Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e

  • rojane
  • 16:27 11 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyan, di 39’emîn salvegera çalakiya rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê de daxuyiyek weşandin û wiha gotin: “Yekane rêya serkeftinê di berxwedanê de derbas dibe. Wê serkeftin ya rêhevalên li ber xwe bidin û gelan e.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da destpêkirin di roja 227’emîn de berdewam dike. Girtiyan têkildarî 39’emîn salvegera çalakiya rojiya mirinê ya mezin a ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li dijî hovîtiya Zindana Amedê hatibû pêkanîn, daxuyanî dan. Li gorî nûçeya di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de cih digire, li ser navê girtiyên PKK’î û PAJK’î Denîz Kaya daxuyanî da. 
 
Daxuyaniya ku Denîz Kaya parve kir wiha ye: 
 
“Di salvegera 39'an a Berxwedana Zindanan a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de ku li dijî rejîma faşîst a 12'ê Îlonê hate lidarxistin, di şexsê hevrê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin û weke şopdarên wan soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi ser bixînin.
 
RÊ NEDAN BÊRÛMETKIRINA LI SER KURDAN TÊ FERZKIRIN
 
Beriya 39 salan li dijî kiryarên teslîmgirtin, bêîradehiştin û êşkenceyê yên li zindanan ji aliyê faşîzma 12'ê Îlonê ve hate meşandin, Berxwedana Zindanan a Mezin a 14'ê Tîrmehê di 14'ê Tîrmehê de ku roja rûmeta neteweyî ya gelê me û tevgera me ye dîroka berxwedanê nivîsand û rê neda tarîtiya qirker û înkarê ya faşîzmê. Li dijî tarîtiya ku faşîzma 12'ê Îlonê dixwest biafirîne, li zindanê dîroka berxwedanê hate nivîsandin û ev berxwedan bû hêvî ji gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re. Rêberê me, hêviya ku berxwedêrên 14'ê Tîrmehê afirandin, veguherand vejîna Pêngava 15'ê Tebaxê. Faşîzmê ku plan dikir bi darbeya 12'ê Îlona 1980'î reh berde, îro di nava bloka desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê de şênber bûye ku ev yek polîtîkaya kevneşop a dewleta Tirk e. Berxwedana 14'ê Tîrmehê polîtîkaya înkar û qirkirinê hejand. Berxwedana ku bi pêşengiya hevrê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi encam bû, weke 'Dîroka Berxwedanê ya Zindanan a Mezin' cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de girt. Li dijî bêîradehiştinê ku bi polîtîkaya înkar, tunekirin û qirkirinê dihate meşandin, çalakiya rojiya mirinê ya mezin, rê neda bêrûmetkirinê ku li ser Kurdan dihate ferzkirin. Nirxên ku berxwedana zindanan afirand li nava gelê me pêl bi pêl belav bûn, veguherîn serhildanên gel. Baweriya bi fedakariya jiyana bi wate û azad a bi dirûşma 'Li ser kevirê gora min deyndar binivîsînin' zîhniyetên faşîst ên mîna Esat Oktay têk bir. Zîhniyeta faşîst qirker mîna doh îro jî heman polîtîkayê dimeşîne. Kevneşopiya dewleta Tirk bi qirkirin û tunekirinê bersivê dide hişyarbûna gelê me. Dijmin li zindanê li hemberî baweriya serketinê têk çû. Rê ji xiyanet û teslîmkariyê re nehate dayin.
 
DIXWAZIN GELÊ ME BÊ ÇARÊ BIHÊLIN
 
Îro di serî de li ser zindanan, li ser tevahiya gelê me teslîmkarî tê ferzkirin. Dijminê ku bi komploya navneteweyî Rêberê me dîl girt, bi rengekî ku di dîrokê de nehatiye dîtin tecrîdê pêk tîne. Dixwaze ku di şexsê Rêberê me de gelê me, gelan bêçare û bêçareserî bihêlin. Nirxên ku berxwedanê afirandine, di wê astê de ne ku rê nadin bêçaretiyê. Berxwedana dîrokî ya bêhempa ya Rêberê me, biryardariya partî û gelê me, bûye sedem ku dewleta Tirk biderize. Li pêşberî berxwedana partî û Rêberê me ku li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya gelê me têdikoşin, dewleta Tirk ketiye nava tifaqên qirêj û ji bo şerê nava Kurdan piştevaniyên xwe ber bi qadê ve dehf dide.
 
OPERASYONÊN ROJAVA Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
 
Operasyonên ku ji bo dagirkeriyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê têne kirin, dixwaze di nava Kurdan de şer derxîne û qada jiyanê nedin Kurdan. Bûyerên ku piştî DAÎŞ'ê li Iraqê rû dan û têkiliya nû ya ku gelê me li wir bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re danîn, nîşaneya wê yekê ye ku pergala berê nikare dewam bike. Zîhniyeta faşîst û qirker a AKP-MHP'ê tevî hevkarên xwe yên xwecihî nikarin vê rastiyê biguherînin û wê hesabê vê bidin. Nokerî û xeta berxwedanê ya li dijî wê di dîroka kevnar a Kurdan de her tim dewam kiriye. PDK a ku bûye maşika di destê hegemon de statuya bêewle ya li ser esasê berjewendiyên eşîrî û malbatî li pêşiya yekîtiya neteweyî dike asteng. Ev yek ne nêzîkatiyeke nû ye. PDK ku protokola 82'an ji nedîtî ve tê, sala 1997'an li ser gora bavê xwe soz da, lê hînê heyet nû ji hevdîtinê vedigeriya li Hewlêrê li nexweşxaneya ku hevrêyên Gazî lê bû komkujî kir. Ev yek nîşaneya şênber a wê yekê ye ku PDK’a ku xwîna xwişk û birayên xwe dirijîne bi aqlê hêza qirker faşîst a AKP-MHP'ê tevdigere ku nûnerê vê demê yê Osmanî ye. PDK’a ku li pêşberî guherînan di ya berê de israr dike, eger di têkiliyên bi mêtingeran re dewam bike, ku ji pîvanên exlaqî dûr e, ew ê jî têk biçe. Xelkê me yê Başûr bi daxuyaniyan ragihand ku ew ê vê yekê qebûl nekin û ev nêzîkatiya xwe jî bi çalakiyan raxist pêş çavan. Divê PDK vê zîhniyet û pêkanînê biterikîne, tavilê wateya yekîtiya neteweyî fêhm bike. Eger di vê helwest û nêzîkatiyê de israr bike wê weke yê lanetbûyî bikeve dîroka gelê me.
 
XISÛSA HERÎ GIRÎNG BERDEWAMIYA TÊKOŞÎNÊ YE
 
Rewşa Tirkiyeyê ku mînaka neserketina rejîma şexsekî ye, weke neynika yekparetiyê ye. Qirkirina li Bakurê Kurdistanê, 'Plana Têkbirinê' ya ku di çarçoveya konseptekê de hate meşandin û şerê gel ê şoreşger ê bi berxwedanên xwerêveberiyê dema ku bi rengekî yekpare bê nirxandin, wê were dîtin ku faşîzma AKP-MHP’ê êdî nikare bi rê ve biçe û wê şerê giran bibe sedema krîza aboriyê li welêt. Pirsa 'gelo hinceta pandemiyê wê heta kengî weke hinceta krîza aboriyê bê pêşkêşkirin' hêjayî vegotinê ye. Bendewariya ji kevneşopiya dewletke mafyabûyî, asta herî têkçûyî ya xefletê ye. Rastiya esasî ya di vir de rastiya wê yekê ye ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêbertî aktorê herî girîng ê li Rojhilata Navîn e. Dema ku tevahiya Kurdistanê bê nirxandin wê were dîtin ku qat bi qat mezin bûye. Bi pêngava 'Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê dem dema azadiyê ye' nîşan da ku ev yek wê mezin bibe. Xusûsa herî girîng a di vir de berdewamiya têkoşînê ye.
 
POLÎTÎKAYA BI SEDAN SALAN BI CIH TÎNIN
 
Polîtîkaya ku beriya bi sedan salan hatiye bicihanîn, îro jî bi eynî rengî didome. Di rêça dewletê ya TC'ê de dibe ku desthilat biguherin, eynî polîtîka didomin. Pevçûna desthilatî dema ku mijar têkoşîna azadiya kurd be li aliyekî tê hiştin. Mikurhatinî û teslîmbûn ku beriya bi 29 salan li Zindana Amedê ji hêla cuntaparêzên Kenan Evren ve dihate ferzkirin piştî 29 salan ji hêla AKP-MHP'ê ve li zindanan tê ferzkirin. Her roj bi pakêteke nû ya înfazê re bi rêvekariya wê, bi gotina guherîna yasayî bi navê 'halê baş' desteyên ku têne avakirin teslîmbûnê ferz dikin. Li nav zindanan tecrîd tê danîn, bi kamerayên ku tu hurmetê nade mahremiyeta mirovî, çavdêrî li jiyanê dikin, di hevdîtina malbatan de ya bi telefonê guhdarî dikin, ferz dikin ku girtiyan tazî bikin û wiha ser wan seh bikin, bi desteserkirina wekîlên ku bi wêrekî dibêje, 'yadê binêr kral tazî ye', bi kirinên faşîzan dixwazin vînê bişkînin.
Girtiyên nexweş bi hêviya mirinê ve têne hiştin, bi kirinên ku di hiqûqa dijminatiyê de jî nîne bi ser girtiyan de tên. Hevrêyê me Huseyîn Îdîk 26 salan di zindanê de bi nexweşiyan re mayî di qonaxa dawî ya jiyana xwe de hate berdan, dema ku li nexweşxanê tedawî dibû şehîd bû. Apê Dedo yê 83 salî ev 25 sal in bi nexweşiyên giran li zindanê ye û bi serê xwe nikare bimeşe bi hinceta 'guman e ku bireve' nayê berdan. Medyaya netewî ku dayika me Meryem a 80 salî, nobeta malbata Şenyaşar a 100 rojî nabîne, fesihkirina Peymana Stenbolê ya ku mafê bi sînor didin jinan. Ev tirs rastiya AKP-MHP ya faşîst û qirker e.
 
RUHÊ 14’Ê TIRMEHÊ
 
Partiya me û baweriya gelê me, helwesta wan hemû polîtîkayên gemarî pûç dikin. Rihê 14'ê Tîrmehê ew e ku mirov rêxistinê bi bîreweriya partiyê mezin bike û bi vînê serfiraz bike. Bi darbeya 12'ê Îlona 1980'yî, berxwedana jina azad a hevrê Sakîne Cansiz û hevrêyan ya domdar, ew e ku bûye Rozaya sor. Bi rengekî geş derbasbûna 8'ê Adarê, bi xetîreya azadiyê ya hevrê Mazlûm e. Di Newroza 2021'ê de bêyî ku li pandemî û qedexeyan were sekinandin bi rengekî geş derbasbûna wê, herîkîna ber bi qadan ve, encama wê ye ku vîna Çaran bi bîreweriya rêxistinê tûj bûyî û bi rastiya têkoşînê re gihaye hev. Çalakiyên milîtanî, karakterê berxwedanê û rastiya wê ye ku PKK tevgera şehîdan e, rihê 14'ê Tîrmehê ye. 2019'an bi çalakiya fedayî dawî li jiyana xwe anîn û 20202'an bi 27'ê Mijdarê re domdandina grêvên birçîbûnê ya domdaar û dorveger, heta ku tecrîda li ser Rêbertia me bidome, azad bibe wê bidome. Ji 14'ê Tîrmeha 2021'an û pê de di salvgera berxwedana rojiya mirinê ya mezin de em çalakiya xwe ya domdar û dorveger a pênc rojî dikin diqulibînin ser 15 rojan.
 
BANGA HESTIYARIYÊ 
 
Di serî de berxwedana Rêbertiya me, em hemû hevrêyên xwe yên ku li zindanan li ber xwe didin silav dikin. Di vê roja me ya rûmetê de em Berxwedana Zindanê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bi hurmet û dilsozî silav dikin, em sond dixwin ku têkoşînê geş bikin, em bang li gelê xwe, li wan hemû kesan dikin ku ji xwe re dibêjin mirov in û li ser vê cografyayê dijîn ji bo ku zilm, tecrîd bi dawî bibe bihistyariya xwe geş bikin, li dora têkoşîna me ya mafdar kom bibin. Rêya tekane û teqez a serfiraziyê berxwedan e. Serfirazî ya hevrêyên berxwedêr, a gelan e.”
 

Sernavên din

13/07/2021
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 227'an de berdewam dike
09:01 Malbatên girtiyan: Kê ev heq daye wan ku zarokên me îşkence dikin?
09:01 Agirê li Marmarîsê di 4 saetan de, yê li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin
09:00 Ava paqij bi dest wan nakeve
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:06 Dolmîşa penaberan qeza kir: 12 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
10/07/2021
23:34 Vekirina Zarok MA'yê bi konserekê hat pîrozkirin
23:20 Daxuyaniya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya derbarê alîkariyên NY'yê de
22:44 5 hezar û 530 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:02 Alî Îsmaîl Korkmaz hat bibîranîn
20:24 Ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve dimeşin
19:55 Têkildarî tahdeya li Girtîgeha Antalyayê serî li ÎHD'ê dan
18:49 Dayikên Aştiyê: Bila tecrîd bê rakirin
17:11 ‘Li hemberî polîtîkayên li dijî xweza û civakê bisekinin’
17:01 Kongreya OHD'ê: Bila tecrîd bi dawî bibe û Ocalan muxatab bê girtin
16:50 Endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê hatin berdan
16:30 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat binçavkirin
16:26 Banga berdana girtiyê nexweş Çakal kirin
16:11 Zarokê ku ji bo hênîkbûnê ket qenala avê rakirin nexweşxaneyê
16:04 Decathlona ku cih neda kurdî şermezar kirin
15:57 Malbatên Pirsûsê: Em ê bibin yek deng û serbikevin
15:42 Dayikên Şemiyê bal kişandin ser doza ku jê tên darizandin
15:42 Banga berdana girtiyê nexweş Tamboga
15:16 Ji Girtîgeha Ceyhanê 4 girtî sewq kirin
14:59 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş kirin
14:38 Doznameya doza girtinê ji HDP’ê re hat ragihandin
14:22 Rêyên ku nehatibûn temamkirin li Îdirê jiyanê tevizandin
14:17 Ji bo Çetîn û Înter merasîma oxirkirinê hat lidarxistin
13:31 Mudaxaleyî kesên ku xwestin ji bo Pirsûsê bimeşin kirin: 6 binçavkirin
12:56 Biryara girtina meleyan beriya îfade girtinê hat dayîn
12:43 Xizmên windayan aqûbeta rêveberê DEP'ê Yildirim pirsîn
12:37 'Em HDP ne, li her derê ne'
11:56 Li Konyayê êrişî malbata kurd kirin: Em we li vir nadin jiyîn
11:35 Vedat Aydin hat bibîranîn: Em ê xeyalên wî pêk bînin
11:16 Ji Malbata Şenyaşar parvekirina Erdogan: Wê rastî zû dereng derkevin holê
10:47 Polîsan êrişî Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê kir: 13 kes binçav kirin
10:21 Hevdîtina bi îstîxbaratê re li girtiyan ferz dikin
09:07 Koma 46'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Berdevka Komîsyona Jinan a KNK'ê Bîrlîk: Li dijî şerê mêrê serdest, çareserî Kongreya Jinan a Neteweyî ye
09:05 Karkerên jin doza heqdesteke wekhev û sîgorteyê dikin
09:05 Gardiyanan êrîş bir ser wê, ji dêvla bibin nexweşxaneyê, wê xistin hucreyê
09:04 Bijîşk Yavîç: Divê xebatên ji bo aşiyê bi kurdî bên kirin
09:04 Zarokê 12 salî ji ber zilmê daye ser rêyan
09:04 Esnafên amedî: Em kartên krediyê qilopanî dikin û bi vî hawî debara xwe dikin