Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne

img
AMED - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe wê edalet û demokrasî pêk neyê û ji bo muxalefetê got: “Di pirsgirêka kurd ên ku çareseriya demokratîk neparêz e, bi tu aliyan re karê me nîne.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li otelek Amedê bi sernavê “Em xwe rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişikînin” ji bo 3 rojan civîn li dar dixe. Civînê îro dest pê kir. Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel û Alîcan Onlu, endamên Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîs HDP’ê, rêveberên bajêr û navçeyan, rêveberên KCD, DBP, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. 
 
NEXŞERÊYA XWE DIYAR DIKIN 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu di destpêka civînê de axivî û destnîşan kir ku ew ê nexşerêya xwe ya nû bi pêkehte û hêzên demokrasiyê re diyar bikin. 
 
XETA TÊKOŞÎNA SERDEMA NÛ 
 
Pişt re Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel axivî û got ji bo ew xeta xwe ya nû ya têkoşînê diyar bikin li hev civiyan. Temel bal kişand ser zextên li kurdan û siyaeta kurdan tê kirin û got: “Gelê kurd û birêz Ocalan di bin tecrîdek giran de ne. Êreişên li dijî gelê kurd tenê ne li bakurê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê êriş li ser gelê me heye. Li dijî ciwan, jin û xwezayê êrişên giran tên kirin. Li dijî HDP’ê polîtîkayek xistine dewrê. He cûre rêbazî ceribandin. Lê encam negirtin. Gavek bi HDP’ê paş ve nedan avêtin. Kurdan di her şertan de berxwedana xwe mezin kir.” 
 
‘DÎSA PEYAMA PIRSGIRÊKA KURD NÎNE DA’ 
 
Temel anî ziman ku wan civînên wiha li gelek bajarên Tirkiyê li dar xistine û wiha got: “Tirkiye bi rejîmek faşîst re rûbirû maye. Qey meriv dibêje yên liber xwe didin nîn in. Derûniyek wiha çêkirine. Dixwazin tevahiya civakê bixin bin zextan. Çend roj berê Erdogan hat Amedê. Bi hişmendiya û aqilê MHP’ê hat Amedê. Xwedîgiravî hat ku bi kurdan re hevdîtin bike. Lê dîsa peyama pirsgirêka kurd nîne da. Amedî li wê qadê nebûn. Li aliyekî hebûn û zimanê gelê kurd qedexe dike li aliyekî jî tê li vir peyamên ji bo kurdan dide. Êdî tu sozek ku AKP bide gelê kurd nîne. Li ber têkçûnê ye, bi lêz û bez ketiye nava hewldana hin hevdîtinan. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe wê edalet û demokrasî pêk neyê. Di pirsgirêka kurd de yên ku çareseriya demokratîk neparêz e, bi tu aliyan re karê me nîne. Tu pêdiviya me bi nijadperestan nîne. 
 
‘ÇARESERÎ BI AZADIYA OCALAN MIMKIN E’ 
 
Temel destnîşan kir ku ew ê rêyek wisa saz bikin ku her kes dikaribe têde rêwiyê bike û xwe di nav de bimîne û ew ji tifaqên birêgez re hene û wê nexşerêya xwe bi hemû hêzên Tirkiyê re parve bikin. Temel bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Heta bi birêz Ocalan re hevdîtin neyê kirin û tecrîd neyê bidawîkirin, wê tu çareserî li pêş nekeve. Daxwaza me ew e ku tecrîd were rakirin û birêz Ocalan rasterast daxilî pêvajoyê were kirin. Şîara me ew e ku em ê tecrîdê bişikînin û rêya çareserkirina demorkatîk a pirsgirêka kurd vekin. Bi vê zîhniyetê re qet û qet pirsgirêk nayê çareserkirin. Bi vî awayî edalet, demokrasî û hiqûq nayê Tirkiyê.”
 
Pişt re civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 

Sernavên din

13/07/2021
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 227'an de berdewam dike
09:01 Malbatên girtiyan: Kê ev heq daye wan ku zarokên me îşkence dikin?
09:01 Agirê li Marmarîsê di 4 saetan de, yê li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin
09:00 Ava paqij bi dest wan nakeve
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:06 Dolmîşa penaberan qeza kir: 12 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
10/07/2021
23:34 Vekirina Zarok MA'yê bi konserekê hat pîrozkirin
23:20 Daxuyaniya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya derbarê alîkariyên NY'yê de
22:44 5 hezar û 530 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:02 Alî Îsmaîl Korkmaz hat bibîranîn
20:24 Ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve dimeşin
19:55 Têkildarî tahdeya li Girtîgeha Antalyayê serî li ÎHD'ê dan
18:49 Dayikên Aştiyê: Bila tecrîd bê rakirin
17:11 ‘Li hemberî polîtîkayên li dijî xweza û civakê bisekinin’
17:01 Kongreya OHD'ê: Bila tecrîd bi dawî bibe û Ocalan muxatab bê girtin
16:50 Endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê hatin berdan
16:30 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat binçavkirin
16:26 Banga berdana girtiyê nexweş Çakal kirin
16:11 Zarokê ku ji bo hênîkbûnê ket qenala avê rakirin nexweşxaneyê
16:04 Decathlona ku cih neda kurdî şermezar kirin
15:57 Malbatên Pirsûsê: Em ê bibin yek deng û serbikevin
15:42 Dayikên Şemiyê bal kişandin ser doza ku jê tên darizandin
15:42 Banga berdana girtiyê nexweş Tamboga
15:16 Ji Girtîgeha Ceyhanê 4 girtî sewq kirin
14:59 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş kirin
14:38 Doznameya doza girtinê ji HDP’ê re hat ragihandin
14:22 Rêyên ku nehatibûn temamkirin li Îdirê jiyanê tevizandin
14:17 Ji bo Çetîn û Înter merasîma oxirkirinê hat lidarxistin
13:31 Mudaxaleyî kesên ku xwestin ji bo Pirsûsê bimeşin kirin: 6 binçavkirin
12:56 Biryara girtina meleyan beriya îfade girtinê hat dayîn
12:43 Xizmên windayan aqûbeta rêveberê DEP'ê Yildirim pirsîn
12:37 'Em HDP ne, li her derê ne'
11:56 Li Konyayê êrişî malbata kurd kirin: Em we li vir nadin jiyîn
11:35 Vedat Aydin hat bibîranîn: Em ê xeyalên wî pêk bînin
11:16 Ji Malbata Şenyaşar parvekirina Erdogan: Wê rastî zû dereng derkevin holê
10:47 Polîsan êrişî Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê kir: 13 kes binçav kirin
10:21 Hevdîtina bi îstîxbaratê re li girtiyan ferz dikin
09:07 Koma 46'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Berdevka Komîsyona Jinan a KNK'ê Bîrlîk: Li dijî şerê mêrê serdest, çareserî Kongreya Jinan a Neteweyî ye
09:05 Karkerên jin doza heqdesteke wekhev û sîgorteyê dikin
09:05 Gardiyanan êrîş bir ser wê, ji dêvla bibin nexweşxaneyê, wê xistin hucreyê
09:04 Bijîşk Yavîç: Divê xebatên ji bo aşiyê bi kurdî bên kirin
09:04 Zarokê 12 salî ji ber zilmê daye ser rêyan
09:04 Esnafên amedî: Em kartên krediyê qilopanî dikin û bi vî hawî debara xwe dikin