax bikar bîne. Adal destnîşan kir ku fatûreyên ji bo wan hatine şandin ew tevahiya eraziyên xwe jî bifiroşin heqê wan dernaxe û ev fatûre di nirxê eraziyan de ne. Adal destnîşan kir ku ew bi tu awayî destekê ji dewletê nagire û got: “Ez bi tu awayî desteka ji dewletê tê wernagirim. Çimkî DEDAŞ’ê hesabê min ê desteka ji Wezareta Çandiniyê tê bloke kiriye û dest daniye ser. DEDAŞ’ê û wezaretê li hev kirine. Ez li bankayê li ser navê xwe nikarim hewaleyê derxim. Dewlet destekê dide şîrketê. Li gundên herêmê bigerin, ka binêrin çend cotkaran destek wergirtiye. Hemû gişt dişînin hesabê DEDAŞ’ê.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

13/07/2021
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 227'an de berdewam dike
09:01 Malbatên girtiyan: Kê ev heq daye wan ku zarokên me îşkence dikin?
09:01 Agirê li Marmarîsê di 4 saetan de, yê li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin
09:00 Ava paqij bi dest wan nakeve
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:06 Dolmîşa penaberan qeza kir: 12 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
10/07/2021
23:34 Vekirina Zarok MA'yê bi konserekê hat pîrozkirin
23:20 Daxuyaniya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya derbarê alîkariyên NY'yê de
22:44 5 hezar û 530 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:02 Alî Îsmaîl Korkmaz hat bibîranîn
20:24 Ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve dimeşin
19:55 Têkildarî tahdeya li Girtîgeha Antalyayê serî li ÎHD'ê dan
18:49 Dayikên Aştiyê: Bila tecrîd bê rakirin
17:11 ‘Li hemberî polîtîkayên li dijî xweza û civakê bisekinin’
17:01 Kongreya OHD'ê: Bila tecrîd bi dawî bibe û Ocalan muxatab bê girtin
16:50 Endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê hatin berdan
16:30 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat binçavkirin
16:26 Banga berdana girtiyê nexweş Çakal kirin
16:11 Zarokê ku ji bo hênîkbûnê ket qenala avê rakirin nexweşxaneyê
16:04 Decathlona ku cih neda kurdî şermezar kirin
15:57 Malbatên Pirsûsê: Em ê bibin yek deng û serbikevin
15:42 Dayikên Şemiyê bal kişandin ser doza ku jê tên darizandin
15:42 Banga berdana girtiyê nexweş Tamboga
15:16 Ji Girtîgeha Ceyhanê 4 girtî sewq kirin
14:59 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş kirin
14:38 Doznameya doza girtinê ji HDP’ê re hat ragihandin
14:22 Rêyên ku nehatibûn temamkirin li Îdirê jiyanê tevizandin
14:17 Ji bo Çetîn û Înter merasîma oxirkirinê hat lidarxistin
13:31 Mudaxaleyî kesên ku xwestin ji bo Pirsûsê bimeşin kirin: 6 binçavkirin
12:56 Biryara girtina meleyan beriya îfade girtinê hat dayîn
12:43 Xizmên windayan aqûbeta rêveberê DEP'ê Yildirim pirsîn
12:37 'Em HDP ne, li her derê ne'
11:56 Li Konyayê êrişî malbata kurd kirin: Em we li vir nadin jiyîn
11:35 Vedat Aydin hat bibîranîn: Em ê xeyalên wî pêk bînin
11:16 Ji Malbata Şenyaşar parvekirina Erdogan: Wê rastî zû dereng derkevin holê
10:47 Polîsan êrişî Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê kir: 13 kes binçav kirin
10:21 Hevdîtina bi îstîxbaratê re li girtiyan ferz dikin
09:07 Koma 46'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Berdevka Komîsyona Jinan a KNK'ê Bîrlîk: Li dijî şerê mêrê serdest, çareserî Kongreya Jinan a Neteweyî ye
09:05 Karkerên jin doza heqdesteke wekhev û sîgorteyê dikin
09:05 Gardiyanan êrîş bir ser wê, ji dêvla bibin nexweşxaneyê, wê xistin hucreyê
09:04 Bijîşk Yavîç: Divê xebatên ji bo aşiyê bi kurdî bên kirin
09:04 Zarokê 12 salî ji ber zilmê daye ser rêyan
09:04 Esnafên amedî: Em kartên krediyê qilopanî dikin û bi vî hawî debara xwe dikin